Girtî: Heta binpêkirina mafan bi dawî bibe wê greva birçîbûnê bidome

  • rojane
  • 10:32 24 Tîrmeh 2020
  • |
img
MÊRSÎN – Parêzerên OHD’yî çûn serdana girtiyên li Girtîgeha Aksarayê yên 8 roj in di greva birçîbûnê de ne. Parêzer diyar kir ku girtiyan ji wan re ragihandiye heta zext bidomin wê greva birçîbûnê bidomînin. 
 
Bişar Bîlen, Mehmet Fatîh Bîngol û Umît Temûr ên li Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê li dijî binpêkirina mafan û zextên li ser girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn. Greva birçîbûnê di roja 8’emîn de didome. Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) di 22’ê tîrmehê de çûn serdana girtiyan. 
 
‘BIJÎŞK RAPOR NEDA WAN’ 
 
Ji parêzerên OHD’ê Alî Bozan da zanîn ku malbatên girtiyan serî li komeleya wan dane û ew jî li ser vê yekê çûne hevdîtinê. Bozan diyar kir ku 3 girtiyên di grevê de ne jî di nav de 11 girtiyên ji roja sewqî vê girtîgehê hatine kirin ji sibatê ve mafên wan tên binpêkirin û zext li wan tê kirin. Bozan anî ziman k udi 24 û 28’ê sibatê de ji ber girtî li dijî jimartina ser pêya derketine gardiyan û leşkeran li wan daye û got: “Şopên lêdanê di laşê wan de maye. Piştî vê lêdanê girtiyan xwestine biçin cem bijîşk lê heta demek wan nebirine. Pişt re birine cem bijîşk. Bijîşk jî rapora lêdanê ango îşkenceyê nedaye wan.” 
 
HETA ZEXT BI DAWÎ BIBIN… 
 
Bozan destnîşan kir ku girtiyan têkildarî vê îşkenceya li wan hatiye kirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Aksarayê dane, piştî vê serlêdanê roja 4’ê adarê leşker û gardiyanan dîsa bi ser qawîşan de girtiye û li wan dane û got: “Wan birine hucreyên yek kesî. Bi sepana hucreya yek kesî re rûbirû mane. Girtî bi giştî sê meh û nîv di odeya yek kesî de hatine hiştin. Rojê carek wan birine cihê bêhnvedanê. Girtiyên cezayê heta hetayê li wan nehatibe birîn ne mimkin e di odeyên yek kesî de werin ragirtin.” 
 
Bozan diyar kir ku 3 girtiyan di 17’ê tîrmehê de ji ber jimartina ji pêya û zextên li ser wan zêde bûne dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirine û got: “Wextê me bi wan re hevdîtinê pêk anî greva birçîbûnê didomandin. Girtiyan ji me re diyar kirin ku heta jimartina li ser pêya û zextên li ser wan bi dawî nebin wê greva xwe ya birçîbûnê bidomînin.” 
 
'ŞALWAR Û PÊLAVÊN WAN DIKIN DILÊN RÊXISTINÊ’ 
 
Bozan anî ziman ku wan derbarê binpêkirina mafên girtiyan de gelek car serî li Wezareta Dadê û Serdozgeriya Komarê ya Aksarayê û Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê dane û daxwzname dane wan lê ev daxwaznameyên wan hatine piştguhkirin. Bozan got zextên li ser girtiyan di hiqûqê de nayê ravekirin û ji roja pandemiyê dest pê kiriye rojname nedane wan û cilên girtiyan ên di embarê de nadin wan û pêlav û şalwarên wan wek “cilên rêxistinê” tên dîtin û nadin wan. 
 
DÊ GILÎ BIKIN 
 
Bozan da zanîn ku komeleya wan vê rewşê kiriye rapor û dê derbarê mijarê de li cihên eleqedar gilî bikin û di heman demê de girtî banga hestiyariyê li raya giştî dikin. 
 

Sernavên din

25/07/2020
13:59 Kampanya ‘Têkoşîna jinan li her derê ye’ bi dawî bû
13:45 Jinên Ciwan ên PYD'ê yekemîn konferansa xwe li dar xistin
12:54 Înîsiyatifê xwest 6 girtiyên li Kirikkale bên berdan
12:53 Li Girtîgeha Panosê di avê de kurm dertên
12:37 Polîsan çalakiya 800’î ya Dayikên Şemiyê asteng kirin
12:20 Xizmên Windayan li kujerên Geren pirsîn
11:32 Hat îxrackirin, girtin û pişt re jî kirin endamê AKP’ê
11:23 Li Girtîgeha Aksarayê 2 kesên din jî dest bi greva birçîbûnê kirin
10:41 Qeyûm kolanek bi xaliçeyan raxistiye, lê kolanên din mirov ji tozê nikare derbas bibe
10:25 Li Girtîgeha Osmaniyê mafê dermankirina girtiyan tê astengkirin
10:04 Li Gêxiya Çewlikê erdhej çêbû
10:03 Li Cûdî piştî topbaranê şewat derket
09:44 Hevseroka HDP'ê dema di bin çavan de bû hevjînê wê di elehê wê de îfade da
09:20 Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Ji aliyê kesên nenas ve têm şopandin
09:08 25 sal in aqûbeta bavê xwe pirs dike: Bi zarokî dest pê kir, bi zarokên wê re didome
09:07 Pisporê Xîzmeta Civakî: Şerê tê kirin nirxên civakî hildiweşîne
09:06 Dr. Yavîç: Nexweşxane tije bûn, kesên bi vîrûsê dikevin jî dişînin malên wan
09:06 ‘Dixwazin bi tecrîdê civakê teslîm bigirin’
09:05 GIYAV: Di pandemiyê de pirsgirêkên aborî, perwerdê û tenduristiyê qewimîn
09:03 Zozanê Dûmanli ji zindîbûna xwe ya berê dûr ketiye
09:02 Geverê bêav hiştin
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:31 Gundî li dijî DEDAŞ’ê rê girtin
08:30 Gel agirê li Kerboranê bi daristanê ket vemirand
24/07/2020
21:37 Li Girtîgeha Osmaniyê 4 girtî 19 rojin di greva birçîbûn de ne
20:29 Hejmara kesên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan derket 5 hezar û 580 kesî
16:16 Li Mêrsînê çalakî û şahî hatin qedexekirin
15:10 Serokê Diyanetê Erbaş bi şûr Nimêja xutbê kir
14:53 Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurdî: Divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê
14:49 Li girtîgehên Marmarayê 2 hezar û 314 binpêkirin qewimîne
14:49 Gunay: Şerê li diji Kurdan sedema hebûna AKP'ê ye
14:16 Pêvajoya ‘çareseriyê’ xistin sarincê: 5 hezar û 365 însan jiyana xwe ji dest da
13:58 HDP li Îzmîrê bi oldaran re civiya
13:33 Komeleya Mûnzûrê ji bo Barmagiç kampanya da dest pê kirin
12:52 ICAD'ê 800'emîn hefteya çalakiyên Dayikên Şemiyê silav kir
12:51 Beriya nimêja li Ayasofyayê jiyana xelkê tevizandin
12:30 Malbatê 2 xwişkên winda dîtin
12:30 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozeriyê dan
12:04 AYM’ê ji bo Guven û Farisogullari got: Erka me tune ye
11:39 Dayikên Şemiyê çalakiya 800’î wê bi rêya online li dar bixin
10:45 Ji ber tercûman tune bû Altinmakas nekarîbû derdê xwe bêje
10:42 Ciwanan li dijî destdirêjî û tecawizê banga ‘bikeve tevgerê’ kir
10:32 Girtî: Heta binpêkirina mafan bi dawî bibe wê greva birçîbûnê bidome
10:03 Dîroknas Aydin: Çîna serdest a Tirk Lozan îhlal kir
09:44 Guhertina medya civakî ji aliyê Komîsyonê ve hat pejirandin
09:43 Li Çewligê ji bo nêçira pezkoviyan destûr hat dayîn
09:12 Bîrdal: Divê muxalefet xeteke hevpar a têkoşînê ava bike
09:11 Hewldana fîhilkirina bûyerên îşkenceyê
09:10 Ji bilî çûyîna Enqereyê tu rê li pêşiya karkerên PTT’ê nema ye
09:09 Parêzer Çerçîoglû: Peyman dide jiyîn û vekişîn dide kuştin
09:07 Li gel qedexeyê jî kesên ji kar hatin derxistin hê jî bê kar in
09:05 ‘Peymana Stenbolê ji bo civakê kevirê domîno ye’
09:04 Ne li îşkencekaran li nexweşê şîzofrenê doz vekirin
09:02 Di binçavan de bi tundî û tacîzê re rû bi rû ma
09:00 ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2020'AN
07:36 Li Milazgîrtê 2 xwişkên biçûk winda ne
23/07/2020
17:03 Prof. Akdenîz: Divê partiyên muxalif sînorkirina 'Medya Civakî' red bikin
16:38 AYM'ê serlêdana ‘Pir Baroyî' û ‘Notirvaniyê' red kir
16:18 ‘Parazvanê Heskifê Demîr serbest berdin'
16:07 Endama meclîsa şaredariyê ya HDP’ê hat berdan
15:22 Di girtîgehên Wanê de binpêkirin zêde bûn
15:11 Dadgehê daxwaza girtina kesê tecawizkar red kir
14:46 'Mucella Demîr ji aliyê hevjînê xwe yê ji girtîgehê firar kiribû ve hat kuştin’
14:40 Elîaçik: Bi dawetiyan Nimêja Înê nabe
14:25 Malbatê cenazeyê Yeşîlirmak a di peyareyên Kîlyosê de hatibû veşartin girt
14:17 Ciwan HDP’ê wek ‘navnîşana çareseriyê’ dibînin
14:12 5 salên şer: Pêdivî bi siyaseta aştiyê heye
13:33 Başaran: Tacîz û tecawizên zêde bûne, parçeyeke rêbazê şerê taybete
13:22 Ji dosyeyên berat bûne û dozvenebûne hat girtin
13:12 Komeleya Lêkolînên Kurdî ji bo kesên nebîna qursa kurdî ya online vekir
11:09 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê cardin serlêdan kirin
11:06 Di 18 salan de herî kêm 721 rojnameger hatin girtin
10:06 Kolberê agahî jê nedihat girtin li qereqolê derket: Îşkence li me kirin
09:55 Peymana Îstanbulê betal nekin pêk bînin
09:14 Tundiya polis û notirvanan ket qamerayan
09:12 Porspiyên banga tifaqa demokrasiyê kiribûn: Divê hêzên demokrasiyê bên cem hev
09:10 Çareserî Komara Demokratîk e
09:08 Peymana Stenbolê ji bo jin û zarokan canxelas e
09:06 Kirîna xwarina pitikan bûye sedema îhracê
09:05 Ji bo dengbêjiyê dîwanxaneyek ava kir
09:03 ‘Derman nadin girtiyê di hucreya yek kesî de’
09:00 Her sibehê bi dengê 200 cûre çukan şiyar dibin
09:00 ROJEVA 23'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:26 Jinek li Amedê hat kuştin
22/07/2020
20:04 Hevşaredar Demîr hat girtin
19:52 Hevserokên HDP’ê li Stenbolê bi ciwanan re hatin gel hev
19:23 Civîna MGK’ê bi dawî bû
19:08 Cenazeyê Pinar Gultekîn li Xîzanê hat veşartin
17:06 Endama meclîsa HDP'ê hat binçavkirin
16:21 Li Rezanê jinek di mala xwe de birîndar hat dîtin
15:58 Di doza cînayeta Ayşe Çeçen de parastina zayendperest kirin
15:57 Dermankirina R.O. ya ku hewl da întîhar bike didome
15:56 Karkerên ji Yozgatê hatin derxistin: Xelkê 42 gundan êrişî me kir
15:16 Piştî 200 rojan ji bo Dokû dest bi valekirina bendavê hat kirin
15:14 Platforma Tenduristiyê ya Amedê: Recep Orûç berdin
14:45 Tecawizkar Mûsa O. jî gotiye ‘min alkol vexwariye’
14:28 Kemal Turkler li ser gora xwe hat bibîranîn
14:06 Malpera danûstandina bi kurdî: Gumgumok
13:29 Emrê wan têr nekir ku edaletê bibînin
13:11 ‘Em ê destûrê nedin ku Cemal Metîn Avcî bê efokirin’