Qeyûmê Êlihê ava qenalîzasyonê direjîne Çemê Êlihê

img
ÊLIH - Şaredariya Êlihê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, ava qenalîzasyonê direjîne çemê Êlihê. Ji ber vê bêhneke nexweş li derdorê belav dibe. 
 
Şaredariya Êlihê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, ava qenalîzasyona navenda bajar dirêjîne çemê Êlihê. Ji ber ku ava qenalîzasyonê bêyî bê safîkirin di ser çem de tê berdan dibe sedema nebaqijî û jiyana zîndewerên nav dike talûkeyê. Ekolojîst Huseyîn Akil, derbarê mijarê de axivî û bertek nîşanî rêveberiya qeyûm şaredariyê da. 
 
GIRÎNGIYA ÇEMÊ ÊLIHÊ
 
Ekolojîst Akil, diyar kir ku çemê Êlihê yek ji çavkaniyên avê yên girîng ên bajar e û wiha got: "Her ku diçe xesarê didin qadên jiyanê yên êlihiyan. Hesenkêf a xwedî dîroka 12 hezar salan ku gelê bajar lê bêhn vedida tune kirin. Li cihên herî xweş ên xwezayê qedexe îlan kirine. Anîne wê astê ku gelê bajar nikare bêhn bigire. Niha jî cihên ku gelê bajar lê bêhn digire qirêjî dikin. Çemê Êlihê bi qasî 115 kîlometreyan di nav sînorên Êlihê re derbas dibe û bajar navê xwe ji vî çemî girtiye. Girîngiya vî çemî ji bo gelê Êlihê gelek e."
 
'TENDURISTIYA GEL DI BIN GEFÊ DE YE'
 
Akil, destnîşan kir ku beriya niha bi kanên xîzê çem hatiye texrîbkirin û ev tişt anîn ziman: "Bi kanên xîzê, ava qenalîzasyonê û avêtina kavil û gemara bajar çem bûye cihêkî bitalûke. Divê pêşaniya me xelaskirina vî çemî be. Jixwe bi kanên xîzê hatiye kunkunîkirin. Jiyana xwezayî xesar dîtiye. Bi qenalîzasyonê wê bêtir xesar lê bikeve. Ji bo derbaskirina vê xesarê divê ji bo ava qenalîzasyonê xebatek bê kirin. Dema ku ev av dirjê çem bêhneke nexweş li derdorê belav dibe û xesar digihîne zîndewerên çem."