‘Xeyalên zarokên me yek bi yek pêk tên’

  • rojane
  • 09:00 20 Tîrmeh 2020
  • |
img

DERSIM – Di Komkujiya Pirsûsê de Fetî Aydin birîndar bû û kurê wî Çagdaş Aydin jî jiyana xwe ji dest da. Fetî Aydin got: “Xeyala zarokên me yek bi yek pêk tên. 40 sal jî derbas bibe em ê bibin şopdarê vê dozê.” 

 Komek qelebalix li ser banga Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) li navçeya Pirsûsê ya Rihayê kom bûbûn da ku pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibin. Serê sibeha 20’ê Tîrmeha 2015’an DAIŞ’ê li ber Navenda Çanda Amara ya li Pirsûsê bombe teqand û 33 kes bûn qûrbanî. Yek ji van qûrbaniyên teqînê Çagdaş Aydin bû û bavê wî Fetî Aydin jî birîndar dibe. 
 
Fetî Aydin ê endamê Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê ku bi birîndarî rizgar bû diyar kir ku wan ji bo bîranîna qûrbaniyan pirtûka bi navê “Lênûska Gula Sor” derxistine û heta edalet pêk were dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
'WÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’ 
 
Fetî Aydin diyar kir ku zarokên wan ji bo zarokên qada şer Kobanê kêfxweş bikin û ji bo wî bajarê hilweşiyayî bibin alîkar dixwestin ji Pirsûsê biçin Kobanê û lê xwînxwaran peşkê li çûna ciwanan xistine û ew qetil kirin e. Aydin anî ziman ku edaleta ji bo Pirsûsê edaleta ji bo her kesî ye û ew ê li ser vî esasî têkoşîna xwe bidomînin û ew ê bi têkoşîn û hevgirtinê vê neheqiyê têk bibin. 
 
‘DIXWEST PIRA BIRATIYÊ AVA BIBE’ 
 
Aydin destnîşan kir ku lawê wî Çagdaş kesek pir dihat hezkirin û ew hezkiriyê xwezayê bûye û got: “Sedema me wî li Mûnzûrê veşar jî ev bû. Beşdarî gelek çalakiyên ji bo parastina xwezayê bûbû. Ji Roboskî heta Somayê beşdarî hemû çalakiyan bûbû. Aydin got armanca lawê wî Çagdaş ew bû ku pira biratiya gelan were avakirin û sedema ku çû Kobanê jî ew bû û ew mirovek cuda bû.  
 
‘QATIL SERBEST IN’ 
 
Aydin destnîşan kir ku qatilên wan serbest hêj digerin, lê belê yên ku têkoşîna edaletê birêve dibin û parêzerên wan tên binçavkirin û girtin yanî li şûna qatilan her roj ew tên girtin. 
 
‘EM XEYALÊN WAN PÊK TÎNIN’ 
 
Aydin anî ziman ku wî hevjîna xwe Saniye Aydin ji bo bîranîna Çagdaş û hevrêyên wî ji pênûsên dostên wî pirtûka “Lênûska Gula Sor” nivîsandine û wiha got: “Em bawer nakin ku zarokên me mirin e. Xeyalên zarokên me dijîn, ew dibin pirtûkxane û dibin şitlên azadiyê. Loma ew yek wezîfeya me ye em xeyalên zarokên xwe belav bikin. Divê her kes wisa dizanibe. Bi hezaran dayik û bavên zarokan bûn xwişk û birayên me. Wê zarokên me her dem bijîn. 40 sal jî derbas bibe wê ev doz û şopandin bidome. Em bang li xelkê xwe dikin ku piştevaniya doza me ya mafdar bikin.” 
 
MA / Ayşe Surme 
 

Sernavên din

22/07/2020
15:14 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Recep Orûç berdin
14:45 Tecawizkar Mûsa O. jî gotiye ‘min alkol vexwariye’
14:28 Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîranîn
14:06 Malpera danûstandina bi kurdî: Gumgumok
13:29 Emrê wan têr nekir ku edaletê bibînin
13:11 ‘Em ê destûrê nedin ku Cemal Metîn Avcî bê efokirin’
13:02 Serokê TTK’ê Ahmet Yaramiş îstîfa kir
12:43 Tirkiye ku li Sûriye negihişt armanca xwe çav berda Libyayê
12:06 Hevşaredar Demîr ê hatibû binçavkirin anîn Amedê
11:45 Ûmût Bûlût spartin axê
11:26 Agahî ji Eylema 16 salî nayê girtin
11:18 Koçyîgît: Tetîkkêşê resen AKP ye!
11:17 Dadgehê cerdevanên ku Hamdiye Şik kuştin şandin girtîgehê
11:02 Ji bo biryara DMME’yê ya Demîrtaş serî li AYM’ê da
10:55 ‘Dewlet armanc dike ku komkujiya Pirsûsê bide ji bîrkirin'
09:30 Hevşaredara qeyûm tayînî şûna wê kirin, bi gel re dihilberîne
09:29 ‘Ceza li ser cezayê pêk tê, tecrîd li ser tecrîdê pêk tê’
09:28 Birayê wê axivî: Xwişka min bi zexta civakî hat kuştin
09:28 Bendavê felaketê aniye serê gundiyan
09:27 Piştevaniya Mor kampanya ‘Em dikevin tevgerê’ da dest pê kirin
09:09 Ji bo şandina pereyê girtîgehê 41 rûpel îdîname hat amadekirin
09:05 Ûgûrlû: Heke pêşiya Ocalan were vekirin wê Tirkiye bêhnê bistîne
09:03 Avahiyên Rûmenan en li Gîresûnê bi tunebûnê re rûbirû ne
09:01 Ocalan: Bi Lozanê xwişk û biratiya Kurd û Tirkan a dîrokî winda kirin
09:00 ROJEVA 22'Ê TÎRMEHA 2020'AN
21/07/2020
21:35 Li Tirkiyê îro jî ji ber koronayê 18 kes mirin
19:48 Hevşaredarê Êlihê Demîr hat binçavkirin
19:11 Platforma Ked û Demokrasiyê: Li şûna tecawizkaran jinên têkoşer digirin
18:00 Daxwaza berdana Oyûnlû û 2 pitikên wê hat redkirin
16:53 Qedexeya 2 hezar û 35 rojin li Wanê dewam dike, hat dirêjkirin
15:27 Dema binçavkirina 48 kesan hat dirêjkirin
14:50 AKP’ê pêşniyaza ‘medya civakî’ pêşkêşî meclisê kir
14:47 Wêneyê sercerdevanê hevjîn û zarokê xwe kuşt ê bi walî re derket holê
14:35 Ji Meclisa Ciwanan a HDP’ê kampanya ‘Bikeve tevgerê’
14:16 Cezayê girtîgehê li 32 endamên KESK'ê birîn
14:15 Sancar: Komkujiya Pirsûsê destpêka serdemekê bi xwîn bû
13:37 Parêzerê doza mexdûrên Serêkaniyê: Faîlan nediar dihêlin
13:32 Prof. Dr. Pala li ser gilîkirina Walîtiyê parastin da
13:02 Rojnameger Orûç nehat berdan
12:44 Di şewata li Çiyayê Gabarê de bi hezaran dar û devî şewitîn
12:26 Dibe ku nesla hirçên cemserê di vê sedsalê de tune bibe
12:19 ÎHD: Bi lez kesên di bin çavan de berdin
12:16 Li Merîwanê 2 kolber hatin qetilkirin
12:09 HDP'ê encamnameya 'Hevditina Edaletê' aşkere kir
11:37 101 porsipiyan ji bo îtîfaqa demokrasiyê bang kirin
11:35 Doza darizandina rojnameger Azîz Orûç dest pê kir
11:34 Dadgehê cezayê “reşkirina ekranê” rawestand
11:12 Di Edliya Edenê de şer derket
10:55 Dadgeha Mêrdînê serlêdana Ahmet Turk red kir-
Qeyûm ji bo fêda civakê erênî dît
10:28 Hevserokê berê yê SES’ê Orûç hat girtin
10:11 Cenazeyê Pinar Gultekîn a winda bû hat dîtin
09:40 42 kesên polîsan di bîranîna Pirsûsê de binçavkiribûn hatin berdan
09:28 ‘Di kuştina jinan de bi aqilê hevpar tevdigerin'
09:27 Dayikên Şemiyê 800 hefte ye li edaletê digerin
09:26 Ewilî gilî kir û pişt re jî bi çekên cerdevaniyê dayik û kur hatin kuştin
09:15 Li Şirnexê heta niha hezar û 600 kes bi koronayê ketine
09:14 Betona ku Qesra Biçûk ‘diparast’ jî hilweşiya
09:13 Hespên gundê Wezê bi nav û deng in
09:13 Bi Peymana Lozanê re şikestina dîrokî
09:12 Jiyana hîndekariya milyonek 440 hezar û 577 xwendekar di rîskê de ye
09:11 Ergezen a derhêner: Pêdiviya me ne bi asayîbûnê bi azadiyê heye
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2020'AN
20/07/2020
22:37 Li Colemêrgê 2 esker hatin kuştin
20:48 Li Tirkiyê 17 kesên din jî ji ber koronayê mirin
19:50 Li Enqere û Stenbolê gelek kes di bîranîna 33 qûrbaniyan de hatin binçavkirin
19:30 Li Çiyayê Cûdî şewat derket
19:19 KESK: 18 hezar û 100 dosya li benda biryarê ne
17:01 HDP'ê Tuma Çelîk îxrac kir
16:28 ‘Tirkiye ji bo zarok û jinan bûye welatekî talûke'
16:28 3 girtiyan li dijî 'hejmara li ser piyan' dest bi greva birçîbûnê kirin
15:41 Ji Aytaç û Tîmtîk re nameyên piştevaniyê şandin
15:26 ‘Komîsyona OHAL’ê sûc dike’
15:20 Ji Dîlokê bang kirin: Hûn nikarin HDP’ê biqedînin
14:59 KCD, DBP û HDP’ê gelê Giyadînê ziyaret kirin
14:53 Polîsan mudaxileyî malbatên xwestin daxwazname bidin Dadgeha Bilind kirin
14:21 HDP: Bila meclîs komkujiya Pirsûsê ronî bike
14:16 ‘Rêwiyên Xeyalan’ li ser gorên wan bi bîr anîn
14:07 Ji bo Tîmtîk û Unsal daxwaza edaletê kirin
13:37 Ji HDK, DBP û ÎHD’ê daxuyaniya pirsûsê
13:31 Dê HDP di 27’ê tîrmehê de li Qada Gundogdûyê be
13:04 Nameya Î.E. ku çawişê pispor tecawizê wê kiribû derket holê
13:01 Derbarê Yuksekdag de lêpirsînek nû hat vekirin
12:37 Polîsan mudaxaleyî çalakiya bîranîna Pirsûsê kirin
12:32 Birîna ceyranê birin darazê
12:19 Ji bo Rojnameger Azîz Oruç banga piştevaniyê
12:08 Di bûyera 2 kes têde hatin kuştin de, çekên cerdevanan hatine bikaranîn
11:40 Li Mêrdînê hejmara pêketiyan nêzîkî 5 hezaran bû
11:03 Li ser rêya Amed û Çewlikê qezaya trafîqê: 12 birîndar hene
11:02 Gergerlîoglu: Kesên muhafazakar bêtir sosyalist û Kurd fan kirin
10:57 Bi hatina her girtiyî re pêvajoya qarantînayê dirêj dibe
10:54 Piştî ku leşkeran gule barandin şewat darket
10:28 Cenazeyên ji Gola Wanê hatin derxistin, li goristana bêkesan hatin definkirin
10:11 Destpêkê tecawiz û piştre jî qetil kirin
09:00 ‘Necezakirina êrişkarên bûyerên zeyendî rê li ber bûyerên nû vedike’
09:00 Kovara ZEND’ê tevî zextan jî 26 sal in tê weşandin
09:00 ‘Xeyalên zarokên me yek bi yek pêk tên’
09:00 Nameyên ji dayika xwe re şandiye kirine sûc
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2020'AN
19/07/2020
20:48 Li Tirkiyê 16 kesên din jî ji ber koronayê mirin
19:35 Gunay: Em li dijî êrişên zayendî li qadan e