Saziyên Kurd nezîkbûna Turk Telekomê ya li hemberî Kurdî şermezar kirin

  • rojane
  • 13:30 24 Tebax 2020
  • |
img

STENBOL - Saziyên ku li ser zimane Kurdî xebatan dimêşînîn, li ser nezikbûna Turk Telekome ya li hemberî zimanê Kurdî şermezar kirin û wiha gotin: “Em daxwazê ji saziyên bazirganî, fermî û hwd. dikin ku xizmeta bi Kurdî jî pêşkêş bikin û pir-zimaniyeke li gorî rastiya qada xebatên xwe bidin pêşiya xwe.” 

 
Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avesta , Komeleya Lêkolînên Kurdî, Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çand û Hunerê (Dîsa-Der), ji bo nêzîkbûna nûnertiya Turk Telekomê y li hemberî Kurdî û li ser daxuyanîya Turk Telekomê, daxuyanîyeke hevpar parvekirin. 
 
Daxuyaniya saziyan wiha ya: “Weke saziyên ku ji bo zimanê Kurdî xebatê dikin, me pêwîst dît ku em raya giştî ji wê helwesta dij-Kurdî ya xebatkarek ji xebatkarên Turk Telekomê û piştre jî helwesta înkarkar a ku Turk Telekomê wek saziyek li dijî zimanê Kurdî di encama vê bûyerê de nîşan da, agahdar bikin.
 
‘POLÎTÎKAYÊN ASTENGKİRİN, QEDEXEKİRİN BERDEWAM İN’
 
Piştî avabûna netewe-dewletên ku li ser Kurdistanê desthilatdar in, polîtîkayên asîmîlasyonîst û tunekirinê li hemberî zimanên gelên di bin desthilatdariya van dewletan de tundtir dibin. Hê çend hefte berî niha li navçeya Sûra Amedê ji hêla jendermeyan ve xwendina mewlûda Kurdî hatibû astengkirin. Di gel vê yekê, dewleta Îranê ji bo her saleke hînkirina zimanê Kurdî salek cezaya zîndanê û bi giştî 10 sal cezaya zîndanê li mamosteyeke zimanê Kurdî birî. Ev bûyer nîşan didin ku polîtîkayên astengkirin, qedexekirin û kirîmînalîzekirina zimanê kurdî hîna berdewam in.
 
ÇİMA NAVÊ KURDÎ HİLNEDAYE 
 
Her sazî û kesa ku xwestiye li dijî vê polîtîkaya asîmîlasyonîst derkeve, bi hincetên curbicur ên wekî ‘tehrîk û teşwîqkirina gel li hember dewletê’ hatine tepisandine û ceza li wan hatiye birîn. Her ev hinceta navborî çi tesaduf e ku di daxuyaniya Turk Telekomê de xwe nîşan da ku raya giştî wê wek saziyeke bazirganî dizane û ew bi xwe jî angaşt dike ku ‘bi dirêjahiya temenê xwe yê 180 salî tu cudahî nexistiye navbera dîn, ziman û nijadekê.’ Eger bi rastî jî ev angaşta vê saziyê rast be, çima Turk Telekom di daxuyaniya xwe de qet navê Kurdî hilnedaye û heta niha tu xizmeteke xwe bi zimanê Kurdî çênekiriye ku 30 mîlyon Kurd pê diaxivin li qada wê ya xizmetê?
 
Vê bûyerê careke din nîşanî raya giştî da ku helwesta înkarkirin û qedexekirina Kurdî çi ji hêla saziyên bazirganî ve be çi ji hêla saziyên fermî yên dewletê ve be hîna jî li dar e. Em wek sazî vê helwesta kirêt şermezar dikin.
 
XEBATÊN XWE BİDİN PÊŞİYA XWE 
 
Bi vê boneyê em careke din gelê xwe û raya giştî ya Tirkiyeyê ji vê helwesta înkarkar û qedexekar agahdar dikin û daxwazê ji saziyên bazirganî û fermî û hwd. dikin ku xizmeta bi Kurdî jî pêşkêş bikin û pir-zimaniyeke li gorî rastiya qada xebatên xwe bidin pêşiya xwe.”

Sernavên din

27/08/2020
10:49 Yuksekdag: Em dikarin bi piştevaniyê Tîmtîk û Unsal bidin jiyîn
09:53 Mafê tenduristiyê yê girtiyan ji wan hatiye girtin
09:04 DÎSKÎ’yê cardin heqê avê biha kir
09:04 5 zilaman tecawizî wê kir, gilî kir, lê derbarê yekî de jî tiştek nehat kirin
09:04 Lêpirsîna derbarê mirina şivan Şen de 482 roj in bi dawî nebûye
09:03 Derbarê xwendekara ku tev li çalakiya Pinar Gultekînê bû de lêpirsîn hat destpêkirin
09:03 Qeyûm bi milyonan pere daye polîsan
09:03 Kar û bar pir e, lê heqdest hindik e
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2020'AN
26/08/2020
21:28 Hinceta der barê berdana Çawîşê Pispor de: Bi rizaya her duyan bûye, sûcek berbiçav tuneye
19:46 Koca: 20 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:42 Bavê Îpek Erê: Em ê bêdeng nemînin
18:17 Hevserokê HDP'a Mûşê Yîgît hat girtin
16:54 Bavê Nurbarî ya hat kuştin: Min gilî kir, lê rayedaran tiştek nekir
16:06 Guven: Em hemû hev re dikarin rêveberiyek demokratîk biafirînin
15:38 Cenazeyê Gurkan ê HPG’î spartin axê
15:33 Rêxistina HDP'ê ya Rihayê bernameya 1'ê Îlonê aşkere kir
15:32 Ozturk: Muxatabê çareseriya kêşeya kurd birêz Ocalan e
15:10 Rêxistinên rojnamegeran bertek nîşanî ferzkirina 'sîxuriyê' dan
Xebatên rojnamegeriyê terorîze dikin
13:47 Parêzerê malbata Er: Dadgeh pir bi lez û bez tevger dike
13:15 Dê ji bo 1’ê Îlonê li Sûrê ‘zincîra aştiyê’ pêk were
13:13 Rêxistinên jinan: Em bi hêrs in, bila Musa Orhan bê girtin
12:37 Aydenîz: Plana çalakiya me li dijî faşîzmê bêhnstendin e
11:51 Dadgerê ku Çawişê Pispor berda mehek berê wezîfeyek nû xwestiye
11:40 Başaran: Derket holê ku kî tecawizkar diparêz e
11:39 YBŞ: Êrîşa SÎHA ya li dijî Şengalê konsepta nû ye
11:37 ‘Me berdana Orhan ji daxuyaniya Soylû fêm kir’
11:07 Zanîngeha Artûklûyê lêpirsînê piştrast kir û nûçeyê kir hedefa xwe
11:00 Baroya Sêrtê dê berdana tecawizkar Musa Orhan îtîraz bike
10:39 Polîs gefa 'Bombe diteqin tu vê berpirsiyariyê digire ser xwe' li rojnameger xwar
09:58 Li Êlihê zêdebûna koronayê: 7 nexweş li ber dorê mirin
09:52 Romana 'Çerxa Xedar' heqîqetê ronî dike
09:16 Çawîşê Pispor ê bû sedema kuştina Îpek Er serbest berdan
09:05 Ev gund, bi salan e bê av e
09:05 Ozgur: Sedema propagandaya di ser gaza xwezayî re tengijandin e
09:05 Wexta berhevkirina îsotên Rihayê ye
09:05 Prof. Dr. Saîp: Bijîşk dixwazin biçin derveyî welêt
09:04 Dayika girtiya nexweş: Keça min terkî mirinê kirin e
09:04 Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek dest bi qursên xwe kirin
09:04 Ji ber ku dozger bi destûr e, cenaze nadin malbatê
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2020'AN
07:41 80 penaber noqî deryayê bûn
01:45 Ûca: Ên Çawîşê Pispor Orhan diparêzin, dixwazin wî bidin berdan
25/08/2020
20:13 Hevseroka HDP’ê ya Rêzanê Kavmaz hat girtin
20:00 24 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine û 1502 kes jî pê ketine
18:57 Seredenên KCD û DBP'ê yên li Mêrsînê didomin
18:19 Bang li Turk Telekomê kir: Sansûrkirina zimanê zikmakî cudakariya etnîkî ye
17:02 Ji bo Tîmtîk û Unsal dem nema
17:02 Li Amedê ajokarê dolmîşê ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da
15:47 Polat bang li Wezîrê Karên Hundir kir: Kî dixwaze nuçegîhanê me bibe sîxur?
14:38 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Jehr bi civakê dan vexwarin
14:21 ÎHD: Bila çalakgerên Kolana Yukselê werin berdan
14:13 Guven: Berê dema partî ava dikirin diçûn Qebra Ataturk, niha diçin Amedê
14:00 Li Zanîngeha Artûklûyê lêpirsîna nepen: Wesayît ji bo malbata rektor hatiye tahsîskirin
13:27 Li Amedê polîsan sîxurtî li rojnamegerekî ferz kir
12:24 Xwebûn bi hêjmara 36'an li benda xwendina we ye
12:07 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:36 Danişîna parêzera malbatên Pirsûsê Sevda Çelîk 27'ê Tebaxê ye
11:06 Malbatên Yîgît û Ekîncî 77 rojin li benda encama testa DNA’ya ne
11:03 Turkdogan: Pêwîste Wezîrê Dadê ji bo her du parêzeran bikeve dewrê
11:02 Du xwişk û birayên nexweş: Tedawî, derman û paqijî tuneye
10:05 Cenazeyê Ramazan Ûgûrlayan ê HPG’î spartin axê
10:04 ‘Ne mizgînî ye, karesat e’
09:24 Gergerlîoglu: Mirina girtiyên nexweş cînayet e, faîlê vê dewlet e
09:02 Li Kerboranê dema behîvan dest pê kiriye
09:02 Wê der barê cisma ku di nava lepê kurê wan de teqiya gilî bikin
09:01 'Halê cotkaran ne tu hal e'
09:01 Welatî dipirsin: Em ê çawa debara xwe bikin?
09:00 'Nêzî sersalê wê îflas dest pê bike'
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2020'AN
08:15 Aso Şikal: Ji ber bombebaranên TSK'ê 200 hezar dar telef bûne
24/08/2020
21:26 Malbatan cenazeyên Gurkan û Ûgûrlayan wergirtin
19:51 Hezar û 443 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
19:14 KCD û DBP'ê seredana esnafên Şemzînanê kirin
16:59 Polîsan mudaxileyî çalakiya ji bo Tîmtîk û Unsal kirin
16:51 Li Amedê 476 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin
16:11 Parêzerên Îpek Er giliyê Mûsa Orhan kirin
15:37 Dayika Îpek Er bersiva Soylû da: Wê çaxê çima hûn nehatin vir?
15:17 Bûldan: Yên pirsgirêka kurd çareser neke, e wê belav bibin
15:07 Wêneyê ku xelat wergirt aydê rojnamevanek din derket
14:26 Meclîsa Jinan a DTSO’yê berdevka xwe ya nû bijart
13:30 Saziyên Kurd nezîkbûna Turk Telekomê ya li hemberî Kurdî şermezar kirin
13:19 Li Çiyayê Gabarê şivanek hat kuştin
12:55 Ozturk: Bi lez pêdiviya Tirkiye ji aştiya bi rûmet heye
12:43 Nobedar pêl stuyê wî kir, polîs jî bi pehînan lêxist
12:30 Ji ber vîrûsê 2 şaxên PTT'ê hatin girtin
12:04 Ji bo qanûna bingehîn a Sûriyeyê pêşniyar: Bila gel qanûna bingehîn binivîsin e
11:35 Bernameya 1'ê Îlonê ya Mêrdînê aşkere kirin
11:28 Di lehiya Giresunê de 7 kes mirin û 9 kes winda ne
11:14 Malbatên çalakgeran bang kirin:
Bê navber îşkence dikin
Em banga piştevaniyê li hemû dostên xwe dikin
10:37 HDP: Bila Giresûn û derdora wê weke herêma afetê bê îlankirin
10:20 Pirtûka ‘Berfwerîn’ a Rênas Jiyan der çû
10:03 Di heftiyekê de li heman şantiyê 3 karker mirin
09:03 Karkerên çandiniyê di nava zeviyan de diperpitin
09:02 Butçeya şaredariyê ne ji bo xelkê ji bo leşker û polîsan hatiye xerckirin
09:02 Kanar: Di rapora CPT de tespît hene lê çareserî nîne
09:02 Muftuoglû: Heta demokrasî pêk neyê wê tu çavkanî xweşiyê neyne
09:01 Kontrola tenduristiyê ya ji bo karkerên findiqan nayê kirin
09:01 Çirokên Komkujiya Qoçgiriyê kir pirtûk
09:00 Ji Ma Muzîkê amadekariyên zivistanê