Hilberîna hevpar, firotina yekser bi aboriya jinan a komînal pêş dikeve

  • rojane
  • 09:24 19 Tîrmeh 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN -  Piştî 19'ê Tîrmeha 2012’an bi Şoreşa Rojava re modela Komîteyên Aboriya Jinan û Kooperatifên Jinan pêş ket. Jinên ku fikra dê alav û amûrên hilberînê çawa bikar bînin, dest bi xebatê kirin, tespît kirin ku aboriya komunal, tenê dikare bi destê jinan pêş bikeve û dest bi hilberîna hevpar û kooperatifan kirin. Niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev komite bûne bingeha modela aboriya komunal û dibin mînakên jiyana kominal.  
 
Li gorî lêkolînên hatin kirin; li hemû cîhanê rêjeya jinan a tevlêbûna aborîyê ji sedî 75'an derbas nake.  Li welatên Rojava ev rêje di navbera ji sedî 50-75'an de ye. Li welatên Rojhilat ev rêje heta ji sedî 10’an kêm dibe. 
Têkoşîna jinan a ji bo di qadên xebat û aboriyê de hebûna xwe xuya bike demek dirêj dixwaze. Jin li aliyekî bi daxwaza "Ji bo karê wekhev, heqê wekhev" têdikoşin. Li aliyê din jî tevgerên jinan li çar aliyê cîhanê, li dijî modela aboriya pergala mêrê serdest, modela aboriya alternatîf pêş dixin. 
 
 
ABORIYA KOMÎNAL PÊŞ XISTIN
 
Ji van modelan yek jê bingeha wê di 19'ê Tîrmeha 2012’an de bi Şoreşa Rojava re hat avêtin. Di vê modelê de Komîteyên Aboriya Jinan û Kooperatifên Jinan bû. Jinên ku fikra dê alav û amûrên hilberînê çawa bikar bînin, dest bi xebatê kirin, tespît kirin ku aboriya komunal, tenê dikare bi destê jinan pêş bikeve.û dest bi hilberîna hevpar û kooperatifan kirin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev komiteyên ku bingeha modela aboriya komunal e, rê dide ku jin tev li hilberînê bibin. Di heman demê de pêdiviyên civakê tespîd dike û berhemên erzan û bi qalîte digîne serfkaran. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çavkaniya sereke ya debarê axa bi bereket û çandinî ye. Bi pêşketina Şoreşa Rojava re, ji bo axê li gorî berjewendiyên gel biçînin û berhemên wê kom bikin, parvekirina wekhev a berhemê esas hat girtin. 
 
HERÎ ZÊDE JIN DI QADA ÇANDINIYÊ DE BI RÊXISTIN IN
 
Yek ji qadên ku Komîteya Aboriya Jinan lê herî zêde bi rêxistin e, qada çandiniyê ye. Xebatên çandiniyê bi awayê çotkarî û kooperatifên jinan li ser du milan pêş dikeve. Di qadên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, jin li ser zeviya 12 hezar dolim 20 kooperatif ava kirine. Ev kooperatif dibe bersîva beşek girîng a hilberînê. Komîteya Aboriya Jinan, li jinên ku endamên kooperatifan in, bi awayekî bibe bersîva pêdiviyên wan ax, tov û gubre li wan belav dike. Navgînî û şêwirmendiyê dike. Ango bi awayekî din jinan perwerde dike û karê wan hêsan dike. Rêberiyê dike. Ji sedî 15 hatina berhemên salê, di qaseya hevpar a kooperatifê de kom dibe. Vê berhemî jî li gorî pêdiviyê belav dikin. Hêjmara endamên Kooperatifan di navbera 10 - 75 kesan de tê guhertin. Hatin bi awayekî wekhev li endaman tê parvekirin. Hita niha kooperatifan salê carekê çandinî dikir. Li zeviyên ku binesaziya wan hatiye amadekirin, dest bi çandiniyê avî kirin. Piştî li van zeviyan dest bi çandiniya avê kirin, di demsalên zivistanê de zad (genim-ceh-nisk) diçînin di demsala havînê de jî (fêkî-zêbze) diçînin. 
Jinan li bajarê Tirbespiyê jî li ser seviya 2000 hezar dolim Cotgeha Jinan Demsal ya pir armanc ava kirin. Di bin baneya kooperatifa ku 50 jin endamên wê ne, karê sewalkarî, bostanî, çandiniya daran û biyoplastik tên kirin. 
Cotgeha ku genim, fêkî û darên team lê bên çandin û zebze lê bê depokirin jî, hêj înşaeta wê didome. Li Kargeriya Biyoplastik jî ji bo hilberîna berhemên ekolojik dest bi xebatan kirin. Cotgeha Demal ku tê payîn ji bo herêmê wekî model/mînak bê dîyarkirin, xebatên mînakê wê li bajarên din jî didomin. 
 
ARMANC DIKIN KU LI HER GUNDEKÎ KOOPERATÎFEKÊ AVA BIKIN
 
Li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dê sala pêş li ser zeviya 10 hezar dolim ku li gundan e, kooperatifek nû bê vekirin. Yek ji projeyên din a Komîteya Aborî ya Jinan jî, armanc dike ku li her gundekî kooperatiflên ku her yek jê herî kêm 3 endamên wê bin ava bike. Bi vê projeyê armanc dike ku sewalkariya sewalên pînikan bikin. Dê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li her gundekî makineya kurkê (kulucka) lûsgeha sewalan çêkin. Disa bi rêya kooperatifan li gundan dê hilberîna mast û penêr bikin. Bi vê projeyê dê li gundan ji bo jinan qada debarê ava bikin. Dê hilberîn raste dast bi destê jinê pêş bikeve. Dê di bin baneyê rêveberiya xweser de, dê li hemû gundan jin bi vê rêbazê aboriya xwe pêş bixin. Projeya ku li 3 gundan dest pê kir, dê bi demsala payizê re li 100 gundan têxin meriyetê. Bi vê projeyê armanc dikin ku berhem raste rast bigînin destê serfkar(berxwir) Ji bo hilberîn raste rast û bi awayekî erzan û tenduristî digêje destê serfkaran. Komîteya Aboriya Jinan qadên bazarê vedike. Ji bajarên Amude, Derîk Kobane û Qamişlo jin berhem û hilberînê li Bazarên Jinan raste rast digînin gel. 
 
BERHEMÊN ORGANÎK HILDIBERÎNIN
 
Yek ji qadên ku jin lê hilberîna kolektif dikin jî qada zexîre ye. Li bajarên Hasekê, Kobane û Dirbesiyê; jin li kargeriyan rîçal, tirsû û ava bacanan a organik çêdikin. Jin li kooperatifên ku ava kirine, pêwistiya berhemên xam bi rêya Komîteya Aboriya Jinan temîn dikin. Jin li van 3 kooperatifan rojê 10 ton hilberina berheman dikin. Ev berhem li tevahiya Bakur û Rojhilata Sûriyeyê rastî eleqek mezin tê. Hatina van berheman ji xeynî lêçûna berhemê xam, di nava endamên kooperatifê de wekhev tê parvekirin. Li kooperatifên jinan ên tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jinan bi awayekî kolektif 3 firin û 5 tenûr vekirine. 
Endamên kooperatifê ku kedê didin hilberînê nakê van tenûran difroşin. Pêdiviya arvanên tenûr û firinan jî bi rêya Komiteya Aboriya Jinê temîn dikin. Yek ji cihê çalakiyên Kooperatifên Jinan ên qada  Zexîre jî kantinên dibistanan e. Armanca jinan ne qezenc û kar e. Armanc ewe ku zarokên xwe bi awayekî baş, paqij û tenduristî xwedî bikin. Bi vê armancê ji sala par heta niha gav bi gav Qantînên dibistanan dewri Komiteyên Aboriya Jinan dikin.Kooperatifên Jinan ên di bin baneya Komîteya Aborî ya Jinan de hatine vekirin, li Derîk û Kobanê 2 lokanta vekirine. Li Minbicê kooperatifa ji 4 kesan pêk tê ya berhemên paqijiyê û salona kuafor ku 4 jin lê dinerin ava kirine. 
Jinên ku li Raqqa hatin cem hev, kooperatif ava kirin û hilberîna biyoplastikê dikin. Li Şehbayê jî 2 kargeriyên ku jin lê hilberînê dikin û hatina wê di nava xwe de wekhev parve dikin hene. 
Dîsa li taxa Şex Maksut a Helebê jî kargeriyên ku jin lê hilberîna hevpar dikin hene. 
 
KARGERIYÊN NÛ AVA DIKIN
 
Yek ji qadên xebatê ya Komîteya Aboriya Jinan jî kargeriyên hilberina cil û tekstîlê ye. Tê zanîn ku li tevahiya cîhanê yek ji sektora herî mezin a mêtîngeriya kapitalizmê sektora tekstilê ye. 
Jinan li Hasekê, Kobanê û Rimêlan 3 kargeriyên tekstilê vekirin. Li van kargeriyan malzemeyên cil û berhan hildiberînin. Jin berhemên kargeriyan li Kobanê, Qamişlo, Dirbêsiyê û Girkelegê li 4 magaza digînin welatiyan. 
Li van kargeriyên cil û bergan ên ku parvekirina wekhev û hilberîna hevpar esas digirin de, jinên pispor bi heqê xwe kar dikin. Jinên ku bi armanca modelên nû yên alternatif hilberînin, dest bi kar kirin; fesalên xwe yên nû ku bibe mînak li van kargeriyan pêş dixin. Ji ber li hemberî van modelên nû daxwaza welatiyan zêde ye, ji bo serdema pêş, xebatên zêdekirina kapasiteyê ya van kargeriyan dikin. Ji bo aboriya jinan bi hêz bikin û jin bibin xwedî pîşeyên cuda, di bin baneyê Komîteya Aborî ya Jinan de kargeriya xeratiyê ava kirin. Berhemên ku li kargeriya xeratiyê hilberînin, dê li du magazayan bigînin serfkaran. Li van kargeriyên ku hilberîn bi destê jinan tê kirin, berhemên xeratiyê yên li vir tên hilberîn, dê li gorî berhemên îtal ji sedî 50 erzan bê dayîn. Komîteya Aborî ya Jinan, bi rola rênîşandan û hêsankirinê her roj qadek nû ya debara jinan vedikin û pêş dixin. Kooperatifên Jinan ên di bin baneya Komîteya Aboriya Jinan de wekî pergala alternatif a aboriyê, îmze davê bin serkeftinên girîng. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran jin dibin bingeha aboriya komunal. Bi awayekî kolektif ava dikin û bi erzanî û saxlem digînin gel. 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

19/07/2020
18:05 HDP’yî çûn serdana gundên Elbakê
17:48 Hejmara cenazeyên ji Gola Wanê hatin derxistin derket 59’an
17:40 ‘Em ê destûr nedin xalek ji peymanê were guhertin’
16:20 Ji bo bîranîna Rêwiyên Xeyalan pêlîstok belav kirin
14:24 MSD: Şoreşa 19’ê Tîrmehê bikin bingeh
14:14 Meclîsa Jinê: Jinan di xêzkirina şoreşê de rolek mezin lîst
13:47 TJA: Êrîş ji ku tên bila bên nayê qebûlkirin
13:05 Şoreşa Rojava ya bû hêviya bindestan 8 salî ye
Muslim: Hêj gelek gavên em bavêjin hene
12:16 DBP: Xwedî li Şoreşa Rojava derkevin
11:37 Dozeke nû li Sebahat Tuncel vekirin
11:25 Cemxaneya Duzgun Baba dê peykerê Gultekîn li Qislê biçikilînin
11:04 Seydî: 19’ê Tirmehe Kawaye Hesinkar li ser piyan bû
10:31 KNK: Gel ji bo Şoreşa Rojava bedelên gelek mezin da
10:27 WHO: Di 24 saetan de 259 hezar û 848 kes bi Covît-19 ketin
10:26 SGDF’ê banga tevlêbûna meşa Pirsûsê kirin
09:56 MMO'ê Nobeta Edalet û Azadiyê bi dawî kir
09:42 Rejîma bê kontrol mayinde kirin
09:24 Hilberîna hevpar, firotina yekser bi aboriya jinan a komînal pêş dikeve
09:22 Seyît Evran: Encama Tirkiyê dixwaze ji herêmê bigire, nekarî bigire
09:21 Tekane bersûcê Komkujiya Pirsûsê 5 salin naynin dadgehê
09:20 Betaniyên ji bo penaberan kirîn sûc hat hesibandin
09:13 Karkeran bi 38 lîreyan mehkûmê jiyanê dikin
09:12 Şahidê Komkujiya Pirsûsê: Ger mudaxile tunebûya ewqas mirov ne dimirin
09:05 Pêketiyên Kovîd-19 tên veşartin
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2020'AN
18/07/2020
22:20 Li Agiriyê ji ber îstîsmara zayendî hat girtin
21:41 17 kes ji ber vîrûsê mirin, 918 kes jî bi vîrûsê ketin
21:28 Tosun: Emê destûr nedin ku hûn tecawîzkaran fihêl bikin
17:23 ‘Astengiya polîsan parastina tecawizê ye’
17:12 Sancar: Pêdiviya me ji aştiya Rojhilata Navîn heye
16:53 Li Stenbolê şer: Wêneyên êşkenceyê hatin belavkirin
16:36 17 kesên belavokên Komkujiya Pirsûsê belav dikirin hatin binçavkirin
16:07 Ji Rêveberiya Xweser biryara hilbijartinên Sûriyeyê
15:59 Jin li Agiriyê meşiyan: Em ê her dem dengê xwe bilind bikin
15:36 Zewaca berdêl qebûl nekir û hewl da xwe bikuje
15:20 Berdevka TJA'yê Gokkan: Dewletê li dijî jinê şer îlan kiriye
15:10 Di ‘Rûniştina F’ de xwestin Makbûle Ozbek were berdan
15:09 Xizmên windayan: Bila faîlên Vedat Aydin bên darizandin
14:24 'Heta ez bijîm ezê hesabê bavê xwe ji dewletê bipirsim'
14:13 TJA: Emê têkoşînê qet nerawestînin
14:09 Li Şemzînanê teqîn: 2 çawişên pispor û cerdevanek birîndar bûn
13:33 Çawîşê pispor ê çû operasyonê mir
13:11 MEBYA-DER: Tacîz û tecawiza li Bajarê Kurdan ne tesadufî ye
13:11 Ji HDP’ê rapora DEDAŞ’ê: Welatî bi fatoreyên giran tên mexdûrkirin
12:52 Ji bo 8 girtiyên rewşa wan giran banga berdanê kirin
12:47 Şêniyên Wanê bertek nîşanî bûyerên tecawizê dan
12:35 25 sal in winda ye
12:19 ‘Ji tevgera kuçeyan gelek ditirsin’
11:28 Berdevka TJA'yê hat berdan
11:01 Ji HDP’ê daxuyaniya Tûma Çelîk
10:39 Bı çeka bavê xwe yê cerdevan dawî li jiyana xwe anî
10:20 Weşanger û nivîskar Azad Zal hat berdan
10:20 Dadgehê tayînkirina qeyûm wekî 'Silametiya cemaweriyê' nîşan da
09:44 Rêveberiya Xweser: Tirkiye hewl dide destekê bide DAIŞ'ê
09:21 ‘Li Îmraliyê pêvajoyeke taybet tê birêvebirin'
09:19 Her ku qanûn tê taloqkirin, cînayetên kar zêdetir dibin
09:14 Şêniyê taxê mehkûmî ava qirêj kirin
09:12 Jinên çalakger: Peymana Stenbolê misogeriya jiyana me ye
09:12 Kemalbay: Rakirina Peymana Stenbolê cînayet e
09:11 HDP'ê bang li jinan kir: Beşdarî hevdîtina li Mêrsînê bibin
09:09 Mexdûrên erdhejê dê zivistanê li konan derbas bikin
09:08 ‘Heya ku hesabê Pirsûsê neyê pirsin wê Tirkiye ronî nebe’
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:59 Tuma Çelîk ji HDP'ê îstîfa kir
08:29 18 siyasetmedarên Kurd li Dîlokê şandin girtîgehê
00:12 Dadgehê ji 28 jinan 5 jin girtin
17/07/2020
22:17 Dûrmûş ê li Çiyayê Cûdî di şer de jiyana xwe ji dest da hat definkirin
20:45 Hejmara kesên ji ber koronayê mirin derket 5 hezar û 458'an
19:29 Şivanê eskeran binçavkiribû hat berdan
19:12 Rojnameger Ayşe Guney bi şertê kontrola edlî hat berdan
16:44 Polîsan pankarta ku tecawizê şermezar dike qedexe kir!
16:18 Ji bo jinên girtî dest bi nobeta ‘edalet û azadiyê’ kirin
16:09 Li Gola Wanê 2 cenazeyên din jî hatin dîtin
16:05 Cendirmeyan cotkaran desteser kir DEDAŞ’ê jî trafoyan rakir
15:42 Gel li gelek bajaran bertek nişanî esker û polîsên tecawizkar dan
15:36 Li Ebexê grûbek çekdar êrişî gundiyan kirin
15:16 Polîsan li Dersimê mudaxileyî meşê kirin
15:07 Hunermendan banga ‘Hurmetê nîşanî mafên mirovan bidin' kirin
14:48 Ji bo “Hevdîtina Gelan û Baweriyan’ bang hat kirin
14:32 TJA: Em ê radestî nêzîkatiya zayendperest nebin
14:21 ÎHD 34 salî ye: Têkoşîna mafê mirovan wê bi wêrekî û hêvî bidome
14:20 Ji bo Tîmtîk û Unsal bang kirin: Bibin dengê wan
13:49 Rewşa zarokê leşker ew birîndar kirin xeternak e
13:35 Rojnameger Ayşe Guney û Berdevka TJA Ayşe Gokkan sewqî dadgehê kirin
13:28 Eskeran şivanek binçav kir
13:09 Malbatê giliyê tecawizkar kiriye lê dozgerî bûyerê piştguh kiriye
12:46 Gunay: Tu operasyon êdî nikarin AKP'ê xelas bikin
12:32 Meclîsa Jinan a HDP’ê derbarê Işik de lêpirsîn da destpêkirin
12:04 Bi çeka bavê xwe yê cerdevan xwest întîhar bike
10:20 Li Dersimê êrişî 2 rojnamevanan kirin
09:58 Jin sibê li Agiriyê dicivin
09:52 Li Dîlokê 9 kes hatin girtin
09:22 Bavê 22 sal in li kurê xwe digere: Peyarêya Kîlyosê cewhera komkujiyane
09:21 Qeyûmê Êlihê ji polîsan re dixebite
09:21 ‘Peymana Stenbolê li dijî tundiyê nexşerêya me ya herî girînge’
09:20 Piştî 10 salan beraet kir
09:19 Ji bo darazê bang kir: Em nûnerên hêviyê biparêzin
09:18 Bi çêkirina lihêfan debara xwe dikin
09:14 Bacayên binavgîn fatûrên ceyranê nepixandin
09:13 Li Bazîdê keyayek jin xwe xistiye dilê taxê