Dîcle Anter: Pir tiş hene ku herkes dikare ji jiyana Apê Mûsa hîn bike

  • rojane
  • 09:11 19 Îlon 2020
  • |
img
ÊLIH – Dîcle Anter, di 28’emîn salvegera qetilkirina bavê xwe (Apê Mûsa) de bavê xwe vegot û ev tişt got: “Weke di nivîsên wî de jiyana wî jixwe mînak bû. Îro pir tiş hene ku herkes dikare ji vê jiyana hîn bike.”
 
Di ser qetilkirina ronakbir, rojnameger û nivîskarê kurd Apê Mûsa ku di 20’ê îlona 1992’an de ji bo beşdarbûna mihrîcana çand û hunerê hatibû Amedê û ji aliyê JÎTEM’ê ve hatibû kuştin de 28 sal derbas bûn. Li gel ku kujerên wî tên zanîn jî doza ku derbarê kuştina wî de hatiye vekirin, bi “polîtîkaya bêcezahiştinê” tê berdewamkirin.   
 
Apê Mûsa 11 sal û nîvên xwe li girtîgehan derbas kir û di tevahî jiyana xwe de li dijî polîtîkayên zext û tunehesibandinê yên li hemberî ziman, çand û gelê xwe têkoşiya. Apê Mûsa, di kovarên mîna Deng, Bariş Dunyasi, Yonê de û di rojnameyên mîna Dîcle-Firat, Azadiya Welat, Yenî Ulke, Ozgur Gundem, Rewşen û Tewloyê de nivîs nivîsandin û ferhenga Kurdî-Tirkî û 7 pirtûk nivîsandin. 
 
‘PÊNÛSA WÎ ÇAWA BÛ JIYANA WÎ JÎ WISA BÛ’
 
Kurê Anter Dîcle Anter, bavê xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vevot. Dîcle Anter, diyar kir ku bavê wî bav, ap û hevalê herkesî bûye û wiha got: “Ji ber vê dema îro qala wî bikim ez ê bibêjim bavê min. Lewre li pirî cihan ez jî weke Apê Mûsa vedibêjim. Pênûsa wî çawa bû di jiyana rojane de jî wisa bû. Ez bi bavê xwe re zêde nemam. Dema bavê min hat kuştin ez 42 salî bûm. Bavê me, me bi awayekî azad mezin kir. Tu carî ji me re negot wî bikin vî bikin. Weke di nivîsên wî de jiyana wî jixwe mînak bû. Îro pir tiş hene ku herkes dikare ji vê jiyana hîn bike.”
 
DI BALAFIRÊ DE BELEFÎ BI PIRTIKA ÇÛKAN, PIŞTRE GIRTÎGEH
 
Anter, da zanîn ku li gel tirsa wî ya ji balafirê jî dema ku bavê wî girtin neçar dimîne ku li balafirê siwar bibe û wiha qala vê rêwîtiya bavê xwe kir: “Bavê min ji dozekê tê darizandin. Ne şaş bim doza 49’an e. Belê ev çîrokeke. Destpêkê polis dixwazin destê wî bikin kelemçê. Bavê min qebûl nake. Polis, bi şertê ku bi kesî re neaxive destê wî kelemçe nakin. Di balafirê de hostes dema kontrolkirina bilêtan bilêtê jê dipirsin, bavê min polisan nîşan dide û dibêje bi yawerê min re ye. Piştî vê gotinê belefî bi pirtika çukan jî didin bavê min. Belê ev îkram tenê di balafirê de tê kirin, piştre girtîgeh e.
 
 ‘BI BÎR ANÎN Û YAD KIRIN BI NIRX E’ 
 
Anter, dubera vegotina bavê xwe bi van gotinan “Bi bîr anîn û yad kirin bi nirx e” pênase kir û wiha pêde çû: “Bavê min çawa tê bîra min, dixwazim wî wisa vebêjim. Bi navê Kejê kûçikek bavê min hebû. Wî wisa perwerde kiribû, diçû bayî ji bavê min re rojnameyê dianî. Belê êdî bayî jî meselê zanibû. Ji vê rewşê re ev tişt digot, ‘Me tiştek hînê kûçikên çar pê kir lê me tiştek hînê yên du pê nekir’. Dema ku li Stenbolê dijî bavê min diçe bazarê. Belê ji ber ku barê wî giran bûye nîvê bar ew û nîvê bar jî hemal tîne malê. Ez jî wê demê zarok im. Dema tên malê ji ber ku westiyaye bavê min hemal vedixwîne malê, xwarin didê û pêre sohbet dike. Ev sohbet jî bi hevalkî tê kirin. Ez jî difikirim ku bavê min çima vî hemalî naşîne. Bavê min bajarê wî jê dipirse. Ne şaşbim gundekî Serhedê vedibêje. Bavê min jî ji ber ku wan deran nas dike li ser wir diaxivin û camir diçe. Min destpêkê fêm nekiribû lê piştî ku emrê min pêş de çû min baş fêm kir. Heke kurd di nav xwe de tiştên xwe li hev par bikin û destpêkê ji jiyana xwe dest pê bikin wê demê rojên xweş nêz in. Zanebûna neteweyî ya pêre timik xwe nîşan dida. Vê kêliya wî ya kurt jî wisa.”
 
PÊŞNIYARA DIBISTANA ROJNAMEGERIYÊ
 
Di berdewamê de Anter û got ku mîrateya herî mezin a bavê wî pênûsa wî ya ku qet banedaye û ev tişt lê vegotinên xwe zêde kir: “Her hevokên berhemên ku ji pênûsa wî derketine mîrate ne. Di pirtûka xwe de ji ber ku bi kurdî nanivisîne lêborîn dixwaze, lê sedemên vê jî tîne ziman. Ji ber vê yekê mîrateya wî îro bi cih tê û berhemên wî bi kurdî tên çapkirin. Di van rojan de jî wê wergerên zaravaya soranî. Hewldanên ku mîrateya wî bi vî rengî bê jiyîn hene. Ev hem ji bo jiyan hem ji bo rojnamegeriyê wî hem jî ji bo feraseta rojnamegeriya wî ye. Weke pêşniyar dikare dibistanên rojnamegeriyê yên Apê Mûsa bên vekirin.”
 
‘ROJNAMEGERIYA DILÊ TE DI DESTÊ TE DE YE’
 
Anter, qala rojnamegeriya salên 1990’î de dihat kirin jî kir û bi van gotinan bal kişand ser rojnamegeriya ku van salan: “Rojname tevahiyek e. Ji belavkarê wê bigire heta nûçegîhanê wê herkese ku di mitbexa kar de di bin zexteke mezin de bû. Ji Cengîz Altûn heta Ferhat Tepe çapameniya kurd bedêlên mezin da. Divê em îro li gorî van bedêlan tevbigerin. Hebûna rojnamegerên ku xwedî li vê mîrateyê dertên û di tarîtiya îro de bi israr berdewamkirina feraseta vê rojnamegeriyê girîng e. Tişta girîng jî ev e. Rojnamegeriya dilê te di destê te de ye hat kirin û tê kirin. Apê Mûsa netirsiya û nêrîna xwe bi pênûsa xwe nivîsand. Ew kurd bû, jiyan û fikra xwe kurdî domand. Di her fersendê de anî ziman ku ev ne sûc e. Bersiv kesên ku weke sûc didîtin jî di jiyana xwe de da; Heke kurdî sûc be, wê demê kesê kum in welidandiye bidarizînin.”
 
‘KUJERÊN BAVÊ MIN TÊN ZANÎN’
 
Herî dawî Anter, got ku rastiya cînayeta bavê wî hê nehatiye ronîkirin û ev tişt anî ziman: “Her çiqas bê gotin ku faîl nayê zanîn jî weke bi hezaran kesên ku wê demê hatin kuştin kujerê bavê min jî tên zanîn. Di rastiyê lixwemikûrhatina endamên JÎTEM’ê yên derbarê bûyerê de hene. Heke em bixwazin tariyên heyî ronî bikin, doza Mûsa Anter yek ji wan dozane ku divê di serî de bê ronîkirin. Heke doza Mûsa Anter bê ronîkirin, wê dozên hemû rojnamegerên hatine qetilkirin wê bê ronîkirin, heke nebe wê ev tarîtî bidome.”
 
MA / Metîn Yoksû
 

Sernavên din

21/09/2020
16:05 Li Amedê xebatkara tenduristiyê ji ber koronayê mir
15:20 TJA'yê li Mêrsînê kampanya 'Em xwe diparêzin' da destpêkirin
15:17 Şewata li Çiyayê Gabarê didome
15:12 Siyasetmedarê 65 salî bi hêceta “pergala cemaweriyê’ nehat berdan
14:58 ‘Nebûna êşkenceyê’ derket asta welatî ji helîkoptêrê werin avêtin
14:57 HDP: Em hişyar dikin, hûn ê di bin îşkenceya sûcê li dijî mirovahiyê de bimînin
14:47 HDK: Nexşeya derketina qeyranê rakirina tecrîdê ye
14:33 Parlamenter Temel avêtina gundiyan a ji helîkopterê bir rojeva meclisê
14:24 Navê Ebû Zeynep ê fermana Komkujiya Enqereyê daye di îdianameyê de nîne
13:56 Cendirmeyan bi ser gund girt, gundiyan li hemberî ‘tacîzê’ serî rakir: 21 cerdevanan istifa kir
13:25 Endamê MYK’a HDP’ê Aktûmûr ku hatibû revandin serî li ÎHD’ê da
13:10 Dadgehê kesên gef li Vakfa Hrant Dink xwarin serbest berdan
12:49 Tîma kurd Dalkurd hat sansûrkirin
12:40 Ji ber ku bi 2 rojan hat sînor kirin gel herikî bazara sewalan
12:16 10 sal û 6 meh ceza li rojnamevan Karataş hat birîn
11:34 Ji DÎB’ê li dijî êrişên nîjadperest banga têkoşîna yekbend
11:09 Li Amedê zilamek hevjîna xwe ya berê kêr kir
11:02 Piştguhkirina daxwaznameyên berdanê bû sedema mirina wî
10:53 Rojnamevan Azîz Orûç nehat berdan
10:12 Di 18 salî de bi 18 guleyan kuştin
10:02 Ji ber bêhna giran 15 karker ji hişê xwe çûn
09:02 Êşkence li wan hat kirin û pereyê wan jî hatiye dizîn
09:01 Guzel: Pêwîst e jin li dijî qirkirina zayendî xwe bi rêxistin bikin
09:01 ‘Çalakiya girtiyan rexneya ji bo yên li derve ye’
09:01 ‘Gotinek Ocalan wê aştiyê bîne’
09:00 Rêbaza salên 90’î li Şaxê derket holê: Her du welatî ji helîkoptêrê hatine avêtin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2020'AN
20/09/2020
22:01 Rapora nexweşxaneyê derket holê: Ji helîkoptêrê hatine avêtin
19:50 Xelatên Rojnamevaniyê ya Apê Mûsa dan xwediyên wan
19:12 61 kesên din jî ji ber koronayê mirin
18:53 Mezlûm Ebdî têkildarî yekrêziya kurdî daxuyanî da
17:18 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn
17:09 Şiban ê îşkence lê hatibû kirin, ji nexweşxanê hat derxistin
17:03 TJA: Em bi bîrdoziya azadiya jinê dikevin rê
16:43 Li Cizîrê qezaya trafîkê: 2 kes birîndar bûn
16:10 Danişîna rojnameger Orûç sibe tê dîtin
15:31 Dayika Şemiyê Guzel Şahîn hat bibîranîn
15:01 ‘Ger qanûn bên bi cih anîn, wê mafê jinan bê parastin’
14:24 Berhema Apê Mûsa bû stran
14:21 Cenazeyê yek ji du birayên winda bibûn, hat dîtin
13:53 Li Mêrdînê daxuyaniya ‘Em xwe diparêzin’
13:40 Apê Mûsa li cihê lê hatibû qetilkirin bi bîr anîn: Pênûsa wî li erdê nema
12:45 Li Çiyayê Cûdî agir bi daristanê ket
12:13 Îbrahîm Ayhan li ser gora xwe hat bibîranîn
11:59 HDK'ê Apê Mûsa bi bîr anî: Çinarê kevneşopiyekê ye
11:01 El Mihbaş: Rapor têrê nake, divê hesap bê pirsîn
10:42 Salek e derbarê Demîrtaş û Yuksekdag de îdianame nehatiye amadekirin
10:41 Doza 10’ê Cotmehê: Hiqûq her tim bikêrî DAIŞ’ê hat
10:40 Derbarê Baroya Stenbolê de lêpirsîn hat destpêkirin
09:35 Rêxistinên rojnamegeran: MA'yê berxwedanekê mezin a rojnamegertiyê derxist holê
09:34 Tê xwestin ku dosyeya Kirbayir were girtin: Dewlet qatilan diparêz e
09:33 Ajansên nûçeyan ên gelê kurd
09:05 Qeyûm cihê Sînemaya Yilmaz Guney dike hawiz
09:04 Ên dibin dengê aştiyê
09:03 Li 'herêmê' ji Mûsa Anter heya niha rojnamevanî
09:03 Silav li yên ku bi kurdî difîkînin
09:03 Kartên wan ên çapemeniyên ên dewletê tunene!
09:02 Qeyûm rêyên Geverê beton dike!
09:01 ‘Apê Mûsa kurtedîroka sedsala kurda ye’
09:01 Em cardin li vê derê ne, em ê tim li vê derê bin
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2020'AN
19/09/2020
16:11 Binpêkirinên li Girtîgeha Tarsûsê ragihand
15:43 Nûnerên rêxistinên sivîl li Sûrê xebata paqijiyê meşandin
15:23 ‘Ozkan ê 82 salî dimire serbest berdin'
15:22 Cenazeyê Ozkahraman di bin dorpêça polisan de hat veşartin
14:57 Li Amedê di 4 rojan de 62 kedkarên tenduristiyê enfekte bûn
14:41 'Girtiyên nexweş Konuk serbest berdin'
14:40 Ji Aydenîz ji bo NY’yê: Heke sûcê şer hene hûn çima gav navêjin?
14:06 Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê aqubeta Eroglu pirsî
14:03 Li peravên Bodrûmê keleka pênaberan noqî avê bû: 2 penaber mirin
13:47 Dayikên Şemiyê aqûbeta Morsumbul pirsîn
13:03 HDP: Wê teqez AKP-MHP û daraza ku di ferma wan de wê bê darizandin
13:02 Wezîrê Edaletê: Wê hevdîtin bi dîmen ên girtiyan dest pê bikin
12:15 Xizmên windayan aqûbeta Hakki Kaya pirsî
11:46 Macron: Me ji Tirkiyeyê peyamnek vekirî şand
11:35 Ji 5 kesên ku ji heman malbatê hatibûn binçavkirin kesek hat bgirtin
10:34 Di salvegera 28’emîn a qetilkirina xwe de wê Mûsa Anter li du navendan bê bibîranîn
10:20 Li ser bertekan remza ‘sosret’ rakirin
10:16 Rêveberê Navendî yê HDP'ê Aktumur ê MÎT'ê ew revand: Êrîşa li dijî fikra HDP'ê ye
09:58 Li gorî gel sedema qrîza aborî pêvajoya şer e
09:11 ‘Bi lêgerîna madenê xwezayê tune dikin û dikin qada şer'
09:11 Dîcle Anter: Pir tiş hene ku herkes dikare ji jiyana Apê Mûsa hîn bike
09:10 Şener: Divê muxalefet bê gel hev û hê bêtir wêrek be
09:09 Parêzerên Tûrgûr û Şiban giliya leşkeran kirin
09:08 ‘Em hemû ji kuştinên jinan ên li Agiriyê berpirsyar in’
09:07 Ozturk: Divê polîtîkayên têkoşîna bi şewbê re careke din bên sererastkirin
09:01 ROJEVA19'Ê ÎLONA 2020'AN
08:44 Girtiyê 75 salî Ozkahraman jiyana xwe ji dest da
18/09/2020
19:14 Malbata Şenyaşar ÇHD ziyaret kir: Ya girîng doz neyê ji bîrkirin
18:40 Dadgehê 3 kesên beşdarî merasima cenaze bûn girtin
18:29 Ji doza Xalfetiyê kes nehat berdan
17:45 Hestiyên mirovan li Sûrên Amedê dîtin
17:30 TJA'yê li Şirnexê starta 'Em xwe diparêzin' da: Em serî hil didin
17:21 Pirtûkên Yuksekdag gihişt xwînerên xwe
16:03 Rêxistinên mafan û hiqûqê tundiya li Zindanên Amedê kirin rapor
15:32 Girtiyê 75 salî bi lez rakirin nexweşxaneyê
15:19 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê daxwazname dan dozgeriyê
15:05 Ji jinan guvenda 'Em xwe di parêzin'
14:45 Bavê êşkencekar hat girtin
14:30 Dozger xwest polîsê 2 jin qetilkirin bi cezayê herî giran bê cezakirin