'Em ê dersê ji dîrokê derbixin û xwedî li siberoja xwe derkevin’
- ekolojî
- 09:02 01/5/2018
Ciwanên Mêrsînê anîn ziman ku ew ê destûrê nedin çêkirina Santrala Akkuyuyê û gotin: “Em ê dersê ji dîrokê derbixin û xwedî li siberoja xwe derbikevin.”
Ciwanên Mêrsînê anîn ziman ku ew ê destûrê nedin çêkirina Santrala Akkuyuyê û gotin: “Em ê dersê ji dîrokê derbixin û xwedî li siberoja xwe derbikevin.”
Bi boneya 28’ê Nîsanê Roja Çalakiya Kurewî ya Sûr û Heskîfê li Êlih, Amed, Wan û Rihayê çalakiyên hemwext hatin lidarxistin. Ekolojîst û dîrokparêzan wiha got: “Em li Sûr, Heskîf û Dîcleyê ne. Em naçin û em ê neçin. Bendava Ilisû û hilweşandina Sûrê rawestînin.”
Meclîsa Ekolojiyê ya Êlihê banga beşdariya çalakiya 28’ê Nîsanê Roja Çalakiya Kurewî ya Sûr û Heskîfê kir û got: “Ji bo xwedî derketina xweza û dîrokê em li Heskîfê li benda her kesî ne.”
Serokê komîsyona Enerjiyê yê Odeya Endezyarên Makîneyan (MMO) Oguz Turkyilmaz, diyar kir ku Tirkiye di milê enerjiyê de ji sedî 76 girêdayî derve ye. Turkyilmaz, anî ziman ku îktîdar bi gotina “em dê enerjiyê erzan bikin" dest bi santralên nukleerê kir û wiha got: "Dijberî gotina îktîdarê enerjî dê bêtir buha bibe. Tirkiye ji sedî 99.5'an xaza xwezayî ji derve dikire. Em dê bêtir bi Rûsya ve bên girêdan."
Berdevkê Hewldana Jiyankirina Heskîfê Ridvan Ayhan bi boneya 28’ê Nîsanê Roja Çalakiya Kurewî ya Sûr û Heskîfê bang li aktîvîstên xwezaparêz û ekolojîstan kir ku bên herêmê û got: “28’ê Nîsanê de em ê bidin nîşandan ku Heskîf li cihê xwe ye û hêj têkoşîna ji bo wê xelas nebûye. Dîrok li cihê xwe xweşik e.”
Daristanên çoltera Pilemûriye piştî bi helîkoptêran hat bombebarankirin ev 3 roj in dişewite û şewat berfireh dibe.
Platforma Parastina Hewselê bertek nîşanî xebatên ku li Geliyê Dîcleyê ji aliyê DSÎ'yê di bin navê "Islahê" de tên kirin da û got: "Wê dîrok nîşan bide ku pêdiviya kê bi islahê heye."
Ekolojîstan bertek nîşanî birîna daran a ji aliyê Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Wanê ve ku ji qeyûm kirîbû û bi destê VOTAŞ’ê hatin birîn da û got: “Darên fêkî nedidan, dikaribûn bi dermankirinê xwedî lê derketina. Dibû salek şûn ve fêkî bidana. Li vir jiyana çûk, perperok û kêzikan bi dawî kirin.”
Li Tirkiyeyê 56 rêxistinên ekolojiyê bi daxuyaniyên li bajarên cûda dayîn, ragihandin ku Yekîtiya Ekolîjiyê ava kirine. Yekîtiya Ekolojiyê, avakirina xwe ragihand û wiha got: “Ji bo bexwedanek bi hêz li qadên cûda şîn bibe û zemînek bi hêz a vîna me diparêzê bê avakirin em li hev kom bûn.”
Hewldana Jiyankirina Heskîfê diyar kir ku Sûr û Heskîf mîrateyek hevpar a aîdî her kesî ye û banga beşdariya çalakiya 28’ê Nîsanê Roja Çalakiya Kurewî ya Sûr û Heskîfê kir.
Welatiyên Pulura Dêrsimê bertek nîşanî qirêjkirina Kaniyên Munzurê dan û piştî derdor paqij kirin, banga hestiyarbûna paqijiyê li welatiyên derdor û ziyaretvanan kirin.
Endama NKP’a Mêrsînê û Seroka Odeya Bijîşkên Mêrsînê ya berê Dr. Ful Ugurhan, diyar kir ku nukleer jiyana hemû zindiyan dixe rîskê û wiha got: “Rojek berê destûra înşaata santrale dan. Bi nûkleerê re dê zarokên astengdar û seqez xwedê bidin.”
Berdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Prof. Dr. Beyza Ustun, li dijî avakirina Santrala Nukleerê ya li Akkuyu tê avakirin bertekên xwe anîn ziman û wiha got: “Ev santral piştî dest bi xebatê bike ji bo me mirin dest pê dike. Santral ji bo her kesî mirin e."
Çopên ji neh cihokan û avên bermayî yên 8 şaredariyan tev li Gola Wanê dibin û bi vî awayî gol tê tunekirin. Ekolojîst Fatîh Şahîn, bi lêv kir ku şaredarî ji bo ser qiêrjiyê bigire, golê bi molozan dadigere. Şahîn got, divê tesîsa dawerivandinê ya biyolojik bê avakirin.
Endamên Platforma Dijberî Santrala Nukleer (NKP), li dijî avêtina bingeha Nukleerê bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku tevî hemû nerazîbûnên wan dîsa bingeha santralê hat avêtin. Endamên NKP'ê wiha gotin: "Em ji bo pêşerojek xweş diyarî xweza û welatê xwe bikin em destûr nadin santralên nukleerê."