Çemê Nîzîpê ji ber bermayiyên fabrîkayan bûye çemê jehrê

img

DÎLOK – Bi bermayiyên Pîşesaziya Organîzeyî ya Nîzîbê, Çemê Nîzîbê tê qirêjkirin. Wexteke mirovan karibû tê de avjenî bike û pê erdên xwe av bide, lê belê niha li 22 taxên li peravên çem nexweşîna pençeşêrê pir zêde bûye û êdî kes nikare pê baxçe û erdên xwe av bidin. 

Çemê Nîzîbê, jehrî bûye. Pêşî çem bi bermayiyên Pîşesaziya Organîzeyî ya Başpinarê hat qirêkirin û paşê bi bermayiyên fabrîkayên li navenda navçeyê û li herêma pîşesaziyê qirêjtir bû û ava çem ripîreş dixuyê. Herî zêde zirar digihê taxên li nêzî çem û êdî kes nikare pê baxçe û erdên xwe av bide. 
 
Derbarê bermayiyên li nav çem tên valakirin û ji bo paqijkirina çem, Îdareya Av û Qenelazasyonan a Dîlokê (GASKÎ) bi saziyên têkildar re komcivînek çê kir. Di meha Tîrmehê de jî Şaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê Fatma Şahîn û Waliyê Dîlokê Davût Gul, çûn serdena Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê û ji bo pêşî li ber qirêjiya çem bê girtin hevdîtin pêk anîn, lê belê heta niha tiştek nehatiye kirin. 
 
Parlementerê Partiya ÎYÎ'yê yê Dîlokê Îmam Huseyîn Fîlîz, anî ziman ku her diçe pirsgirêk zêdetir dibe û saziyên erkdar ji bo çareserkirina pirsgirêkê tev negeriyane. Fîlîz, destnîşan kir ku ji ber vê qirêjiyê bi dehan mirov mirine û seqet bûne û got: "Her wiha çem zirarê dide nebtan û heywanan jî. Bi salan e ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê em tev digerin. Min ev mijar xist rojeva Meclîsê jî. Saziyên erkdar çend civîn çê kirin, lê belê gavek jî nehat avêtin. Cotkaran pê erdên xwe av dida, lê belê niha nexweşîn li erdan peyda bûye û nebat hişk dibin. Li gundên nêzî çem jî nexweşîna pençeşêrê zêde bûye û gelek kes mirine. Ev mesele ji sala 2009'an ve tê nîqaşkirin, lê mixabin hîn jî nehatiye çareserkirin. Demildest divê mudaxileyî Çemê Nîzîpê bê kirin. Heta ev pirsgirêk çareser nebe ez ê li ser vê meseleyê bisekinim." 
 
‘TESÎRÊ LI 22 GUNDAN DIKE' 
 
Serokê CHP'a Nîzîpê Halûk Kahraman jî bibîr xist ku ji salên 1970'î ve Çemê Nîzîpê tê qirêjkirin û ji wê çaxê ve ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê têdikoşin, lê belê hîn jî tiştek nehatiye kirin. Kahraman, da zanîn ku 22 gundên tesîreke neyînî ji çem digirin çûn cem walî û got: "Ji ber bermayiyên fabrîkayan Çemê Nîzîpê qirêjî dibe û 22 gund rasterast tesîrê jê digirin. Ava çem li Bendava Hancagizê kom dibe. Berên me yên bi ava bendavê çê dibin jî tesîrê ji van bermayiyên kîmyewî digirin. Ev ber bigihên kê, ew kes hemû tesîrê ji vê jehra Çemê Nîzîpê digire." 
 
‘GELÊ HERÊMÊ TÊ JEHRÎKIRIN' 
 
Kahramana, da zanîn ku par li gundê Adakliyê 10 kes ji ber vê avê jehrî bûne û mirine û got: "Ji ber jehra vê avê nexweşîna pençeşêrê li mirovên me peyda dibe. Sedema vê jehrîbûnê jî bermayiyên Herêma Pîşesaziyê ya Organîzeyî ya Dîlokê ne. Bermayiyên fabrîkaya kaxezan û ava qenalîzasyonan ên Nîzîpê jî tev lê dibin. Berê ev av pir zelal bû. Me masî digirtin. Em diketinê û me avjenî dikir. Lê mixabin niha dev ji masiyan berde mirovên me ji ber dimirin. Em nikarin baxçê xwe deynin. Mirov ji ber bêhna wê nikarin îdare bikin. Ava bendavê bi temamî jehrî bûye. Qaşo ji bo gundên derdorê sûdê jê bigirin û pê baxçe û erdên xwe av bidin Bendava Hancagizê hat çêkirin. Lê belê nha bûye cihê bermayiyên fabrîkayan û dibe sedema nexweşînan." 
 
Her wiha di sala 2016'an de Parlementerê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, derbarê qirêjiya Çemê Nîzîpê de pirsnûmayek dabû ber Wezîrê Hawirdor û Bajarsaziyê û wezîr derpêş kiribû ku xebatên pêşîlêgirtina qirêjiyê didomin. Lê belê 3 sal derbas bûne, hîn jî tiştek nehatiye kirin.