HDP’ê li hewşa Meclîsê dest bi çalakiya rûniştinê kir: Wê planên îqtîdarê bi ser nekevin

  • rojane
  • 14:37 1 Cotmeh 2020
  • |
img

ENQERE – Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar û parlamenterên HDP’ê bi armanca şermezarkirina operasyonên binçavkirinê li dijî partiya wan li hewşa Meclîsê çalakiya rûniştinê da destpêkirin. 

 
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li gel parlamenterên xwe li dijî operasyona binçavkirinê ya li dijî HDP’ê li baxçeyê Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Ewilî Pervîn Bûldan axivî û têkildarî êşkenceya bi helîkoptêrê ya li Wanê hat kirin got: “Servet Tûrgût jiyana xwe ji dest da. Ez wan kiryarên êşkenceya dij mirovane pêk anîne û berpirsiyariyan û yên wan diparêzin şermezar dikim. Helbet wê nikaribin ser vê êşkenceyê biniximînin. Ji bo kujer û berpirsiyar werin darizandin çi ji destê me were em ê bikin.” 
 
‘OPERASYONA TOLHILDANÊ YE’
 
Bûldan destnîşan kir ku operasyonên li dijî partiya wan pêk tê “tolhildana siyasî ye” û got: “Siyasetmedarên me bi kêfî tên binçavkirin. Vê sibehê jî Hevşaredara me ya Qersê Şevîn Alaca û endamên meclîsê hatin binçavkirin. Opersyonên li dijî partiya me didomin. Em carek din destnîşan dikin ev operasyon ne hiqûqî ne û siyasî ne. Ev operasyon li gorî daxwaza ajanda siyasî ya îqtîdara AKP-MHP’ê pêk tên. Ev operasyon dewama operasyona 4’ê mijdara 2016’an a li dijî hevserokên me û paralementerên me û operasyonên darbeya qeyûman e. Em bi oprasyonên qirkirinê re rûbirû ne. Her ku îqtîdar winda dike, êrişên xwe hin bêtir zêde dike. Di hedefa wê ya ewil de jî HDP heye. Dixwazin rêxisinbûna me û têkoşîna me tasfiye bikin. Plana têkbirina demokrasiyê disepînin. Hûn nikarin li ber bilindbûn, mezinbûn û herikîna HDP’ê bisekinin.” 
 
‘WÊ PLANÊN WAN BI SER NEKEVIN’ 
 
Bûldan diyar kir ku îqtîdar her çiqas berga siyaseta demokratîk a HDP’ê bigire dê ew zemîna siyaseta demokratîk mezin û bi hêz bikin û got: “Wê planên terorîzekirina HDP’ê pûç derkevin û bi ser nekevin. Hûn dikarin bi şev û roj hesabê 50+1 bikin. Hûn dikarin bi qanûnên hilbijartinê bileyîzin. Lê vê qet ji aqilê xwe dernexin; wê ne hesabên îqtîdara we dê xeyalên demokrasiyê, aştî, edalet û demokrasiyê yên gelên Tirkiyê pêk werin. Ne faşîzm wê teqez demokrasî bi ser bikeve.” 
 
‘EM VÊ LÎSTIKÊ BI HEV RE XERA BIKIN’ 
 
Bûldan da zanîn ku sûcek hevalên wan siyasetmedar hebe jî birêvebirina siyaseta demokratîk e û got: “Ya esil divê ne HDP’ê werin binçavkirin û darzandin. Yên ku werin binçavkirin divê kujer û berpirsiyarên Roboskî, 5’ê Hezîranê, Pirsûs û Enqereyê, Soma, Çorlû, Sakarya, Afyon û êşkenceya bi helîkoptêrê, yên ne li rêtiyê, diziyê û sûcên nefretê dikin werin girtin û darizandin. Demildest hevalên me berdin. Heke hûn wisa wêrekin werin em li Meclîsê demildest komîsyona lêkolînê ya ji bo 6-8’ê Cotmehê ava bikin û bi rehendên wê rastegîn lêkolîn bikin û derxin holê. Îqtîdara AKP-MHP’ê li gorî planên xwe yên siyasî Tirkiyê û siyasetê qefle dikin. Em vê lîstikê bibînin. Em vê lîstikê bi hev re xera bikin. Ev vê qeflekirinê bi hev re bi yekîtiya hêza gelan û demokratîk ji pêşiya xwe rakin.” 
 
SANCAR: EM ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ LI DAR DIXIN 
 
Piştî Bûldan, Mîthat Sancar axivî û operasyona li dijî partiya xwe wek “operasyona darbeya siyasî” nirxand û got: “Em partiya sêyemîn a Meclîsê ne. Em ê mafê xwe yê muxalefetê di her platformê de bikar bînin. Me îro biryar girt ku em ê beşdarî merasîma vekirina Meclîsê nebin. Ev ne helwestek li dijî Meclîsê ye. Meclîs yek ji platforma herî girîng a siyaseta demokratîk e. Li dijî ewqas neheqî, bêhiqûqî û zilmê ne li Desteya Giştî ya Meclîsê, li baxçeyê Meclîsê me xwest em ji gelên xwe ragihînin û me vê wek rêbazek guncav dît. Em ê li baxçeyê Meclîsê çalakiya rûniştinê li dar bixin. Heta ku Desteya Giştî ya Meclîsê bidome em ê di çalakiya rûniştinê de bin.” 
 
Piştî axaftinan Hevserok Bûldan û Sancar û parlamenter li baxçeyê Meclîsê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. 
 

Sernavên din

02/10/2020
15:33 Girtina HDP’iyan û tayînkirina qeyûmê Qersê hat şermezarkirin
15:11 Dadger 6 meh qedexeya hevdîtinê danî ser parêzerên Ocalan
15:01 Li Amedê 3 bombeyên bi deng hatin teqandin
14:50 Polîsan li Germencikê bi ser avahiya HDP’ê de girt
14:43 Parlamenteran bertek nîşanî qeyûm da: Wê ev gel hesabê vê bipirse
14:40 Rapora Girtîgeha Şirnexê: Hûnê hêza dewletê bibînin
14:30 Gunay: Edliyeya Enqerê sûc kiriye
14:29 ‘Pêwiste muxalefet bi gavên wêrek li cem HDP’ê cih bigire’
14:05 'Berpirsiyartiyên xwe bi cih bînin”
13:44 KCD, DBP, TJA û HDP: Em yekîtiyê saz bikin, tecrîdê bişkînin, azadiyê pêk bînin
13:43 Rojnameger Boltan û 13 kesên din sewqî edliyê hatin kirin
13:07 Ji qeyûm kiryara ewil: Li ber şaredariyê nimêja Înê kir
13:02 Destnedayîna Tûma Çelîk di komîsyonê de hat rakirin
12:33 Li Qersê tayînkirina qeyûm hat şermezarkirin
12:20 Parêzer Ozbîngol dîsa nehat berdan
11:48 Rayedaran 39 qolî pirtûkên girtiyan nedan wan û paşve şandin
11:38 Malbata Ocalan ji bo biçe Îmraliyê serlêdan kir
11:34 Wesayîta koçeran qeza kir: Kesek mir
11:26 Doza malbata Şenyaşaran dest pê kir
11:06 Parêzer îtîrazî astengiya li ser Rojnameya Yenî Yaşamê kir
10:34 Qeyûm tayînî Şaredariya Qersê hat kirin
10:30 Li Amedê tundiya polîsan: Ciwanek hat binçavkirin
10:16 Ji ‘Lêpirsîna Kobanê’ 17 HDP’yî hatin girtin
10:03 Şahid: Me xwest zarokan ji nava agir xelas bikin eskeran nehişt
09:56 Cara duyem e ji heman sûcdariyan rojnamevan Boltan dixin ber lêpirsînê
09:44 Şewatên li herêma Botanê mêşvaniyê anî asta qedandinê
09:20 ‘Eskeran bang kir got 'Hecî Miheme': Hîn jî ew deng di kerika guhê min de ye
09:20 Hişyariya ji bo restorekirina sûran: Dibe ku UNESCO wan ji lîsteya xwe derxîne
09:19 Çîroka çêkirina nexweşxaneya nû ya Êlihê!
09:17 Ji bo biryara rawestandina darizandina doza Hêlîn Şen îtiraz kirin
09:09 Li Manîsayê rêjeya beşdarbûna EBA'yê ji sedî 10 e
09:09 Girtiyê nexweş ê jiyana xwe ji dest da ji ber ku 'derbasî qawîşa bêaliyan nebûye' nehatiye berdan
09:08 Nerazîbûna ji bo qadên madenê: Dar, çiya û deşteke me ya ku ji dest me biçe tuneye
09:08 Çîftyurek: Tifaqa neteweyî wê li dijî êrîşên Tirkiyeyê bibe bertek
09:07 'Êrişên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê pêşî li yekîtiyê digire'
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2020'AN
08:59 Serokê Amerîkayê Donald Trump bi koronayê ket
00:38 Siyasetmedarên hatin binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
01/10/2020
21:52 Li Tirkiyeyê 67 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane
16:59 Polisên Wanê ku daxuyaniya çapameniyê asteng kirin: Bila MA nekişîne kî dikişîne bila bikişîne
16:30 HDP’ê çalakiya xwe ya rûniştinê bi dawî kir
15:50 Rapora girtîgehên Wanê: Girtî li erdê radikevin
15:37 Li Amedê mirina jinekê ya bi guman
15:35 Li dijî xebata bêtemînat ji SES’ê pêşniyara qanûnê
15:24 Piştevaniya bi HDP’ê re dewam dike: Li dijî zilmê bûn endam
15:15 CHP’ê serdana çalakiya rûniştinê ya HDP’ê kir
14:53 Li dijî zextan bibin endamê HDP’ê
14:41 Guven: Em ê serî li ber tundiya zilaman neşikinîn
14:37 HDP’ê li hewşa Meclîsê dest bi çalakiya rûniştinê kir: Wê planên îqtîdarê bi ser nekevin
14:03 Di meha Îlonê de 36 jin hatin qetilkirin
13:55 Nor Zartong: Em helwesta Tirkiyeyê ku şer pîroz dike şermezar dikin
13:34 ‘Polîs bûne pisporê hilberandina sûc’
13:11 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:01 Polisan bi ser şîna Servet Tûrgût de girt
12:57 Malbata Şenyaşar ji bo danişîna sibê banga xwedî derketin kir
12:40 Tezkereyên şer pêşkêşî meclisê hatin kirin
12:30 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:05 Hatîp Dîcle: 6-8’ê Cotmehê mîlad e, operasyona li dijî HDP’ê jî tolhildan e
11:02 Siyasetmedarên HDP’yî birin edliyê
10:51 Eskeran li Stewrê gef li şivanan xwarin!
10:43 Bi peyama ‘pîrozbahiyê’ hîn bûn ku wan kirine endamên AKP’ê
10:34 Xeyala wê ew e komeke perkusyonê ya jinan ava bike
10:33 Piştî zeytûnên Efrînê û genimê Girê Spî niha jî cehê Serêkaniyê dikişînin Tirkiyeyê
10:28 îpekyuz: Desthilatdarî nikare aboriyê bi rêv bibe
10:24 Herî dawî li qereqolê hatin dîtin lê dozgeriyê wan ‘tevlî PKK’ê kiriye
09:59 Banga '404 Welatiyan' a ji bo HDP'ê: Em li dor HDP'ê bibin xelek
09:42 Di operasyona li Mêrdînê de hejmara binçavkirinan zêde dibe
09:07 Mihçi: Aktorên sereke yên şer Rûsya û Tirkiye ne
09:05 Pîroglû: Heya tecrîd hebe wê pirsgirêka demokrasiyê jî hebe
09:05 Zarok li bazaran barê ji xwe girantir dikişînin
09:02 Di doza Hêlîn Şenê de darizandin hat rawestandin!
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2020'AN
07:54 Li Qersê li dijî HDP'iyan operasyon: Hevşaredar Şevîn Alaca hat binçavkirin
30/09/2020
23:18 Navnîşana Ajansa Mezopotamyayê cardin hat astengkirin
20:46 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 8 hezar û 195
16:53 Brayê Servet Tûrgût: Bila ev zilm biqede
16:13 Egîtîm Sen: Serdema Perwerdeyê bi xespkirina mafan dest pê kir
15:57 'Heta kujerê Turgut bên darizandin ev doz dê neyê girtin'
15:52 Ji bo Servet Tûrgût çalakiya bi pankart
15:37 Rojnamevan Kûray hat berdan
15:33 Hevşaredarê Colemêrgê Karaman hat berdan
15:09 Servet Tûrgût hat veşartin
15:05 Parlamenter li ber Emniyeta Enqereyê ne: Bi dijminatiya HDP’ê nagihîjin serî
14:47 Çalakiyên şermezarkirinê: Ne ev partî û ne jî ev xelk wê serê xwe netewîne
14:37 Li Şirnexê berteka li dijî îşkenceyê: Divê faîl demildest werin cezakirin
14:31 Şewata li Bestayê didome: Li 21 herêman bi hezaran dar şewitîn
14:17 Li Amedê hejmara binçavkiriyan derket 14’an
13:57 Derbarê gilîkirina Kûyûn a HDP’î ku hatibû revandin biryara neşopandinê dan
13:54 Li Sîlîvriyê av û xwarina nepaqij didin girtiyan
13:24 Derbarê rojnameger Akman de biryara girtinê hat dayîn
13:14 Kesê ku ji bo gotin girtinê vexwendin binçav kirin
13:03 Girtî xwe bi ava zengarî dişon
12:54 Ayhan Bîlgen ê di binçavan de: Ez ê ji wezîfeya xwe îstîfa bikim
12:23 Hevserokê DBP’ê yê berê Mehmet Arslan hat berdan
12:18 Yeneroglû: Heke hiqûq hebûna wê Wezîrê Karê Hundir hesab bida
11:44 Danişîna Dag hat taloqkirin
11:42 Erdogan ji serokên YE’yê re name şand
11:14 Piştî PÎA’yê 21 partî hatin damezrandin, lê hêj randevûya damezrandinê nedanê
11:11 Rojnameger Berekat: Li Efrîn, Girê Spî û Serêkanîyê şer nesekiniye û sûcê mirovahiyê dikin
11:08 Li Licê operasyona leşkerî dest pê kir