Geliyê Sefo 77 salin xwîn diherike

  • rojane
  • 11:54 28 Tîrmeh 2020
  • |
img

WAN - Di ser Geliyê Sefo re ku Helbestkar Ahmed Arîf li ser helbesta "Sî û Sê Gule" nivîsiye re 77 sal borîn. Lê hêj ne hestî hatin dîtin û ne jî destûr dide ku xizmên kuştiyan şînê bigirin. Xizmên kuştiyan ku destûr negirtin Bîrdariyê ava bikin gotin: "Ji wê rojê heta niha Kurd tên kuştin û hêj Çemê Sefo xwîn diherike."  

 
Di 28’ê Tîrmeha 1943’an de li Geliyê Sefo yê li gundên Xerapsorik, Îngizamilan û Runexwar ên girêdayî navçeya Qelqeliya Wanê bi hinceta “Sînor derbas kirin e” eskerên TSK'ê 33 gundî binçavkirin. Ji 33 welatiyan yek reviya. Bi fermana Fermandarê Artêşê yê 3’yemîn Orgeneral Musatfa Muglali, destê 32 kesan li pişt wan girêdan û înfaz kirin. Heta niha li Tirkiyeyê gelek komkujî çêbûn. Yek ji van komkujiyan jî komkujiya Gelê Sefo ye. Eskeran bi hinceta welatiyan sînor derbas kirine înfaz kirin. Di wê serdemê de Fermandarê Artêşê yê 3’yemîn Orgeneral Mustafa Muglali bi boneya li dijî dagikirina rûs derkeve dişînin herêmê. Piştî vê bûyerê Helbestkarê Navdar Ahmet Arîf li ser wan helbesta Sî û Sê Gule nivîsî. Di ser komkujiyê re 77 sal borî. Lê heta niha ne hêj ne hestî hatiye dîtin û ne destûr dide ku malbat şînê dînin. 
 
KESEK TENÊ XELAS BÛ 
 
Mufetîşê Wezareta Karê Hundir Avnî Dogan bi girtiyan re hevdîtin dike û fêm dike ku welatî bê sûc in. Lê qeymeqam û serbaz bi derewa welatiyan bi “casûsiya ev kes diçin pozîsyona me ji rûsan re dibêjin” û li mufetîş guhdar nakin. Li ser fermana Muglali di 30’ê tîrmeha 1943’an de şev nîvê şevê esker wan ji girtîgehê derdixin û radestî fermandarê tabûra tixûm dikin. 32 welatî destê wan bi awayekî girêdayî leşker wan gulebaran dikin û qetil dikin. 
Tenê kesek di bin cenazeyan de dimîne û bi awayek birîndar sax dimîne. Lê ew jî piştî demek kurt ku xwe li sînorê Îranê bicih dike jiyana xwe ji dest dide. Komkujî di rapora serokwezîriyê de cih digire. Esker jî li xwe mikûr tên û şahidiya komkujiyê dikin. Wê demê eskerekî têkildarî komkujiyê de gotibû: “Piştî 33 welatî binçav kirin mehekê di axûrê de hatin hiştin. Qeyd û bend li devê wan xistin û nehiştin biaxivin. Esker li ser wan siwar dibûn. Piştî derketim jiyana sivîlî min fêm kir ku ew bûyer çiqas kirêt bûye. Ez li wir wek robotan bûm. Li sivîliyê min xwe wek qalît û xwînmij dît. Min dît ku li eskeriyê ne mirovahî, ne ol û ne jî îman heye.” 
 
 
Eskerek ji Nîgdeyê Îsmaîl Çolak jî der barê bûyerê de gotibû “Gundiyan li erdê dirêj kiribûn. Bi fermana ‘êrîş’ bike me dest bi gulebaranê kir. Guleyên min xelas bûbûn jî lê ez hêj di pozîsyona êrîşê de bûm. Mirov li ber çavê min bêruh dirêj bûbûn. Piştî komkujiyê em bi xwendina sirûda ‘Serê çiya bi duman e’ vegeriyan Serayê.” 
 
Piştî van îfadeyên leşkeran Muglali di 1949’an de derket pêşberî dadgehê lê dadger ew berdan. Her çiqas bi cezayê darvekirinê hat darizandin jî lê dîsa nehiştin ew leşkerî û dadgeha wê demê wî parast û ew tahliye kir. Muglali di 1’ê kanûna 1951’ê de mir.  
 
NAVÊ MUGLALI LI QIŞLAYÊ KIRIN
 
Bêyî ku hesabê komkujiyê bê pirsîn piştî salên dirêj di 2004’an de navê Mustafa Muglali li qişleya Qelqeliyê kirin. Li ser nerazîbûna gel û giliyê sû cdi sala 2011’an de navê qişleyê bi navê “Şehît Astsubay Erkan Durukan” hat guhertin. Li ser komkujiya Sefo helbest û pirtûk hatin nivîsandin. Hêj cenazeyê welatiyan li herêma qedexe ya leşkeriyê ye. Li gel hemû serlêdanên xizmên wan jî hestiyan nedan wan.
 
Şaredariya DBP’ê di 2010’an de li navenda navçeyê xwest Parka 33 Gule çêbike, lê Serokatiya Serfermandariya Giştî avakirina parkê asteng kir. Li ser vê yekê şaredariya DBP’ê ya Qelqeliyê ji bo bîranîna 32 kesan ji fîgurên 33 gule logoyek çêkir. Pişt re qeyûmê tayînî şaredariya Qelqeliyê hat kirin fîgurên di logoya şaredariyê de cih digirt guherand. 
 
‘HESTIYÊN MIRIYÊN ME GURAN XWAR’
 
Welatiyê Gundê Xirabsorê Cuzeyîr Ozkaplan, di komkujiyê de 2 jê apê wê bi giştî ji malbata 15 xizmên xwe winda kirin. Niha nikarin biçin Newala Sefo miriyên xwe jî bi bîr bînin. Ozkaplan destnîşan kir ku ne tenê li Geliyê Sefo, li Geliyê Zîlan û Dersimê Kurd hatin qetilkirin  û Sêx Seîd û hevalên xwe hatin kuştin û got: "Piştî Geliyê Zîlan  Kurd li Geliyê Sefo hatin qetilkirin. Tenê li gundê me 16 kes hatin qetilkirin. Tu gunehê mirovan tune bû. Fermandar Mustafa Muglali hemû mirov kom kirin û birin li Geliyê Sefo qetilkirin. 2 mamê min û pismamê min hatin kuştin. Malbatan nekarîbû cenaze bigirin. Bi salan destûr nedan ku mirov biçin Geliyê Sefo. Sewalan hestî û bedena mirovan xwarin. 
 
Gelek xizmên wan mirovan bi salan bi heviya hestiyên wan bibînin jiyan. Lê bêyî hestiyên xizmên xwe bibînin jiyana xwe ji dest dan. Di sala 2004'an de Navê Tabûrekê kirin Tabûra Mustafa Muglali. Me doz vekir û nav rakir. Me serî li DMME'ê da, lê bi hinceta dem boriye me encam negirt. Me malbatan xwest li qadê Bîrdariyeke ava bikin. Lê destûr nedan. Di nava kesên hatin qetilkirin mirovên 90 salî jî hebûn. Heta niha gelek komkujî çêbûn Komkujiya Zîlan, Roboskî, Enqere, Suruç û gelek komkujiyên din. Bi dehan komkujî çêbûn. Lê heta niha hesabê tu komkujiyan nehatiye pirsîn. Li şûna dewlet lêborînê bixwaze û komkujiyê ronî bike, destûr nadin ku em biçin li ser hestiyên xwe duayan jî bikin." 
 
Gundiyê Êngiza Mila Mehmet Alî Ozay jî anî ziman ku li gel 3 mamê wî 7 xizmên wî di vê komkujiyê de hatin kuştin û got: “Eger sûcê van mirovan hebû çima dernexistin dadgehê. Kesên hatin kuştin hemû bê guhen bû. Sûcê tu kesî tune bû. Mamê min Îbrahim bi birîndarî xelas bû. Mamê mir neviya Îranê. Lê li Îranê jiyana xwe ji dest da. 32 kes birin Geliyê Sefo û li wir destê wan girêda û kuşt. Ji wê rojê heta niha Kurt tên kuştin. 
Yên hatin kuştin tev porsiyên gund bûn. Em Kurd in û li pey doza xwe ne. Ji Şêx Saîd heta Seyit Riza bi dihan Kurd qetilkirin. Lê Kurdan tu carî gav paşve neavêtin." 
 
DI RAPORA SEROKOMARIYÊ DE CIH GIRT
 
Di 21'ê Gulana 1951'an de di rapora Serokwezîriyê ya hêjmar 5/10-1912- 6/1637'an de cih dide rapora Tugayê. Di raporê de wiha tê gotin: “Di Tîrmeha sala 1943'an de Li navçeya Qelqeliyê  Mufetişê Artêşa Seyemîn Mustafa Muglali hat Navçeya Qelqeliyê. Di mahfela eskerî de Wahiyê Wanê Hamit Onat, Qeymeqamê Qelqeliyê Hîlmî Tuncel, Dadgerê Sulhê yê Qelqeliyê Baki Tekin, Fermandarê Tabûrê Tabur Şukru Tuter bi hevre bûn. 32 welatiyên sînor îhlal kirine, bi ermana Walî Hamit Onat ji aliyê Qeymeqamiya Qelqeliyê ve li gori Qanûna Xala 18'an a Selahiyeta Vazîfeya Polîsan hatin girtin û Teslîmî Fermandarê Tabûra Hidûd Şukru Tuter kirin. Piştre ev kes ji aliyê Subay  Nejdet Bilgez û Bilal Balî ve hatin dubeşkirin. Piştre li Geliyê Sefo piştî dest û milê wan girêdan bi guleyan kuştine." 
 
 
Têkildarî Bûyerê Serbaz Tezer piştî 6 salan dibe şahidê bûyerê. Esker wiha got: “Piştî 33 kes hatin binçavkirin. Mehekê di gomê de hatin hiştin. Zincîr li piyê wan xistin." 
 
Di sala 1949'an de Mustafa Muglali derxistin Dadgeha Eskerî. Di 23'ê Mijdara 1949'an de biryara "Bêerkbûnê" da. Piştî Dadgeha Bilind di sala 1950'an de ev biryar xera kir, Orgeneral Muglali di 2'ê Adara 1950'an de cezayê darvekirinê lê birîn. Lê cezayê îdamê ji ber temenê wî xera kirin û li şûna wê 20 sal cezayê Girtîgehê birîn. Piştre li Akademiya Tipê ya Eskerî ya Gulhane rapor stend û Muglali dîsa serbest berdan. Muglali piştre di 1'ê Kanûna 1951'an de mir. 
 
Piştî bûyerê Helbestkar Ahmet Arîf li ser komkujiya Geliyê Sefo helbest nivîsand. Helwesta Ahmet Arîf wiha ye: 
  
SÎ Û SÊ GÛLE
 
Ev çiya çiyayê mengeneyê
Dema li wanê roj davê
Ev çiya zarokê
Nemrûde dema li hember nemrûd roj davê
Aliyeki te berf digre, bergeha
Qetqase aliyeki le siccade, milkê eceme
Li seri gusiyên cemedê
Li ser avan kevokên revok
Keriyê xezalan.
û refên kewên gozel…
Mêrxasi nayê inkarkirin
Di serê yeke-yek de ew qet ne
Ketin binji hezar salan virve zilamên vê derê
Agahdarîya hatinê em ji ku der-hi bidin
Nerefê qulingane, ev
Ne koma stêrane li ezman
Dilê bi si û sê gule
Si û sê kaniyên xwinê
Na herike
 
Ji bin kas kivroskek rabû
Pist belek
Zik çil-sipi
Belengaz, ducanî kivroskekeçiyê
Dil di dev de wisa reben
Meriv tîne tobê
Tenha, tenha bûn dem
Bê qisûr. berbangeke tazi bû
Nihêri ji si û sisiyan yek
Di zik de valahiya giran ya birçitiyê
Por û rih bûne bostek
Di pêsirê de sipih.
Mil qeydkirî niheri bi milên qeydkri
Mêrxaseki kezebpola. nihêrhî
Carekê li kîvroska belengaz
Carekê li pist xwe
Filînta wî ya delal hate bira wi ku di bin balgiva wi de xeyidye,
Hate bira wi, caniya kuji desta heranê anibû
Enî bi moriyên sin û bes
Sim sipi
Beza, tolaz û reqsok,
Mehina wi ye qemer û seklawi
 
Çawa firibun li ber xozatê
Eger niha weha bê çare û girêdayi
Weha li pist wi lûleke sarya hendefan
Bêçare,
Ew dê bihata kustin
Ferman bêhêvi bu,
ÃSdi bila çavên wi, marzerikên kor
Dilê wi, teyrên berata bixwara
 
 
Ez hatima kustin
Li gelîki xalî .yê çiyê di dema nimêja sibê de
Radikevim
Di nav xwinê de bi dirêjayî…
 
Ez hatime kustin
Xewnen min ji sevan taritir
Kes napirse rewsa min
Canê min distînin , bê ecel
Nikarim têxim tu pirtukan
 
Pasaki sifre daye
Hatime kustin bê mahkeme. bê pirs
 
Kirivo, halê min eyni weha binîwise
Dibe ku bêjin riwayete
Ev ne memikên guline
Guleyen domdomê
Di devê min de wesle wesle
 
Fermana kustinê bi cih anîn.
Mije hêsin ya çiya
Û bayê sibê ye hinik û sivik
Pase li wê derê tifing daçikandin
 
Li pasilên me hûr nêrin nihêrtin
Lê geriyan.
Pista min ya sor. male kermensahê
Tizbi û qotiya min birin û çûn
Hemû ji diyari bûn ji ecemistanê
Em kirivin merivên hevin û bi
Xwin giridayê hevin
Bi gund û zevhiyên hember ve
Xinamiyê hevin,
Ji sedsalan vir ve,
Cîranê hevin mil bi mil ve
Miriskên me tevi hev dibin
Ne ji nezanîyê
Lê ji xizanîyê
Em ji pasportê dilsar bune
Ewe curmê sebeba qatla me
Asdi navê me dê derkeve bi kelesiyê,
Isatvan
Rêbir
Xayiniyê
 
Kirivo halê min eyni weha binivise
Dibe ku bêjin riwayete
Ev ne memikên guline
Guleye domdomê
Di devê min de wesle wesle
 
De lêhin lawo,
Lêhin
Ez bi hesani nayêm kustin
Di kuçikê min de, hin agirê venemiri
Ü çend gotinên min hene
Ji keser, fama re
Bavê min çavên xwe dan li ber
Ruhayê
Û sê birayên xwe ji
Sê darên spehî,
Wek sê çiyayên i emrê xwe têrnebuyi
Bûn
Ji bircan. ji giran ji minaran
Dema kiriv pismam kurên êsiran
Li hember guleyên fransiz ser dikirin
Xalê min ya biçûk, nezif
Simbêlên wi nû derketibûn
Delal
Siwarekî bas
Gotiye lêxin birano
Roja namûsê ye
Û hespa xwe rakiriye ser piyan
 
Kirivo halê min weha binivise
Dibe ku we
Sivikki riwayeti were fehm
Em ne memikên guline
Guleyê domdomê
Di derê min de wesle wesle
 
MA / Dîndar Karataş 
 

Sernavên din

28/07/2020
13:58 Dersim Konak nehat berdan
13:46 Ji Kalin daxuyaniya Ayasofya û xîlafetê
13:34 Mensûr Işik 2 salan ji partiya xwe hat dûrxistin
13:24 Platforma Demokrasiyê: Peymana Îstanbul dide jiyandin
13:06 Dadgehê girtekên binçavkirina Temo xwestin
12:18 Bexçeyê qeyûm hişk bû
11:57 Li Mînbîcê êrîşa bi topê: 3 jê zarok 6 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn
11:55 Li Lîcê agir bi daristanê ket
11:54 Geliyê Sefo 77 salin xwîn diherike
11:43 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
11:42 Bi sendelya bi teker gehişt Dêrsimê
11:34 Walîtiya Dîlokê jî çalakiyan qedexe kir
10:52 Welatiyên ava wan hat birîn rê li trafîkê girtin
10:01 Ewlekariyê hemû çalakî û bername qedexe kirin
10:01 Dûrna: Pir zehmet e ku desthilat şîrketên medya civakî bike bin kontrola xwe
09:32 Prz. Eroglu: Tirkiye ji bo jinan welatekî talûke û bê ewle ye
09:28 Li Esenyûrtê şewat: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:05 Li Dersimê berteka ‘îhaleyê’: Dawiya nêçîrvaniyê bela ye jê vegerin
09:05 ‘Bêcezahiştin wêrekiyê dide faîlên tacîz û tecawizê'
09:04 Malnişîn: Mûçeyên me dihelin, em nikarin debara xwe bikin
09:04 ‘Divê polîtîkayên navenda wan zarok bin bên afirandin’
09:03 Li Mêrdînê pergala tenduristiyê têk çû
09:03 Banqa Ziraatê cotkaran xapandin!
09:02 Nîşeyên 40 hevdîtinên Ocalan di doznameya KCD’ê de ne
09:02 Girtiyê nexweş di hûcreya yek kesî de tê girtin
09:01 'Betalkirina Peymana Îstanbul ne karê aqilan e'
09:01 Parêzer Ûçar: Wan veguherî gora penaberan
09:01 Dîsa cejn hat û dîsa têcirên Wanê bi gazin in
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2020'AN
27/07/2020
21:16 Zilam keç û hevjîna xwe kuşt
19:51 Meclisa Ciwanan a HDP’ê bal kişand ser tecrîdê
19:14 Demîrtaş û Yuksekdag dîsa nehatin berhdan
19:03 Parêzerên di rojiya mirinê de sewqî ATK'ê kirin
15:52 ÎHD: 19 girtî mirin
15:45 Şewata li Hewêlê hat vemirandin
15:39 Zilamekî tayînî Midûriyeta Polîtîkayên Malbat û Jinan kirin
15:22 Jinan bersiv da dewletan
14:49 Dozgîn Temo sibê cara duyem derdikeve pêşberî dadger
14:33 Siyasetmedarên Norveçî banga piştevaniya HDP'ê kirin
14:27 ‘Jinên sosyalîst berdin’
13:44 Ûca ya HDP’î: Êzidiyê winda Abdo Killî li ku derê ye?
13:39 HDP'ê li diji daxwaza pêşnûma Medya Înternetê şerh danî
13:24 Ji bo dîtna cenazeyê welatiyê fetisî lêgerîn didome
13:02 Girtî û hikumxwar wê du caran hevdîtin pêk bînin
13:01 Nexweşê Covît-19'an ê li 5 bajaran cih nedît mir
12:31 TSK'ê di êrîşa hewayî de li Amediyê 2 sivîl kuştin
12:18 Bavê Pinar Gultekîn: Min qet ne difikirî ku ev bûyer bê serê min
12:08 Çiyayê Cûdî tê topbarankirin
11:27 Li 3 bajaran operasyona leşkerî dest pê kir
11:24 Li dijî bêhiquqûyê bi sendeliya bi teker dest bi meşa Dêrsimê kir
11:07 Du raporên cuda didin welatiyê êşkence lê hatiye kirin
10:28 Li Mêrsînê wesayîta leşkerî qulipî: 6 mirî hene
10:11 Ji Waliyê Rihayê parastina koronayê: Bajarekê hez ji hev dikin e
09:52 Prz. Dîlan Kunt: Vekişîna ji Peymana Îstanbul dê tundiyê zêde bike
09:01 Birîna daran a li Cûdî gihîşt berwarê bajar
09:01 Pêşî Wan pişt re Mêrdîn: 400 kesî kirin endamê AKP’ê
09:00 Ji amediyan şîroveya aboriyê: Moralê me sifir e
09:00 Testa wî negatîf derket lê ew kirin nav pêketiyên coronayê
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2020'AN
07:26 Qanih: Ji ber bombebarana TSK'ê 440 gundên Başûrê Kurdistanê vala bûne
26/07/2020
20:13 Balefirên Tirkiyeyê li Bamernê wesayîtan bombebaran kirin
19:42 Kesê ku ket çemê Dîcleyê winda bû
17:47 Li Nisêbînê cenazeyek hat dîtin
17:20 'Heta Peymana Îstanbul têkeve meriyetê em ê li qadan bin'
17:12 Komîsyona Jinê ya DBP'ê: Em qet gavan paşve naavêjin
16:21 Jinan li Beyrûdê Weqfa Jîn vekir
16:02 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Zext nikarin têkoşîna me asteng bikin
15:47 'Em destûr nadin Peymana îstanbul betal bibe'
15:30 HDP, beriya hevdîtina foruma li Gundogdu bi jinan re civiyan
15:00 Agirê li Sêrtê bi daristanê ketiye belav dibe
14:23 Rêxistinên jinan binçavkirina jinên ESP'î şermezar kirin
13:45 Li Farqînê keyayek ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da
13:20 Ji ber Tirkiye ava Firatê qut dike zarokên li Til Temîrê nexweş dikevin
12:59 Li Serêkaniyê teqîn: 8 kes mirin, 19 jî birîndar bûn
12:57 ESP’ê binçavkirina jinan şermezar kir
Binçavkirin, êrîşa nasnameya jina azad e
12:25 Meclîsa Jinan a HDP'ê binçavkirina jinan şermezar kir
10:51 Dag li ser giliyê malbatên li pêş HDP'ê rûniştine binçav kirin
10:38 Polîsan Hevseroka Giştî ya ESP'ê û endamên SKM'ê binçav kirin
10:07 'Yê Tirkiye derxe ronahiyê Ocalan e'
09:10 Nûnera KCDAP Onder: Erka siyasetmedaran ne weşandina peyamên sersaxiyê ye
09:09 Rojnameger Denîz: Tirkiye bi çekên kîmyewî û qedexe li Heftanînê şer dike
09:08 14 rêveberên qeyûm ji ber nelirêtiyê ji peywirê hatin girtin
09:07 Kuafor alîkariyê dixwazin
09:05 Kesên alîkariya pandemî girtin kirin endamê AKP’ê
09:03 Berê rêya betlaneya xwe bidin Wanê
09:02 ‘Jin di xwezayê de’ bi muzîkê re gihiştin hev
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2020'AN
25/07/2020
22:01 Li cihê xwest lê xwarinê bixwe rastî tundiya polîsan hat
20:40 Şewata li Cûdî rû da dewam dike
20:23 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyan 225 hezarî derbas kir
20:07 Kiliçdaroglû dîsa bû Serokê Giştî yê CHP’ê
19:51 3 mirovên Şemiyê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:38 Li Bedlîsê li qada daristan şewit derket
19:26 Li Şirnexê sewqiyeta maşîneyên zirxî
16:43 Endamên Meclîsa Şaredariya Tûşbaye ji wezîfeyê hatin girtin
16:02 Qeyûmê Sêrtê Mala Şînê kir Ocaxa Mengî
15:18 ‘Qadên azadiya jinan her berfireh bûn komkujî jî zêde bûn’
14:59 Aqubeta Gulunay ê 28 salin winda ye pirsîn
14:53 Li Amedê nexweşxane têje bûn: Di 2 rojan de 20 kedkarên tenduristiyê bi koronayê ketin
14:09 'Eger îro jin bi hevre têdikoşin bi xêra Birêz Ocalan e'