HDP amadekariyên 1'ê Îlonê dike: Ocalan temînata aştiyê ye

  • rojane
  • 20:37 28 Tebax 2020
  • |
img
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - HDP, li Amed û Rihayê di serdanên xwe yên gel û esnafan de gel vexwandin çalakiya "xeleka mirovan" a ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê. Rêvebirên partiyê di serdanan de bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gotin: "Birêz Ocalan, temînata aştiyê ye." 
 
Di çarçoveya Bernameya Têkoşîna Demokratîk a HDP'ê de, li gelek bajaran serdana esnafan û gel hat kirin. Di serdanan de gel dawetî çalakiya "xeleka mirovan" hat kirin ku dê bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bê lidarxistin. 
 
AMED
 
HDP'a Amedê, di çarçoveya çalakiyên 1'ê Îlonê de li navçeya Erxenî, Pîran, Gêl, Şankuş û Çêrmûkê serdana esnafan û gel kir. Di serdanan de belavokên li ser "Li dijî tecrîdê azadî, li dijî şer aştî" hatin belavkirin. Endamên Meclîsa Partiyê, parlementer, Hevserokên HDP'a Amedê Hulya Alokmen û Zeyat Ceylan û rêvebirên DBP'ê û ESP'ê tev li civîna gel bûn. 
 
Parlementerê HDP'ê Garo Paylan di civîna gel a Erxeniyê de destnîşan kir ku îqtidar siyaseta şer dike û got, heger liw elatekî krîza demokrasiyê hebe, wê krîza aboriyî jî hebe û li dijî şer bal kişand ser siyaseta aştiyê. 
 
PROVAKASYONA QEYÛM
 
Piştî civînê rêvebirên partiyê li navçeyê serdana gel kirin û gel vexwandin çalakiya 1'ê Îlonê. Her wiha gava rêvebirên partiyê li Kolana Ziya Gokalpê belavok belav dikirin, zabiteyên Şaredariay Erzeniyê ya qeyûm atyinî wê hatiye kirin, li ser rê alaya tirk daliqandin. 
 
Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier, Endamê Desteya Rêvebir ê HDP'ê Omer Onen, Hevşaredara Pîranê Yasemîn Uçer, Hevserokê DBP'a Amedê Mehmet Bakir û rêvebirên navçeyê li navçeya Pîran û Gêlê belavok belav kirin. Heyeta ku ji hêla gel ve hat pêşwazîkirin, guh li pirsgirêkên esnafan kir. Heyeta HDP'ê, di serdanan de bal kişand ser aştiyaê û gel vexwand çalakiya 1'ê Îlonê. 
 
'HDP HÊVÎ YE'
 
Berdevka Meclîsa Jina ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran jî tevî Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya ALokmen Ûyanikê li navçeya Çêrmûgê serdana esnafan kir. Di serdanê de esnafan anî ziman ku ji ber şewbê rewşa karê wan nebaş e û goti, tekane hêvî HDP ye. Her wiha heyetê esnafan vexwand çalakiya 1'ê Îlonê. 
 
Parlementerê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî, Endamê Meclîsa Partiyê Mûzaffer Tûnç, endamên Meclîsa Ciwanan û rêvebirên MEBYA-DER'ê jî li navçeya Şankuşê serdana esnafan kirin. Heyetê gel û esnafan vexwand çalakiya 1'ê Îlonê. 
 
RIHA
 
Parlementera HDP'ê Ayşe Surucu, endamê Desteya Rêvebir a DBP'ê Bekîr Karageçîlî, Hevserokê HDP'a Bajêr Mîkaîl Gozek û rêveirên partiyê li navçeya Serêkaniyê, Bêrecûk û navçeya navendî Halîliyeyê serdana esnafan û gel kirin. Heyetê gel û esnafan vexwand çalakiya 1'ê Îlonê ku dê li Parka Alî şerî bê lidarxistin. 
 
Her wiha heyetê li gundê Xirbê Deht ê nêzî sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye daxuyaniyek da. Parlementera HDP'î Ayşe Surucu, diyar kir ku di çarçoveya kampanyaya partiyê de 3 meh in bajar bi bajar digerin û got: "Pergala faşîst dixwaze siyaseta demokratîk tasfiye bike. Her kesî binçav dike ûd igire. Lê belê gelê kurd li ber van êrîşan serî netewandiye û wê netewîne jî. Em ê paş ve gav neavêjin. Em ê bi hêza rêxistinbûyî ya gelê xwe bi ser bikevin." 
 
‘OCALAN TEMÎNATA AŞTIYÊ YE' 
 
Hevserokê HDP'a Bajêr Mîkaîl Goza jî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Ji bo aştî bê Rojhilata Navîn û cîhanê divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin. Birêz Ocalan temînata aştiyê ye. Em careke dinê dibêjin, heya aştî neyê Rojhilata Navîn, dê neyê cîhanê. Tecrîdê rakin." 
 
Parlementerê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk gergerlîoglû, Parlementerê Rihayê Nîmetûllah Erdogmûş û Nûsrettîn Maçîn jî li bajêr serdana Borseya Zexîrevanan, Sîteya Veguhêzkaran û esnafên Bazara Genim kirin. 

Sernavên din

30/08/2020
13:33 ‘Ji ber nebûna lêpirsîna bi bandor însan hatin windakirin’
12:21 Li Gîresûnê hejmara miriyan derket 10'an
11:05 HDP dê sibê banga aştiyê li her aliyî bike
10:59 Rejîma Îranê 2 kolberên din jî bi giranî birîndar kir
10:47 Berhema ‘Bêyî Pêjna Te’ ya Rizoyê Xerzî derket
10:02 Hejmara pêketiyên koronayê 25 milyon derbas kir
09:57 Şandeya MSD'ê li Moskovayê ye
09:44 ‘Li girtîgehê tedawiya girtiyê nexweş Soydan Akay ne pêkan e'
09:09 Hevserokên HDP'a Şirnex û Cizîrê: Tundî, destavêjî, girtin û kuştin berdewamiya tecrîtê ye
09:04 Dayikên Aştiyê: Dem dema aştiyê ye
09:04 Karkerên Cargîllê 866 roj in li ber xwe didin
09:03 Şahidê nepen ê emniyet li dadgehê dek û dolabên emniyetê pûç kir!
09:03 Li Silopiyê welatî li ber nexweşxanê perîşan dibin
09:03 Mustafa Azad: Tirkiye 5 mega ceyrana Elokê dizîye û avê ji ser Hesekê qut dike
09:00 ROJEVA 30'YÊ TEBAXA 2020'AN
29/08/2020
23:54 Li dikanê leqayî cenazeyê wî hatin
21:59 Dadgehê biryara nêçîrkirina pezkoviyan da sekinandin
21:18 Gelo gardiyanan alîkariya kujerê Remziyeyê kiriye?
20:50 Hezar û 549 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
16:40 Leşkerê li Şemzînê mir hat veşartin
16:29 Şewata li Çiyayê Cûdî belav dibe
16:21 Polîsan mudaxileyî çalakiya HDP’iyan kir û pankarta ‘aştî û azadiyê’ desteser kirin
15:57 ‘Xwişka min ji ber xemsariya polîsan hat kuştin’
15:30 Li Bazîdê şer: 2 leşker hatin kuştin
15:10 Ji bo girtiyê nexweş Yildirim dê heta 1’ê îlonê bisekinin
14:03 Nexweşiya Ali Kuş giran e
13:47 Tanrikulu: Divê komîsyona heqîqetê bê avakirin
13:28 Dayikên Şemiyê bang li rayedarên dewletan kirin
13:21 Baroya Stenbolê posterê Tîmtîk daxist û ala Tirk dakir
12:57 Wê li ber Keleha Wanê ‘xeleka aştiyê’ were çêkirin
12:48 Xizmên Windayan li aqûbeta windayê 39 sal berê pirsîn
12:22 Rêxistinên Şengalê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin
12:04 HDP’ê nivîskar Vedat Turkalî bibîr anî
10:47 Bîrdal: Deriyên aştiyê wê rê li edaletê veke
10:31 Ji ber deynê rêveberiya AKP’ê pereyê Şaredariya Panosê hat destserkirin
10:12 Tirkiye li gelê Behdînanê cerdevaniyê ferz dike
10:11 Li ser banê xaniyan dersa ziman û muzîkê dide zarokan
09:04 Başaran: A ku Îpekê kuşt bêedaletî bû
09:03 Hem bêhna genî jê tê hem jî zirarê dide erdan
09:03 Daholvan û zirnevan: Em bê kar û bê pere ne
09:03 Piyaseya kayê di dest qereborseciyan de ye
Dibe ku zivistana îsal barê sewalvana giran bibe
09:00 ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2020'AN
07:51 Mêrê ji girtîgehê reviya Remziye Yoldaş qetil kir
07:42 Wezîr Soylu Baroya Stenbolê kir hedef
28/08/2020
20:41 36 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
20:37 HDP amadekariyên 1'ê Îlonê dike: Ocalan temînata aştiyê ye
19:34 Endama Meclîsê ya HDP'î Mînaz vegeriya ser karê xwe: Vîna bingehîn em in
16:19 Polîsan carek din cenazeyê Tîmtîk revand
15:42 Miduriyeta Giştî ya Daristanê şewatên li Şirnexê nedît
15:38 Li Stenbol û Edeneyê bernameyên 1’ê Îlonê hatin eşkerekirin
15:37 Li pêş Baroya Stenbolê bi bîr anîn: Mirina Tîmtîk şerma darazê ye
15:11 Cenazeyê Tîmtîk wê îro bispêrin axê
14:42 Zilamê Nûrbarî qetilkir bi qanûna înfazê hatibû berdan
14:33 HDP û TJA'ê bal kişand ser Ebru Timtîk û Îpek Er
14:16 Cenazeyê Tîmtîk anîn Mala Cemê ya Gazî
14:00 ‘Li Bismilê rojê 4 kes bi vîrûsê dimirin'
13:52 104 meh bi ser Komkujiya Roboskî re derbas bûn
13:25 Şandeyek ji Wezareta Karê Hûndir pêk hat malbat Îpek Er ziyaret kir
13:08 ENKS: Perwerdeya zimanê kurdî û hêza xweparastinê ne pêwîst e
12:15 Polîsan cenazeyê Tîmtîk revand
12:14 Li Deryaya Spî çi dibe?
12:06 Merasîma cenazeyê Tîmtîk: Destûr nadin baroyê û Gazî di dorpêçê de ye
11:33 Endamê Meclisa ciwanan a HDP'ê Ozkan: Em ê li dijî tacîz û tecawizê têbikoşin
11:16 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:13 Li Lîcê cenazeyê zilamekê bi çekê hatî kuştin hat dîtin
10:24 Li Cûdî şewat: Bax û baxçe bûn xwelî
10:08 Pirtûka êş û bêrîkirinê: Êşname
09:37 540 kes di Goristana Covît-19 a Amedê de defin kirin
09:37 Polîsê ku Fendîk kuşt 3 sal in negirtî tê darizandin
09:04 Ji bo balê bikişînin ser rewşa nexweşan bi navê 'Empatî' fîlmek çêkirin
09:03 Wê xwezaya Colemêrgê ji bo madenan tune bikin!
09:03 Wê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Gara Enqereyê 'xeleka aştiyê' bê çêkirin
09:03 'Şahidên nepen' ên Mêrdînê nexuyane!
09:02 Vîrûsa koronayê bandorek neyînî li ser dermanxaneyan jî dike
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2020'AN
08:25 Ji bo Tîmtîk wê li ber Baroya Stenbolê merasîm bê lidarxistin
08:12 Li Qilabanê daristan şewitî
27/08/2020
23:35 Wê cenazeyê Tîmtîkê li Goristana Gaziyê bê definkirin
21:11 Ebrû Tîmtîk jiyana xwe ji dest da
20:35 Qelbê Ebrû Tîmtîkê sekiniye
19:37 26 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:04 Malbatên Tîmtîk û Unsal: Zarokên me berdin
16:57 Şandeya KCD’ê û DBP’ê serdana Erdîşê û Ebexê kir
16:16 HDP’iyên sîxûrî li wan hat ferzkirin: Tiştek ji me bibe dewlet berpirsiyar e
15:25 Parêzer Ozbîngol nehat berdan
15:11 Ji bo Tîmtîk û Unsal bang: Dawî li siyaseta mirinê bînin
14:55 12 kes li ber mala Erdogan hatin binçavkirin
14:54 ‘Li pişt cînayetên jinan pergala hiqûqê heye’
14:31 Olûç: Yên Mûsa Orhan diparêz in kî ne?
13:41 Ji AYM’ê biryara Kûşkonar: Faîl ne diyarin, bila tazmînat bê dayîn
13:32 Derî şikandin, birîndar kirin û dûre jî binçav kirin
12:39 Li Girtîgeha Kirşehîrê 14 girtî 101 roj in di greva birçîbûnê de ne
12:27 Ciwanê serlêdana wî ya penabertiyê hat redkirin întîhar kir
12:16 Li Manîsa û Bûrsayê qeza: 5 karker mirin
11:34 Di mehekê de 10 kolber hatin qetilkirin
11:22 Pira dîrokî bi kepçeyan hat hilweşandin
11:12 Mexdûrên lehiya Gîresûnê: Sedema Felaketê HES in
11:09 Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdana 100’emîn
11:06 Di şerê di navbera du malbatan de jinek hat kuştin
10:52 Stranbêj Mosso: Ez ê tim li dijî neheqiyê bim