Amara bi şilêran xemilî

img
RIHA - Bi hatina biharê re Taxa Amara ya Xelfetiyê bi kulîlkên biharê yên xemrî û spî xemilî. Rengîniya kulîlkan her kesê çav lê dikeve sermest dike. 
 
Li Taxa Amara ya navçeya Xelfetî ya Rihayê bi hatina biharê re şilêrên rengîn vebûn. Şilêrên ku ji hêla gelê herêmê ve weke kulîlkên biharê, ji hêla tirkmenan jî weke Gegro û Koyun Kirangî tên pênase kirin, bi rengên xemrî û spî vebûn. Di zimanê latinî de jî ji şilêran re Anemone Coronaria (Şilêra bitac a çiya) tê gotin. Şilêrên rengîn ku her kesê çav lê dikeve sermest dike, bi bêhna xwe jî hestekî xweşik di mirovan de ava dike. Şilêr, di navbera mehên sibat û gulanê de derdikevin û heta 15-45 santîmîtroyan jî bejn diavêjin.