150 dolim zeviya genim li Derikê şewitî
- ekolojî
- 14:34 12/6/2020
Li Gundê Dêşî yê Dêrika Mêrdînê 150 dolim zeviya genim şewitî. Welatiyan diyar kir ku ji ber DEDAŞ fasa ceyranê kêm û zêde dike agir ji têlan çuye û bi genim ketiye.
Li Gundê Dêşî yê Dêrika Mêrdînê 150 dolim zeviya genim şewitî. Welatiyan diyar kir ku ji ber DEDAŞ fasa ceyranê kêm û zêde dike agir ji têlan çuye û bi genim ketiye.
Akgol a li navçeya Qelqeliyê ku sala çûyî bi temamî ziwa bibû, dîsa tije av bû.
Çalakgerên Nobeta Av û Wîjdanê bertek nîşanî çûyîna Çiyayê Kazê dan û bang li dijî bêhiqûqiyê kirin.
Şêniyên gundê Ziyaretê bertek nîşanî çêkirina înşata li Kaniyên Mûnzûrê dan û gotin: “Pêwîst bike em ê xwe biavêjin ber kepçeyan.”
Dadgeha Îstinafê biryara Projeya Geliyê Dicleyê ku Dadgeha îdarî destûr dabû li Baxçeyên Hewselê avahî bên avakirin, betal kir. Dadgeha Îstînafê biryara betalkirina projeyê da.
Hunermendên ji herêma Behra Reş anîn ziman ku di talankirina xwezaya Behra Reş de dewlet bi pişta sermayeyê girtiye û gotin: "Bêyî têkoşînê xelasiya ji van êrîşan ne pêkan e."
Rêxistin û komeleyên derdor û ekolojiyê bi minasebeta 5'ê Hezîranê Roja Derdorê ya Cîhanê li gelek bajaran daxuyanî dan. Rêxistinan xwest hemû bi hevre xwezayê biparêzin û li dijî talankirin û wêrankirina xwezayê bi xwezayê re li hev bên.
Meclisa Ekolojiyê ya HDK'ê bi minasebeta 5'ê Hezîranê Roja Derdorê ya Cîhanê daxuyanî da. Melîsa Ekolojiyê diyar kir ku li dijî talankirina xweza û civakê ji xeynî berxwedanê çare tune ye.
ESÇEVDER'ê têkildarî 5'ê Hezîranê Roja Derdorê daxuyanî da û got: “Çavkaniyên me yên avê bi tunebûnê re rû bi rû ne. Talankirin û wêrankirinê bi zagonan rewa dikin."
Prof. Dr. Doganay Tolûnay, anî ziman ku şewb ji ber mudaxileya mirovan a li ekosîstemê çêdibin û her mudaxile wekî şewb, ziwabûn û krîza avhewayê vedigere û got: "Êdî divê em wekî çavkaniyeke belaş li xwezayê mêze nekin."
Parêzerê dildar ê Komeleyên Derdorê ya Rojhilatê Derya Spî Îsmaîl Hakki Atal, li dijî avakirina bingehên Santrala Nukleerê ya Akkuyu serî li şûreya dewlete da.
Berpirsiyara Projeya Plastîkan a Akdenîzê ya Greenpeaceyê Nîhan Temîz Ataş, anî ziman ku divê anîna bermayiyên plastîk ên vîrûsê belav dikin a Tirkiyeyê bê qedexekirin û got, bi hezaran kes tev li kampanyaya wan bûne.
Sekreterê Şaxa Odeya MMO ya Amedê Serdar Işik, têkildarî projeya HES'ê ya ku li Geliyê Zilan tê avakirin diyar kir ku ev projeya bê nasnamehiştin û bê bîr hiştinê ye.
Şîrketên ku Santrala Akkûyûyê çêdikin di 23'yê Nîsanê de pêşbaziya resman lidarxistibûn. Di paêşbaziyê de resmê ku behsa xwezayê dike xelat wergirt. Seroka MERÇED'ê Sabahat Aslan, anî ziman ku di ser zarokan re santral tê rewakirin.
Bi kanên xîzê, madenê û HES’an xwezaya bêhempa ya Derya Reş tê talankirin. Xelkê Dery Reş li dijî talanê têdikoşe û banga dij derketina talana ekolojiyê ya li çar aliyê welat pêk tê kirin.