ŞIRNEX - Şandeya ku dixwest cenazeyên rojnamegerên hatin qetilkirin wergirin û li deriyê sînor hatin astengkirin, li Silopiyayê daxuyanî da, bi dirûşma “Nazim û Cîhan rûmeta me ne” meş li dar xist û astengkirin protesto kir.
Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di 19’ê Kanûnê de dema geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin. Şandeya ku malbatên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan, Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) ê Mêrdînê Kamûran Tanhan, endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Piştevanî Yekitî û Hiqûqê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirinan re (MEBYA-DER) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) jî di nav de bûn, di 6’ê Çileyê de ji bo wergirtina cenazeyan xwest derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe. Şande, li Deriyê Sînor ê Xabûrê bi hincetên weke “pergal tune ye” hate astengkirin. Şandeyê jî bi sedema ku bêhtir ezyet li cenazeyan neyê kirin, di roja 3’yemîn de ji deriyê sînor vegeriya.
Şandeyê, li dijî astengkirinê li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê daxuyanî da. Endamên DFG’ê, rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê yên bajar û navçeyên Şirnexê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku wêneyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li ser û bi nivîsa "Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” hate hilgirtin. Girse, ji Kolana Hunerê ya Silopiyayê heta ber avahiya DEM Partiyê bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Nazim û Cîhan rûmeta me ne", "Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin", "Rojava rûmet e rûmeta gelê Kurd e" û "Jin jiyan azadî" meş li dar xist. Li ber deriyê avahiya navçeyê daxuyanî hat dayin.
'EM Ê WÊNEKEŞÊN WAN LI ERDÊ NEHÊLIN’
Ji ewil Hevserokê DFG’ê Selman Çîçek axivî. Çîçek, bal kişand ser astengkirina şandeyê û got ku bi vê sepanê îşkence li cenazeyan hatiyê kirin. Çîçek, wiha domand: “Şande bi awayekî keyfî hat astengkirin. Hinceta ‘sîstem tune ye’ nîşan didin lê sîstem dema mijar Kurd tune ye. Weke ku Cîhan û Nazim dev jî têkoşîna ragihandina heqîqetê bernedan em jî dev jê bernadin. Li Rojava qirkirinek heye. Hevalên me ji ber ku ew qirkirin nivîsandin hatin hedefgirtin û qetilkirin. Em soz didin hevalên xwe ku em ê têkoşîna wan mezin bikin. Em pênûs û lênûska wan li erdê nahêlin. Em dibêjin çapemeniya azad civaka azad e.”
'EM Ê TEBIKOŞIN’
Piştrê jî Parlamenter Kamûran Tanhan axivî. Tanhan, anî ziman ku ew bi awayekî keyfî li deriyê sînor hatinê sekinandin û got ku heta ew cenazeyên rojnamegeran werdigirin dê bitêkoşin. Tanhan, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em li Deriyê Sînor ê Xabûrê 3 rojan dan sekinandin. Hemû pîvanên mirovahiyê li wir hatin binpêkirin. Digotin ‘sîstema me xirab bûye’ lê em dizanin a ku xirab bûyî ne ew sîstem e, wijdan û hiqûqa wan e. Bi hincetên cuda cuda astengiyan derdixînin. Heke bixwesta wê cenazê li Deriyê Sînor ê Qamisloyê teslîmî malbatan bikiran. Definkirina cenazeyê mafekî xwezayî ye. Lê ew maf tê astengkirin.”
‘HÛN JI ÇI TIRSIYAN KU WE DESTÛR NEDA?’
Bi domdarî Tanhan anî ziman ku dewleta ku dibêje “ez bihêz im” li Xabûrê hilweşiya ye û axaftina xwe wiha qedand: “Nehiştin em derbasî Başûr bibin. Ji çi ditirsiyan û çi vedişêrin? Hûn li Rojava çi dikin? Wan Rojnamegeran çi kişandibû ku hûn tirsiyan? Em dizanin hûn ji çi ditirsin. Hûn ji qirkirina gelê Kurd tirsiyan. Hûn bi çeteyan re tevdigerin û hûn tirsiyan ku ev bê zanîn. Em jî li vir dibêjin; em ê têkoşîna wan mezintir bikin. Ji bo cenazeyên wan bînin û teslîmî malbatan bikin, çi ji destê me were em ê bikin. Tiştên li Xabûrê hatine kirin ne exlaqî ne wijdanî û ne jî hiqûqî ne. Gotin em ê we derbas bikin lê soza xwe negirtin. Lê bila bizanin, em jî dê ji mafê xwe yê heq paşvegavê neavêjin. Bila li dîrokê binêrin bê Kurd kî ne. Bila li dîroka Çapemeniya Azad binêrin.”
Daxuyanî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.