Ocaxên mermeran Komir wêran kir
- ekolojî
- 09:17 20/10/2017
Li bajaroka Komirê ku ji 96 ocaxên mermeran ku ji bo wan ruhset hat dayîn 24 jê çalak in û giyanewerên li xwezayê yeko yeko tune dikin, çavkaniyên avê zuha dikin û ava vexwarinê jî nehiştin.
Li bajaroka Komirê ku ji 96 ocaxên mermeran ku ji bo wan ruhset hat dayîn 24 jê çalak in û giyanewerên li xwezayê yeko yeko tune dikin, çavkaniyên avê zuha dikin û ava vexwarinê jî nehiştin.
Berdevkê EGEÇEP’ê Alî Osman Karababa guherandinên qanûna torbeyî ku li Komîsyona Plan û Budçeyê ya Meclîsê hevdîtinê wê didomin nirxandin. Karababa got ku bi vî awayî desteserkirina çavkaniyên debarê yê gundiyan tê xwestin.
Li Geliyê Pilumurê ji bo avakirina kana keviran bi sedan dar hatin birîn. Welatiyên herêbê, li dijî kana keviran bertekên xwe anîn ziman û wiha got: "Em destûr nadin kana keviran ava bikin. Dê xweza tune bibe. Ger ku xweza tune bibe ma em dê keviran bixwin?"
Li Kerboranê leşker û cerdevanan, bi hezaran darên li ser eraziyên şêniyên herêmê jêkirin. Welatiyan bertek nîşanî vê rewşê da û wiha gotin: “Bila dewlet dev ji me û darên me berde.”
Li herêma Xirbê Keryanê ya bajaroka Dêywana Kerboranê dê bi hezaran daran bibirin, di nav daran de bi hezaran darên berû û fêkiyan hene û leşker bi hinceta "ewlehiyê" wan jê dikin.
Tesîsa Kevirê Şikandî ya Erkoç li Çeşmeyê li ser erdê gundiyan hatiye avakirin û 5 caran hatiye girtin, 3 caran bi rapora ÇED'ê îptal bûye, lê dîsa jî li qadê belav dibe û xebatên xwe dewam dike. Keyayê gundê Germiyanê Şadan Kaya da zanîn ku biryarên dadgehê kêrê wan nayê.
Ekolojîst Erol Çirak, diyar kir ku bi pêşnûmeya qanûnên torbe ku armanc dikin ji bo lêgerîna madenê şertê rapora ÇED'ê ji holê rakin. Çirak, anî ziman ku bi vê guhertina qanûnan armanc dikin ku xwezayê pêşkêşî aboriya şer bikin.
Rêya gundê Germiyan ê Çeşmeyê ji ber trîbunên RES’an hatiye girtin. Şêniyên gund, bertek nîşanî RES'an dan û diyar kirin ku her sal trîbuneke nû tê çêkirin rêya gund tune.
Qada Pîroz a Lagîna Hakate ya li Yataganê xwedî dîrokek 3 hezar salî ye, rêya 8 kîlometre ya ku wekî "pîroz" tê dîtin a Bajarê Antîkî ya Stratonîkeîayê, ji ber derxistina komirê di nava qadê de ma.
Hewzeya komirê ya ku ji bo pêdiviya komirê ya Santrala Enerjiya Termîk a Yataganê ku ji aliyê Koma Enerjiyê ya Bereketê tê xebitandin hatibû çêkirin, her ku diçe bêtir tê firehkirin. Her wiha di kolandinên li herêmê yên bi navê kolandinên arkeolojik tên kirin de jî berhemên dîrokî yên tên dîtin ji bo pêdiviya komirê ya santralê yeko yeko tên veguhastin.
31 herêmên parastinê yên taybet ên li Mugla û navçeyê wê, ji statuya parastinê derxistin û ji îmarê re vekirin. Rêveberê MUÇEP'ê Şamîl Beştoy ev rewş wekî "Guhertina plana teslîmî navnîşanê" pênase kir û aşkera kir ku ev herêm ji statuya parastinê hatine derxistin û teslîmê şirketan kirine.
Berdevkê Meclîsa Ekolojî û Jiyanê yê HDK’ê Erol Akça, diyar kir ku bi texrîbatên ekolojik tê xwestin ku bajarên Egeyê veguherînin Stenbolê. Akça got ku bajar di hedefa projeyên “dîn û har” de ne.
Endama rêveberiya Komeleya Mafan a Ekolojîk û Sivîl (SEHAK) Nuran Yuce, anî ziman ku Tirkiye di aliyê erdnîgariyê de herî zêde guhertina avhewayê dijî û di peymanên havhewayê de polîtikayên dirû dimeşîne.
Endama Desteya Rêvebir a Şaxa Plansazên Odeya Bajaran a Îzmîrê Dilek Karabulut, diyar kir ku êdî plansazya bajaran li gor piyasayê tê çêkirin û zarok û jin dibin biyaniyên bajar.
Ekolojîst-nivîskar Yusuf Gursucu diyar kir ku ji bo pêvajoyên hilberînê yên enerjiyê yên li Tirkiyeyê, zêdetirî pidiviya enerjiyê tê xerçkirin. Gursucu got ku armanca sereke ya “bendavên ewlehiyê” ku hikûmeta AKP`ê li herêmê çê dike tenê di pêvajoyên gaza zinaran de xebitandina avê ye.