STENBOL - Di çalakiya protestokirina qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê ya li Setenbolê de 14 kes hatibûn binçavkirin. 9 jê rojnameger 14 kes bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê hatin kirin.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û DÎSK Basin-Îşê duh xwestin qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li Qada Şîşhane ya Stenbolê protesto bikin. Rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û rojnamegeran jî piştgirî dan. Polîsan êrişî girseyê kir û rojnameger jî di nav de 59 kes binçav kirin. Ji binçavkiriyan 45 jê duh piştî karûbarên emniyetê hatin berdan.
Rojnameger Hayrî Tunç, Gulistan Dursun, nûçegihana ETHA’yê Pinar Gayip, nûçegihana Gazete Patîkayê Yadîgar Aygun, nûçegihana Rojnameya Mucadele Bîrlîgiyê Serpîl Unal, Zeynep Kuray, ji Rojnameya Yenî Yaşamê Mahsum Saglam, Enes Sezgîn û Osman Akin jî di nav de 14 kes îro sewqî Edliyeya Çaglayanê hatin kirin.
Binçavkirî bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û xwepêşandan” û “Propagandaya rêxistinê” hatin tawanbarkirin. Dozgeriyê; piştî îfadeyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê kir.
Karûbarên rojnameger û 5 binçavkiriyên din ên li dadgeriyê didome.