Piştî 27 salan hat berdan: Eskerê ez îşkence kirim, dadgerê dadgehê bû

  • rojane
  • 09:13 15 Tîrmeh 2020
  • |
img

ÎZMÎR - Dîlaver Keklîk ku piştî 27 salan hat berdan, anî ziman ku eskerê ku di bin çavan de îşkence lê kiribû li dadgehê jî dadgertî kiriye. 

Dîlaver Keklîk ê 61 salî piştî 27 salan, di 7'ê Tîrmehê de ji Girtîgeha Tîpa T a Odemîşê derket. Keklîk, di sala 1993'yan de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û cezayê miebedê lê hatibû birîn. Piştî Keklîk îtiraz kiribû cezayê wî hatibû xerakirin, lê belê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Îzmîrê di darizandina nû de jî heman ceza li Keklîk birîbû. Li ser vê parêzera Keklîk Turkan Agaç dosye ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandibû. DMME'yê jî di 6'ê Tîrmeha 2006'an de biryara xwe aşkere kiribû û gotibû xala 6'an a Peymana Parastina Mafên Mirovan û Azadiyê hatiye binpêkirin. 
 
Piştî biryara DMME'yê Keklîk ji bo cardin bê darizandin serî li Dadgeha Cezayê Giran a 8'an a Îzmîrê da. Lê belê dadgehê îtiraza Keklîk red kir. Parêzer Agaç, vê carê serî li Komîteya Wezaretan a Konseya Ewropayê da û gilî kir. Piştî vê dadgeha herêmî cezayê ku li Keklîk hatibû birîn xera kir. Dadgehê di 7'ê Tîrmehê de bi şertê "hepsa malê" û "qedexekirina derketina derveyî welat" biryara berdana Keklîk da. Danişîna dozê ya din wê di 11'ê Mijdarê de pêk bê. 
 
Keklîk ku piştî 27 salan hat berdan, behsa pêvajoya xwe ya dema girtinê û pêvajoya di girtîgehê de kir. 
 
HEM ÎŞKENCEKAR HEM DADGER! 
 
Keklîk, pêşî behsa dema xwe ya binçavkirinê kir. Keklîk, anî ziman ku di bin çavan de 15 rojan hatiye îşkencekirin û bi dû re kaxezek pê dane îmzekirin û wî birine dozgeriyê. Keklîk, got: "Wexta çûm cem dozger min fêm kir ku kaxeza bi me dane îmzekirin îdianameya me ye. Yanî me fermana xwe bi destê xwe îmze kiribû. Esker ku li wir ez îşkence kirim, li dadgehê dadger bû. Wê demê carekê banda li se rçavê min vebûbû, min wê çaxê ew dîtibû. Bi dû re wexta min dît li dadgehê dadger e, ji min pirsî ku ez kî me. Yanî ê ez îşkence kirim û ê ez darizandim heman kes bûn. Me xwest ev yek di girtekan de bê bicihkirin. Lê qebûl nekirin. Wê demê tu hikmê gotina me tunebû. Îfadeya ku me di îşkenceyê de dabû û tiştên ku şaxa siyasî li gor xwe rast kiribûn, bûn îdianameya me. Dadgehê jî di ser wan îdianameyan re em darizandin û biryar da." 
 
BERXWEDANA LI GIRTÎGEHAN 
 
Keklîk, diyar kir ku wexta hatiye girtin ewilî wî birine Girtîgeha Bûcayê û du salan li wir maye û bi dû re wî birine Aydin, Bolû û Kiriklarê. Keklîk, anî ziman ku li girtîgehan berxwedanek pir mezin hebûye û got: "Hevalên me yên di girtîgehê de tenê daxwazek wan heye, ew jî demokratîkbûn û azadîbûna Tirkiyeyê ye. Dîsa jî mafên bingehîn ên di qanûna bingehîn de wekî îşkenceyê dan ber me. Lê dîsa hevalên me tu carî ji rûmet û helwesta xwe tawîz nedan. Ev berxwedan hê jî didome." 
 
Keklîk, destnîşan kir ku divê girtî bi tenê neyên hiştin û got, piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an li girtîgehan binpêkirina mafan pir zêde bûye. Keklîk, bilêv kir ku mafê wan ê nûçewergirtinê jî hatiye binpêkirin û got. "Radyo û rojname nedan. saeta hevdîtinê kirin 40 deqe." Keklîk, diyar kir ku serlêdan û îtrazên wan ên ji bo van binpêkirinan hemû hatine redkirin.
 
DI QAWÎŞEKÊ DE 18 KES 
 
Keklîk, anî ziman ku bi pêvajoya şewba Covîd-19'ê re binpêkirina mafan pir zêde bûye û got, li dijî şewbê tu tevdîr jî nehatine girtin. Keklîk, diyar kir ku tam 4 mehan ew nebirine revîrê û got: "Em nehatin muayenekirin. Dezenfektan nedidan. Em 18 kes di qawîşekê de diman. Wexta em rûdiniştin milên me li hev diketin. Yanî navbera fizîkî tunebû. Ji ber vê em emcbûr man xwe bi xwe tevdîrên xwe bigirin. Me paqijiya xwe dikir. Me her hefte derî û paceyên xwe paqij dikir. Gardiyan û personelên girtîgehê yên ji derve dhatin maske bi ka rnedianîn. Gardiyan di dema jimariyê de dihatin hundir û dest didan hin ciyan. Her wiha kargoyên dihatin jî pir dereng didan. Girtîgehê li gor xwe pergaalek çêkiribû." Keklîk, destnîşan kir ku bi şewbê re hatine tecrîdkirin û got, di vê pêvajoyê de çalakiyên wan ên wekî spor û atolyeyê jî hatibûn qedexekirin. 
 
‘NEHATIN TESTKIRIN' 
 
Keklîk, bibîr xist ku ji ber vîrûsê hevdîtin jî hatibûnq edexekirin û got, piştî pêvajoya "asayîbûnê" hevdîtina girtî mehê carejê dihat kirin û herî zêde kesek karibû ji bo hevdîtinê bê girtîgehê. Her wiha Keklîk, diyar kir ku li dijî şewbê qet testa wan nehatiye kirin. Keklîk, got: "Kesî nizanibû ka girtî nexweş ketine yan na. Beriya şewbê li Girtîgeha Odemîşê gelek hevalên me nerihet bûn. Ez jî enrihet bûm. Canê me disincirî, kuxika me hebû û qirika me diêşiya. Lê bi dû re wexta me di televîzyonê de dît ku vîrûsa coronayê heye, me got hebe tunebe a me şewb bi xwe bûye." 
 
Keklîk, destnîşan kir ku heger xwedî li girtiyan bêd erketin wê zext û zoriyên li girtîgehan bi dawî bibin. 
 
MA / Esra Solîn Dal 
 

Sernavên din

17/07/2020
09:14 Bacayên binavgîn fatûrên ceyranê nepixandin
09:13 Li Bazîdê keyayek jin xwe xistiye dilê taxê
09:12 Malbata Çobaz di 15 salan de muzeya amûrên çandiniyê ava kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:46 Çawişê pispor ê tecawizkar hat binçavkirin
07:59 Ciwanê Sûriyeyî yê 17 salî Hemze li Bûrsayê kuştin
16/07/2020
23:08 Li Êlihê, îdîaya çawîşekê pispor tecawîzî zarokekê kir
22:57 Cenazeyê Havva Baran a HPG’î li Amedê hat veşartin
21:06 21 kesan ji ber Kovîd-19 jiyana xwe ji dest dan
20:54 Ji jinên li Amedê hatin binçavkirin 4 jê hatin berdan
19:52 Piştî rojnameger Guney û jin hatin binçavkirin 'şahid' hat guhdarkirin
18:17 ‘Li dijî êrîşên zayendî, tundî û desdirêjiyê em li ser piyane’
18:03 Dayika 3 HPG'iyan Sultan Yaşar jiyana xwe ji dest da
16:53 Leşkeran şivanê biçûk birîndar kir
16:19 Hefteyeke ji kurê xwe agahî wernagire
16:18 Li Girtîgeha Mîdyadê îdeaya 80 girtî bi Covid-19'ê ketine
15:51 Dadgehê di doza 10'ê Cotmehê de biryar da ku fîraran ji wezaretê bipirsin
15:13 Li Dersimê 3 polis û îmamek ji peywirê hatin girtin
15:13 ÎHD rapora girtîgehan aşkere kir
15:02 Cotkar daketin ser rêya Hevrîşmê û rê girtin
14:50 Birca Keçikê wê ji polisan dewrî DTSO’yê bê kirin
14:34 Parêzerên doza 10'ê Cotmehê: sendelî heye lê bersûc tune
14:12 Îfadegirtina 25 jinên di binçavan de dest pê kir
13:54 ‘Em ê bêdeng nebin, navê me berxwedan e’
13:44 Şerê li sînorê Ermenistan û Azerbeycanê dîsa dest pê kirin
13:26 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:24 Temellî: DEDAŞ rûyê AKP'ê ye
13:11 Ji bo daxuyaniya ‘aştiyê’ bang li xelkê Amedê hat kirin
12:55 Salek e ambargo li ser Kampa Mexmûrê ye
12:19 Çalakiya xwe bir parkê: Hew maye xwe bikujim
11:53 KMM: Tirkiye bi qutkirina ava Firatê peymanê binpê dike
11:45 CHP ji bo betalkirina sererastkirina ‘pir baro’ serî li AYM’ê dide
11:34 Bertek nîşanî binçavkirina rojnamevan Guney dan
11:05 Ji Meclisa Jinê ya HDP’ê daxuyaniya Mensûr Işik
10:59 23 jin 3 rojin di bin çavan de ne
10:24 Parezerên dozê: Em ê heta dawî dozê bişopînin
10:15 Derbarê parlamenterê HDP’ê de biryara ‘dûrxistinê’
10:12 Vê carê jî ala tirk bi avahiya HDP’ê ve daliqandin
09:32 Siyasetmedarên li Şirnexê: Em ê bêdeng nemînin û hesab bipirsin
09:31 40 eskerên bi çek girtin ser malekê
09:12 Xebatkarên fabrîqeya fişekên hewayî xatirê xwe dixwazin û diçin kar
09:11 Rîskên birîna DEDAŞ’ê yên ceyranê
09:11 Hevjîna Unsal ê di rojiya mirinê de: Dibe ku ev hevdîtina me ya dawî be
09:09 Şamî: Şer di nava Tirkiye û Libyayê de pêş dikeve
09:08 Bi rojan e di konên tije herî de radizên
09:07 Pergala Hevserokatiyê ku bi fikra Ocalan pêş ket, di pêşengiya jinê de bi ruh dibe
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:34 Li Wanê balafira keşfê ket: 7 polîs mirin
08:29 Li Berwarî şer: 2 polîs hatin kuştin
15/07/2020
22:24 Li Şirnexê bertekên li dijî îstîsmara zayendî dewam dikin
21:56 Çawîşê Pispor ê tecawizî zarokê kir girtin
21:03 Hejmara kesên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan derket 5 hezar û 419’an
19:56 Li Çiyayê Cûdî liv û tevgera helîkopteran
19:26 Di keştiya noqî avê bû de, cenazeyek din hat dîtin
19:17 Cotkaran li dijî birîna ceyranê rê girtin
16:23 KKP: Jinen berxwedêr ên Kurdistanê di hedefa desthilatê de ne
16:13 Aklîme Hanas li emniyetê hat binçavkirin
16:11 HDP'ê li ser 'dijminatiya li Kurdan' raporek amade kir
15:56 Navenda Giştî ya DBP'ê Cedalet Alî Bedirxan bibîr anî
15:18 Hayriye Demîr a bi gopal birin edliyê hat berdan
15:07 Li Şirnexê çawişekî pispor dest avêt zarokeke 10 salî
14:47 Rêyên ku diçin tesîsê hatin girtin
14:09 HDP’a Stenbolê ji bo ‘Hevdîtinên Demokrasiyê’ banga beşdariyê kir
13:57 KESK: Ji darbeyên eskerî û siyasî re na
13:38 23 jin 2 roj in di binçavan de ne
13:12 Kirîna teker jî di nav hinceta tayînkrina qeyûm de heye!
12:47 Ji TTB’ê hişyariya bahorê
12:13 Ji ber ku pergalê tê xwestin asteng dikin jin di hedefê de ne
12:12 Dadgeha jor cezayê Mizrakli erê kir
11:35 Ozyîgît ê 75 salî ku 29 salin girtî ye di hucreya yek kesî de dimîne
10:40 Zagona 'Pir Baroyî' xistin meriyetê
10:30 Ji sendîkayan ji bo Ocalan mitînga online
10:21 Hevşaredar Demîr: Dê di hilbijartinê de nikaribin namzet derxin
09:50 HDP’ê Celadet Elî Bedîrxan bi bîr anî
09:13 Piştî 27 salan hat berdan: Eskerê ez îşkence kirim, dadgerê dadgehê bû
09:12 Şaristaniyek 12 hezar salan ji bo bendaveke 50 salan hat tunekirin
09:12 ‘Heger bixwazin dikarin di nav saetekê de jî Gulistanê bibînin'
09:12 DEDAŞ'ê ji bo qutkirina ceryanê ji qeymeqamtiyê xwest bê parastin
09:11 Baca şanoyê li Ewropayê ji sedî 5, li Tirkiyeyê ji sedî 30 e
09:11 Hawirdorparêz Karasû: Xweza bi operasyonên eskerî wêran dibe
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2020'AN
14/07/2020
23:10 Hevşaredara Giyadînê Yaşar şandin girtigehê
22:16 Gunay: Xeta berxwedanê li Îmraliyê li ser piyan e
20:50 992 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine û 20 kesî jiyana xwe ji dest daye
20:27 KESK: Hevalên me serbest berdin
17:33 Li Çiyayê Cûdiyê operasyoneke dorfireh
16:34 TMMOB: Ji birîna darên di nava avahiya Rêbejê de hestiyar bin
16:21 Jinan li gelek bajaran bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:43 Hevseroka Giştî ya DBP’ê Aydenîz: Emê gav paşve ne avêjin
15:34 EMO’yê xwest DEDAŞ mexduriyeta welatiyan ji holê rake
15:33 Jinan li Cizîrê binçavkirina jinên li Amedê şermezar kirin
15:12 Dayikên Aştiyê: Bi tecrîdkirina Ocalan civakê dikin hedef
14:42 Di doza Nisêbînê de 49 kes ceza kirin: Mafê me yê tenduristiyê xezp kirin
14:13 Li Wanê hejmara kesên ji ber vîrûsê mirin derket 12’an
14:01 Bûldan: Operasyonên ji dijî jinan darbe û neyartî ye
13:39 Li herêmê liv û tevgera helîkopteran zêde bû
13:38 MKGP û DFG: Rojnameger Guney serbest berdin
13:21 Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê li ser gora Çîçek bi bîr anîn
13:21 Dadgehê biryara da ku girtina Yuksekdag dewam bike
13:11 Hewldana 15'ê Tîrmehê: AKP destûr nade berpirsiyar aşkere bibin