Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Dê têkoşîn bidome

img
AMED - Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê spasiyên xwe pêşkeşî beşdarvanên Meşa Cudî kirin û got: “Heya ku talan û mêtîngerî biqede dê têkoşîna me jî bidome.”
 
Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê têkildarî Meşa Cûdî ya di 17’ê îlonê de bi dirûşmeya “Em li dijî hilweşandina şer û talana xwezayê dimeşin” daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniya ku spasî pêşkeşî beşdarvanan hatin kirin de wiha hat gotin: “Heya ku li Kurdistan û Tirkiyeyê talan û mêtingerî biqede dê têkoşîna me bidome. Pergala faşîst a qirker ji her alî ve Kurdistanê dimêje, xwezayê talan dike û bêmirovkirin gihandiye asta herî jor; birîna daran ên li herêmên cuda ên Kurdistanê yên bi hinceta ewlehiyê, ekosîstemê aniye astekî ku êdî nikare bê telafîkirin.” 
 
‘EM PEV RE DIKARIN SERBIKEVIN’
 
Di daxûyaniyê de hat destnîşankirin ku li dijî birîna daran a wek pergalî dom dike têkoşîna hiqûqî û bertekên civakî hatine dayîn û wiha pê de çû: “Darên ku tên birîn her roj li ber çavên me bi kamyonan dibin bajarên din. Birîna daran a ku bi destê cerdevan û dewletê tê kirin, divê tenê wek hilweşîna xwezayê neyê dîtin. Ev texrîbat û hilweşîn qirkirina ekolojiyê ye û polîtîkayên gelê kurd ji cihê jiyana wan dûrxistin û tunekirina xwezaya wan in. Pergal bi bangawaziya meşa 17’ê îlonê û daxuyaniya çapemeniyê tirsiyaye bersiva wê ya bertekên civakî bûye qedexe û astengkirin. Em li gel hemû qedexe û astengiyan di 17’ê îlonê de li Cûdiyê hatin gelhev.
 
Li gel hemû qedexe û astengkirinan ji her aliyê Tirkiyeyê û Kurdistanê em bi kesên ji her derdorê re hatin gelhev. Me bi ken hêz û baweriya xwe mil bi mil rihê piştevaniyê da nîşandan. Dema ku roj li esman birîqî me gotina xwe ya li dijî şer aştiyê, parastina her darekê anî ziman. Dayikên ku tirkî nedizanîn dirûşmên tirkî berz kirin, hevrêyên me yên ji Tirkiyeyê hatine jî tev li lorînên dayîkên me bûn. Wê rojê em bûn yek û bi hev re bûn. Em ê tenê bi hev re bûnê bi ser bikevin. 
 
Em sipasî li her kesên ku guh dane banga me û hatine, li her saziya ku bi me re bûye, li her kesê ku riyeke dirêj meşiyaye û bi germahiya dilê xwe bi me re bûye, li kes û saziyên ku nekarîne bên û bi daxuyaniyên piştgiriyê bi me re bûne re spas dikin.”