Seyît Evran: Encama Tirkiyê dixwaze ji herêmê bigire, nekarî bigire

  • rojane
  • 09:22 19 Tîrmeh 2020
  • |
img

MÊRDÎN - Rojnameger Seyît Evran ê operasyonên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistina Federe ya Iraqê nirxand, diyar kir ku leşker nikarin li herêmên lê hatine danîn, lê bimînin û got: “Tirkiyeyeyê  ligel ku ewqas kir xirecir jî, encama dixwest ji herêmê bigire, ne girt.”

Operayona leşkerî ya bi piştgiriya balafirên şer a Tirkiyeyê di 15’ê Hezîranê de li Herêma Kurdistana Federe ya Iraqê dest pê kir dewam dike. Balafirên Biçek ên Bê Mirov (SÎHA), di çarçoveya operasyonê de, gundê Kunemasî yê navçeya Şarbajer a Silêmaniyê di 25’ê Hezîranê de bombebaran kir û di bombebaranê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşên balafirên şer ên heya niha dewam dikin de, bi giştî 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan gelek gundên girêdayî bajarê Dihokê hatin valekirin. TSK’ê herê dawî di 15’ê Tîrmehê de navenda bajarê Kanî Masiyê topbaran kir. 
 
Rojnameger Sayît Evran ê operasyona leşkerî ya dewam dike û pêşketinên herêmê di cih de dişopîne, rewşa heyî ji ajansa me re nirxand. 
 
‘RÊBAZÊN WAN DIŞIBINÊN YÊ DAIŞ’Ê’
 
Evran, bal kişan ser operasyonên Tirkiyeyê yên bi armanca propagandayê tên lidarxistin û wiha axivî: “Bêyî encamên vê gavê bi fikirin, gav davêjin. Rêbazên propagandayê yên AKP’ê, dişibin rêbazên DAIŞ’ê. DAIŞ’ê her tim hêza xwe ji propagandayê digirt. Dema dê biçûbiya cihekê, bi konvoyeke 2 hezar, 3 hezar wesayîtan diçûn. Ev dîmen dixistin dewrê û gelek sazî û dezgên navneteweyî jî ev dîmen weke ‘Ber bi filan cihî ve ketin hereketê’ serwîs dikirin. Dema ku ev dîmen dihatin serwîskirin, heya ku DAIŞ diçû wî cihê, ew cih dihat valekirin. DAIŞ’î diçû û li wê erê bi cih dibû. Di rastiyê de, rêbazên propagandayê yên Tirkiyeyê, dişibin yên DAIŞ’ê.”
 
Evran, roja operasyonê dest pê kir, bibîr xist û wiha got: “Medya Tirk, roja 15’ê Hezîranê dema dest bi operasyonê hat kirin, nûçeyên operasyonê di manşetên xwe yên sereke de dan. Hinekan gotin ‘dest pê kir’ û hinekan jî gotin ‘Ji bejahî dewam dike.’ Mehek bi ser operasyonê re derbas bû. Lê piştî heftiyekê weke ku tu tişt ne bû be, dozaja wan ket. Dûre Hûlûsî Akar neçar ma ku biçe. Ez bi zanebûn navê Akar didim. Ji ber ku Akar ê di nava AKP’ê de, nêzî hin navên di nava NATO û Amerikayê de cih digirine deye. Serokkomar Tayyîp Erdogan jî, dest bi şopandin siyaseta NATO û Emerîqayê daniye holê, dike.” 
 
‘ENCAMA XWESTIN DERNEKET HOLÊ’
 
Evran, diyar kir ku Tirkiye heya niha biserneketiye û wiha got: “Tenê dikare bi SÎHA û balafiran li herêmê operasyonan pêk bîne. Bi vê re jî leşkeran datîne herêmê. Bêîstisna 24 saetan bi balafirên keşfê hewl dide ewlekariya van leşkeran digere. Lê ligel vê yekê jî, gerîla li dijî wan çalakiyan li dar dixin û derbên giran li wan didin. Tirkiyeyê, ligel evqas kontrolkirinê jî, nekariye li herêmê bi cih bibe. Ji cihên ku leşker lê danîne jî, piştî demekê neçar ma ye ku paşve bikêşe. Tirkiye, ji Girê Kartal û Girê Dupişkê yên tên zanîn jî paşve kişiyaye. Ne pêkane ku leşkerên Tirk karibin xwe li herêmê bigirin. Tirkiyeyê kir xirecir, lê encama xwest ne karî bi dest bixe. Ji ber encama xwestin bi dest nexistin, vê carê jî êrîşkar bûn. Ji xwe mînakên vê yên pir zêde hene.” 
 
‘POLÎTÎKAYÊN JI MIROVAN VALE KIRIN BI RÊVE DIBIN’
 
Evran, anî ziman ku êrîşa li dijî Kanî Masiyê bi plan bû û wiha bilêv kir: “Dixwazin mirov ji herêmê derbikevin û herêmê ji mirovan xalî bikin. Ji Heftenînê bigirin, heya sînorê Şemzînanê, nêzî 300-400 gund vale kirine. Ji salên 60’î ve, heya roja îro li herêmê gelek gund vale kirin. Eşîreta Rekanî, ji ber şerê KDP û xwe de, 300 gund vale kirin. Roja ku Tirkiyeyê êrîş kir, dest pê kê li gundê Eşîreta Rekanî xist. Li herêmê polîtîkayeke cîdî ya bêmirov kirinê heye. Ev polîtîka, demek dirêj dewam dike. Li gorî wan divê Batûfa, Dêrelûk û Kanî Masiyê bên valekirin û li van herêman mirov nemînin. Ji ber vê, bi zanebûn van herêman dikin hedef. Gelê van herêman hez ji KDP’ê nake. Serî li hemberî KDP’ê natewînin. KDP jî bi hevkariya Tirkiyeyê dixwaze van herêman vale bike.” 
 
‘HIKUMETA IRAQÊ ACIZE’
 
Evran, bertekên hikumeta Iraqê yên li dijî Tirkiyeyê jî, nirxand û wiha pê de çû: “Tirkiye avê mîna çekê bi kar tîne. Yek ji hikumeta Iraqê aciz dike. Ji xwe, pirsgirêkên hikumeta Iraqê yên navxweyî hene. Hikumeta Iraqê  polîtîkayên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê  qebûl nake. Li ber pirsgirêkên navxweyî nikare bi awayekê xurt li dijî Tirkiyeyê derkeve û hêza xwe nîşan bide. Lê tişta ku divê hikumeta Iraqê bike, pêwîste ku van kiryarên Tirkiyeyê bibe rojeva Neteweyên Yekbûyî (NY). Heya niha ev helwest nîşan nedaye. Lê divê êdî vê bike.”
 
‘HERÊMA TAMPON’
 
Evran, dest nîşan kir ku planên Tirkiyeyê yên êrîşkar, weke konseptekê dewam dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mînakên êrîşên li dijî Rojeva li holê ne. Ji Efrînê bigirin heya sînorê Ûrmiyê, dixwaze kurdan ji qada kûrahiya 40 kîlometre derbixe û komên selefi li vê derê bi cih bike. Bi vî awayî, hewl dide herêma tampon ji bo xwe ava bike. Desthilatdariya AKP’ê li ser êrîşên li dijî kurdan hebûna xwe dewam bike. Ger hêza Tirkiyeyê ma be, wê dîsa êrîşî kurdan bike. Ji bo vê plana xwe bike dewrê.”
 

Sernavên din

19/07/2020
18:05 HDP’yî çûn serdana gundên Elbakê
17:48 Hejmara cenazeyên ji Gola Wanê hatin derxistin derket 59’an
17:40 ‘Em ê destûr nedin xalek ji peymanê were guhertin’
16:20 Ji bo bîranîna Rêwiyên Xeyalan pêlîstok belav kirin
14:24 MSD: Şoreşa 19’ê Tîrmehê bikin bingeh
14:14 Meclîsa Jinê: Jinan di xêzkirina şoreşê de rolek mezin lîst
13:47 TJA: Êrîş ji ku tên bila bên nayê qebûlkirin
13:05 Şoreşa Rojava ya bû hêviya bindestan 8 salî ye
Muslim: Hêj gelek gavên em bavêjin hene
12:16 DBP: Xwedî li Şoreşa Rojava derkevin
11:37 Dozeke nû li Sebahat Tuncel vekirin
11:25 Cemxaneya Duzgun Baba dê peykerê Gultekîn li Qislê biçikilînin
11:04 Seydî: 19’ê Tirmehe Kawaye Hesinkar li ser piyan bû
10:31 KNK: Gel ji bo Şoreşa Rojava bedelên gelek mezin da
10:27 WHO: Di 24 saetan de 259 hezar û 848 kes bi Covît-19 ketin
10:26 SGDF’ê banga tevlêbûna meşa Pirsûsê kirin
09:56 MMO'ê Nobeta Edalet û Azadiyê bi dawî kir
09:42 Rejîma bê kontrol mayinde kirin
09:24 Hilberîna hevpar, firotina yekser bi aboriya jinan a komînal pêş dikeve
09:22 Seyît Evran: Encama Tirkiyê dixwaze ji herêmê bigire, nekarî bigire
09:21 Tekane bersûcê Komkujiya Pirsûsê 5 salin naynin dadgehê
09:20 Betaniyên ji bo penaberan kirîn sûc hat hesibandin
09:13 Karkeran bi 38 lîreyan mehkûmê jiyanê dikin
09:12 Şahidê Komkujiya Pirsûsê: Ger mudaxile tunebûya ewqas mirov ne dimirin
09:05 Pêketiyên Kovîd-19 tên veşartin
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2020'AN
18/07/2020
22:20 Li Agiriyê ji ber îstîsmara zayendî hat girtin
21:41 17 kes ji ber vîrûsê mirin, 918 kes jî bi vîrûsê ketin
21:28 Tosun: Emê destûr nedin ku hûn tecawîzkaran fihêl bikin
17:23 ‘Astengiya polîsan parastina tecawizê ye’
17:12 Sancar: Pêdiviya me ji aştiya Rojhilata Navîn heye
16:53 Li Stenbolê şer: Wêneyên êşkenceyê hatin belavkirin
16:36 17 kesên belavokên Komkujiya Pirsûsê belav dikirin hatin binçavkirin
16:07 Ji Rêveberiya Xweser biryara hilbijartinên Sûriyeyê
15:59 Jin li Agiriyê meşiyan: Em ê her dem dengê xwe bilind bikin
15:36 Zewaca berdêl qebûl nekir û hewl da xwe bikuje
15:20 Berdevka TJA'yê Gokkan: Dewletê li dijî jinê şer îlan kiriye
15:10 Di ‘Rûniştina F’ de xwestin Makbûle Ozbek were berdan
15:09 Xizmên windayan: Bila faîlên Vedat Aydin bên darizandin
14:24 'Heta ez bijîm ezê hesabê bavê xwe ji dewletê bipirsim'
14:13 TJA: Emê têkoşînê qet nerawestînin
14:09 Li Şemzînanê teqîn: 2 çawişên pispor û cerdevanek birîndar bûn
13:33 Çawîşê pispor ê çû operasyonê mir
13:11 MEBYA-DER: Tacîz û tecawiza li Bajarê Kurdan ne tesadufî ye
13:11 Ji HDP’ê rapora DEDAŞ’ê: Welatî bi fatoreyên giran tên mexdûrkirin
12:52 Ji bo 8 girtiyên rewşa wan giran banga berdanê kirin
12:47 Şêniyên Wanê bertek nîşanî bûyerên tecawizê dan
12:35 25 sal in winda ye
12:19 ‘Ji tevgera kuçeyan gelek ditirsin’
11:28 Berdevka TJA'yê hat berdan
11:01 Ji HDP’ê daxuyaniya Tûma Çelîk
10:39 Bı çeka bavê xwe yê cerdevan dawî li jiyana xwe anî
10:20 Weşanger û nivîskar Azad Zal hat berdan
10:20 Dadgehê tayînkirina qeyûm wekî 'Silametiya cemaweriyê' nîşan da
09:44 Rêveberiya Xweser: Tirkiye hewl dide destekê bide DAIŞ'ê
09:21 ‘Li Îmraliyê pêvajoyeke taybet tê birêvebirin'
09:19 Her ku qanûn tê taloqkirin, cînayetên kar zêdetir dibin
09:14 Şêniyê taxê mehkûmî ava qirêj kirin
09:12 Jinên çalakger: Peymana Stenbolê misogeriya jiyana me ye
09:12 Kemalbay: Rakirina Peymana Stenbolê cînayet e
09:11 HDP'ê bang li jinan kir: Beşdarî hevdîtina li Mêrsînê bibin
09:09 Mexdûrên erdhejê dê zivistanê li konan derbas bikin
09:08 ‘Heya ku hesabê Pirsûsê neyê pirsin wê Tirkiye ronî nebe’
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:59 Tuma Çelîk ji HDP'ê îstîfa kir
08:29 18 siyasetmedarên Kurd li Dîlokê şandin girtîgehê
00:12 Dadgehê ji 28 jinan 5 jin girtin
17/07/2020
22:17 Dûrmûş ê li Çiyayê Cûdî di şer de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
20:45 Hejmara kesên ji ber koronayê mirin derket 5 hezar û 458'an
19:29 Şivanê eskeran binçavkiribû hat berdan
19:12 Rojnameger Ayşe Guney bi şertê kontrola edlî hat berdan
16:44 Polîsan pankarta ku tecawizê şermezar dike qedexe kir!
16:18 Ji bo jinên girtî dest bi nobeta ‘edalet û azadiyê’ kirin
16:09 Li Gola Wanê 2 cenazeyên din jî hatin dîtin
16:05 Cendirmeyan cotkaran desteser kir DEDAŞ’ê jî trafoyan rakir
15:42 Gel li gelek bajaran bertek nişanî esker û polîsên tecawizkar dan
15:36 Li Ebexê grûbek çekdar êrişî gundiyan kirin
15:16 Polîsan li Dersimê mudaxileyî meşê kirin
15:07 Hunermendan banga ‘Hurmetê nîşanî mafên mirovan bidin' kirin
14:48 Ji bo “Hevdîtina Gelan û Baweriyan’ bang hat kirin
14:32 TJA: Em ê radestî nêzîkatiya zayendperest nebin
14:21 ÎHD 34 salî ye: Têkoşîna mafê mirovan wê bi wêrekî û hêvî bidome
14:20 Ji bo Tîmtîk û Unsal bang kirin: Bibin dengê wan
13:49 Rewşa zarokê leşker ew birîndar kirin xeternak e
13:35 Rojnameger Ayşe Guney û Berdevka TJA Ayşe Gokkan sewqî dadgehê kirin
13:28 Eskeran şivanek binçav kir
13:09 Malbatê giliyê tecawizkar kiriye lê dozgerî bûyerê piştguh kiriye
12:46 Gunay: Tu operasyon êdî nikarin AKP'ê xelas bikin
12:32 Meclîsa Jinan a HDP’ê derbarê Işik de lêpirsîn da destpêkirin
12:04 Bi çeka bavê xwe yê cerdevan xwest întîhar bike
10:20 Li Dersimê êrişî 2 rojnamevanan kirin
09:58 Jin sibê li Agiriyê dicivin
09:52 Li Dîlokê 9 kes hatin girtin
09:22 Bavê 22 sal in li kurê xwe digere: Peyarêya Kîlyosê cewhera komkujiyane
09:21 Qeyûmê Êlihê ji polîsan re dixebite
09:21 ‘Peymana Stenbolê li dijî tundiyê nexşerêya me ya herî girînge’
09:20 Piştî 10 salan beraet kir
09:19 Ji bo darazê bang kir: Em nûnerên hêviyê biparêzin
09:18 Bi çêkirina lihêfan debara xwe dikin
09:14 Bacayên binavgîn fatûrên ceyranê nepixandin
09:13 Li Bazîdê keyayek jin xwe xistiye dilê taxê