AMED - Li Amedê di di navbera 24-25-26’ê gulanê de dê Rojên Belgefîlmên Ekolojîk ên Gerok were lidarxistin.
Qonaxa duyem a Rojên Belgefîlmên Rojên Ekolojîk Amed e. Di çalakiyên nîşandana belgefîlman de dê gotûbej û panel werin lidarxistin. Çalakî dê di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de werin lidarxistin û dê bê pere bin.
BERNAME
Çalakî dê di 24’ê gulanê,li Navenda Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê bike. Di saet 18.00’an de belgefîlma “Xelaya li ber derî” (Kapidakî Kitlik) a derhêner Bûrak Yucel û Gul Aslan dê were nîşandan.
Di 25’ê gulanê saet 14.00’an de belgefîlma derhêner Reber Dosku ya bi navê “Siddik û panter” li Şanoya Bajêr a Amedê were nîşandan.
Dîsa belgefîlma derhêneriya wê Zelal Sadak dike a bi navê “Asefvan Xewn, Giha” (Asefçiler, Ruyalar, Otlar) û belgefîlma derhêneriya wê Mûstafa Orman kiriye a bi navê “Dengê Raduoya Erîvanê li ku derê ye” (Erivan Radyosunun sesî nerede) dê saet 20.00 li Zarok Mayê wer were nîşandan.
Di 26’ê gulanê saet 16.00’an de li Navenda Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê panela “Li dijî hilweşandina rêveberiyên xwecihî de avakirina ekolojîk” (Yerel yonetîmde yikima karşi ekolojîk înşa) dê wer nîşandan.
Dê di moderatoriya panelê Çîlem Aydin bike û rojnameger û nivîskar Yûsûf Gursucu û endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jîneolojiyê Rûşen Seydaoglû wek axiver tev li bibin.
Di 26’ê gulanê saet 18.00’an de jî li navenda kongreyê dê fîlma “Wandarî” were nîşandan.
‘DIVÊ EM PÊVAJOYA AVAKIRINÊ BI RÊ VE BIBIN’
Aktîvîstê Komeleya Ekolojiyê Bîşar Îçlî têkildarî çalakiyê axivî û ev tişt gotin: “Taybetî jî li erdnîgariya şer a Rojhilata Navîn û Kurdistanê qirkirina xwezayê bandorê ser tevahî zindî û nezindiyan dike. Em vê yekê wek qirkirina jiyan û xwezayê digirin dest. Pargalên sermayedar bi temamî ser qirkirin û xerckirinê ava bûne. Em fikirîn ku divê em bi pêkanîna van çalakiyan têkildarî mijarê hestiyariyekî ava bikin û ber bi pêvajoyekî avakirinê ve biçin. Li Kurdistanê taybetî jî pergala bendav û xurekan girîng e. Di herêmekî ewqas krîz tê de kûr bûne, xwegihadina xurekan pirsgirêkekî mezin e û polîtîkayekî çandiyê ya dewletê jî nîn e. Em difikirin ku çotkarên biçûk divê bi çandiya xwe ya exlaqî piştgiriyê bidin aboriya debarê. Li gel vê yekê qirkirina ekolojiyê hatiye qonaxekî metirsyar.”
Îçlî anî ziman ku divê şaredarî berê xwe bidin avakirina bajarên ekolojîk û diyar kir ku ew ê wek komele piştgiriyê bidin xebatên bi vî awayî tên kirin. Îçlî ji bo nîşandana belgefîlm û çalakiyan banga tev li bûnê kir.