Prz. Erol: Li ser tecrîda fîzîkî tecrîda hiqûqî jî zede kirin

  • rojane
  • 10:46 14 Tîrmeh 2020
  • |
img

AMED - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji ber agahiyê ji Ocalan nagirin û hemû serlêdanên wan ên ji bo hevdîtinê bê encam dimînin, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabûn. Ji Parêzerên Ocalan Przl Faîk Ozgur Erol, diyar kir ku berê tecridkirina fîzîkî hebû, niha tecrîdkirina hiqûqî jî li muwekiyê wî zêde kirine. Erol ji AYM’ê xwest ku bi lez dawî li vê muameleya xerab û bê hiqûqiyê bînin. 

 
Parêzerên Buroya Hiquqa Asrînê ku muwekîltiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayri Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di hucreyan de tên girtin, ji 7'ê Tebaxê de nikarin biçin Îmraliyê û nikarin muwekilê xwe ziyaret bikin. Parêzer bi tu awayî nikarin bi Ocalan re girtiyên din re dîyalogê dînin. Parêzerên Buroya Hiqûqa Asrînê ji bo nikarin bi muwekilên xwe re hevdîtin bikin û hemû rêyên ragihandinê yên di navbera wan û Ocalan de hatine qutkirin di 19'ê Hezîranê de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabûn û daxwaza “tedbirê” kiribûn. 
 
Ji parêzerên Ocalan ku endamên Buroya Hiqûqê ya Asrînê ne Rêzan Sarica û Nevroz Uysal, li ser navê parêzeran piştî 8 sal şûnde bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin kiribûn. Prz. Newroz Uysal û Rêzan Sarica di 2-22'ê Gulanê, 12-18'ê Hezîranê û herî dawî di 7'ê Tebaxa 2019'an de çûbûn Îmraliyê û bi Oclana re hevdîtin kiribûn. Parêzerên Asrinê ji 7'ê Texabê heta niha 86 çaran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û xwestin bi Ocalan re hevdîtin bikin. Lê hemû serlêdanê parêzeran bê encam man. Piştî hevditina parêzeran û Îmraliyê ji hev qut bû û di 2'ê Adarê de li Îmraliyê agir bi daristanê ket, firak û bertek zêde bûn. Li ser vê yekê destûr dan ku bira Mehmet Ocalan biçe Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin bike. Piştî tenê carekê Mehmet Ocalan çû îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kir, deriyê Îmraliyê dîsa li hevdîtinê hatin girtin. Piştre jî bi hinceta vîrûsa corona (Covid-19) deriyê Îmraliyê li Ocalan û 3 girtiyên din jî girtin. Ji ber vîrûsa corona  hemû girtiyên siyasî mafê wan ê hevdîtina telefonê ya heftane ji 10 deqîqeyan derxistin 20 deqîqeyan. Lê ji roja Ocalan li Îmraliyê ye heta Nîsana 2020'an tenê yekem car û cara dawî di 27ê Nîsanê de mafê telefonê dan Ocalan û malbata Ocalan. Ocalan piştî 21 salên li Îmraliyê yekem car bi telefonê bi malbata xwe re axivî. Lê vê carê jî bi şertê malbat biçin li Dozgeriya Komarê destûr dan ku Ocalan bi malbata xwe re bi axive. 
 
Ji 7'ê Tebaxê heta niha parêzeran 86 caran serlêdan kirin. Lê hemû daxwazên parêzeran bê bersîv man. Dîsa malbat ji 27'ê Nîsanê de bi telefonê bi Ocalan re axivîn. Ji wê rojê û hita niha dîsa agahî bi tu awayî ji Ocalan nayê girtin. Li aliyê din agahî ji 3 girtiyên din ên li îmraliyê jî nastînin. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê Prz. Faîk Ozgur Erol, der barê şertên muwekîlê xwe Ocalan û aliyê hiqûqê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
Endamê Buroya Hiqûqê ya Asrînê Prz. Faîk Ozgur Erol, bal kişand ser tenduristiya Ocalan û wiha got: "Di nava nexweşiyên kronik de pergala bêhnê de hin nexweşî hene. Ji ber şertên avhewa û hucreyê di aliyê bêhnstendinê de zorê dijî. Di salên borî de ji ber bezê rûn li Îmraliyê emeliyatek biçuk derbas kiribû. Dîsa nexweşiyên çavên wî jî hene. Di pergala îmraliyê de gelek rîskên ku bandorê li ser tenduristiyê bike hene. Hem nema gravê zêde ye, hem hucer tavê nabîne. Ev şert rê li nexweşiyan vedike. Ji ber şertên gravê pirsgirêka bêhn stendinê dijî û gelek caran destûr nade ku bi rehetî razê. Dema em temenê Ocalan û 3 hevalên wî yên din li beran digirin şert ne guncav e. Ocalan 20 sal derbas kir û dikeve sala 21'emîn ku du tecrîda giran a hucreyê de derbas dike. Ev bi tena serê xwe li ser tenduristiyê bandorek pir mezin a xerab dike." 
 
'CPT KU BERÊ DIHAT RAPOR AMADE DIKIR ÊDÎ RAPORÊ JÎ AMADE NAKE' 
 
Prz Ozgur Erol, da zanîn ku ji bilî Ocalan 3 girtiyên din jî ji sala 2015'an heta niha li Îmraliyê di şertê giran de dimînin û wiha got: "Berê jî Saît Yildirim demekê li Gravê ma. Saît Yildirim ji ber bi nexweşiya kronîk a dil bû û nikaribû şertê girtîgehê rake, piştî demekê ji Îmraliyê şandin girtîgehek din. CPT jî tespît kir ku Îmralî li dijî nexweşiyan bê tedbîr e. Li Îmraliyê bi rêk û pêk venêrtina revîr û bijîşk heye, lê nexweşxaneyek bi teşekkul tune ye. Ev jî ji bo nexweşiyên kronîk rîskekî bi xwe re tîne. Bi şewrê re gefek din li riskên tenduristiya Îmraliyê zêde bû. Di destpêka şewba vîrûsê de me serî li rayedaran da û me xwest li dijî vîrûsê tedbîr bên girtin. Niha birêz Ocalan di tecrîda giran de ye. Derfetên me yên em bi telefonê agahî bistînin û rewşa wî fêr bibin tune ye. Serlêdana me û pirsên me yên ji bo tedbîra pandemiyê jî bê bersîv hatin hiştin. Ji ber pirsên me bê bersîv man û em agahî ji Brêz Ocalan negirt me dest bi pêvajoya hiqûqî kir û me serî li AYM'ê da. Rêxistina CPT’î ku ji hevparên netew-dewletê pêk tê, helwesta wê di mijarê stratejîk ên wekî Îmraliyê de bandorekê dike. CPT ku berê ziyaret dikir û rapor amade dikir, û prosedura hukum bike hebû, niha êdî nayê ziyaret nake. Dema tê Tirkiye jî bêyî biçe Îmraliyê vedigere. Raporan amade nake. Em dikarin vê helwesta CPT’î ya der barê Ocalan û Kurdan de piştî sala 2010'an li DMME'ê jî bibînin. Ev sazî ne rêxistinên sivîl in. Di binyada wê de ji pêkhatiyên dewletan pêk tê. Di mijarên stratejîkde polîtîkayên dîplomatîk ên dewletan û YE'yê esas digire. Em raporên xwe bi rêk û pêk ji CPT'ê re dişînin. Dîsa ji ber rewşa şewbê û rîskên li Îmraliyê me têkildarî agahiya rewşa herêmî serî li CPT’yê da." 
 
'LI TECRÎDA ÎMRALIYÊ TECRÎDA HIQÎQÎ JÎ ZÊDE KIRIN
 
Parêzer Ozgur Erol, bal kişand ser rewşa hiqûqî û cezayê dîsîplînê ku li Ocalan tê birîn û wiha lê zêde kir: "Em dizanin ku di sal û nîvek dawî de tu cezayê dîsîplînê lê nehatiye birîn. Ji ber ku bi tu awayî dosyayên ceza nîşanî me nadin. Li gel ku em parêzerên wî ne jî dosya nîşanî me nadin. Li aliyê din ji bo dosyayan nîşanî me nedin biryar stendine. Nêzî 2 salin hinceta astengkirina malbatan cezayê dîpîslînê nîşan didin. Bi rêk û pêk cezayê dîsîplînê li Îmraliyê dibirin. Her carê 3 mehan cezayê hevdîtinê li girtiyên Îmraliyê dibirin. Ji bo hevdîtinên malbatan asteng bikin krasekî zagonî li van qedexe û astengiyan dikin. Em dizanin ku ev cezayê dîsîplînê krasê hiqûqî ye. Em dizanin ku prosedura zagonî nayê kirin. Mînak di 2.5 salên dawî de kijan cezayê dîsîplînê bi çi hincetê dane wan em nizanin. Di serlêdanên ji bo ziyareta malbatan de ji 3 mehan carekê bi nivîskî bersîva "Cezayê dîsiplînê" didin me. Em bi van bersîvan dizanin ku cezayê dîsiplînê li muwekilê me hatiye birîn. Bi awayekî fermî 2.5 salin darizandinek hiqûqî ji me parêzeran vedişêrin. Rewşê ji parêzeran û cemaweriyê vedişêrin. Bi vê rewşê li tecrîda Îmraliyê tecrîdahiqûqî jî zêde dikin" 
 
Parêzer Erol, anî ziman ku berê jî hevdîtina parêzeran dihat astengkirin, parêzer guhdar dikirin û dikirin qeydan û ev ne zagonî bû wiha lê zêde kir: "Ji ber ku ev dijhiqûqî berê tenê li Îmraliyê hebû bala cemaweriyê dikişand. Lê niha li tevahiya girtîgehan belav dikin. Ev bû sedem ku ev binpêkirin neyê dîtin û cemaweriya demokratîk wekî berê bertek nîşan nede. Ji sala 2016’an û şûnde pêkanînên li Îmraliyê pêş xistin li hemû girtîgehan belav kirin. Hemû kirin zagon. Ji ber ku darizandina dîsîplînê ji parêzeran veşardin û geşedanên hiqûqî nîşanî parêzeran nedan me serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Piştî tecrîda hundir û tecrîda derve bû yek, îsolasyona li ser kesekî li ser komên mezin belav bû, tecrîd belav bû. Serlêdana AYM'ê hem têkildarî şertên Îmraliyê yên pandemiyê ye, hem jî îhlala darizandinên dîsîplîna ku ji parêzeran vedişêrin e. Îro serlêdan û tedbîr mudaxaleyek lezgîn dixwaze. Lê divê em rastiya tecrîda 20 salan a li Îmraliyê jî ji bîr nekin. Birêz Ocalan heta 10 salan bi serê xwe di yek hucreyê de hat girtin. Piştre 5 girtiyên din birin Îmraliyê. Lê şertê jiyanê bi qasî ku 23 saetan bi tena serê xwe di hucreyê de bimîne amade kirine. Hefteyê 5 rojan û her rojê saetekê dikarin hevdîtin bikin. Ev yek piştî sala 2015’an ji bo girtiyên din ên li Îmraliyê jî xistin meriyetê. Niha li Îmraliyê Brêz Ocalan û 3 girtiyên din dimînin. Her hefteyê tenê 5 rojan û her rojê tenê 1 saetê dikarin hev bibînin. Piştî sala 2015'an tecrîdek pir hişk li Îmraliyê dest pê kir. Di navbera 27'ê Tîrmeha 2011 û 2'ê Gulana 2019'an de bi tu awayî parêzer nekarîbûn biçin Îmraliyê. Hevdîtina malbatan qut kirin. Tecrîda li hundir li derve jî zêde kirin."  
 
'MAFÊ TELEFONÊ LI ÎMRALIYÊ NEXISTIN MERIYETÊ' 
 
Parêzer Ozgur Erol, herî dawî bal kişand ser helwesta Wezareta Dadê û pêvajoya şewba virûsê û wiha got: "Wezareta Dadê di pêvajoya şewba vîrûsê de hevdîtin li malbatên girtiyan qedexe kir. Lê li şûna wê hevdîtinên telefonan di hefteyekê de rerxistin 2 rojan û her carê 10 deqeyan dikarin bi axivin. Lê ev mafê telefonê yê malbat û girtiyan nedan Îmraliyê. Ji bo ev maf bê dayîn me serî li rayedaran da. Lê tenê di 27'ê Nîsanê de Ocalan tenê carekê bi malbatê re bi telefonê axivî. Ji ber vê yekê bi awayekî rêk û pêk li Îmraliyê qutbûna ragihandinê heye. Ev serlêdana me ya AYM'ê ji bo mafê Ocalan ê ragihandinê binpê dikin û ji bo pêkanînên li dijî mafên mirovan û muameleyên xerab bi dawî bibe ye. Divê AYM'ê bi lez vê biryarê bi encam bike. Ger ku AYM daxwazên me pêk nîne em ê serî li DMME'ê bidin." 
 
MA / Berîvan Altan
 
 

Sernavên din

14/07/2020
12:47 Li dijî dewriyeya tirk-rûs êrîşa bombeyi pêk hat
12:16 Danişîna rojnameger Evren hat taloqkirin
12:07 Polisan dayika 70 salî Hayriye Demîr binçav kir
12:03 Yuksekdag: Darbeya siyasî didome
11:31 TJA'yê operasyonên li ser jinan şermezar kir
11:18 Rejîma Îranê 2 girtiyên siyasî yên kurd darve kirin
11:17 Ji girtiyan daxuyaniya 14’ê Tîrmehê
10:47 Di Wîkîpedîayê de hejmara gotarên bi kurdî 30 hezarî derbas kir
10:46 Prz. Erol: Li ser tecrîda fîzîkî tecrîda hiqûqî jî zede kirin
10:12 Bi daxwaza kar 5 rojin di greva birçîbûnê de ye
10:00 Li dijî girtina ceyranê li ber trafoyê nobet girtin
09:47 Li Dîlokê li dijî HDP û DBP’ê operasyona binçavkirinê
09:46 Li Edenê 2 kesên din jî hatin berdan
09:37 Li Şirnexê 22 herêm qedexe kirin
09:24 Li Cengîz Înşaatê şeba Covîd-19 belav dibe, lê kar hê jî dewam e
09:23 AKP'iyan nelirêtiya xwe nav bi nav aşkere kir
09:23 Şerta rektoriyê ya ji bo KHK'yiyan: Serî lê nedin
09:22 Şahidê Girtîgeha Jimare 5'an: Bi ser neketin
09:21 Rêwîtiya ber bi dîroka Bazîdê ve
09:20 Li Amedê rojê nêzî 120 mirov bi şewbê dikevin
09:00 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:16 Polisan li Amedê Berdevka TJA’yê Gokkan û gelek jin binçav kirin
07:57 Polîsan rojnameger Ayşe Guney binçav kirin
13/07/2020
23:55 Qeyûm tayinî Şaredariya Giyadînê kirin
20:40 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan bi ser 214 hezaran ket
19:45 Hejmara cenazeyên ji Gola Wanê hatin derxistin bû 32
17:01 Danişîna 23 jinên li dijî qeyûm derketin hat dîtin
16:39 Partiya Azadî: Komkujiyê ronî bikin
16:24 Parêzerên Yuksekdag: Yuksekdag yekane siyasetmedar e ku ji heman kiryarê 2 caran hatiye girtin
16:02 Dema binçavkirina 12 kesan hat dirêjkirin
15:49 3 girtiyên li Girtîgeha Tipa D a Amedê dimînin bi vîrûsê ketin
15:38 Endama Komeleya Jinan a Rosa Gultekîn hat berdan
15:25 Li Giyadînê serdegirtina şaredariyê hat şermezarkirin
14:44 Ciwanan ji bo Pirsûsê banga têkoşînê kirin
14:41 Ji bo hevdîtinên demokrasiyê yên li Amedê bang kirin
14:19 Olûç: Şaredariyên xebatên jinan bi rêve dibin di hedefê dene
14:16 Hejmara miriyên keleka noqî avê bûbû derket 29’an
12:20 3 girtî ji bo mafê xwe yê tedawiyê di greva birçîbûnê de ne
11:54 HDK: Birîna Zîlan hêj nû ye
11:28 Agahî ji rojnamegerê ku asayîşa PDK’ê ew binçav kiribû nayê girtin
11:10 ‘Kesên şer naxwazin divê li dijî tecrîdê berpirsiyarê bigirin ser xwe’
11:08 Cenazeyê zarokê ku bi lehiyê re çû hat dîtin
09:07 Şahidên 14’ê Tîrmehê: Tiştek neguheriye, wê demê Esadek û Co’yek hebû, niha bi sedan hene
09:06 Koç ê HDP’î: Pir baroyî xurtkirina faşîzmê ye
09:05 Turgut Kazan: Guhertina Pir Baroyî ‘Zagona Feyzîoglu ye'
09:04 Hasan Ozgûneş: Bi operasyonên eskerî Kurdistanê talan dikin
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2020'AN
07:39 Polîsan bi ser Şaredariya Giyadînê ya HDP'ê de girt
07:30 Zarokek li Agiriyê bi lehiyê re çu û winda bû
07:29 Jinan astengî nasnekirin û gotin: Têkoşîna jinan li her derê ye
12/07/2020
20:10 'Îşkenceya li Rojbîn hatiye kirin li hemû jinan hatiye kirin'
19:44 Ji bo 33 rêwiyê xeyalan ‘Zincîra edaletê'
18:18 Jinek li Îzmirê kuştin
17:16 Tanrikulu: Di hezîranê de 281 mafê jiyanê hatin binpêkirin
16:54 Polîsan meşa jinan a Aydinê asteng kirin
16:05 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Li Kurdistanê mirov tên windakirin
16:05 Li Mêrdînê kesek hat girtin
15:33 Karkeran têkoşîna xwe ya 12 salan dewam kirin
14:52 Hejmara kesên di kêştiya noqî avê bû de mirin, derket 21’an
13:49 Dr. Ûlûgûna: Merheleya îro ya Komkujiya Zilan çêkirina HES’a ne
13:35 HDK: Gelê herêmê ji ber komkujiya Srebrenica li ser agir e
12:54 Ji bo parêzerên di rojiya mirinê de bang li Dadgeha Bilind kirin
12:28 Li Êlihê, serlêdanên qursên kurdî dest pê kirin
11:44 Serdozger îstîsmar aşkere kir û saetek şûnde înkar kir
11:27 Li Edenê kesek hat berdan
11:12 Rejîma Îranê di mehekê de 9 kolber kuştin
10:31 Şerê Tirkiyeyê yê avê herî zêde bandorê gel dike
09:11 Lijneya Koordînasyona TMMOB'ê ya Mêrdînê xwest projeya RES'ê betal bikin
09:03 Dîrokzan Dînç: Dîroka roja vekirina Ayasofyayê dîrokeke manîdar e
09:03 Axtamara hê jî bivênevêya serdêran e
09:02 4 dozgeran li şûna kuştinê ronî bikin cihê goran lêkolîn kirine
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2020'AN
11/07/2020
22:21 Li nêzî Parka Newrozê agir bi pirêzeyan ket
20:06 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 5 hezar û 344
19:21 Bi çalakiya rûniştinê Kadîr Bagdû bibîr anîn
16:57 Komeleyên Dersîmê: Neçîra pezkoviyan perçeyekî êrîşan e
15:35 Der barê Sevîl Rojbîn Çetin de cardin biryara girtinê dan
15:16 Ji bo girtiyên nexweş li Stenbol û Enqere çalakî
15:15 Karkerên agiriyî piştî 11 rojan hatin definkirin
15:04 Derbarê kuştina zarokê 5 salî kesek hat girtin
14:47 HDP: Ayasofya, aîdê dîrokê ye nikare weke qadeke lîstika polîtîk bê bikaranîn
14:22 Jinên SKM’î: Jinên girtî serbest berdin
14:06 Dayikên Şemiyê: Dawî li bêcezahiştin û înkara 40 salan bînin
14:04 Peymana Îstanbulê pêk bînin û sûcê îstîsmarê efû nekin
13:36 Li Bismil zarokeke biçûk mirî hat dîtin
13:24 CÎSST'ê binpêkirina mafan a li girtîgehan kir rapor
12:35 Tevlîbûna çalakiyên ’15’ê Tîrmehê’ li xebatkaran ferz kirin
12:31 Piştî operasyona eskeran hemû dahl û rezê welatiyan şewitî
12:10 Cigirê midurê dibistanê ji sûcê îstîsmarê hat berdan û dest peywira xwe kir
11:59 Xizmên windayan çîroka Kadrî Yilmaz pirsîn
11:01 AKP-MHP'ê pêşnûmeya Pir Baroyî li meclîsê erê kir: Îqtîdar cudakariyê dike
11:00 Li Agiriyê nêzî 100 mih bi lehiyê re çûn û mirin
09:30 44 hezar û 680 abone li Êlihê bê av in
09:14 'Pirbarobûn' wê bibe sedema cihêkariyê
09:13 Hawirdorparêzan xwest demildest nêçîrkirina pezkoviyan qedexe bikin
09:12 Rojnamevan Guleş: Girtiyên nexweş tedawî nakin
09:12 Dozger îdeanameya Dayika Aştiyê Kiran amade kir
09:11 Jin wê ji bo Dokûyê li Dersimê bin
09:10 Ji ber bê eleqeyê edî xaliyên Wanê nayên çêkirin
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2020'AN