Dê ji Riha û Amedê ber bi Cûdî ve biherikin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedarên li Riha û Amedê ji bo Meşa Cûdî ya 17’ê îlonê banga tev li bûnê kirin û wiha gotin: “Em dibêjin êdî bes e. Werin em bi hev re xwedî li xwezayê derkevin.” 
 
Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) wê li dijî texrîbata ekolojîk û talankirina daristanan bi dirûşmeya “Li dijî hilweşîna şer û talankirina xwezayê em dimeşin” wê di 17’ê Îlonê de li Şirnexê ber bi Çiyayê Cûdî ve bimeşin. Ji bo meşa ku jê re 2 roj man li gelek bajaran amadekarî tên kirin. 
 
DBP: EM XWEDÎ LI XWEZAYÊ DERKEVIN 
 
Hevserokê DBP’a Amedê Hayrettîn Altûn diyar kir ku piştî êrişên “qirkirinê” yên di sala 2015’an de xistin dewrê xweza jî jê bi bandor bû û got: “Bi bendavan û ocaxên madenan daristanan ji holê radikin. Divê li dijî vê xeta têkoşînê bê avakirin û li dijî kesên dixwazin xwezaya Kurdistanê talan bikin bibin yek û bertek bê nîşandan. Divê tevgerên ekolojist ên cîhanê û hemû saziyê sivîl ên civakî bên agahdarkirin û van polîtîkayên qirêj ên AKP’ê û MHP’ê teşhîr bikin. Em bi hev re xwedî li xwezayê derkevin. Li dijî qirkirina xwezayê ya li Cûdî pêk tê divê hemû saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî xwedî li vê meşe derkevin.”
 
HDP: POLÎTÎKAYEKE BIZANEBÛNE
 
Hevserokê HDP’a Amedê Zeyat Ceylan jî da zanîn ku şer talan û hilweşandine û qala kesên di şeran de jiyana xwe ji dest dan û texrîbata ekolojîk kir. Ceylan, diyar kir ku wê di 17’ê îlonê de li dijî talana xwezayê berê xwe bidin Cûdî û wiha bang kir: “Em ji talankirina xwezayê re dibêjin êdî bes e. Di rojê de 50 kamyonan daran dibirin û dibin hin bajarên din. Ev talan ne tenê li Şirnexê, li Amed, Serhat û Botanê jî didome. Ev polîtîkayeke qirêj û bizanebûne ku li Kurdistanê tê meşandin. Ji bo ku em bi hev re ji talan û şer re bêjin na em hemû gelê xwe vedixwînin meşa 17’ê îlonê.”
 
POLÎTÎKAYÊN BÊMIROVKIRINÊ
 
Endamê Meclisa DBP’ê Salîh Mevalî diyar kir ku li pişt birîna daran “polîtîkayên herêmê ji mirovan vala bikin” hene û wiha axivî: “Mesele ne tenê dar in. Bi salan gundên kurdan şewitandin. Li dijî nasnameya kurd ji 4 aliyan êrişek heye.” Mevalî, bi lêv kir ku wê bi meşê bertekê nîşanî êrişan bidin û da zanîn ku texrîbata ekolojîk ne tenê bi birîna daran bi bendav û HES ên di bin banê “ewlehiyê” de tên çêkirin didomin. 
 
Mevalî, anî ziman ku darên ku berê dihatin şewitandin niha bûne cihê rantê û wiha got: “Gelê kurd 100 sal in zext û komkujiya li dijî wî hate kirin qebûl nekir. Dê vê jî qebûl neke. Bila dest ji daristanên ku ji bo girîng in berdin. Em herkesên ku ji xwe re dibêjin ez mirov im û vê neheqiyê qebûl nekin vedixwînin meşe. Ji bo ji vê hovîtiyê re bibin bersiv em ê ji Rihayê ber bi Şirnexê ve biçin.”
 
JI RIHAYÊ HETA ŞIRNEXÊ PIŞTGIRÎ
 
Hevseroka HDP’a Rihayê Aliye Kizildamar, diyar kir ku bi birînên daran dixwazin herêmê ji mirovan vala bikin û wiha got: “Em dibînin ku birîna daran bi taybetî li bajarên kurdan bi awayekî plankirî, bisîstematîk û di bingeheke polîtîk de pêk tên. Komkujiya pêk tê, ji bo herkese jiyanê bêewle dike. Em li dijî vê têdikoşin. Li Şirnexê gel ji bo ku dar neyên birîn serlêdan kiribûn. Lê hêj tu bersiv nedane wan. Em ji bo piştgiriyê di 17’ê mehê de ber bi Şirnexê ve tev bigerin. Em li dijî vê komkujiya xwezayê hêzên xwe bikin yek.” 
 
Kizildamar, da zanîn ku wê destûr nedin ku xwezaya wan bê talankirin û wiha axivî: “Em herkesê vedixwînin vê meşê. Jiyana me hemûyan têkildarî hev e. Werin em bi hev re xwezaya xwe biparêzin.”
 
TJA’YÊ 
 
Endama TJA’yê Garîp Yeşîl jî diyar kir ku heke daristan tune bin wê civak jî tune bin û da zanîn ku polîtîkayên talankirina daristanan û qetilkirina jinan weke hev in. Yeşîl da zanîn ku heke pêşî li talankirina daran neyê birîn wê bi komkujiyên fîzîkî re rûbirû bimînin û hemû beşên civakê vexwendin meşê.