Êşkence li wan hat kirin û pereyê wan jî hatiye dizîn

  • rojane
  • 09:02 21 Îlon 2020
  • |
img
MÊRDÎN – Malbatek ji Sûriyê dema xwest di sînorê navbera Serêkaniya Rojava û Serêkaniya Bakûr de derbas bibe hatin girtin û wan birin qereqolê û bi êşkenceyê re rûbirû man. Malbatê bi hêceta dest danîne ser pereyê wan û êşkence li wan hatiye kirin giliyê leşkeran kirin.   
 
Malbatek ji Sûriyê ku xwestin bi penaberî di sînorê Serêkaniya binxetê de derbasî Serêkaniya serxetê bibin, ji aliyê leşkeran ve hatin girtin. Malbatê birin qereqolê û bi êşkenceyê re rûbirû man. Malbatê bi hêceta êşkence li wan hatiye kirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê dan û giliyê leşkeran kirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; Ahmet El Hasan û hevjîna xwe Marî Hacî û bi 5 zarokên xwe re di 9’ê tebaxê de şev xwestine li sînor bixin û derbasî aliyê Serêkaniya Rihayê bibin. Lê leşkerên li ser sînor wan girtin û 3 saet li ser sînor sekinandin. Leşkeran kêliyek bi gopalê Ahme El Hasan li ferdên malbatê dan. 
 
LI QEREQOLÊ ÊŞKENCE Û DIZΠ
 
Leşkeran saet li 03.00’yê şevê ferdên malbatê birin qereqolek li sînorê navçeya Qosera Mêrdînê û wan daxistin jêrzemînê. Êşkence ango lêdana li ser ferdên malbatê di vê jêrzemînê de demek berdewam kir. Leşkeran zarokên keçik tazî kirin û cilên dayika wan Marî Hacî bi amûrek birînê qetandin û jê kirin. Leşkeran dest danî ser 16 hezar dolarê ku Marî Hacî di bincilkên xwe de veşartibû. Êşkencê kêliyek din jî li ser ferdên malbatê dom kir û pişt re wan birin danîn ser sînorê binxetê. 
 
GILIYÊ LEŞKERAN KIRINE 
 
Malbat di 19’ê tebaxê de dîsa derbasî aliyê serxetê bûnû vê carê hatin Mêrdînê. Malbatê Kartên Nasnameya Parastina Derbas dan ferdên malbatê. Ferdên malbatê têkildarî êşkenceya li wan hatiye kirin serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Mêrdînê û Komîsyona Mafê Mirovan a Baroya Mêrdînê dan û piştevaniya hiqûqî ji wan xwestin. Malbatê piştî serlêdana van saziyan serî li Serdozgeriya Mêrdînê da û giliyê êşkencekaran kir. 
 
MARÎ HACÎ TIŞTÊN QEWIMÎNE VEGOT 
 
Marî Hacî têkildarî êşkenceya li wan hatiye kirin ji ajansa Mezopotamya re vegot. Hacî diyar kir ku beriya 9’ê tebaxê wan bi qasî 40 malbatan xwestiye sînor derbas bikin lê wan der sînor hatine kirin. Hacî diyar kir ku dema ew cara ewil hatine tengasî nekişandine û di 9’ê tebaxê de dema hatine girtin leşkerek destdirêjî wan dike. Hacî anî ziman ku piştî ew li Serêkaniyê tên girtin wan dibin qereqolek girêdayî Qoserê û got: “Me birin qereqolek aliyê Qoserê. Min li vir got ‘tu zilamî nikarî li ser min lêgerînê pêk bînî.’ Bi darê zorêm in tazî kirin û bincilkên min bi kêrê birîn û derxistin. Pere ji min de ket û danîn ser maseyê. Vê carê li min da. Hevjînê min li dij derket, vê carê li hevjînên min dan. Li ber çavên zarokên me dikirin. Penaberên ji Sûriyê tên her roj di nava vê rewşê de ne.” 
 
‘BI BOTAN PEHÎNAN LI ME DAN’ 
 
Hacî da zanîn ku leşkeran bi botên xwe pehînan li wê û zarokên wê dane û wiha got: “Sînga min û hin cihên laşê min diêşin. Psîolojiya zarokên min li nava hev ket. Dema em ji Sûriyê derketin me mal û milkê xwe hemû firot. Me pereyê xwe li cem xwe anî. Dest danîn ser pereyê me. Baroya Mêrdînê û ÎHD xwedî li me derketin. Em dixwazin ser bûyerê ronî bikin. Em dixwazin bila berpirsiyar werin cezakirin.” 
 
ÎHD: EM Ê MIJARÊ BIŞOPÎNIN 
 
Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê parêzer Fevzî Adsiz jî têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku bûyerên bi vî rengî li ser xeta sînorê binxetê û serxetê zêde bûne û serlêdanên ji bo wan jî zêde bûne. Adsiz destnîşan kir ku li gorî malbat ji wan re qal kiriye bi êşkenceyek cidî re rûbirû mane. Adsiz di ji ber zêdebûna van bûyeran girtina leşker û fermandên wan ên li ser sînor qaçaxiya mirovn dikirin hatine girtin bi bîr xist. Adsiz anî got ji bo fêmkirina rehendên tiştên qewimîne fêm bikin pêwîste lêpirsîn bi dawî bibe û ew ê li gel Baroya Mêrdînê bûyerê bişopînin. 
 
MA / Ahmet Kanbal
 

Sernavên din

21/09/2020
16:05 Li Amedê xebatkara tenduristiyê ji ber koronayê mir
15:20 TJA'yê li Mêrsînê kampanya 'Em xwe diparêzin' da destpêkirin
15:17 Şewata li Çiyayê Gabarê didome
15:12 Siyasetmedarê 65 salî bi hêceta “pergala cemaweriyê’ nehat berdan
14:58 ‘Nebûna êşkenceyê’ derket asta welatî ji helîkoptêrê werin avêtin
14:57 HDP: Em hişyar dikin, hûn ê di bin îşkenceya sûcê li dijî mirovahiyê de bimînin
14:47 HDK: Nexşeya derketina qeyranê rakirina tecrîdê ye
14:33 Parlamenter Temel avêtina gundiyan a ji helîkopterê bir rojeva meclisê
14:24 Navê Ebû Zeynep ê fermana Komkujiya Enqereyê daye di îdianameyê de nîne
13:56 Cendirmeyan bi ser gund girt, gundiyan li hemberî ‘tacîzê’ serî rakir: 21 cerdevanan istifa kir
13:25 Endamê MYK’a HDP’ê Aktûmûr ku hatibû revandin serî li ÎHD’ê da
13:10 Dadgehê kesên gef li Vakfa Hrant Dink xwarin serbest berdan
12:49 Tîma kurd Dalkurd hat sansûrkirin
12:40 Ji ber ku bi 2 rojan hat sînor kirin gel herikî bazara sewalan
12:16 10 sal û 6 meh ceza li rojnamevan Karataş hat birîn
11:34 Ji DÎB’ê li dijî êrişên nîjadperest banga têkoşîna yekbend
11:09 Li Amedê zilamek hevjîna xwe ya berê kêr kir
11:02 Piştguhkirina daxwaznameyên berdanê bû sedema mirina wî
10:53 Rojnamevan Azîz Orûç nehat berdan
10:12 Di 18 salî de bi 18 guleyan kuştin
10:02 Ji ber bêhna giran 15 karker ji hişê xwe çûn
09:02 Êşkence li wan hat kirin û pereyê wan jî hatiye dizîn
09:01 Guzel: Pêwîst e jin li dijî qirkirina zayendî xwe bi rêxistin bikin
09:01 ‘Çalakiya girtiyan rexneya ji bo yên li derve ye’
09:01 ‘Gotinek Ocalan wê aştiyê bîne’
09:00 Rêbaza salên 90’î li Şaxê derket holê: Her du welatî ji helîkoptêrê hatine avêtin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2020'AN
20/09/2020
22:01 Rapora nexweşxaneyê derket holê: Ji helîkoptêrê hatine avêtin
19:50 Xelatên Rojnamevaniyê ya Apê Mûsa dan xwediyên wan
19:12 61 kesên din jî ji ber koronayê mirin
18:53 Mezlûm Ebdî têkildarî yekrêziya kurdî daxuyanî da
17:18 Apê Mûsa li ser gora xwe hat bibîranîn
17:09 Şiban ê îşkence lê hatibû kirin, ji nexweşxanê hat derxistin
17:03 TJA: Em bi bîrdoziya azadiya jinê dikevin rê
16:43 Li Cizîrê qezaya trafîkê: 2 kes birîndar bûn
16:10 Danişîna rojnameger Orûç sibe tê dîtin
15:31 Dayika Şemiyê Guzel Şahîn hat bibîranîn
15:01 ‘Ger qanûn bên bi cih anîn, wê mafê jinan bê parastin’
14:24 Berhema Apê Mûsa bû stran
14:21 Cenazeyê yek ji du birayên winda bibûn, hat dîtin
13:53 Li Mêrdînê daxuyaniya ‘Em xwe diparêzin’
13:40 Apê Mûsa li cihê lê hatibû qetilkirin bi bîr anîn: Pênûsa wî li erdê nema
12:45 Li Çiyayê Cûdî agir bi daristanê ket
12:13 Îbrahîm Ayhan li ser gora xwe hat bibîranîn
11:59 HDK'ê Apê Mûsa bi bîr anî: Çinarê kevneşopiyekê ye
11:01 El Mihbaş: Rapor têrê nake, divê hesap bê pirsîn
10:42 Salek e derbarê Demîrtaş û Yuksekdag de îdianame nehatiye amadekirin
10:41 Doza 10’ê Cotmehê: Hiqûq her tim bikêrî DAIŞ’ê hat
10:40 Derbarê Baroya Stenbolê de lêpirsîn hat destpêkirin
09:35 Rêxistinên rojnamegeran: MA'yê berxwedanekê mezin a rojnamegertiyê derxist holê
09:34 Tê xwestin ku dosyeya Kirbayir were girtin: Dewlet qatilan diparêz e
09:33 Ajansên nûçeyan ên gelê kurd
09:05 Qeyûm cihê Sînemaya Yilmaz Guney dike hawiz
09:04 Ên dibin dengê aştiyê
09:03 Li 'herêmê' ji Mûsa Anter heya niha rojnamevanî
09:03 Silav li yên ku bi kurdî difîkînin
09:03 Kartên wan ên çapemeniyên ên dewletê tunene!
09:02 Qeyûm rêyên Geverê beton dike!
09:01 ‘Apê Mûsa kurtedîroka sedsala kurda ye’
09:01 Em cardin li vê derê ne, em ê tim li vê derê bin
09:00 ROJEVA 20'Ê ÎLONA 2020'AN
19/09/2020
16:11 Binpêkirinên li Girtîgeha Tarsûsê ragihand
15:43 Nûnerên rêxistinên sivîl li Sûrê xebata paqijiyê meşandin
15:23 ‘Ozkan ê 82 salî dimire serbest berdin'
15:22 Cenazeyê Ozkahraman di bin dorpêça polisan de hat veşartin
14:57 Li Amedê di 4 rojan de 62 kedkarên tenduristiyê enfekte bûn
14:41 'Girtiyên nexweş Konuk serbest berdin'
14:40 Ji Aydenîz ji bo NY’yê: Heke sûcê şer hene hûn çima gav navêjin?
14:06 Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê aqubeta Eroglu pirsî
14:03 Li peravên Bodrûmê keleka pênaberan noqî avê bû: 2 penaber mirin
13:47 Dayikên Şemiyê aqûbeta Morsumbul pirsîn
13:03 HDP: Wê teqez AKP-MHP û daraza ku di ferma wan de wê bê darizandin
13:02 Wezîrê Edaletê: Wê hevdîtin bi dîmen ên girtiyan dest pê bikin
12:15 Xizmên windayan aqûbeta Hakki Kaya pirsî
11:46 Macron: Me ji Tirkiyeyê peyamnek vekirî şand
11:35 Ji 5 kesên ku ji heman malbatê hatibûn binçavkirin kesek hat bgirtin
10:34 Di salvegera 28’emîn a qetilkirina xwe de wê Mûsa Anter li du navendan bê bibîranîn
10:20 Li ser bertekan remza ‘sosret’ rakirin
10:16 Rêveberê Navendî yê HDP'ê Aktumur ê MÎT'ê ew revand: Êrîşa li dijî fikra HDP'ê ye
09:58 Li gorî gel sedema qrîza aborî pêvajoya şer e
09:11 ‘Bi lêgerîna madenê xwezayê tune dikin û dikin qada şer'
09:11 Dîcle Anter: Pir tiş hene ku herkes dikare ji jiyana Apê Mûsa hîn bike
09:10 Şener: Divê muxalefet bê gel hev û hê bêtir wêrek be
09:09 Parêzerên Tûrgûr û Şiban giliya leşkeran kirin
09:08 ‘Em hemû ji kuştinên jinan ên li Agiriyê berpirsyar in’
09:07 Ozturk: Divê polîtîkayên têkoşîna bi şewbê re careke din bên sererastkirin
09:01 ROJEVA19'Ê ÎLONA 2020'AN
08:44 Girtiyê 75 salî Ozkahraman jiyana xwe ji dest da
18/09/2020
19:14 Malbata Şenyaşar ÇHD ziyaret kir: Ya girîng doz neyê ji bîrkirin
18:40 Dadgehê 3 kesên beşdarî merasima cenaze bûn girtin
18:29 Ji doza Xalfetiyê kes nehat berdan
17:45 Hestiyên mirovan li Sûrên Amedê dîtin
17:30 TJA'yê li Şirnexê starta 'Em xwe diparêzin' da: Em serî hil didin
17:21 Pirtûkên Yuksekdag gihişt xwînerên xwe
16:03 Rêxistinên mafan û hiqûqê tundiya li Zindanên Amedê kirin rapor
15:32 Girtiyê 75 salî bi lez rakirin nexweşxaneyê
15:19 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê daxwazname dan dozgeriyê
15:05 Ji jinan guvenda 'Em xwe di parêzin'
14:45 Bavê êşkencekar hat girtin
14:30 Dozger xwest polîsê 2 jin qetilkirin bi cezayê herî giran bê cezakirin