ÊLIH - Li Êlihê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rakirina tecrîdê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, mitînga “Demokrasî û Azadiyê” hat lidarxistin. Bi hezaran kes tev li mitîngê bûn.
Platforma Saziyên Demokratîk li Xaçerêya Dortyolê ya Êlihê mitînga “Demokrasî û Azadiyê” li dar xist. Mitîng, bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û li dijî tayînkirina qeyûman hat lidarxistin. Amadekariyên mitîngê di saetên zû yên serê sibehê de dest pê kirin.
Jin, bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Parka Yilmaz Guney kom bûn û ber bi qada mitîngê ve meşiyan. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata jî di meşê de cih girtin. Jinan, pankarta “Jin li dijî tecrîdê li ber xwe didin” hilgirtin û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.
Li gelek bajaran jî gelek kes tev li mitîngê bûn. Welatiyên li ser Cadeya Diyarbakirê û li Xaçerêya Hasankeyfê hatin gel hev, heta demekî dirêj govend gerandin. Piştre jî ber bi qada mitîngê ve meşiyan. Welatiyên hatin qada mitîngê, dovîzên weke “Ev hişyariya gel e, şaredariyan vala bikin”, “Em rê nadin qeyûm, qeyûm talan e”, “Hevserokatî xeta me ya mor e” û “Muxatabê çareseriyê diyar e” hilgirtin.
Mitîng, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di mitîngê de ji ewil Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî. Piştre jî hevşaredarên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî ya Rihayê ku li şûna wan qeyûm hatiye tayînkirin vexwendin ser dikê û gel silav kirin. Piştî silavdayina hevşaredaran, aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata axivî. Herî dawî jî Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulah Hatîmogûllari derket ser dikê û xîtabî gel kir.
Bi dawîbûna axaftinên siyasetmedaran re Koma Kolektîfa Rîtmên Azad derket ser dikê û bi stranên xwe rê li ber coşeke mezin vekir û mitîng qediya.