Du xaniyên wê ketin ber veguherandin bajêr, lê tenê xaniyek dane wê

  • rojane
  • 09:21 25 Îlon 2020
  • |
img

STENBOL – Şaredariya Kagithaneyê, di bin navê veguherandina bajêr de 255 avahî xera kiribûn. Ji van avahiyan dudo jê yên Bezar Sag in. Sag, anî ziman ku ji her du xaniyan xaniyek jê wernegirtiye û niha li hemberî xaniyê ku hatiye xerakirin jêrzemînek kirê kiriye û di wir de dimîne. 

 
Şaredariya Kagithaneyê li Taxa Seyrantepeyê di çaçroveya veguherandina bajêr de 255 avahî xera kiribûn. Berî avahî bên xerakirin di 16'ê Çileya 2019'an de teblîxat ji şêniyên taxê re hatibûn şandin û hatibû gotin ku wê bedêla enqazê bê dayîn û ji wan hatibû xwestin ku di nava 15 rojan de avahiyên xwe vala bikin. 
 
Her wiha di teblîxatê de hatibû diyarkirin ku wê li taxê avahiyên nû bên çêkirin û wê bi 260 hezar lîreyî bên firotin û wê her meh mehê hezar û 300 lîre kirê bê wergirtin. 
 
AV Û CERYANA WÎ HAT BIRÎN
 
Piştî teblîxatê ji şêniyên taxê Bezar Sag ku du xaniyên wê li taxê hebûn, hatibû gotin tenê wê xaniyekî bifiroşin wê. Sag jî diyar kiriye ku du xaniyên wê hebûne û wê xaniyekî tenê qebûl neke û ji bo vê çûye li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê îtiraz kiriye. Dı 24'ê Nîsana 2019'an de li herêmê mizgeft hatiye serobinokirin. Piştî rûxandina mizgeftê ceryan û ava mala Sag hatiye birîn. 
 
Ji bo rûxandinê bê rawestandin hevjînê Bezar Sagê Azîz Sag, serî li li dadgehê daye û Dadgeha Îdareyê ya Stenbolê jî di 5'ê Gulana 2019'an de ji bo 30 rojan biryara rawestandina rûxandinê daye. Piştî parêziya Midûriyeta Meskenê hatiye wergirtin, dadgehê ji bo biryara rûxandinê gotiye di cî de ye û ji bo mesrefê dosyeyê hezar û 362 TL ceza li malbata Sag biriye. 
 
Piştî biryara dadgehê Şaredariya Kagithaneyê jî di 29'ê Cotmeha 2019'an de şeveqê zû bi makîneyan xaniyên malbata Sag xera kirine. Malbatê jî ji mecbûrî çûye li hemberî xaniyê xwe jêrzemîna avahiyekê kirê kiriye û niha di vê jêrzemînê de dimîne. 
 
2 XANÎ XERAKIRIN TENÊ MIFTEYEK DANÊ 
 
Sag, anî ziman ku ji xeynî çend kesan kes li ber vê biryara xerakirinê ranebû û got: "Ê me du cihê me hebûn. 14B û 14C. Lê belê tenê mifteyek dan me. Mifte dan hevjînê min, lê belê ji bo xaniyê kurê min mite nedan." 
 
DOSYE HAT WINDAKIRIN 
 
Sag, anî ziman ku xaniyek aydê kurê wê bûye û got, kurê wê ji bo aştiya îmarê pere jî razandiye û got: "Belge berpêşî wan kirin ku xanî aydê wî ye. Lê belê belgeyên wî bi awayekî winda kirin. Kurê min çû bi karmend re axivî ku belge dabûn wî. Karmend, dibêje belge stendine lê nizane çi hatiye serê wan. Dosyeya tu kesî winda nabe, lê çima ya kurê min winda dibe." 
 
Sag, bibîr xist ku şaredariyê xaniyên li vê derê yeko yeko xera kirine û herî dawî piştî mizgeft hatiye xerakirin ceryan û av hatiye birîn û ji ber vê tam neh mehan li ber ronahiya mûmikan mane. Sag, bilêv kir ku piştî mifteyek teslîmî wan hatiye kirin wan jî mifte daye kurê xwe û got: "Min jî mifteya dan me da kurê xwe. Du zarokên wî yê biçûk hebûn. Niha her meh hezar û 300 Tl kirê dide. Mehê sed lîreyî jî aydatê dide. Rojekê şeveqê saet li dor 4'an zabite û polîs hatin bi makîneyên karî xaniyên me xera kirin. Zînetên keça min hebûn. Di xanî de bûn. Di dema rûxandinê de ew jî winda bûn." 
 
‘JI BER EZ KURD IM' 
 
Sag, anî ziman ku piştî rûxandinê bi mehan li derve mane û got: "Kesî deriyê xwe li me venekir. Em werê hatin hiştin. Di nava 255 xaniyî de tenê ev tişt hat serê min. Ji ber ez dersimî me, ji ber ez kurd im ev tişt anîn serê min. Li vê derê ji xeynî min kes mexdûr nebû. Em çûn cem kê derî girtin. Telefonên xwe venekirin. Em zanibin li welatekî din cihê me hebe, em ê biçin wê derê. Niha di jêrzemînekê de me. Ne kar heye ne emel. Her meh hezar lîre kirê didim. Wê korona me nekuje, em ê ji birçîna bimirin." 
 
MA /  Mehmet Aslan

Sernavên din

27/09/2020
14:59 Şibanê ku ji helîkopterê hat avêtin: Ne rehet im, nayê bîra min
14:06 Îtîfaqa Kurdistanê bang li îqtîdarê kir: Rêyên diyalogê negirin
13:58 Ji derveyî sînor piştgiriya HDP’ê
13:15 Belavkarê rojnameyê Sûbaşı hat binçavkirin
13:09 Bilgen: Me rêya dizan girt û rêyek nû vekir
12:57 Ermenistanê rêveberiya awarte îlan kir
12:40 Piştî parastina rewa gilî kir
12:01 Servet Tûrgût ê ji helîkopterê hat avêtin 17 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye
11:45 Karkerê 44 salî bû qurbana asansorê
11:19 Li Qersê kesên deng nedane HDP’ê jî li dijî binçavkirinan bi bertek in
10:55 Di 9 mehan de 20 girtî mirin: Vê dijmirovahiyê bi dawî bikin
10:39 Bi nîşeya taybet derket holê ku ehliyeta pispor tuneye
09:58 Taşdemîr: Li dijî siyaseteke ku jinan hedef digire divê em xwe bi rêxistin bikin
09:45 Buldan bang li Davutoglu kir: Dem dema vegotina rastiyan e
09:45 Parêzerê Ocalan: Divê êdî azadiya Ocalan bê armanckirin
09:05 'Wê maden bedewiya xwezayê tune bike'
09:04 Li Amasyayê ji ber HES'an çandinî nemaye
09:04 Tîryakî: AKP heyfa binketina polîtîkayên xwe yên derve ji kurdan distîne
09:03 Êzingvan û komirvan dikanên xwe digirin
09:02 Dest bi çêkirina beniyan kirin
09:01 Nameya Gencer nadin malbatê: Em bawer nakin ku întihar kiriye
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2020'AN
26/09/2020
16:58 Fincanci: Em carek din bêjin em serî natewînin
Hamzaoglu: Ji bo em nelikumin em hev hembêz bikin
15:26 Li girtîgehê madeyên paqijiyê pir biha difiroşin
15:18 Rewşa girtiya nexweş Karaguzel giran e
15:04 Serokwezîrê 6-8’ê Cotmehê li Sancar geriya: Operasyon ne hiqûqî ye
15:03 Bîlgen ji gelê Qersê re silav şand
14:42 Ji bo piştevaniya HDP’ê daketin qadan
14:33 Girtiya nexweş Dîrekçî: Hûn li benda mirina min în?
14:18 Parêzer ji bo bi HDP’iyên di binçavan de hevdîtinê bikin çûn Emniyetê
14:17 Kurê Yakut: Me deriyê heviyê her tim vekirî hişt
13:27 Bûldan: HDP’ê çong danenî û wê daneyne bila ev jî ji we re bibe derd
13:07 Piştî birin fermandariya cendirmeyan winda bû
13:07 Kongreya TTB’ê dest pê kir
12:20 Serokê PÎA: Kurd wê li dijî faşizmê serî netewînin
12:13 Aldar Xelîl: PYNK amade ye ku bi ENKS'ê re hevbeşiyê bike
11:59 Bang li Kiliçdaroglû û Akşener kir: Ger hûn deng dernexin, wê we jî bigirin
11:32 Li Stenbolê di serdegirtina malan de 7 kes hatin binçavkirin
11:03 Bersûcê hevjîna xwe ya bêrê kêr kiribû, hat binçavkirin
10:29 Kordînasyona Heskîfê: Beyza Ustun û binçavkiriyan berdin
10:18 Kekê parlamenterê AKP’ê ji bo teslîm bibe li malê li benda guhertina dozger sekinî ye
10:13 Malbata Şenyaşar: Em li bendêne di 2’yê Cotmehê de her kes li Meletiyê be
10:08 'Di dawiya dawî de dê berxwedan bi ser bikeve'
09:10 Dadgehê doza ji bo betalkirina biryara der barê Mizrakli de red kir
09:10 Kevirên Dêra Sûrp Sarkîsê hatin dizîn
09:09 Şewitandina pirêzeyan nahêle Êlih bêhnê bistîne!
09:06 Qeydên Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê dest pê kirin
09:05 Midûrê DEDAŞ'ê ku ji ber nelirêtiyê hatibû girtin, 1.7 milyon TL da, bû 'îtirafkar' û hat berdan
09:04 Hevserokên HDP'ê yên Şirnexê: Dixwazin Partiya me îllegalîze bikin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2020'AN
25/09/2020
23:36 Li Ûkraynayê balafira şer ket: 22 kes mirin, 2 kes jî birîndar bûn
23:32 Baroya Rihayê: Armanca operasyonan tepisandina muxalefetê ye
21:58 Rojên Wêjeya Berawîrdî yên Amedê dest pê kirin
21:06 Desteya Rêvebir a HDP'ê li hev kom bû
20:22 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 7 hezar û 858
17:22 Der barê 7 parlementerên HDP'ê de dê fezleke bên amadekirin
16:34 ‘Wê hêza we têra bêdengkirina HDP’ê neke’
16:32 Li dijî binçavkirinan bertek belav dibin: Kobanê neket, wê HDP jî nekeve
15:31 Partiyên Pêşeroj û Saadetê bertek nîşanî operasyona li dijî HDP’ê dan
15:00 TJA: Em ê li hemberî êrîşan gavekê tenê jî paşve ne avêjin
14:57 Partiyên siyasî: Tola Kobanê ji HDP’ê distînin
14:01 3’yemîn Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê dest pê dike
13:55 Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kût hat berdan
13:51 Biryara sînorkirina hevdîtinê ya 24 saetan danîn ser HDP’iyan
13:37 Parêzer Ozbîngol nehat berdan
13:17 Ayhan Bîlgen cara duyem e ji ‘Lêpirsîna Kobanê’ tê binçavkirin
12:58 Hevşaredara Qersê Alaca: Şaredarîvaniya gelparêz hedef girtin
12:45 Sancar: Her ku winda dikin êriş dikin, her ku êriş dikin jî bêtir winda dikin
12:24 Cenazeyê Boçnak di dorpêça polîsan de hat veşartin
12:00 Doza rehîbê sûryanî Bîleçen hat taloqkirin
11:50 HDP’ê bertek nîşanî da: Biryar di MGK û Qesrê de hat girtin
11:45 Hêrsa li dijî operasyonê: Wê HDP neyê bêdengkirin
11:02 Lêpirsîna li dijî ‘Tevgera Bênavan': 24 kes hatin binçavkirin
10:49 Mele Huseyîn ê endamê KÎD’ê jiyana xwe ji dest da
10:42 MYK’a HDP’ê bi rojeva awarte dicive
10:29 Gardiyenan ji girtiyan re got ‘hûn terorîst in’
10:28 Z.Ç a tecawîz lê hat kirin: Bila edalet pêk bê
10:27 Malbat ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
10:18 Ji welatiyan ji bo Bîlgen: Ev bajêr bi te serbilind e
10:12 Tanrikûlû bertek nîşanî operasyonê da: Xelata dawetê ya ji bo Qesrê ye
10:01 Gergerlîoglû: Walîtî dixwaze rastiyan biniximîne
09:40 Hevşaredara Qersê Alaca: Em şaredarîvaniyeke civakî ava dikin
09:21 Du xaniyên wê ketin ber veguherandin bajêr, lê tenê xaniyek dane wê
09:20 'Wê nexweşxaneyên bajêr di têkoşîna li dijî pandemiyê de nebin çare'
09:19 Bandora tecrîdê ya li ser aştî û aboriyê
09:19 Ji ber bi kurdî distrê qereqolê gef lê xwarin
09:18 Ji ber nelirêtiyeke 352 milyon TL'yî hatibû girtin, bi 206 hezar TL'yî hat berdan
09:17 'Ji ber nebûna xizmeta bi zimanê zikmakî şewb zêdetir belav dibe'
09:17 Koçyîgît: Ji ber ku Kurdistan mêtîngehe destdirêjî li ser jinên kurd pêk tê
09:15 Mirina piştî ji axa xwe hat dûrxistin!
09:15 Li Botanê dema berhevkirina kezwanan e lê darên kezwanan hatine şewitandin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2020'AN
08:10 Li dijî HDP'ê operasyona 'Kobanê': Gelek kes hatin binçavkirin
24/09/2020
19:40 74 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:17 Ji bo polisê gule reşand destûra lêpirsînê nehat dayîn û darizandin rawestiya
17:04 Li Marmarayê erd hejiya
17:03 Li Farqînê 22 kes bi vîrûsê ketin
16:57 Malbata Şenyaşar bi rayedarên CÎMER’ê re hevdîtin pêk anî
15:42 Banga civîna lezgîn li Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê kirin
15:41 DMME’yê serlêdana ji bo ava Hesekê hatibû kirin, qebûl kir