‘Eskeran bang kir got 'Hecî Miheme': Hîn jî ew deng di kerika guhê min de ye

  • rojane
  • 09:20 2 Cotmeh 2020
  • |
img

MÊRDÎN – Fatma Altûg, di navbera 1994-1994-6'an de li Midyadê 4 xizmên wê di binçavan de hatine windakirin û lêpirsîna der barê wan de bi hinceta "dibe ku tevlî PKK'ê bûbin" bi dawî bûn got: "Esker, bang kir got 'Hecî Miheme' û ew binçav kirin. Cerdevanan jî got, 'em hatine bi qamyonan termê we bibin.'" 

 
Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 30'yê Çileya 2012'an de der barê 9 kesên ku di navbera 1994-1996'an de li navçeya Midyad a Mêrdînê di binçavan de hatibûn windakirin de lêpirsînek dabû destpêkirin, lê belê der barê lêpirsîna ku di sala 2014'an de bi biryara "bêrayetiyê" ji Serdozgeriya Komarê ya Midyadê re hatibû şandin de careke din biryara "bêrayetiyê" hat dayîn. Wê lêpirsîna der barê fermandarêê qereqolê yê wê demê Hîlmî Kahraman, efser Mehmet Ziya Odabaş, Metîn Çetîn, Mûrat Sevîm û Adem Kiliç de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Midyadê ve bê birêvebirin. Dozgerê ku der barê dosyeya ku ji Serdozgeriya Komarê ya Midyadê re hatiye şandin de fezleke amade kir, ji bo Şehmûs Eroglû, Husnî Çankaya, Nîhat Aydogan, Abdullatîf Şahîn, Tevfîk Ay, Mehmet Emîn Atûg, Şukru Demîr, Hiznî Bîlmen û Abdulkadîr Demîr gotiye: "Dibe ku ev kes tevlî qadroya rêxstina terorê ya çiyê bûbûn an jî dibe ku rêxistinê ew kuştibin." 
 
Bereksê îdiaya dozgeriyê, xizmên Mehmet EmînA tûg, Hiznî Bîlmen, Abdulkadîr û Şukru Demîr ku di 14'ê Gulana 1995'an de qereqolê ji gundê Kerşafê gazî wan kiribû û piştî çûbûn careke din xeber ji wan nehatibû girtin, cardin gotin, piştî çûn qereqolê careke din xeber ji wan nehatiye girtin. 
 
Fatma Atûg a 85 salê, dotmama Hiznî Bîlmen e. Hiznî Bîlmen, li gundê Kerşafê tevî 3 kesan hatiye windakirin.
 
Atûg ku 4 xizmên wê hatine windakirin, anî ziman ku piştî keça wê tevlî PKK'ê bûye qereqolê gazî hevjînê wê, birayên wî û pismamên wî kiriye. Atûg, bilêv kir ku 3 kesên tevî hevjînê wê hatin windakirin û keyayê gund jî di nav de 8 kes wê demê çûne qereqolê û got: "Nizam bê ji çar heban re çi pirsîne. Lê ji wan re gotine li derdora xwe nenêrin rast berê xwe bidin malê. Keya û azayên wî liq ereqolê mane. Paşê wan jî berdan. Yek jê xizmê me bû. Wî telefonî me kir. Wê çaxê telefonên berîka tunebûn. Pirsî bê ka hatine malê. Me got, nehatine. Dû re esker hating und. Wê çaxê xaniyê me li ber rê bû. Tiştê me dît û hat serê me, neyê serê tu kesî. Dengê çeka hat. Mala me gulebaran kirin. Perde hemû qetiya, qedeh şikiyan, sifre mifre hemû qulqullî bûn. Em giş çûn, me xwe xist serşokê. Em heya serê sibehê li wê derê man, heya melê sibê azan da." 
 
‘HÎN JÎ EW DENG DI KERIKA GUHÊ MIN DE YE' 
 
Atûg, diyar kir ku bi dû re deng ji deriyê wan hatiye û got, ên hatin esker û cerdevan bûne. Atûg got: "Cerdevanan got, 'Em hatine bi qamyonan termê we bibin. Qey kes nemiriye.' Wê çaxê keça min got 'Ka bavê min' û êrîş bir ser wan. Gotin, 'Wê bavê te bê.' Hîn tê hîn tê. Esker hatin, her çaran birin. Çi anîn serê wan, çi kirin kes nizane. Me ji qereqolê doza wan kir. Gotin, 'Çûne teblî PKK'ê bûne.' Gişa birin. Wê çaxê eksî alîkariya me nekir. Heya sax bim ez ê ji bîr nekim. Dibêjin çûne çiyê. Eskeran ew bir. Hatin bang kirin gotin 'Hecî Miheme'. Hîn jî ew deng di kerika guhê min de ye. Wan birin tabûrê. Kes nizane çi anîn serê wan. Tu der nema em lê negeriyan. Me hestiyên wan jî nedît. Qet nebe me hestiya wan bidîta." 
 
‘QEREQOLÊ BAVÊ MIN Û XALÊ MIN BIR' 
 
Keça Mehmet Emîn Atûg Zekiye Atûgê jî anî ziman ku gava bûyer qewimîne li navenda Midyadê bûye û got, çawa pê hesiyaye çûye gund. Atûgê, bilêv kir ku dema bûyerê 22 kes li mala bavê wê bûne. Atûgê, anî ziman ku gava hatiye gund cerdevan û esker li mala wan bûne û her der ji fîşekên çek û topan xalî nedibû û got, eşyayên mala wan hemû belawela bûn. Atûgê, bilêv kir ku gava pirsa bavê xwe kiriye, cerdevanan gotiye "wê werin" û got: "Zanibûn çi bûye. Henekê xwe bi me dikirin." Atûgê, anî ziman ku li serê diya wê jî xistine û got, zilamên gund hemûyan li hewşa dbistanê kom kirine û ew îşkence kirine. Atûgê, diyar kir ku eskeran nehiştiye gundî biçin malên xwe û her tim egf li wan xwarine. 
 
Her wiha Atûgê ji bo îdiaya dozgeriyê jî got: "Xwişka min çû çiyê, nehat. Sax e yan miriye nizanim. Lê baş dizanim bavê min û xalên min birin qereqolê. Çawîşê sereke gazî wan kiriye. Tevî keya û azayan çûn, lê hew hatin. Qereqolê kiriye. Esker in, cerdevanên nizanim lê qereqolê kir. He rtim tên birayê min dibin. Ma me çi kiriye. Ew avêtin bîran, ew îşkence kirin. Ma hîn doza çi dkin. Heya em sax bim em ê gilîdar bin. Hestiyên me jî bidin me, em ê gilîdar bin." 
 
‘DEREWAN DIKIN' 
 
Hevjîna Şukru Demîr Sûltanî Demîrê jî anî ziman ku piştî keya û ên din hatine berdan, telefonî wan kirine bê ka hatine yan na. Demîrê, diyar kir ku lê belê ji wê rojê heya niha me tu xeber ji wan negirtiye û got: "Çûn, hew hatin. Em çûn her derî. Em çûn Midyadê, Mahsertê. Me ji gundên derdorê pirsîn. Lê me ew nedîtin. Neçûne çiyê. Derewan dikin. Extiyar bûn. Hiznî (Bîlmen) hnekî baş bû, ew jî feqîr bû. hecî Şikrî ji gişa mezintir bû. Extiyar bû. Me dev ji dozê bernedaye. Bila hestiyên wan bidin me." 
 
‘SERKIRYAR HÎLMÎ KAHRAMAN E' 
 
Keyayê wê çaxê Hasan Dûrû jî, anî ziman ku tevî 4 kesên hatin windakirin çûye qereqolê û got, heya êvarî li qereqolê mane. Dûrû, bilêv kir ku fermandarê qereqolê Hîlmî Kahraman, jê re gotiye wê her çaran jî berda ûg ot: "Pêşî got, wê bavê her sê keçikan berde. Dû re fitilî ji Hecî Şikrî re got, 'Jixwe keça te 6 sal in li dijî me têdikoşe.' Jê re jî got derkeve. Dû re ew derktin çûn. Lê di rê de ew li wesayîtê siwarkirin cardin birine. Me jî daxistin jêrzemînê. Gava min nimêj dikir, çek spartin serê min. Gotin, li derdora xwe nenêrin rast berê xwe bidin malê. Wê çaxê Hîlmî Kahraman ji me pirsî bê ka ew gihaştine gund an na. Min jî got, herger tiştek nebûbe gere gihaştibin gund. Lê negihaştibûn. Eskera û cerdevanan derdora gund dorpêç kiribû û agir bi malan xistibûn. Ew winda kirin. Tevlî PKK'ê nebûne. Hatin kuştin. Serkiryar Hîlmî Kahraman, Metîn û Ziya ne. Cerdevan û ev kes bûn. Wan ew winda kirin. Jixwe extiyar bûn. 70 salî bûn. Wê çawa tevlî PKK'ê bûbûna. Giş jî vê dibêjin. Dizanin li kû ne. Dozger jî dizane. Min ev tişt ji dozger re jî gotin." 
 
MA / Ahmet Kanbal

Sernavên din

02/10/2020
15:33 Girtina HDP’iyan û tayînkirina qeyûmê Qersê hat şermezarkirin
15:11 Dadger 6 meh qedexeya hevdîtinê danî ser parêzerên Ocalan
15:01 Li Amedê 3 bombeyên bi deng hatin teqandin
14:50 Polîsan li Germencikê bi ser avahiya HDP’ê de girt
14:43 Parlamenteran bertek nîşanî qeyûm da: Wê ev gel hesabê vê bipirse
14:40 Rapora Girtîgeha Şirnexê: Hûnê hêza dewletê bibînin
14:30 Gunay: Edliyeya Enqerê sûc kiriye
14:29 ‘Pêwiste muxalefet bi gavên wêrek li cem HDP’ê cih bigire’
14:05 'Berpirsiyartiyên xwe bi cih bînin”
13:44 KCD, DBP, TJA û HDP: Em yekîtiyê saz bikin, tecrîdê bişkînin, azadiyê pêk bînin
13:43 Rojnameger Boltan û 13 kesên din sewqî edliyê hatin kirin
13:07 Ji qeyûm kiryara ewil: Li ber şaredariyê nimêja Înê kir
13:02 Destnedayîna Tûma Çelîk di komîsyonê de hat rakirin
12:33 Li Qersê tayînkirina qeyûm hat şermezarkirin
12:20 Parêzer Ozbîngol dîsa nehat berdan
11:48 Rayedaran 39 qolî pirtûkên girtiyan nedan wan û paşve şandin
11:38 Malbata Ocalan ji bo biçe Îmraliyê serlêdan kir
11:34 Wesayîta koçeran qeza kir: Kesek mir
11:26 Doza malbata Şenyaşaran dest pê kir
11:06 Parêzer îtîrazî astengiya li ser Rojnameya Yenî Yaşamê kir
10:34 Qeyûm tayînî Şaredariya Qersê hat kirin
10:30 Li Amedê tundiya polîsan: Ciwanek hat binçavkirin
10:16 Ji ‘Lêpirsîna Kobanê’ 17 HDP’yî hatin girtin
10:03 Şahid: Me xwest zarokan ji nava agir xelas bikin eskeran nehişt
09:56 Cara duyem e ji heman sûcdariyan rojnamevan Boltan dixin ber lêpirsînê
09:44 Şewatên li herêma Botanê mêşvaniyê anî asta qedandinê
09:20 ‘Eskeran bang kir got 'Hecî Miheme': Hîn jî ew deng di kerika guhê min de ye
09:20 Hişyariya ji bo restorekirina sûran: Dibe ku UNESCO wan ji lîsteya xwe derxîne
09:19 Çîroka çêkirina nexweşxaneya nû ya Êlihê!
09:17 Ji bo biryara rawestandina darizandina doza Hêlîn Şen îtiraz kirin
09:09 Li Manîsayê rêjeya beşdarbûna EBA'yê ji sedî 10 e
09:09 Girtiyê nexweş ê jiyana xwe ji dest da ji ber ku 'derbasî qawîşa bêaliyan nebûye' nehatiye berdan
09:08 Nerazîbûna ji bo qadên madenê: Dar, çiya û deşteke me ya ku ji dest me biçe tuneye
09:08 Çîftyurek: Tifaqa neteweyî wê li dijî êrîşên Tirkiyeyê bibe bertek
09:07 'Êrişên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê pêşî li yekîtiyê digire'
09:00 ROJEVA 2'YÊ COTMEHA 2020'AN
08:59 Serokê Amerîkayê Donald Trump bi koronayê ket
00:38 Siyasetmedarên hatin binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
01/10/2020
21:52 Li Tirkiyeyê 67 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane
16:59 Polisên Wanê ku daxuyaniya çapameniyê asteng kirin: Bila MA nekişîne kî dikişîne bila bikişîne
16:30 HDP’ê çalakiya xwe ya rûniştinê bi dawî kir
15:50 Rapora girtîgehên Wanê: Girtî li erdê radikevin
15:37 Li Amedê mirina jinekê ya bi guman
15:35 Li dijî xebata bêtemînat ji SES’ê pêşniyara qanûnê
15:24 Piştevaniya bi HDP’ê re dewam dike: Li dijî zilmê bûn endam
15:15 CHP’ê serdana çalakiya rûniştinê ya HDP’ê kir
14:53 Li dijî zextan bibin endamê HDP’ê
14:41 Guven: Em ê serî li ber tundiya zilaman neşikinîn
14:37 HDP’ê li hewşa Meclîsê dest bi çalakiya rûniştinê kir: Wê planên îqtîdarê bi ser nekevin
14:03 Di meha Îlonê de 36 jin hatin qetilkirin
13:55 Nor Zartong: Em helwesta Tirkiyeyê ku şer pîroz dike şermezar dikin
13:34 ‘Polîs bûne pisporê hilberandina sûc’
13:11 Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:01 Polisan bi ser şîna Servet Tûrgût de girt
12:57 Malbata Şenyaşar ji bo danişîna sibê banga xwedî derketin kir
12:40 Tezkereyên şer pêşkêşî meclisê hatin kirin
12:30 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:05 Hatîp Dîcle: 6-8’ê Cotmehê mîlad e, operasyona li dijî HDP’ê jî tolhildan e
11:02 Siyasetmedarên HDP’yî birin edliyê
10:51 Eskeran li Stewrê gef li şivanan xwarin!
10:43 Bi peyama ‘pîrozbahiyê’ hîn bûn ku wan kirine endamên AKP’ê
10:34 Xeyala wê ew e komeke perkusyonê ya jinan ava bike
10:33 Piştî zeytûnên Efrînê û genimê Girê Spî niha jî cehê Serêkaniyê dikişînin Tirkiyeyê
10:28 îpekyuz: Desthilatdarî nikare aboriyê bi rêv bibe
10:24 Herî dawî li qereqolê hatin dîtin lê dozgeriyê wan ‘tevlî PKK’ê kiriye
09:59 Banga '404 Welatiyan' a ji bo HDP'ê: Em li dor HDP'ê bibin xelek
09:42 Di operasyona li Mêrdînê de hejmara binçavkirinan zêde dibe
09:07 Mihçi: Aktorên sereke yên şer Rûsya û Tirkiye ne
09:05 Pîroglû: Heya tecrîd hebe wê pirsgirêka demokrasiyê jî hebe
09:05 Zarok li bazaran barê ji xwe girantir dikişînin
09:02 Di doza Hêlîn Şenê de darizandin hat rawestandin!
09:00 ROJEVA 1'Ê COTMEHA 2020'AN
07:54 Li Qersê li dijî HDP'iyan operasyon: Hevşaredar Şevîn Alaca hat binçavkirin
30/09/2020
23:18 Navnîşana Ajansa Mezopotamyayê cardin hat astengkirin
20:46 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane bû 8 hezar û 195
16:53 Brayê Servet Tûrgût: Bila ev zilm biqede
16:13 Egîtîm Sen: Serdema Perwerdeyê bi xespkirina mafan dest pê kir
15:57 'Heta kujerê Turgut bên darizandin ev doz dê neyê girtin'
15:52 Ji bo Servet Tûrgût çalakiya bi pankart
15:37 Rojnamevan Kûray hat berdan
15:33 Hevşaredarê Colemêrgê Karaman hat berdan
15:09 Servet Tûrgût hat veşartin
15:05 Parlamenter li ber Emniyeta Enqereyê ne: Bi dijminatiya HDP’ê nagihîjin serî
14:47 Çalakiyên şermezarkirinê: Ne ev partî û ne jî ev xelk wê serê xwe netewîne
14:37 Li Şirnexê berteka li dijî îşkenceyê: Divê faîl demildest werin cezakirin
14:31 Şewata li Bestayê didome: Li 21 herêman bi hezaran dar şewitîn
14:17 Li Amedê hejmara binçavkiriyan derket 14’an
13:57 Derbarê gilîkirina Kûyûn a HDP’î ku hatibû revandin biryara neşopandinê dan
13:54 Li Sîlîvriyê av û xwarina nepaqij didin girtiyan
13:24 Derbarê rojnameger Akman de biryara girtinê hat dayîn
13:14 Kesê ku ji bo gotin girtinê vexwendin binçav kirin
13:03 Girtî xwe bi ava zengarî dişon
12:54 Ayhan Bîlgen ê di binçavan de: Ez ê ji wezîfeya xwe îstîfa bikim
12:23 Hevserokê DBP’ê yê berê Mehmet Arslan hat berdan
12:18 Yeneroglû: Heke hiqûq hebûna wê Wezîrê Karê Hundir hesab bida
11:44 Danişîna Dag hat taloqkirin
11:42 Erdogan ji serokên YE’yê re name şand
11:14 Piştî PÎA’yê 21 partî hatin damezrandin, lê hêj randevûya damezrandinê nedanê
11:11 Rojnameger Berekat: Li Efrîn, Girê Spî û Serêkanîyê şer nesekiniye û sûcê mirovahiyê dikin
11:08 Li Licê operasyona leşkerî dest pê kir