Dîmenê keştiya bû gora 61 penaberan derket holê

img
WAN - Dîmenê keştiya li Gola Wanê bû gora 61 penaberan derket holê. Derket holê ku 15 deqîqe beriya keştî noqî avê bibe dîmen hatine kişandin. 
 
Komîsyona Koçberî û Îltîcayê ya Baroya Wanê rapora têkildarî keştiya di 27'ê Hezîranê de noqî avê bû amade kiriye aşkere kir. Komîsyonê dîmenê keştiya penaberan a beriya noqî avê bibe hatiye kişandin parve kir. Di keştiyê de 61 penaber di golê de xeniqîbûn. Baroya Wanê rapora der barê keştiyê de aşkere kir û dîmenên beriya keştî noqî avê bibe hatine kişandin parve kir. Derket holê ku 15 deqîqe beriya ku keştî noqî avê bibe dîmen hatine k
 
Baroya Wanê rapor li Salona Konferansê ya Tahir Elçî bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve kir. Li ser navê komîsyonê Endamê Komîsyonê Parêzer Mahmut Kaçan rapor aşkere kir. Di civînê de Berpirsiyarê Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan ê HDP'ê Umit Dede, Parlamentera HDP'ê Muazzez Orhan Işik û rêveberên Odeya Tabîban amade bûn. 
 
DÎMENÊN DAWÎ PARVE KIRIN
 
Endamê Komîsyonê Prz. Mahmut Kaçan dema rapor parve kir, dîmenên ji keştiyê hatine kişandin û beriya keştî noqî avê bibe 15 deqîqe berê hatine kişandin parve kir. Di dîmen de derket holê ku penaber di qata jêr a keştiyê de rawestiya ne û xwe bi hev girtine. 
 
TESBÎTÊN HATIN KIRIN
 
Tespîtên ku komîsyonê kirin wiha ne: 
 
"* Bûyer di 27.06.2020'an de pêk hat. Lê li gorî me têkiliya vê bûyerê û bûyera 26.12.2019'an a li Elcewazê pêk hat girêdayî hev in. Dîsa têkiliya faîlan jî bi hevre heye. 
 
* Di rapora ku me nivîsî heta ku rapor hat amadekirin li Gola Wanê cenazeyê 61 kesan hat dîtin. Van mirovan di encama qezayê de jiyana xwe ji dest nedane. Bûyer bi zanebûn û qest e. Divê bûyer wekî qeza neyê destgirtin. Wekî kuştinabi qest bê zanîn. Keştiya ku 17 kesan bar dike di şertên dermiroviyê de mirov bar kirine. 
 
*Di bûyerên bi vî rengî de daraz bê liv û tevger dimîne û temaşe dike. Polîtîkayên becazabûnê rê li pêş van komkujiyan vedike. 6 meh berê jî bûyer pêk hatibû û 7 penaberan jiyana xwe ji dest dabûn. Têkildarî bûyera li Elcewazê pêk hat jî wekî qeza hatiye destgirtin û 7 meh borîn lê hêj îdeaname nehatiye amadekirin. 
 
* Koçberiya penaberan a li ser Gola Wanê demek dirêj e bi keştiyên masîvanan tê kirin. Welatiyên li herêmê dijîn van agahiyan baş dizanin. Lê çawa dibe ku agahiya rayedaran ji vê trafîkê tune ye. 
 
* Ji ber li herêmê demek dirêj pevçûn heye, li ser sînorê Îranê bi taybetî piştî kalekoll hatin avakirin û balafirên bê mirov li herêmê digerin, çawa çê dibe koçber bi komî sînor derbas dikin. Ev kom çawa heta Wanê bê pirsgirêk tên. Ev balkêş e. 
 
* Dîsa di navbera Wanê û Bajarên din de 24 saetan esker û polîs nobetê digirin. Ji ber vê yekê penaber û koçber rîskê didin ber çavan û xwe li mirinê diqelibînin. Penaberên li van nokteyên kontrolê tên girtin jî daxwazên wan ên parastin û stariyê li ber çavan nayên girtin. Piştî demek dirêj li van kampên vegerê tên girtin dîsa wan dersînor diin.
 
* Wekî tê zanîn Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (BMMYK-UNHCR) di sala 1997'an de li Wanê ofisa qadê vekir. Bi vê ofîsê kesên nû dikevin Tirkiye û li qadê digerin dixin bin qeydan. 
BMMYK di îlona 2018'an de xebatên penaberan a Wanê dewrî Tirkiyeyê kiriye û ofîsa qadê girtiye. Di vê komkujiya komî de bêdengiya BMMYK û Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) balkêş e. 
 
* Di şexsê Wanê de ji ber bê pergaliya stariya koçberiyê, bûye têkoşîna li dijî koçberiyê û penaberên li ser sînor û derve tên girtin daxwaza wan a penaberiyê nayê qebûlkirin. 
 
PÊŞNIYAR 
 
Pêşniyarê komîsyona Baroyê wiha ne: 
 
“* Divê Serdozgeriya Komarê ya Wanê  bûyera di 27.06.2020'an de li Gola Wanê pêk hat u bûyera li Elcewazê pêk hat bi hev girê bide. Dozgerê Elcewazê bi hevre vê dozê bişeşînin. Divê lêpirsîn li gorî xala 2'an a PMME'ê yê mafê jiyanê û xala 82'an a TCK'ê ya sucê kuştina mirovan bê meşandin. 
 
* Divê têkildarî bûyerê lêkolîn û lêpirsînek serbixwe û bê alî bê meşandin. 
 
* Divê dawî li polîtîkayên bêcezakirinê bînin û vê meseleyê nekin bazirganî. 
 
* Tivê komara Tirkiyeyê fikara erdnîgariyê ya Peymana Neteweyên Yekbûyî bi dawî bike. Divê polîtîkayên ewlehiyê zelal bimeşîne. 
 
* Divê li Wanê di nokteyên lêgerin û kontrolê de nokteyên ku penaber serî lê bidin û mafê stariyê bixwazin bên avakirin. 
 
* Divê der barê personelên li ser sînor peyvirê dikin, hebûna malê wan bê lêkolînkirin. Divê kesên li nokteyên kontrolê peyvirdar bi rêk û pêk bên perwerdekirin. 
 
* Divê venertina li ser gola wanê bêtir bê zêdekirin. 
 

Sernavên din

07/08/2020
14:17 154 kes di teqîna li Beyrûdê de mirin
14:07 HDP: Li dijî Covît-19 tedbîrên xwe bigirin
13:49 Êzidî li Êzidxanê Cejna Kombûnê pîroz dikin
13:46 SOHR: Tirkiyeyê noqteyên hêzên hikumeta Sûriyê topbaran kir
13:14 ‘Bi kepçeyan dikevin navenda baweriyê'
13:03 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:00 Parêzera Komaleya Rosa îfade da
12:59 ÎHD'ê rapora Girtîgeha Mereşê aşkere kir: Girtî di tecrîda giran de ne
12:30 Malbat 600 hefte ne ji bo edaletê li ber xwe didin
12:03 Berdevka HDP'ê Gunay: Tirkiye kirin Îmralî
11:43 Parêzera Ocalan Turgut: Divê CPT rêbazek bi bandor pêş bixe
11:21 3 girtiyan li Girtîgeha Xarpêtê dest bi greva birçîbûnê kirin
10:20 Xebatkarên ODTU yên ketibûn grevê bi ser ketin
10:19 Ji bo Doku dîsa dest bi lêgerînê kirin
09:58 Maşîna karkerên zeviyê qulipî: 20 karker birîndar bûn
09:53 Cotkarên Mêrdîn ji ber DEDAŞ'ê garis neçandin
09:05 Ferhat Tepe tim 19 salî ye: Êş, heta hetayê ye
09:05 Banga Porspiyan: Guh bidin danezana 'hawariya' ji bo welêt
09:04 Şêniyên Mûnzûrê: Em ê nehêlin proje pêk bê
09:00 ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2020'AN
08:06 13 endamên Meclîsa Ciwanên HDP'ê bi lêdanê binçav kirin
06/08/2020
21:24 Berteka Tirkiyeyê ya ji bo peymana behrê ya di navbera Yûnanîstan û Misirê de
20:49 14 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:24 Îhmalkariya nexweşxane û qereqolê: Kesek mir, yek jî birîndar bû
16:15 Tecawîzkar ligel rapora nexweşxanê jî hat berdan
14:17 Li Cizîrê kurdî qedexe ye!
14:12 Rêxistina Efûyê: Girtî di şertên tirsnak de dimînin
14:01 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
13:46 Li cîhanê hejmara pêketiyên covid-19’ê 19 milyonî derbas kir
13:41 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Rapora CPT têr nake divê îşkenceya li Îmraliyê bi dawî bike
13:34 AKP’ê îstîfaya serokên xwe yên navçeyên Amedê xwest
12:45 Dolar derket 7.17'an
12:29 Piştî jina li malê hat kuştin HDP kirin hedef
12:24 Demîrtaş: Binyadeke xwe di nava dewletê de birêxitsin kiriye, planên xwe bi cih tîne
11:40 Li Amedê tedawiya koronayê: Dema rewş xedar bû li 112 bigerin
11:01 Walî gelê Dersimê kir hedef
10:52 Ez 5 deqîqeyan dereng hatibûma dê hemû sewalên min şewitîbûna
10:10 Xebata lêgerîna Gulîstan Dokû wê sibe dîsa dest pê bike
10:00 Aborînas Ûlûsoy: Wê deynê derve bibe deynê civakî
09:36 Pektaş ê di greva birçîbûnê de: Ezê çalakiya xwe dewam bikim
09:34 Dr. Kiran: Unîteyên Venêrtina tijî bûne
09:03 RMM: Ji 2011'an heta niha 464 welatî bi guleyên eskerên Tirkiye hatin kuştin
09:03 Der barê nûçeya tecawizê de lêpirsîn
09:02 Bijîşkan hişyar kir: Ku tedbîran negirin dê bedêl giran be
09:02 Qedexeya li Wanê di roja 1355'an de ye: Armanc bêdengkirina muxalifan e
09:02 Yolerî: Dixwazin xespkirina mafan mayinde bikin
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2020'AN
08:15 Jinên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
05/08/2020
20:50 Hezar û 178 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
16:33 Malbata Ozçalimli yê li eskeriyê mirî hat dîtin gilî kir
16:17 Endamên Grûp Yorûm di dema prova dikirin de hatin binçavkirin
16:10 Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê: Bila kuştina eskeran bê ronîkirin
15:58 TTB: Em ê dest ji Peymana Stenbolê bernedin
15:45 Maşînê Zirxî ketin kaniyên ava Munzurê
15:35 Koç ê ji doza Nisêbînê girtî ye, 7 rojin di grevê de ye
15:29 Hejmara nû ya Jineolojiyê derket
15:15 Qedexeya li Wanê hat dirêjkirin
15:14 DFG’ê rapora tîrmehê aşkere kir: Dozger li 3 rojnamegeran doz vekir
15:01 Li Heftanînê şer: 2 cerdevan hatin kuştin
14:41 Li Rihayê Komkujiya Şengalê hat şermezarkirin
14:36 Malbata Aksoy cenazeye keça xwe ya Rojnameger li Mêrdînê defin kirin
14:11 Li Amedê ji bo qeydên îmam hatîbê civîna veşarî hatiye lidarxistin
13:47 Xebatên lêgerîna Mîraç 6 rojin dewam dikin
13:22 Dîmenê keştiya bû gora 61 penaberan derket holê
13:13 Zilaman li Amedê 2 jin bi giranî birîndar kirin
12:20 3 mehin ambargoya avê ya Tirkiyeyê dewam dike
11:57 Roja 17 kes li Tirkiye bi Covît-19 mirin li Amedê 8 kes mirin
11:28 CPT'ê rapora 2019'an nû aşkere kir: Hefteyê 159 saetan di tecrîdê de ne
11:09 Bajaroka Pazarcixê xistin karantînayê
10:34 Biraziyê Baykara Walî derewand: Ji bo bimire eskeran ew kişand pişt komên gihayê
10:09 Endamê meclîsa şaredariyê yê HDP’î hat binçavkirin
09:57 Zilamê tundî li hevjîn û zarokên xwe kir hat berdan
09:30 Li Hewêlê 20 hektar erd şewitî
09:02 'Sedema şewata daristanan politîkaya ewlehiye ya AKP'ê ye'
09:02 Bihara jiyanê çava vedigere zivistanê?
09:01 DAD: Cihwarên pîroz divê wekî xwe bimînin
09:01 Hunera xwe li ser asasê dijî asîmlasiyonê îcra dikin
09:00 Piştgiriya ji bo danezana ‘101 Porspiyan'
09:00 ROJEVA 5'Ê TEBAXA 2020'AN
08:38 Di teqîna Beyrûdê de herî kêm 100 kes mirin
04/08/2020
21:03 Hezar û 83 kesên din jî bi şewba Covîd-19'ê ketine
19:02 Li Beyrudê teqînek mezin rûda
18:51 Heyeta KCD û HDP'ê malbata esker ziyaret kirin
17:46 Îdeaya Waliyê Wanê: Îranê Baykara kuşt
17:35 Dayikên Aştiyê: Daxwazên Tîmtîk û Unsal qebûl bikin
15:35 Parêzeran biryara dadgehê ya ji bo Tîmtîk û Unsal îtîraz kirin
15:27 Baykara yê eskeran kuşt hat definkirin
15:26 Li Amedê bijîşkek ji koronayê jiyana xwe ji dest da
14:57 Li gorî rapora pispor Dokû xwe neavêtiye avê
14:15 Budak ê li Pirsûsê hat qetilkirin bi bîr anîn
14:14 S.E. ya hevjînê wê tundî lê kiribû, wê doza berdan û tundiyê veke
13:59 ATO: Li Enqereyê rojê nêzî 1000 kes bi şewbê dikevin
13:53 Parlamenter Ûca firotina weke kole ya jinên êzidî bir rojeva meclisê
13:26 HDP: Eskerên bi guman tên kuştin piranî Kurd in, ma ev tesaduf e?
13:16 Gumana 3 girtiyên astengdar bi koronayê ketine
13:13 Şaredariya HDP’ê çand, qeyûm xwar û kir malê xwe!
13:01 Li Meletiyê erdhej çêbû: Herêm hejiya
12:35 Leşkeran li Ebexê welatiyek kuşt
12:29 32'yemîn Hêjmara Kovara Moderniteya Demokratîk derket
11:51 Li 5 gundên Dihê qedexeya derketina derve