Koçyîgît: Ji ber ku Kurdistan mêtîngehe destdirêjî li ser jinên kurd pêk tê

  • jin
  • 09:17 25 Îlon 2020
  • |
img

AMED - Parlementera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku Tirkiye li ser mîrateya “ganîmet” a Dewleta Osmaniyê rûniştiye û got: “Sedemê zêdebûna tacîz û destdirêjiya li hember jinên kurd yek jê ew e ku erdnîgariya Kurdistanê wek mêtîngeh dibînin”

 
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît derbarê kuştinên jinan, tacî û destdirêjiya li hember jinên kurd di demên dawî de li bajarên bakurê Kurdistanê zêde bûne ji ajansa me re nirxand. 
 
Koçyîgît diyar kir ku tacîz û destdirêjî pirsgirêkeke bikok e û ji polîtîkayên dewletê yên ku kurdan tune dihesibînin nikarin cuda bigirin dest û got: “Dewletê di serî de jinên kurd û tevahiya gelê kurd ji hemwelatîbûnê derxisti ye.”
 
‘BÊCEZATÎ BERDEWAM DIKE’
 
Koçyîgît destdirêjiya çawişê pispor Mûsa Orhan a li hember Îpek Er a 18 salî pêk anî û pişt re bû sedemê mirina wê bibîr xist û wiha got: “Tiştên ku hatin serê Îpek Er mînaka herî şênber a nêzîkatiya zayendî, netewperest a li hemberî jinên kurd e. Esker û polîs her ku destdirêjî û tacîzê dikin jî bêceza dimînin. Polîtîkayên bêcezakirinê di hişê polîs û leşkeran de zindî ye. Dizanin ku ji sûcên berê kirine jî tiştek bi kesê nehat. Dewletê hêzên xwe parast. Pergaleke darazê ku her tim li cem faîlan cih digire çêbû. Ji aliyekî burokrasî, ji aliyê din ve jî daraz, ji aliyekî din ve jî eskerî, kesên ku têkiliyên wan bi dewletê re hene, hemûyan li cem faîl cih girt.”
 
Koçyîgît da zanîn ku di buyera Îpek Er de rayedaran xwest her tiştî veşêrin û unîforma û çeka li ser xwe ji xwe re wek hêzê bikar tînin. Koçyîgît got cihê bûyera Îpek Er qewimî ye Kurdistan e û bal kişand ser cihê girîngiya bûyerê.
 
‘LI DIJÎ KURDAN BI AWAYEKÎ HÊSAN SÛC TÊN KIRIN’
 
Koçyîgît anî ziman ku ji ber Kurdistan wek erdnîgariyeke mêtîngeh tê dîtin û nebûyîna statuya kurdan a di qanûna bingehîn de li dijî kurdan hêsantirî sûc tên kirin û wiha domand: "Dema em li erdnîgariyên hatine dagirkirin dinêrin, kesên ku axê dagirkirine ji ber ku bi awayekî fîîlî dargir kiriye, axê û jinê wekhev dibîne û difikire ku li ser bedena jinê rûmeta wî gelî tune bike. Di şeran hemû de wisa ye. Li Bosnayê Sirpan li hember jinên Bosnayî destdirêjiyê pêk anî. Dema em li Şerê Vîetnamê dinêrin eskerên Koreyî, jinê bi axê re weke ganimet dibînin. Dîsa em dibînin ku çanda ganîmetê ya Dewleta Osmaniyê bi awayekî modern îro li Kurdistanê berdewam dike. Komara Tirkiyê jî li ser vê mîrateya Osmaniyan rûniştiye. Çawa ku mêtîngeriya Kurdistanê ji xwe re heq dibîne, jinên ku li wir dijîn jî ji xwe re wek ganîmet dibîne.”
 
‘DIVÊ GELÊ TIRK DENGÊ XWE DERXE’
 
Koçyîgît destnîşan kir ku divê ku gelê tirk jî li dijî feraseta li hember kurdan tê birêvebirin dengê xwe derxe û got: “Gelek kar dikeve li ser milê tevgerên jinan ên ên li Tirkiyê têdikoşin. Divê jin dengê xwe derxînin û bêjin ‘kes nikare vê yekê li netewek û jinên netewek din bike.' Di encama nêzîkatiya desthilatdariyê ya li hemberî jina kurd, tacîz, destdirêjî û kuştina jinan zêde bûne. Ev tiştên ku diqewimin nîşaneya polîtîkaya dewletê ye ku sed sal in kurdan wek gel û hemwelatî nabîne. Çand, ziman û erdnîgariya kurdan înkar kirine û dikin. Di demên dawî de ev derketiye asta herî jor. Niha bi awayekî fîîlî kurd ji hemwelatîbûnê hatine derxistin. Binpêkirinên mafan yên ku diqewimin derketine asta ku gelê kurd ji hemwelatîbûnê derxistinê." 
 
‘TUNDIYA LI SER JINAN ZÊDE BÛYE'
 
Koçyîgît diyar kir ku dîroka Komara Tirkiyê ya 100 salan li ser pergala înkarkirina kurdan hatiye damezrandin û wiha axivî: “Feraseta ku ji serê sibê heta êvarê ji zarokên kurdan re ‘tirk im, rast im, zîrek im’ dide gotin xwe dide dest. Îslama siyasî, kesên ji pergala faşist a AKP’ê û MHP’ê gazinan dikin û bi taybetî jî hişmendiya Kemalîst divê îro xwe di ber çav de derbas bikin. Sedema gelek pirsgirêkên îro em pê re rûbirû mane,  ev hişmendî bi xwe ye. Feraseta ku tune dihesibîne, pirsgirêkan nabîne, rastiyan berovajî dike û nabîne rastiya xwe ya berovajî esas digire."
 
'TÊKOŞÎNA JINAN DIKIN HEDEF' 
 
Koçyîgît bi bîr xist ku tundiya li ser jinan di dema AKP’ê de ji sedî hezar û 400 zêde bûye û wiha got: “Li Tirkiyê pirsgirêkên binyadî yên ku vê tundiyê xwedî dikin hene. Ya yekemîn binyada dadgeriya baviksalarî, dewlet, hiqûq û hêzên ewlehiyê bi xwe ne. Ev zilamtî li her derê xwe bi rêxistin dike. Elbet jin jî li dijî vê zilamtiyê berxwedanê li pêş dixin. Li Kurdistanê têkoşîna azadiyê ya jinan, li Tirkiyê jî têkoşîna femînîst heye, sedema hedefgirtina jinan a herî mezin, têkoşîna ku jin didine ye.”
 
‘DESTHILATDARÎ JI HÊZA JINAN DITIRSE’
 
Koçyîgît da zanîn ku desthilatdarî bi hemû hêza xwe êrişî jinan dike û wiha got: “Meseleyên wek windakirin, destdirêjî, revandin û tundiyê divê mirov girêdayî polîtîkayên desthilatdariyê bibîne. Ji ber ku AKP difikire dema nasnemeya jina azad perçe kir, jin hewceyî ber destê xwe kir, wê desthilatdariya xwe zêdetir bidomîne. Lê jin êdî, li kargeh, li malê, li kolanê û li her deverê serê xwe radike û dengê xwe derdixe. Azadiyê daxwaz dikin. AKP li dijî daxwazên jinan e. AKP dixwaze pergaleke zilam ava bike, jinê têxe malê. Êrişî jinên ku dengê xwe ji vê yekê re derdixin dike.” 
 
BERTEK NÎŞANÎ SELÇÛK Û GUL DA 
 
Koçyîgît bertek nîşanî daxuyaniya "Her mirina bi guman cînayeta jinan nîne" ya Wezîra Xizmeta Malbat, Xebat û Civakê Zehra Zumrut Selçûk û daxuyaniya "Salek du salan zewicî bimînin û heta dawiyê dayîna nefeqê mexduriyetê derdixe holê" a Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul da û got: "Gotinên Wezîr Zehra Zumrut nayê qebûlkirin. Li welatek her meh di navbera 35-40 jin tên qetilkirin. Wezîr Selçûk vê ji nedîtî ve û ev yek jî qet nayê pejirandin. Li şûna ku wezîr li ser pêşîlêgirtina jinan bigire û biaxivive, hevkariya saziyên jinan bike û qanûnên ji bo jinan bi hêztir bike, radibe axaftinên ku ser kuştin û îstatîstîkên heyî bigire dike." 
 
‘LI VÎ WELATÎ MEKANÎZMAYÊN KU JINAN BIPARÊZIN KÊM IN’
 
Koçyîgît anî ziman ku desthilatdariya AKP’ê di her fersendê de manîpulasyonê dike û wiha berdewam kir: “Em bipirsin jinek çima xwe dikuje? Dema em li xwe kuştina dinêrin dibînin ku li pişt wan tundiya demdirêj û tundiya aboriyê heye. Tundiya zayendî heye. Xwe kuştin bi xwe ne sedemeke, encama vê pêvajoyê ye ku jin li ser bedenên xwe diqîrîn û peyamê didin. Heke îstatîstîkên jinan yên xwe kuştinê bilind bin, em dizanin ku li wî welatî jin nayên parastin, demokrasi tune ye û mekanîzmayên ku jinan biparêzin kêm in. Heke em bersiva çima jin xwe dikujin bigirin, wê demê rastiya vî welatî derdikeve holê.”
 
‘JIN WÊ HER LI BER XWE BIDIN' 
 
Koçyîgît anî ziman ku desthilatdarî bi Peymana Stenbolê re hemû destkeftiyên jinan ji nîqaşê re vedike û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "AKP mafê nefeqeyê, qanûna hejmara 6284’ê ji nîqaşê re vedike. Heke mêrê hatiye berdan nexwaze nefeqeyê bide wê demê dewlet dê vê berpirsiyartiyê bigire ser xwe û da ku dikaribe jiyana xwe birêve bibe. Jin wê ji bo mafê xwe li ber xwe bidin û bi têkoşîna xwe vî welatî biguherînin. Em ê binyadeke civakî ya azad û wekhev ava bikin." 
 
MA / Fahrettîn Kiliç - Arjîn Dîlek Oncel 
 

Sernavên din

27/09/2020
14:59 Şibanê ku ji helîkopterê hat avêtin: Ne rehet im, nayê bîra min
14:06 Îtîfaqa Kurdistanê bang li îqtîdarê kir: Rêyên diyalogê negirin
13:58 Ji derveyî sînor piştgiriya HDP’ê
13:15 Belavkarê rojnameyê Sûbaşı hat binçavkirin
13:09 Bilgen: Me rêya dizan girt û rêyek nû vekir
12:57 Ermenistanê rêveberiya awarte îlan kir
12:40 Piştî parastina rewa gilî kir
12:01 Servet Tûrgût ê ji helîkopterê hat avêtin 17 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye
11:45 Karkerê 44 salî bû qurbana asansorê
11:19 Li Qersê kesên deng nedane HDP’ê jî li dijî binçavkirinan bi bertek in
10:55 Di 9 mehan de 20 girtî mirin: Vê dijmirovahiyê bi dawî bikin
10:39 Bi nîşeya taybet derket holê ku ehliyeta pispor tuneye
09:58 Taşdemîr: Li dijî siyaseteke ku jinan hedef digire divê em xwe bi rêxistin bikin
09:45 Buldan bang li Davutoglu kir: Dem dema vegotina rastiyan e
09:45 Parêzerê Ocalan: Divê êdî azadiya Ocalan bê armanckirin
09:05 'Wê maden bedewiya xwezayê tune bike'
09:04 Li Amasyayê ji ber HES'an çandinî nemaye
09:04 Tîryakî: AKP heyfa binketina polîtîkayên xwe yên derve ji kurdan distîne
09:03 Êzingvan û komirvan dikanên xwe digirin
09:02 Dest bi çêkirina beniyan kirin
09:01 Nameya Gencer nadin malbatê: Em bawer nakin ku întihar kiriye
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2020'AN
26/09/2020
16:58 Fincanci: Em carek din bêjin em serî natewînin
Hamzaoglu: Ji bo em nelikumin em hev hembêz bikin
15:26 Li girtîgehê madeyên paqijiyê pir biha difiroşin
15:18 Rewşa girtiya nexweş Karaguzel giran e
15:04 Serokwezîrê 6-8’ê Cotmehê li Sancar geriya: Operasyon ne hiqûqî ye
15:03 Bîlgen ji gelê Qersê re silav şand
14:42 Ji bo piştevaniya HDP’ê daketin qadan
14:33 Girtiya nexweş Dîrekçî: Hûn li benda mirina min în?
14:18 Parêzer ji bo bi HDP’iyên di binçavan de hevdîtinê bikin çûn Emniyetê
14:17 Kurê Yakut: Me deriyê heviyê her tim vekirî hişt
13:27 Bûldan: HDP’ê çong danenî û wê daneyne bila ev jî ji we re bibe derd
13:07 Piştî birin fermandariya cendirmeyan winda bû
13:07 Kongreya TTB’ê dest pê kir
12:20 Serokê PÎA: Kurd wê li dijî faşizmê serî netewînin
12:13 Aldar Xelîl: PYNK amade ye ku bi ENKS'ê re hevbeşiyê bike
11:59 Bang li Kiliçdaroglû û Akşener kir: Ger hûn deng dernexin, wê we jî bigirin
11:32 Li Stenbolê di serdegirtina malan de 7 kes hatin binçavkirin
11:03 Bersûcê hevjîna xwe ya bêrê kêr kiribû, hat binçavkirin
10:29 Kordînasyona Heskîfê: Beyza Ustun û binçavkiriyan berdin
10:18 Kekê parlamenterê AKP’ê ji bo teslîm bibe li malê li benda guhertina dozger sekinî ye
10:13 Malbata Şenyaşar: Em li bendêne di 2’yê Cotmehê de her kes li Meletiyê be
10:08 'Di dawiya dawî de dê berxwedan bi ser bikeve'
09:10 Dadgehê doza ji bo betalkirina biryara der barê Mizrakli de red kir
09:10 Kevirên Dêra Sûrp Sarkîsê hatin dizîn
09:09 Şewitandina pirêzeyan nahêle Êlih bêhnê bistîne!
09:06 Qeydên Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê dest pê kirin
09:05 Midûrê DEDAŞ'ê ku ji ber nelirêtiyê hatibû girtin, 1.7 milyon TL da, bû 'îtirafkar' û hat berdan
09:04 Hevserokên HDP'ê yên Şirnexê: Dixwazin Partiya me îllegalîze bikin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2020'AN
25/09/2020
23:36 Li Ûkraynayê balafira şer ket: 22 kes mirin, 2 kes jî birîndar bûn
23:32 Baroya Rihayê: Armanca operasyonan tepisandina muxalefetê ye
21:58 Rojên Wêjeya Berawîrdî yên Amedê dest pê kirin
21:06 Desteya Rêvebir a HDP'ê li hev kom bû
20:22 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 7 hezar û 858
17:22 Der barê 7 parlementerên HDP'ê de dê fezleke bên amadekirin
16:34 ‘Wê hêza we têra bêdengkirina HDP’ê neke’
16:32 Li dijî binçavkirinan bertek belav dibin: Kobanê neket, wê HDP jî nekeve
15:31 Partiyên Pêşeroj û Saadetê bertek nîşanî operasyona li dijî HDP’ê dan
15:00 TJA: Em ê li hemberî êrîşan gavekê tenê jî paşve ne avêjin
14:57 Partiyên siyasî: Tola Kobanê ji HDP’ê distînin
14:01 3’yemîn Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê dest pê dike
13:55 Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kût hat berdan
13:51 Biryara sînorkirina hevdîtinê ya 24 saetan danîn ser HDP’iyan
13:37 Parêzer Ozbîngol nehat berdan
13:17 Ayhan Bîlgen cara duyem e ji ‘Lêpirsîna Kobanê’ tê binçavkirin
12:58 Hevşaredara Qersê Alaca: Şaredarîvaniya gelparêz hedef girtin
12:45 Sancar: Her ku winda dikin êriş dikin, her ku êriş dikin jî bêtir winda dikin
12:24 Cenazeyê Boçnak di dorpêça polîsan de hat veşartin
12:00 Doza rehîbê sûryanî Bîleçen hat taloqkirin
11:50 HDP’ê bertek nîşanî da: Biryar di MGK û Qesrê de hat girtin
11:45 Hêrsa li dijî operasyonê: Wê HDP neyê bêdengkirin
11:02 Lêpirsîna li dijî ‘Tevgera Bênavan': 24 kes hatin binçavkirin
10:49 Mele Huseyîn ê endamê KÎD’ê jiyana xwe ji dest da
10:42 MYK’a HDP’ê bi rojeva awarte dicive
10:29 Gardiyenan ji girtiyan re got ‘hûn terorîst in’
10:28 Z.Ç a tecawîz lê hat kirin: Bila edalet pêk bê
10:27 Malbat ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
10:18 Ji welatiyan ji bo Bîlgen: Ev bajêr bi te serbilind e
10:12 Tanrikûlû bertek nîşanî operasyonê da: Xelata dawetê ya ji bo Qesrê ye
10:01 Gergerlîoglû: Walîtî dixwaze rastiyan biniximîne
09:40 Hevşaredara Qersê Alaca: Em şaredarîvaniyeke civakî ava dikin
09:21 Du xaniyên wê ketin ber veguherandin bajêr, lê tenê xaniyek dane wê
09:20 'Wê nexweşxaneyên bajêr di têkoşîna li dijî pandemiyê de nebin çare'
09:19 Bandora tecrîdê ya li ser aştî û aboriyê
09:19 Ji ber bi kurdî distrê qereqolê gef lê xwarin
09:18 Ji ber nelirêtiyeke 352 milyon TL'yî hatibû girtin, bi 206 hezar TL'yî hat berdan
09:17 'Ji ber nebûna xizmeta bi zimanê zikmakî şewb zêdetir belav dibe'
09:17 Koçyîgît: Ji ber ku Kurdistan mêtîngehe destdirêjî li ser jinên kurd pêk tê
09:15 Mirina piştî ji axa xwe hat dûrxistin!
09:15 Li Botanê dema berhevkirina kezwanan e lê darên kezwanan hatine şewitandin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2020'AN
08:10 Li dijî HDP'ê operasyona 'Kobanê': Gelek kes hatin binçavkirin
24/09/2020
19:40 74 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:17 Ji bo polisê gule reşand destûra lêpirsînê nehat dayîn û darizandin rawestiya
17:04 Li Marmarayê erd hejiya
17:03 Li Farqînê 22 kes bi vîrûsê ketin
16:57 Malbata Şenyaşar bi rayedarên CÎMER’ê re hevdîtin pêk anî
15:42 Banga civîna lezgîn li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê kirin
15:41 DMME’yê serlêdana ji bo ava Hesekê hatibû kirin, qebûl kir