Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê: Vê talanê bidin sekinandin
- ekolojî
- 13:08 08/8/2022
Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Şirnexê li dijî birîna daran daxuyanî da û got: “Li herêmê ne tenê dar tên birîn her cure zindî tên tunekirin. Bêdeng nemînin.”
Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Şirnexê li dijî birîna daran daxuyanî da û got: “Li herêmê ne tenê dar tên birîn her cure zindî tên tunekirin. Bêdeng nemînin.”
Li herêma Rîsor a Bestayê ev du sal in bênavber dar tên birîn. Şêniyên herêmê da zanîn ku bi hinceta rêyan heta niha qira daran hatiye anîn û wiha gotin: “Ji bo bêhtir daran bibirin dê rêyên nû çêbikin. Heke wiha bidome dê heta dawiya salê Rîsor mîna çolê bibe.”
Hawirparêzan bertek nîşanî birîna daran û talankirina xwezaya Şirnexê dan û gotin ku divê li dijî qirkirina xwezayê bertek bên nîşandan û wiha gotin: “Heke birîna daran wiha bidome dê li herêmê qadên jiyanê nemînin. Werin em bi hevre bibin nefesa Şirnexê.”
Li Şirnexê Tevgerên Hawirdorö û STK li dijî birîna daran daxuyaniyeke hevpar dan û gotin: "Heta em xwezaya xwe azad bikin em ê bitêkoşin."
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, têkildarê birîna daran a li Şirnexê daxuyanî da û got: “Ev talana ku li erdnîgariya Kurdistanê tê kirin, polîtîkaya şer e.”
Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bertek nîşanî birîna darên li Şirnexê dan û gotin ku “ewlekarî” hincete e û ev pirs kirin: “Çima di mijara qirkirina xwezayê de cudahiyê têxin navbera herêman?”
Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Abdullah Gûngen anî ziman ku dewlet polîtikaya xwe ya salên 90'an bi darbirînê dubare dide meşandin û got:" Wan salan bi şewitandina gundên şeniyên herêmê koçber kirin,îro jî bi birîna daran heman tiştî dikin."
Li gundê suryaniyan ê Hesena yê navçeya Silopyayê talankirina daran a di bin kontrola leşkeran de ku duh dest pê kiriye didome. Hat destnîşankirin ku leşkerên ku daran dibirin ji welatiyan re gotine: “Dixwazin qebûl bikin dixwazin qebûl nekin, em dê daran bibirin.”
Aktîvîstê Ekolojiyê Mûrat Bîlgîç têkildarî talankirina xwezaya Kurdistanê û herê dawî darên ku li Şirnexê tên birîn axivî û got: “Sazî û dezgehên netewî û navnetewî wexta mijar dibe xwezaya Kurdistanê be kerr, kor û lal dibin."
Li navçeya Sokeyê agir bi daristanê ket û demekî kin berbelav bû. Şewata li Sokeyê ber bi saetên serê sibehê ve heta astekî hat kontrokirin.
Li Şirnexê lidijî talankirina xweza û birîna daran daxuyanîyek girseyî hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi vê talankirina xwezayê re mafê bi tevahî gel û zindiyan hatiye binpêkirin û banga xwedî derketina li xwezayê hat kirin.
Li Mêrsînê ji bejahî û hewayê ve ji bo ku agirê bi daristanê ketiye bê vemirandin mudaxile tê kirin.
Rêxistinên civaka sivîl ên Şirnexê ji bo protestokirina qirkirina daran a bajêr sibe dê daxuyaniyê bidin û banga tevlibûnê li her kesî kirin.
Li Herêma Bestayê dîmenên nû yên birîna daran ku bi destê cerdevanan di çavdêriya leşkeran de pêk tê, derketin holê. Di dîmenan de bê ka talankirina çawa tê kirin xuya dike.