Şîrketan piştî Hasandînê çav berdan Gavgasê
- ekolojî
- 09:59 10/9/2024
Taxa Gavgasê ya Pasûrê, li herêmeke wisa ye ku pêdiviya avê ya gelek deverên Pasûrê jê tê peydakirin. Taxa Gavgasê niha bi xetereya madenê re rû bi rû ye. Şêniyên taxê ku pêşî li xebatên sondajê digirin, gotin: "Ne zêr, pêdiviya me bi avê heye. Qethiyen em ê nehêlin."