AGIRÎ - Ekolojîst Oktay Konyar texrîbata ekolojîk a li Giyadînê di cih de şopand û ji bo herêmê hişyariya “karesatê” kir. Konyar, diyar kir ku dê li dijî vê texrîbatê çalakiyan birêxistin bikin.
Koza Holdîngê li navçeya Giyadîn a Agiriyê madena zêr vekiribû û piştre jî dewrî Koma Şîrketan a Fernasê hatibû kirin ku xwediyê wê Parlamenterê AKP’ê yê Êlihê Ferhat Nasiroglû ye. Xebatên li madena zêr berdewam in. Madena behsa xeberê li devera li qeraxê Çemê Mûradê û li nêzî gundên Ûlîkent, Bilîgana Jorê, Seîd Beg, Mele Qede, Gêdûk, Tendûrek Zeynel û Qîroyê ye. Ji ber xebatên madenê, xetereya koçberiyê li ser herêmên navborî heye.
Li gel xebatên madenê, di heman demê de gundên Dibegûlî, Tezekent, Mîrzecan û Germava Pirê yên li heman herêmê jî di bin xetereya kana mermerê de ne. Toza ku ji kanên mermerê radibe, dibin sedema gelek nexweşiyan. Di heman demê de heta niha 50 malbatan ji ber van kanên mermeran bar kirine.
Her wiha li gundên Qereca, Seît Beg, Gûndik, Tendurek, Zeynel, Şewalet, Mele Qer, Hecî Xalit, Şûkurok, Davud, Kurtika, Tûtek û Ulukentê jî xebatên sondajê yên germavê tên kirin.
'DIVÊ PÊŞÎ LÊ WERE GIRTIN’
Ekolojîst Oktay Konyar ev demeke texrîbata ekolojîk a li herêmê tê kirin ji nêz ve dişopîne. Konyar, xelkê herêmê ji texrîbata xebatên madenê rê li ber vedikin agahdar dike. Konyar, got ku xwezaya Kurdistanê pêşkeşî şîrketên madenê hatiye kirin û ev tişt anî ziman: “Leşker, gundiyan ditirsînin û ev nayê qebûlkirin. Weke ku dîmenên li Artvîn, Gumuşhane, Bergama, Uşak û Îlîçê ne besî wan bin, îcar dixwazin heman tiştî li vir bikin. Li vir qadên çandiniyê yên berfireh hene. Li kêlekê Çemê Mûradê heye. Ev çem dê di demekî kin de bibe cihê depokirina siyanûrê. Welatiyek li vir nikare tev li biryarên derheqê pêşeroja xwe de. Divê rê li ber vê were girtin. Em jî li dijî vê îtîraz dikin.”
HIŞYARIYA ‘KARESATÊ’
Konyar, anî ziman ku bi hinceta “terorê” destûrê didin ku şîrketên qaçax xwezayê talan bikin û wiha pê de çû: “Ji bo welatî bertekan nîşan nedin, her tim zext lê tê kirin. Heke li herêma lêgerîna madenê lê tê kirin siyanûrê bi kar bînin, ev yek dê rê li ber karesatên mezin veke. Divê em pêşî li vê rewşê bigirin. Qirkirina ekolojiyê ya heyî, nîşaneya karesatên mezintir e. Dê heman karesatên li Îlîçê li vir pêk bên. Koçberiyê li welatiyan ferz dikin. Dê siyanûr û cîwayê birijînin Çemê Mûradê. Heke siyanûr were bikaranîn dê kesek nekare li vir bijî. Dixwazin vê xakê pêşkeşî şîrketan bikin. Parastina vê xakê, parastina jiyan û pêşerojê ye. Em biisrar in ku li dijî qirkirina ekolojiyê ya li Giyadînê têbikoşin. Ev der weke goristana nû hatiye hilbijartin.” Ev jî bêyî îradeya gel hatiye kirin.”
‘DIVÊ GEL XWE BIRÊXISTIN BIKE’
Konyar, da zanîn ku divê xelkê herêmê li dijî texrîbkirina ekolojiyê were birêxistinkirin û wiha bi dawî kir: “Divê welatî mafên xwe yên qanûnî bi kar bînin. Çemê Mûradê daxilî Bendava Ilisuyê dibe. Dê jiyana xelkê serûbin bibe. Li tu deverekê cîhanê li rex çeman kan nehatine vekirin. Dê hezaz û karesat bibin bela serê gel. Em dikarin bi ‘Rêbaza Gandî’ li dijî vê texrîbatê bisekinin. Divê gundî her roj bi megafonan çalakiyan li dar bixin. Em dixwazin hemû mafên xwe yên qanûnî bi kar bînin. Em ê di demekê nêz de li dijî kanên madenan çalakiyan birêxistin bikin. Divê di têkoşîna ekolojiyê de tirs tune be. Em van şîrketan nas dikin û hişyar dikin. Nûnerên kapîtalîzma hov in û tu caran çavên wan têr nabin. Divê gelê me serî rake. Em ê di firsenda ewil de bi civînan û bi çalakiyên bêîteatiya sivîl xwe nîşan bidin.”