Çîftyurek: Tifaqa neteweyî wê li dijî êrîşên Tirkiyeyê bibe bertek

  • rojane
  • 09:08 2 Cotmeh 2020
  • |
img
AMED - Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek derbarê geşedanên dawî yên li başûr, bakûr, rojavayê Kurdistanê û Tirkiyeyê de bang kir ku hemû partiyên kurd bên cem hev û got: “Heke îtîfaka neteweyî di nava kurdan de pêk were wê li dijî êrîşên Tirkiyeyê gel jî bertek nîşan bide.”
 
Li Rojava  derbarê yekîtiya neteweyî de gelek pêşketinên girîng rû didin. Di navbera ENKS û PYNK`ê de civînên li ser bingeha yekitiya neteweyî û lihevkirina siyasî çêbûn. Li aliyê din jî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser bakûr û başûrê Kurdistanê didomin. Herî dawî Serdozgerê Komarê yê Enqereyê derbarê siyasetmedarên kurd de li bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê operasyon da destpêkirin û gelek siyasetmedarên kurd û dostên wan da binçavkirin. Dîsa Tirkiye êrîşên xwe yên Başûrê Kurdistane didomîne herî dawî balafirên Tirkiyeyê çoltera gundê Guherzê yê girêdayî navçeya Amediyê bombeberan kir. 
 
Serokê Giştî yê Partiya Komînîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek derbarê geşedanên dawî yên li başûr, bakûr û rojavayê Kurdistanê û yekitiya netewî de axivî û nirxandinên girîng kir.
 
‘TIRKIYE NEFIRÎ DIRÊJÎ ERDÎ BÛ’
 
Çîftyurek, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên hûndir û derveyî welat û wiha got: “Digotin 'bi Pergala Serokatiyê wê Tirkiye bifire' lê Tirkiye nefirî û seranser dirêjî erdî bû. Betalî û dovîz firiya, aborî xerab bû. Di hundir de serweriya hikumetê kete tengasiyeke mezin. Tirkiye li derve jî li Lîbya, li Îdlîb, li Rojhilatê Behra Spî û li Kurdistanê siyaseta siva sor dimeşîne. Ev siyaset xetimî. Li her derê tenê ma. Li ser van bûyeran Lijneya Ewlehiya Netewî (MGK) du peyam dan. Gotin ‘li derve em siyaseta aşitiyê û diyalogê dixwazin’ lê di hundir de peyama êrîşê da. Ji ber vê yekê Serdozgeriya Enqereyê biryareke siyasî da û li ser siyaseta kurd êrîş pêk hat. Çend peyamên van êrîşan hene. Ya girîng ji siyaseta hundir a Tirkiyê re ye. Wek CHP û partiyên din. Ji wan re gotin ‘divê hûn nêzîkî HDP’ê nebin.’ Ji bo HDP’ê çalek koland lê ew bi xwe ketin wê çalê. Cara ewil e HDP ji gelek partiyên Tirkiyeyê piştgirî digire. Îtîfaka Cumhur tenê ma. Peyameke din jî ji bo Demîrtaş wan e, dibêjin ‘em wan bernadin.’ Ya sêyemîn jî ji ber yekitiya Rojava ye, nikarin êrîş bikin lê bi van operasyonan dibêjin ‘em qebûl nakin.’”
 
‘TIRKIYE STATUYA BAŞÛR Û ROJAVA QEBÛL NAKE’
 
Çîftyurek, anî ziman ku Tirkiye êrîşên xwe yên Başûr didomîne û wiha axivî: “Dewleta Tirkiye çiqas li siyaseta derve bi xetime jî statuya Başûr û Rojava qebûl nake. Tirkiye li Rojava gef xwarin lê nikarî bi seranser êrîş bikirana. Dema derve dikeve tengasiyê di hundir de êrîşî siyaseta kurdan dike.” Çîftyurek, da zanîn ku heke îtîfaka neteweyî di nava kurdan de pêk were wê li dijî êrîşên Tirkiyeyê gel jî li kolanan bibe bertek û wiha berdewam kir: “Gelê me van erîşan qebûl nake li kolanan tu mîkrofonê dirêjî kê bikî ew ê bêjin ‘em qet vê êrîşê qebûl nakin.’ Li gelek bajaran, li gel êrîşan jî bertek hatin nîşandan.” Çîftyurek, xwest ku Hikumeta Başûr li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Başûrê Kurdistanê helwestekê bigire û gavên bi hêz biavêje.
 
‘DI SIYASETÊ DE DIYALOG Û DESTDIRÊJKIRINA HEVDÛ RIYA ÇARESERIYÊ YE’
 
Çîftyurek, bal kişand ser hewldanên yekitiya netewî yên li Rojava û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Gel, rewşenbîr, dostên kurdan ên heremî û navdewletî ji bo yekitiyê bûn alîkar. Hikumeta Başûr jî alîkarî kir. Hewldanên yekitiya netewî yên li Rojava ser bikeve, wê gelek tişt werin çareserkirin. Çawa? Derket holê ku di nava siyaseta kurd de diyalog, dest dirêjkirina hevdû riya çareseriyê ye. Em wek Partiya Komînîst a Kurdistanê bi salan e dibêjin divê di nava kurdan de riya demokratîk û aşitiyê vebe. Bi taybetî jî di navbera PDK’ê û PKK’ê de divê vebe. Kî dixwaze Kongreya Netewî were avakirin divê nêzîkî hevdû bibin. Gava li Rojava hatiye avêtin gaveke girîng e. Divê di meseleya Başûr de jî ya Şengalê de jî her du partiyên me werin cem hev.”
 
‘HEWCEYE ŞENGAL SIYASETA KURD BIKE YEK’
 
Çîfyurek, destnîşan kir ku bajarê Şengalê pira her çar parçeyên Kurdistanê dike yek û vê mijarê wiha nirxand: “Gerek Şengal siyaseta kurd bike yek û bibe pira aşitiyê. Ji ber vê yekê banga me careke din ew e ku her du partiyên me yên mezin (PKK-PDK) û hemû partiyên me li ser meseleya Şengalê werin ba hev û bi diyalogê destê xwe dirêjî hev bikin. Şengal girîng e, heke meseleya Şengal û Rojava çareser bû, li pêşiya Kongreya Netewî tu astengî namîne. Hinek hêzên navdewletî dixwazin meseleya Şengalê di navbera Iraq, Tirkiye û Hikumeta Herema Kurdistanê de çareser bibe. Em vê qebûl nakin. Meseleya Şengalê meseleya Tirkiyeyê û Iraqê nîne meseleya kurdan e. Ji ber wê banga me ji Hikumeta Başûr e ku Şengalê di navbera xwe de çareser bikin. Çawa Rojava di navbera xwe de bi riya diyalogê çareser dikin divê meseleya Şengalê jî wisa çareser bikin.”
 
‘HEWCEYE EM MIL BIDIN ÎTÎFAQA ROJAVA’
 
Çîftyurek, bi lêv kir ku hewldanên tifaqa Yekitiya Netewî yên li Rojava girîng in û axaftina xwe wiha domand: “Tifaqa li Rojava, li her çar perçeyên Kurdistanê kelecaneke mezin derxist holê. Ji ber wê banga me li rojnamevan, rewşenbîrên me ye ku bêjin em bê şert û merc zimanê xwe dîsîplîn dikin. Îro di navbera PYNK û ENKS’ê de roja rexnekirinê nîne. Divê em piştgiriyê bidin. Rexneyên me hene lê wê sifreya yekitiyê belav neke. Tifaqên berê yên ku di nav kurdan de çêbûne û yên niha ne wek hev in. Li Rojava Tifaqeke stratejik heye. Divê em li berjewendiyên partiyan ne li yên gelan binêrin, siyaseta heremê û yên navdewletî çawa li vê tifaqê dinêrin wan binêrin. Li hember derdikevin an na? Ji ber wê tifaq girîng e, hewceye em mil bidinê. Heke tifaq serbikeve bingeha Kongreya Netewî ya kurd wê bê danîn.” 
 
‘TIFAQA KURDISTANÎ YA BAKÛR WÊ ROJÊN PÊŞ DE KOM BIBE’
 
Çîftyurek, diyar kir ku wek partiyên Tifaqa Kurdistanî wê rojên pêş de li ser geşedanên dawî kom bibin û ev tişt got: “Li Bakûr êrîş mezin çêbûne. Li Rojava gav tên avêtin. Li Başûr şert û merc giran dibin. Em li ser şûr in. Ji ber wê Tifaqa Kurdistanî ya Bakûr wê were cem hev, em di ku de mabûn em ê ji wir dest pê bikin. Me du komîsyon ava kiribûn. Yek ya model yek jî ku bigihijin gel. Ji ber vê rojeke pêş de em partî û rêxistin ê werin cem hev. Gereke em peyamekê bidin gelê kurd. Li hundir ewqas êrîş hene, hewceye em werin cem hev û gav biavêjin. Astengiya koronayê derneketibûya gerek di vê meha Cotmehê de me bi konferanseke berfireh yekitiya xwe diyar bikira.”
 
Çîftyurek, herî dawî bang li demokratên tirk û gelê kurd kir ku li dijî êrîşên ser HDP’ê û siyaseta kurd nerazîbûnên xwe bînin ziman û êrîşan şermezar bikin.
 
MA / Fahrettîn Kiliç - Ergîn Çaglar 
 

Sernavên din

02/10/2020
15:33 Girtina HDP’iyan û tayînkirina qeyûmê Qersê hat şermezarkirin
15:11 Dadger 6 meh qedexeya hevdîtinê danî ser parêzerên Ocalan
15:01 Li Amedê 3 bombeyên bi deng hatin teqandin
14:50 Polîsan li Germencikê bi ser avahiya HDP’ê de girt
14:43 Parlamenteran bertek nîşanî qeyûm da: Wê ev gel hesabê vê bipirse
14:40 Rapora Girtîgeha Şirnexê: Hûnê hêza dewletê bibînin
14:30 Gunay: Edliyeya Enqerê sûc kiriye
14:29 ‘Pêwiste muxalefet bi gavên wêrek li cem HDP’ê cih bigire’
14:05 'Berpirsiyartiyên xwe bi cih bînin”
13:44 KCD, DBP, TJA û HDP: Em yekîtiyê saz bikin, tecrîdê bişkînin, azadiyê pêk bînin
13:43 Rojnameger Boltan û 13 kesên din sewqî edliyê hatin kirin
13:07 Ji qeyûm kiryara ewil: Li ber şaredariyê nimêja Înê kir
13:02 Destnedayîna Tûma Çelîk di komîsyonê de hat rakirin
12:33 Li Qersê tayînkirina qeyûm hat şermezarkirin
12:20 Parêzer Ozbîngol dîsa nehat berdan
11:48 Rayedaran 39 qolî pirtûkên girtiyan nedan wan û paşve şandin
11:38 Malbata Ocalan ji bo biçe Îmraliyê serlêdan kir
11:34 Wesayîta koçeran qeza kir: Kesek mir
11:26 Doza malbata Şenyaşaran dest pê kir
11:06 Parêzer îtîrazî astengiya li ser Rojnameya Yenî Yaşamê kir
10:34 Qeyûm tayînî Şaredariya Qersê hat kirin
10:30 Li Amedê tundiya polîsan: Ciwanek hat binçavkirin
10:16 Ji ‘Lêpirsîna Kobanê’ 17 HDP’yî hatin girtin
10:03 Şahid: Me xwest zarokan ji nava agir xelas bikin eskeran nehişt
09:56 Cara duyem e ji heman sûcdariyan rojnamevan Boltan dixin ber lêpirsînê
09:44 Şewatên li herêma Botanê mêşvaniyê anî asta qedandinê
09:20 ‘Eskeran bang kir got 'Hecî Miheme': Hîn jî ew deng di kerika guhê min de ye
09:20 Hişyariya ji bo restorekirina sûran: Dibe ku UNESCO wan ji lîsteya xwe derxîne
09:19 Çîroka çêkirina nexweşxaneya nû ya Êlihê!
09:17 Ji bo biryara rawestandina darizandina doza Hêlîn Şen îtiraz kirin
09:09 Li Manîsayê rêjeya beşdarbûna EBA'yê ji sedî 10 e
09:09 Girtiyê nexweş ê jiyana xwe ji dest da ji ber ku 'derbasî qawîşa bêaliyan nebûye' nehatiye berdan
09:08 Nerazîbûna ji bo qadên madenê: Dar, çiya û deşteke me ya ku ji dest me biçe tuneye
09:08 Çîftyurek: Tifaqa neteweyî wê li dijî êrîşên Tirkiyeyê bibe bertek
09:07 'Êrişên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê pêşî li yekîtiyê digire'
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2020'AN
08:59 Serokê Amerîkayê Donald Trump bi koronayê ket
00:38 Siyasetmedarên hatin binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
01/10/2020
21:52 Li Tirkiyeyê 67 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane
16:59 Polisên Wanê ku daxuyaniya çapameniyê asteng kirin: Bila MA nekişîne kî dikişîne bila bikişîne
16:30 HDP’ê çalakiya xwe ya rûniştinê bi dawî kir
15:50 Rapora girtîgehên Wanê: Girtî li erdê radikevin
15:37 Li Amedê mirina jinekê ya bi guman
15:35 Li dijî xebata bêtemînat ji SES’ê pêşniyara qanûnê
15:24 Piştevaniya bi HDP’ê re dewam dike: Li dijî zilmê bûn endam
15:15 CHP’ê serdana çalakiya rûniştinê ya HDP’ê kir
14:53 Li dijî zextan bibin endamê HDP’ê
14:41 Guven: Em ê serî li ber tundiya zilaman neşikinîn
14:37 HDP’ê li hewşa Meclîsê dest bi çalakiya rûniştinê kir: Wê planên îqtîdarê bi ser nekevin
14:03 Di meha Îlonê de 36 jin hatin qetilkirin
13:55 Nor Zartong: Em helwesta Tirkiyeyê ku şer pîroz dike şermezar dikin
13:34 ‘Polîs bûne pisporê hilberandina sûc’
13:11 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:01 Polisan bi ser şîna Servet Tûrgût de girt
12:57 Malbata Şenyaşar ji bo danişîna sibê banga xwedî derketin kir
12:40 Tezkereyên şer pêşkêşî meclisê hatin kirin
12:30 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:05 Hatîp Dîcle: 6-8’ê Cotmehê mîlad e, operasyona li dijî HDP’ê jî tolhildan e
11:02 Siyasetmedarên HDP’yî birin edliyê
10:51 Eskeran li Stewrê gef li şivanan xwarin!
10:43 Bi peyama ‘pîrozbahiyê’ hîn bûn ku wan kirine endamên AKP’ê
10:34 Xeyala wê ew e komeke perkusyonê ya jinan ava bike
10:33 Piştî zeytûnên Efrînê û genimê Girê Spî niha jî cehê Serêkaniyê dikişînin Tirkiyeyê
10:28 îpekyuz: Desthilatdarî nikare aboriyê bi rêv bibe
10:24 Herî dawî li qereqolê hatin dîtin lê dozgeriyê wan ‘tevlî PKK’ê kiriye
09:59 Banga '404 Welatiyan' a ji bo HDP'ê: Em li dor HDP'ê bibin xelek
09:42 Di operasyona li Mêrdînê de hejmara binçavkirinan zêde dibe
09:07 Mihçi: Aktorên sereke yên şer Rûsya û Tirkiye ne
09:05 Pîroglû: Heya tecrîd hebe wê pirsgirêka demokrasiyê jî hebe
09:05 Zarok li bazaran barê ji xwe girantir dikişînin
09:02 Di doza Hêlîn Şenê de darizandin hat rawestandin!
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2020'AN
07:54 Li Qersê li dijî HDP'iyan operasyon: Hevşaredar Şevîn Alaca hat binçavkirin
30/09/2020
23:18 Navnîşana Ajansa Mezopotamyayê cardin hat astengkirin
20:46 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 8 hezar û 195
16:53 Brayê Servet Tûrgût: Bila ev zilm biqede
16:13 Egîtîm Sen: Serdema Perwerdeyê bi xespkirina mafan dest pê kir
15:57 'Heta kujerê Turgut bên darizandin ev doz dê neyê girtin'
15:52 Ji bo Servet Tûrgût çalakiya bi pankart
15:37 Rojnamevan Kûray hat berdan
15:33 Hevşaredarê Colemêrgê Karaman hat berdan
15:09 Servet Tûrgût hat veşartin
15:05 Parlamenter li ber Emniyeta Enqereyê ne: Bi dijminatiya HDP’ê nagihîjin serî
14:47 Çalakiyên şermezarkirinê: Ne ev partî û ne jî ev xelk wê serê xwe netewîne
14:37 Li Şirnexê berteka li dijî îşkenceyê: Divê faîl demildest werin cezakirin
14:31 Şewata li Bestayê didome: Li 21 herêman bi hezaran dar şewitîn
14:17 Li Amedê hejmara binçavkiriyan derket 14’an
13:57 Derbarê gilîkirina Kûyûn a HDP’î ku hatibû revandin biryara neşopandinê dan
13:54 Li Sîlîvriyê av û xwarina nepaqij didin girtiyan
13:24 Derbarê rojnameger Akman de biryara girtinê hat dayîn
13:14 Kesê ku ji bo gotin girtinê vexwendin binçav kirin
13:03 Girtî xwe bi ava zengarî dişon
12:54 Ayhan Bîlgen ê di binçavan de: Ez ê ji wezîfeya xwe îstîfa bikim
12:23 Hevserokê DBP’ê yê berê Mehmet Arslan hat berdan
12:18 Yeneroglû: Heke hiqûq hebûna wê Wezîrê Karê Hundir hesab bida
11:44 Danişîna Dag hat taloqkirin
11:42 Erdogan ji serokên YE’yê re name şand
11:14 Piştî PÎA’yê 21 partî hatin damezrandin, lê hêj randevûya damezrandinê nedanê
11:11 Rojnameger Berekat: Li Efrîn, Girê Spî û Serêkanîyê şer nesekiniye û sûcê mirovahiyê dikin
11:08 Li Licê operasyona leşkerî dest pê kir