Meletiyan lêgerîna zêran şermezar kir

img
MELETÎ - Li navçeya Wêranşarê gel li dijî lêgerîna zêran derket û ev peyam da: "Ji bo ku em li erd, av, daristan û hewaya xwe xwedî derkevin ji lêgerîna medenê re dibêjin na. Tişta tê kirin rast e rast êrişeke li dijî qada jiyana zindewaran e."
 
Holdînga Eczabaşiyê, li taxên Hûdût, Kalecîk, Dedeler, Bahçecîler ên navçeya Wêranşarê ya Meletiyê bi siyanûrê dest bi xebatên lêgerîna medena zêr kir. Niştecihên herêmê ku bihîstin wê îro holdîng ji bo lêgerîna zêran derbarê xebata sondajê de xebata tespîta pispor bê kirin, li qada medenê ya li Hûdût û Kalecîkê kom bûn û xebatan şermezar kirin. Welatiyên herêmê, bi pêşengiya Platforma Hawirdorê ya Dedelerê bi şîara "Dem dema xwedî derketina li erd, av, daristan û hewaya me ye" xwestin li qada medenê daxuyanî bidin. Platforma Hawirdorê ya Meletiyê (MALÇEP) û nûnerên partiyên siyasî jî piştgirî dan welatiyan.
 
REXMÎ ASTENGIYAN JÎ MEŞIYAN
 
Leşkeran li têketina gundê Hûdût pêşiya welatiyan girtin û bi hinceta "ewlehiyê" destûr nedan ku welatî bikevin herêmê. Gundiyên ku li têketina gund li hev kom bûn dovîzên "Ji bo ku nebêjî xwezî li xwezaya xwe xwedî derkeve" û "Daristana azad pêşeroja azad" hilgirtin. rexmî astengiya leşkeran jî welatî pankarta "Dema ku çemê dawî ziwa bibe, dara dawîn hişk bibe, mesiyê dawîn bimire wê mirov jî tune bibin" vekirin û ber bi qada medenê ve meşiyan. Li ser vê leşkeran di têketina qada medenê de pêşî li welatiyan girtin. 
 
'ÊRIŞA LI DIJÎ QADA JIYANA ZÎNDEWARAN'
 
Piştre platformê û welatiyan di nav xwe de heyetek ava kirin. Heyeta ji bo tespîta pispor di cih de kontrol bike û derbarê xebatan de agahî bigire derbasî qada medenê bû. Piştî hevdîtinê heyetê li têketina qada medenê daxuyanî da. Endamê Platformê Teslîm Topal daxuyanî da û diyar kir ku devera medenê di asta yekemîn de daristaneke ji darên mezî pêk tê. Topal, destnîşan kir ku Ji bo li erd, av, daristan û hewaya xwe xwedî derkevin ji projeya lêgerîna medenê re dibêjin na û got ku xebat rast e rast êrişeke li dijî i dijî qada jiyana zindewaran e.
 
BANGA PIŞTEVANIYÊ
 
Di dawiya axaftina xwe de Topal, da zanîn ku wê xebata medenê xesarê bide tevahiya Meletiyê û ev tişt got: "Pirsgirêk ne herêmî ye pir alî ye. Ne pirsgirêkeke mîkro pirsgirêkeke makro ya hawirdorî ye. Em bang li herkesî dikin ku bibine hevparê doza me û piştevaniya me bikin."
 
Daxuyanî bi dûrişmeyan bi dawî bû.