ÎHD û TÎHV: Dewlet îşkenceya sîstematîk dike

  • rojane
  • 13:30 26 Hezîran 2020
  • |
img

ENQERE / AMED – Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan di civîna li dijî îşkenceyê de axivî û got: “Îşkence û muameleya xerab tenê ne di dema darbeyên eskerî de pêk tê. Seranserî dîroka komarê wek pratîkek dewletê ya sîstematîk hebûna xwe parastiye.” 

 
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) bi boneya 26’ê Hezîranê “Roja Têkoşîna Li Dijî Îşkenceyê û Piştevaniya Kesên Îşkence Dîtine” civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li Navenda Giştî ya ÎHD’ê pêk hat û Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, Endamê Desteya Rêveberiya TÎHV’ê Nîhat Bûlût û rêveberên komele û weqfê beşdarî civînê bûn. 
 
Ozturk Turkdogan di civînê de axivî û wiha got: “Dinyayek bêîşkence mimkin e. Agahiya mirina sivîlan ji Herêma Federe ya Kurdistanê û Bakurê Sûriyê tê. Ji bo Roboskiyên nû neqewimin divê pêşî li vê yekê were girtin. Lazime Tirkiye operasyonên xwe rawestîne.” 
 
‘ÎŞKENCE HER HEBÛYE’ 
 
Turkdogan diyar kir ku li gelek welatên cîhanê îşkence wek dijîtiya civakê tê nasîn û got: “Tirkiye ‘Peymana Li Dijî Îşkenceyê’ di sala 1988’an de pejirandiye. Di Qanûna Bingehîn û Qanûnê Cezayê de îşkence hatiye qedexekirin. Mixabin li welatê me îşkence û muameleya xerab tenê ne di dema darbeyên eskerî de pêk tê. Seranserî dîroka komarê wek pratîkek dewletê ya sîstematîk hebûna xwe parastiye.” 
 
‘ZALIMÎ Û ŞERM E’ 
 
Turkdogan anî ziman ku gotina li Tirkiyê îşkence nîne xeletî ye û got: “Li Tirkiyê mafê xwepêşandan û meşê mafek Qanûna Bingehîn e. Di dema nêz de HDP’ê û serokên baroyan ber bi Enqereyê ve meş li dar xistin. Tundiya zalimî û şermê dide meriv a polîs û eskeran li ser HDP’iyan û serokên baroyan mînakên aktûel ên vê rewşê ne.” 
 
‘DIVÊ ÎŞKENCE Û MUAMELEYA XERAB WERE RAKIRIN’ 
 
Turkdogan bal kişand ser rawestandina îşkenceyê û got: “Pêşîlêgirtina îşkenceyê û rawestandina îşkenceyê berpirsiyariya ewil a dewletê ye.” 
 
Turkdogan di dawiya axaftina xwe de pêniyaz û xwestekên li dijî îşkenceyê yên ÎHD’ê û TÎHV’ê rêz kir. 
 
Turkdogan di van xwestek û pêşniyazan de dibêje ku lazime sepanên îşkenceyê û hemû gotinên arasteyî îşkenceyê û muameleya xerab tên kirin werin rakirin û dema binçavkirinê were kinkirin. Turkdogan got di sala 2019’an de 908 kesî ji ber îşkenceyê serî li ÎHD’ê û TÎHV’ê daye û di serdegirtina malan de tiştên xerab anîne serê welatiyan. Turkdogan got di sala 2019’an de di çalakiyên demokratîk û aştiyane de muameleya xerab li 3 hezar û 741 kesî hatiye kirin. Turkdogan got li gorî daneyên di destê wan de di 5 mehên 2020’an de ku îşkence û muameleya xerab li wan hatiye kirin 356 kesî serî li wan daye. Turkdogan bi bîr xist ku bi îdiaya sîxûrtî li wan hatiye ferzkirin 71 kesî serî li wan daye. Turkdogan bal kişand ser rewşa girtîgehan û got li girtîgehan her cûre îşkence û muameleya xerab li ser girtiyan berdewam dike. 
 
Turkdogan bal kişand ser tecrîta li Îmraliyê û got her çiqas di sala 2020’an û 2019’an de li gel Ocalan hevdîtin hatibe kirin jî lê tecrîta girankirî bênavber didome û malbat û parêzer nikarin hevdîtinê pêk bînin. 
 
Turkdogan da zanîn ku guhertina yasaya ango mevzûatê binpêkirina mafan zêde û belav dike û ev yek jî polîtîka-çanda bêcezakirinê bixwe re tîne. 
 
AMED 
 
Bi heman armancê li Amedê û gelek deverên din jî têkildarî îşkenceyê û muameleya xerab daxuyanî hatin dayîn. Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, Nûnertiya TÎHV'ê ya Amedê, Baroya Amedê, Odeya Bijîşkan a Amedê û Înîsiyatîfa Maf a Amedê li avahiya Nûnertiya TÎHV'ê civîna çapemeniyê li dar xistin û rêveberên saziyan beşdar bûn. Di civînê de rewş û daneyên îşkenceyê û muameleya xerab nirxandin. Daxuyaniya hatibû amadekirin bijîşka Nûnertiya TÎHV'ê ya Amedê Elîf Tûran xwend. Tûran destnîşan kir ku îşkence her ku diçe li Tirkiyê zêde dibe û got: "Îqtîdar îşkenceya tê kirin ji nedîtî ve tê. Li îşkenceyê tê temaşekirin. Lazime rayedarên dewletê dest ji pesindayîna îşkenceyê berdin. Em ê li dijî îşkenceyê têkoşîna xwe berdewam bikin." 
 

Sernavên din

26/06/2020
19:43 Di 24 saetên dawî d hezar û 396 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
17:10 Deriyê KCD’ê mohr kirin
17:06 Guven: KCD kongreya gel e, hûn nikarin dilê gel mohr bikin
16:56 Li Cizîrê hat xwestin ku îşkence were sekinandin
15:56 Îranê kolberek kuşt
15:48 Hejmara binçavkiriyan derket 42 kesan
15:43 Li Rihayê serdegirtina KCD’ê hat şermezarkirin
15:15 Mentik: Tirkiye Hewler dagir kir dixwaze Silêmanî jî dagir bike
15:06 Serokkomarê Iraqê xwest Tirkiye êrîşên xwe rawestîne
15:00 KNK: Rejîma Îranê girtî Hîdayet Abdulapûr darve kir
14:38 Aydenîz banga hişyariya koronayê li xelkê Cizîrê kir
14:08 Malbatan ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
14:08 'Rojê 135 deqîqeyan avê didin girtiyan
13:30 ÎHD û TÎHV: Dewlet îşkenceya sîstematîk dike
13:14 Gunay: Operasyona li dijî KCD'ê dijminantiya Kurdan e
12:53 TJA'yê bertek nîşanî serdegirtin û binçavkirinan da
12:47 Leyla Guven: Em ê serî netewînin
12:31 YNK'ê bang li Iraqê kir ku li dijî êrîşên Tirkiyeyê derkeve
12:02 Li Libyayê çi dibe?
11:27 Esker li Çoltara Pilûrê derketin operasyonê: Şer derket
11:09 Rojnameger Çelîk û Keser: Em ê nivîsandinê bidomînin
11:05 Îfadeyên leşkeran hevalên wan ên peywirê girtin e
10:57 Dozger şandina cenaze ya bi PTT'ê asayî dît
10:18 Hevşaredar Zirig: Yên ceza kirin niha ji doza FETO girtî ne
10:17 Rojnamegerê hevpeyvîna wî hat sansûrkirin: Ne bi ‘terorê’ re bi kurdan re têdikoşin
10:06 Li Xerpêtê gundek kirin karantînayê
09:58 ‘Parastin winda bike dê hemû civak winda bike'
09:25 Şaredarê tayinkirî yê Rezanê du qat zêdetirî budçeyê pere xerc kiriye
09:13 'Kurd dikarin bi sê hevokan jî yekîtiya xwe pêk bînin...'
09:13 Piştî UNESCO rapor xwest, wezaret jî dixwaze pêkanînên li Sûrê li mewzûatê bîne
09:12 Ji ber HES'an dar hew fêkiyan jî digirin
09:11 Da dû xeyala xwe ya zarokatiyê û bi ser ket
09:10 ‘Dibe ku ji ber ezmûna vîrûs berbelavtir bibe'
09:10 25 sal in li hestiyê kurê xwe digere: Nediyarî mirovan qehr dike
09:09 Meclîsa Îştarê: Divê her kes berpirsiyariyê bidin ser xwe
09:00 ROJEVA 26'E HEZÎRANA 2020'AN
08:40 Di serdegirtina KCD û malan de gelek kes hatin binçavkirin
08:16 Gundiyan şewata li Cûdî vemirandin
25/06/2020
21:48 Hevşaredarên Awîskê girtin
21:06 Hezar û 458 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
20:46 Şengalî û Silêmaniyan kuştina 3 jinên li Kobanê şermezar kirin
20:15 Teyareyan li Silêmaniyê seyranegeh bombe kir: 3 welatî jiyana xwe ji dest dan
17:30 'Erdogan daye ser şopa Hîtler'
17:17 Bersûcê îstismarê negirtin
16:28 Balafirên şer Bradost bombebaran kirin
16:02 Beştaş: Qeyûman projeyên şaredariyên HDP'ê betal kirin
15:43 Rojnamegerê ku karîkaturê Tahîr Elçî parve kiribû ceza kirin
15:27 ‘Ez ê dev ji xwesteka edaletê bernedim’
15:26 Li Rihayê 5 girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
15:11 Xebatkarên tenduristiyê: Êdî bila canek din nemire
14:46 Di erdheja Wanê de gelek avahî û axuran xesar dît
14:30 3 jinên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn
14:29 AYM’ê serlêdana Guven û Farisogûllari red kir
14:21 Oluç: AKP dixwaze baro ji îqtîdarê re îteat bikin
13:51 Mezlûm Ebdî li gel Hevserokê YNK'ê hevdîtin pêk anî
13:48 Li Enqerê 452 xebatkarê tenduristiyê bi vîrûsê ketin
13:44 Serava Wanê bi hêza 5.4 pêlan hejiya
13:32 Doza Redhackê hat dîtin: Qedexeya derveyî welat nehat rakirin
13:31 Li Heftanînê gelek leşker birîndar bûn
13:31 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Em bi tu awayî agahî ji birêz Ocalan nagirin
13:23 Odeya Bîşkan a Amedê: Wezareta Tenduristiyê rastiyê nîşan nade
13:17 'Li Tirkiye mirov têne revandin'
13:12 Bi pankartê bertek nîşanî operasyonên leşkerî dan
13:11 Testa koronayê ya girtiyê nexweş pozîtîf derket
13:03 Hevşaredarên Awîskê derxistin edliyê
13:01 Îranê kolberek din qetil kir
12:33 Girtiyê nexweş nabin revîrê
12:07 Li Girtîgeha Mêrdînê girtî li dijî binpêkirinên mafan ketin greva birçîbûnê
12:04 Eskerê ku kuştina Erhan Gorur qebûl kir hat berdan
12:00 Cezayê Hevşaredarê Periyê Çelebî hat erêkirin
11:31 KBDH: Kobanê girêkek di qirika dewleta dagirker de maye
11:29 Hesen: Jinên xeyalên Tirkiyeyê asteng kirin di hedefê de ne
11:28 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Bedîa Menteşe çima întîhar kir?
10:43 Wêneyê 7 sal berê kirin sedema girtinê
10:15 Girtiyên di heman kogûşê de dimînin enfeksiyon girtin
09:21 Jin hem hildiberînin hem jî çanda xwe diparêz in
09:20 Serokê Baroya Êlihê yê berê: Pergal bê guhertin dê îqtîdar jî têk biçe
09:20 Daraz betal dike, rêveberî li ber xwe dide!
09:19 Şaredariya Qersê piştevaniya civakî xurt dike
09:18 Vokalê Kazim Koyûncû: Di muzîkê de şoreşek pêk anî
09:17 ‘Wê notirvan mafên bingehîn bin pê bikin'
09:17 Kanên komirê ava çem qirêj dikin
09:03 'Kurd bibin yek dikarin bibin xwedî statû'
09:00 ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2020'AN
08:40 KNK'ê komkujiya Helîncê şermezar kir: Em ê li ber xwe bidin
24/06/2020
22:05 3 rojnamevan hatin berdan
21:47 Li 21 siyasetmedarên kurd 148 sal ceza hat birîn
20:15 Daneyên dawî yên Covîd-19'ê: Hezar û 492 pêketî, 24 mirî
16:40 Jinan Dosyeya Hevserokatiyê eşkere kir: Em ê dest ji temsîlyeta wekhev bernedin
15:57 Jin û ciwan: Tişta ku DAIŞ temam nekir, Tirkiye temam dike'
15:56 Rojnameger Çelîk: Em di wîjdanê civakê de beratkirî ne divê dadgeh jî hiqûqê pesend bike
15:55 6 sal ceza dan Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig
15:26 Li Minbic û Efrînê teqîn çêbûn: Mirî û birîndar hene
15:09 Danişîna doza Denîz Yucel hat dîtin
14:32 ‘Em ê vîna xwe radestî qeyûman nekin’
14:30 Jinên Qamişloyê xwestin Tirkiyeyê bê cezakirin
14:05 Biryara dadgehê bi 'Bijî Serok Apo' şermezar kir
13:43 Ebdi: Sûîqast berdewama polîtîkaya komkujiyê ye
13:30 DBP û KCD’ê êrîşa li Kobanê şermezar kirin