Li Çewligê daristan tên qirkirin: Bila rêxistinên civakî peywirê hilgirin

img
ÇEWLIG - Li gundê Lîçikê yê navçeya Kanîreşê qirkirina daristanan di roja 38’an de didome. Serokê Odeya Endezyarên Hawirdorê ya Şaxa Amedê Canfidal Boldaş anî ziman ku ji bo hestiyariyê divê hemû derdorên teknîkî û saziyên civaka sivîl peywirê hilgirin. 
 
Çewlig ku çar hawirdorên daristan û çem in, bi qirkirineke xwezayê re rû bi rû ye. Bi şewatên daristanan ên bi hinceta "ewlehiyê" tên kirin, projeyên madenan ên hema bibêje li hemû navçeyên wê tên çêkirin û qirkirina daristanan re pergala ekolojiyê ya bajêr xera dibe. Qirkirina daristanê ya ku di 18'ê Tîrmehê de li mezrika Serince ya gundê Lîçik ê navçeya Kanîreşê hat destpêkirin 38 roj in didome. Gundî dibêjin darên berûyan ên li devereke 300-500 hektarî tên birîn ji bo komura manqelê tên bikaranîn. 
 
‘DEST NEDIN XWEZAYA ME'
 
Ji gundê Lîçikê Sadik Gorgen (41) diyar kir ku bi salan e mêşvaniyê dike û debara xwe bi vê yekê dike û got: “Bila dest nedin xwezaya me û madenên me. Ji ber ku hem em hem mêş hem heywanên kovî û hem jî heywanên me sûdê ji vê xwezayê digirin." 
 
RANT
 
Gorgen îşaret pê kir ku xwezaya wan ji bo rantê tê qirkirin û got: “Helbet em naxwazin xwezaya me û darên me yên berû ji bo rantê bên qirkirin. Li vir diviyabû gundî berê bihatana serwextkirin, lê kesî tiştek negot. Bi tevahî bû qurbana rantê. Me jî wekî welatiyên hestiyar got, 'Em vê bidin sekinandin, em xwezaya xwe û mala xwe qirêj nekin.' Li gelek deverên Tirkiyeyê xwezayên qirêjkirî û wêrankirî hene û paşê li wan derean jiyan ji holê radibe. Xwezayeke me ya pir xweş heye. Em naxwazin xwezaya me xera bibe. Me îmze berhev kirin û ew dan qeymeqamtiya navçeyê. Em niha li bendê ne."
 
'LI VIR DAGIRKERÎ HEYE'
 
Gorgen bang kır ku kes dest nede xwezaya wan û got: "Heya xebatên madenê bidomin, dê çavkaniyên me yên avê bên tunekirin. Hin kes bi vê rantê dewlemendtir dibin, hin jî feqîr dibin. Li vir dagirkerî jî heye. Divê gel bi awayekî rêxistinkirî tevbigere.”
 
‘GER BIDOME DÊ BIBE QADA ŞER'
 
Gorgen bilêv kir ku qev qirkirinê dê bi birîna daran sînorkirî nemîne û got: “Dibe ku niha vê daristanê jî dibirin, lê piştî vê projeyên wan ên din jî hene. Piştî ev qirkirina daran biqede, vê carê jî dê ji bo madenên li cir tevbigerin û dê binerdê texrîb bikin. Ger wiha berdewam bike; dê heya pênc salan ev der ziwa bibe, bibe devera xizanî û neçariyê."
 
‘DIKIN QURBANA SERMAYEYÊ'
 
Seroka Odeya Endezyarên Hawirdorê ya Şaxa Amedê Canfidal Boldaş anî ziman ku qirkirina daran a li gundê Lîçikêji zû de ye tê kirin, lê di du mehên dawî de bi lez û bez tên birîn. Boldaş got: “Bi qasî ku em ji çapemeniyê dişopînin û li gor serlêdanên bi rêya e-maila fermî yên ji me re hatine kirin, ev yek bi sêwirandineke berbelav hatiye kirin. Yanî ji aliyê koalîsyona 'keyayê gund-koma sermayeyê' hatiye destpêkirin. Ya ku li vir dibe qurbana sermayê xwezaya me ye. Ya dibe li ekosîstema me dibe, li qadên me yên jiyanê dibe. li vir sînorê birînê ne diyar e. Bi qasî ku em dizanin, ev dê li gor berjewendiya vê koma rantxur be an jî heya bigihên armanca xwe wê bibirin." 
 
‘DÊ EKOSÎTEM BIRÛXE'
 
Boldaş destnîşan kir ku hem qirkirina daristanan hem jî projeyên madenvaniyê di esasê xwe de li ser heman armancê ne û wiha got: “Wekî me behs kir her du çalakî jî ji bo dewlemendkirina sermayeyê ne. Ew jî wêrankirina qadên daristanî ye. Lê belê birîna daristanan li herêmekê, tê wateya hilweşîna ekosîstema li wê herêmê. Ji ber ku ew jîngeqa qerase dê tevî bi milyonan bûnewerên daristanî yên di xwe de dihewîne tune bibe. Qirkirina daristamam, hilweşîna hevsengiya xwezayî ye. Bi qirkirina daran re dê baran bi awayekî nerêkûpêk bibare, dê ava li rû erdê ne irêkûpêk biherike, dê lehî zêde bibin, dê krîza avhewayê kûr bibe, dê germahî zêde bibe, dê ziwabûn dest pê bike..."
 
‘POLÎTÎKAYA XALÎKIRINA JI MIROVAN'
 
Boldaş anî ziman ku armanca vê porjeyê ew e ku herêmê ji miroavn xalî bike û wiha got: “Bi rastî em wiha difikirin ku bingeha van projeyan polîtîkaya xalîkirina daristanê ye. Di serî de xalîkirina ji daristanan e û bi awayekî neyekser jî ji bo zengînkirina hin koman û lobîyan tê kirin. Hem di qirkirina daristanan de hem jî di projeyên amdenvaniyê de ewilî hin kes dê qezenc bikin. Piştre ji ber van xebatan jî xelk dê ji warên xwe bibin, dê ji gundên xwe derkevin. Di encamê de wê herêm ji mirovan xalî bibe. Ya xerabtir jî dê bê ruh û can bibe."
 
‘DIVÊ JI RAYA GIŞTÎ RE BÊ VEGOTIN'
 
Boldaş anî ziman ku divê encamên ku i dawiya projeyê de rû bidin di serî de ji bo gelê herêmê ji her kesî re bi berfirehî bên vegotin û got: “Divê hemû derdorên teknîkî, saziyên civaka sivîl û rêxistinên pîşeyî peywirê hilgirin. Ev peywir, peywira parasina qadên me yên jiyanê ye.”
 
MA / Eylem Akdag