Bihar, xweşikî, kulîlkên rengîn û çiyayê bi berf
- ekolojî
- 11:01 06/5/2019
Yek ji herêmên bihar lê xweş derbas dibe gundên herêma dikeve navbera navçeyên Farqîn û Pasûrê. Li vê herêmê bihar bi hemû reng û xemla xwe xweşikiyê radixîne ber çavan. Çiyayê Mereto bi berfa xwe ya spî ahengiyek xweşikiyê bi kulîlk û bihara vê herêmê re dike yek.