Qileban a mîna bihûştê bi bendavan talan dikin

img
ŞIRNEX - Li navçeya Qilabanê heta niha 6 bendav hatine çêkirin. Tê îdiakirin ku li herêma bi navê Heftboriyan dê bendavek nû bê çêkirin, şêniyên navçeyê bertek nîşanî çêkirina bendavan dan û gotin bendav çavkaniyên avê zuwa kirine û dibe sedema krîza avê. 
 
Bendavên "ewlehiyê" yên ku di sala 2009'an de li navçeya Qilaban a Şirnexê ji aliyê Karên Avê yên Dewletê ve hatin destpêkirin, jiyana zindewar û xelkê herêmê dixe talûkeyê. Li herêmê ji sedî 75'ê madenê ya ku weke koma 4’emîn tê binavkirin û her wiha di bin navê ewlekariyê de bendav tên çêkirin. Ji ber bendavên ku hatine çêkirin herêm hildiweşe. Heta niha li 6 cihan bendav hatine çêkirin. Li herêmê heta niha li gundên Şêxan, Ziravîk, Nêrweh, Bilih, Kiror û Roboskî bendav hatine çêkirin.
 
ŞAREDARIYA AKP'Ê ÎHALE GIRTIYE 
 
Tê îdiakirin ku dê li bajaroka Sêgirkê li herêma Heftboriya ku îhaleya wê ji aliyê şaredariya AKP'ê ve hatiye girtin bê çêkirin û amadekariyên wê tên kirin. Bendavên ku heta niha li herêmê hatine çêkirin, wêraniyeke mezin bi xwe re aniye û hilberîn, cotkarî ku çavkaniya debara xelkê herêmê ber bi dawîbûnê ve dibe.
 
Li herêmên navçeya Qileban ku herî zêde xwedî çavkaniyên avê ye bi çêkirina bendavan re çavkaniyên wê yek bi yek ziwa dibin. Şêniyên bajaroka Sêgirkê bertek nîşanî çêkirina bendavan dan û diyar kirin ku bendav zirarê didin xwezaya herêmê û bi çêkirina van bendevan re herêm bênefes tê hiştin. 
 
'DIVÊ TU KES BÊDENG NEMÎNE' 
 
Yek ji welatiyan Feyzî Babat, anî ziman ku li herêma wan çêkirina ewqasî bendavan zirareke mezin dide xweza û tenduristiya gelê herêmê û got: "Li Qilebanê heta niha 6 bendav hatine çêkirin. Niha jî ji bo çêkirina bendaveke din amadekarî tên kirin. Ev ava ku em niha dibînin ji Kela Memê tê. Niha dixwazin ku li vê herêmê bendav çêbikin. Xwezaya me talan û wêran dikin. Li vê derê çêkirina her bendavekî tê wateya qirkirina xwezayê. Ji aliyekî ve çavkaniyên me yên avê ziwa dikin û aliyê din jî darên me tên birin. Par li Cudî yek dar nehiştin. Îsal jî plan dikin ku ji Besta dest pê bikin û heta Wanê ku diçe dest bi birîna daran bikin. Em bang li gelê xwe dikin; li hemberî talankirina xwezayê bêdeng nemînin. Divê her kes bertek nîşanî vê bide. Ajalên me, xwezaya me û çanda me bi vî awayî tune dikin. Bila tu kes xwe bêdeng neke. Ji aliyê rojhilat ê Heftboriyan ve Kela Memê ye, ji aliyê rojava ve Besta û ji aliyê başûr ve jî Cudî ye. Herêmeke ku bi xwezaya xwe ewqasî dewlemend e çêkirina bendavan nayê qebûlkirin. Ev der qada debara xelkê me ye. Em naxwazin ku yek bendaveke din bê çêkirin." 
 
'ÇAVKANIYÊN AVÊ ZIWA DIBIN' 
 
Ji şeniyên Sêgirkê Zeynep Unat jî bertek nîşanî çêkirina bendavan da û got: "Di çend salan de 6 bendav li herêma me hatin çêkirin. Heke li vir jî çêbikin wê li herêmê bibe bendava 7'emîn. Pêwîste ku em li hemberî çêkirina bendavan dengê xwe û bertekên xwe zêde bikin. Çimkî ev bendave tenê zirarê nade mirovan. Di heman demê de zirarê dide her zindiyekî û şert û mercên hewayî jî diguherîne. Herêma me bi çavkaniyên xwe yên avê dewlemend e. Lê gel niha pirsgirêka avê dikişîne. Gel hatiye wê rewşe ku nikare çandiniyê bike. Li şûna çêkirina bendevan dikarin herêmê ji turîzmê re vekin. Em naxwazin ku herêma me ji rant û bendevan re vekin. Xwezaya me nefesa me ye, em xwedî li xwezaya xwe derbikevin." 
 
MA / Zeynep Durgut