Mezlûm Ebdî: Em ê destkeftiyên xwe bi serkeftinê tacîdar bikin

  • rojane
  • 10:30 4 Cotmeh 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî, diyar kir ku Tirkiye baş dizane çarenûsa gelê Kurd li her çar parçeyan girêdayî hev e û got: "Dema ku gelê Kurd li cihekî xurt dibe, ev serkeftin li parçeyên din jî xwe nîşan dide. Em bawer dikin ku HDP’ê heta niha gelek caran polîtîkayên Tirkiyeyê yên înkar û qirkirinê têk birine. Ji ber vê dixwaze ji HDP'ê tolê vê hilde." 

 
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, di salvegera dagirkirina bajarên Serêknaiyê û Girê Spî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, geşedan û rojevên sereke yên li Rojava, Tirkiyeyê û herêmê rû didin ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re nirxandin.
 
Mazlûm Ebdî, bal kişand ser armanca Tirkiyeyê ya ku dixwaze herêmê dargir bike û wiha axivî: "Armanca sereke ya Tirkiyeyê dixwaze xaka me dagir bike û bike Tirk. Van êrişên dagirkirinê jî, bi taybetî bi destê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê pêk tîne. Ev jî çeteyên El-Nusra û DAIŞ’ê ne."
 
'EM XURTIN EW QELSIN'
 
Ebdî der barê dagirkirineke nû ya muhtemel de jî got: “Çi dema ku Tirkiye firsendê bibîne, wê dîsa êrişeke dagirkeriyê ya berfireh bide dest pê kirin. Lewma jî divê em ji aliye siyasî, leşkerî û civakî de amade bin. A niha em xurt in, ew jî qels in. Hêzên navneteweyî û herêmî li gel me ne. Ji ber vê Tirkiye hema wisa li gorî dilê xwe nikare êrîş bike. Heke bixwaze vê yekê bike jî, dê fatureyek pir giran bide."
 
'HEVDÎTIN WÊ YEKITIYÊ MAYINDE BIKE'
 
Ebdî, diyar kir ku yekitiya gelên li herêmê roj bi roj xurt dibe û wiha bilêv kir: "Lê aliyên dixwazin vê têk bibin jî hene. Bes bila baş bê zanîn wê tu encamê bi dest nexin. Gelên herêmê bi hev re li dijî DAIŞ’ê şer kir. Di serî de gelê Ereb û gelên herêmê dîtin ku pêşeroja wan di Rêveberiya Xweser de ye. Di heman demê de hevdîtinên yekitiyê yên bi PYNK û ENKS'ê re jî dewam dikin. Em bawer dikin ev hevdîtin wê bi demê re yekitiyê mayînde bike. Em wek QSD garantorên hevdîtinên her du aliyan in. Em hevdîtinên aliyan bi DYA’yê re berdewam dikin. Hevdîtinên PYNK û ENKS’ê heta niha bi awayekî erênî berdewam dikin. Her du aliyan di warê siyasî de li hev kirin. Her du alî jî li ser siyaseta ku dê li herêmên dagirkirî bê meşandin, mutabiq in. Ev rewşeke erênî ye û êrişên Tirkiyeyê yên li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî qebûl nakin. Encama ku ji van hevdîtinan derkeve dê bandoreke baş li azadkirina herêmên dagirkirî bike. Divê helwesta Kurdan a têkildarî vê mijarê yek be û bandora wan a li ser hêzên navneteweyî dê xurttir be."
 
‘EM Ê YEKITIYA GELÊN KURD Û EREB BIPARÊZIN’
 
Ebdî, da zanîn ku bi yekitiya neteweyî re ewê yekitya gelên kurd û ereb jî biparêzin û wiha pê de çû: "Ne tenê Tirkiye, hemû dewlet û aliyên ku naxwazin em li vê derê bibin xwedî statû û derdorên ku temehulî me nakin, hewl didin di nava gelê herêmê de fitneyê derxin. Nemaze dixwazin vê yekê di navbera kurd û ereban de pêk bînin. Divê mirov aşkera bibêje; rejîma Sûriyeyê hewl dide gelê ereb li dijî kurdan sor bike. Me ev yek li Reqa, Dêrazor û Hesekê jî baş dît. Hem rejîma Sûriyeyê û hem jî Tirkiye dema ku hêviyên xwe yên dagirkirina herêmê bi rêya leşkerî winda kirin, dest bi derxistina van fitneyan kirin. Helbet beriya Kurdan gelê Ereb li dijî vê yekê sekinî û dê bisekine jî. Ji ber ku gelê Ereb û gelên din jî dît ku pêşeroja wan di nava QSD û Rêveberiya Xweser de ye. Ev rastî di dema azadkirian herêmên wan de jî, di xebatên siyasî û leşkerî yên li herêmên xwe de jî dîtin. Ji bo azadkirina vê xakê xwîna gelên Kurd û Ereb tevlihev bû, bi hev re xwîna xwe rijandin. Çi dibe bila bibe emê yekitiya gelên kurd û ereb biparêzin."
 
'FERASETA ÇETEYAN YEKE, HEMÛ DAIŞIN'
 
Ebdî, feraseta çeteyên DAIŞ'ê yên li herêmê bi bîr xist û wiha rêz kir: "Tu ferqa çeteyên DAIŞ, ji çeteyên li Serêkaniyê û Girê Spî tune ye. Feraseta wan çeteyên ku ji welatên cuda hatine û ya DAIŞ’ê heman e. Çeteyên DAIŞ’ê bûn Artêşa Azad û niha jî bi navê cuda kiryarên xwe bi rêve dibin. Dema ku DAIŞ li herêmê qels bû, wan çeteyan ji nû ve navê çeteyên Artêşa Azad hildan. Ji ber ku feraseta wan heman e, ji wan re ne xem e ku navê wan biguhere. Ji bo pere, mal û milk vî karî dikin. Lewma jî êrişên xwe li vir, li Azerbêcanê û li Lîbyayê pêk tînin. Feraseta van çeteyan û yên ku destekê didin wan, feraseteke dagirkirinê ye. Ev çete ji bo berjewendiyên xwe her tiştî mubah dibînin. Lê sûcên wiha teqez nayên qebûlkirin. Di vê çarçoveyê de du rê li ber me hene; yan hêzên ku hewl didin pirsgirêka Sûriyê bi rêyên siyasî çareser bikin dê berpirsyariya xwe bi cih bînin û ew herêmên hatin dagirkirin dê weke parçeyekî Sûriyê bên nasîn, gelê wê herêmê li xaka xwe vegere. Yan jî ev herêm bi destê kesên ku vê xakê diparêzin, dê werin azadkirin."
 
‘DESTHILATDARÎ HEWL DIDE TOLA KOBANÊ JI HDP’Ê HILDE’
 
Ebdî derbarê operasyona li dijî HDP'ê û binçavkirina siyasetmedarên kurd de jî, ev nirxandin kir: "Tirkiye baş dizane ku çarenûsa gelê kurd li her çar parçeyan girêdayî hev e. Dema ku gelê kurd li cihekî xurt bû, ev serkeftin li parçeyên din jî xwe nîşan dide. Lewma jî li Bakurê Kurdistanê mezinbûna HDP’ê, ji bo şoreşa Rojava jî destekek bû. Di şerê Kobanê de desteka herî mezin ji Bakurê Kurdistanê û linge vê siyasî HDP’ê hat. Lewma em careke din wek şervanên azadiyê yên li Rojavayê Kurdistanê spasiyên xwe pêşkêşî gelê Bakur û nûnerên wan ên siyasî dikin. Di wê pêvajoyê de ji bo serkeftina Kobanê bi roleke girîng rabûn û gelek şehîd jî dan.
 
Hikumeta AKP’ê dixwaze tolê ji helwesta HDP’ê ya Kobanê hilde. Nedixwestin Kobanê bi ser bikeve û bi vî awayî dixwazin tolê jê hildin. AKP’ê dixwest berxwedana Kobanê têk biçe û ev yek gelek caran di daxuyaniyên xwe de aşkera kir. Gelê her çar parçeyên Kurdistanê û nemaze gelê Bakur ji bo serkeftina berxwedana Kobanê bigihêje serkeftinê, kedeke mezin da. Desthilatdarî û dewleta Tirk dixwaze tola vê hilde. Em bawer dikin ku heke HDP’ê heta niha gelek caran polîtîkayên dewleta Tirk ên înkar û qirkirinê têk birine, dê dîsa bi berxwedana xwe van êrişan jî têk bibe û xwe xurttir bike."
 
'EM Ê SERKEFTINA 9 SALAN TACÎDAR BIKIN'
 
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî, di dawiya axaftina xwe ev peyamanên girîng dan: "Hevdîtinên yekitiyê yên kurdan ên li Rojava, her wiha xebatên ku em ji bo pêkvejiyana gelan li herêmê dimeşînin û ya herî girîng jî yekrêziya gelên Kurd û Ereb û destkeftiyên aborî, başkirina pergala me ya rêveberiyê û pêşvebirina wê, plan û projeyên me hene. Divê em vê bi pêş bixin. Divê gelên Kurd, Ereb, Suryan û Asûrî destekeke zêdetir bidin projeyên me. Lazime ku gelê me li destkeftiyên me xwedî derkeve û destkeftiyên xwe yên 9 salan bi serkeftinê tacîdar bikin. Hêzên ku em pê re li dijî terorê têkoşînê dimeşînin, dikarin ji niha ve desteka xwe zêdetir bikin. Em dikarin pozîsyona xwe ya tifaqê jî xurt bikin. Divê em bizanin ku teror hê jî xilas nebûye û têkoşîna me dewam dike. Divê dostên me di vê têkoşînê de desteka xwe bidomînin û zêdetir bikin. Xebatên me yên leşkerî û siyasî yên li ser vê xakê dimeşînin, heke bigihêjin serkeftinê, dê feydeya xwe ji wan re jî hebe. Lê belê heke bi paş bikevin, zirara herî mezin jî dê li wan bibe. Ji ber vê yekê jî divê zêdetir destekê bidin têkoşîna li herêmê."
 

Sernavên din

06/10/2020
09:22 Serlêdanên ji bo atolyeya muzîkê ya NÇM'ê didomin
09:22 Dadgehek tuneye M.A.'yê ku tecawizî zarokeke 15 salî kiriye bidarizîne!
09:21 Li vî gundî sermiyana şexsî tuneye!
09:20 Karkerên Bîmeksê bal kişandin ser 2'yê Mijdarê: Em ê kon vedin
09:19 ‘Li herêmê rojnamevanî zehmet e'
09:11 Şert û mercên xebata li nav erda giran dibin
09:09 Garadiyanan gef li girtiyan xwariye: Hûn baş dizanin em ê çawa we geber bikin
09:08 ‘Rêveberê esil ê lêpirsînê ne dozger û polîs in'
09:02 Li Şirnexê xebatên 'Xweparastinê' dest pê kirin: Em xwezaya xwe diparêzin
09:01 Mele Ahmet Turhalli: Desthildatdarî û qeyûm me bi navê ‘Xwedê’ dixapînin
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2020'AN
08:02 Bi ser buroya ajansa me ya Wanê de girtin: 4 rojnameger binçav kirin
05/10/2020
20:22 Hejmara pêketiyan bû 326 hezar û 46
17:01 Baroya Amedê biryara betalkirina hilbijartinê îttîraz kir
16:56 Malbata girtî Emîr ku li Girtîgeha Elbistanê jiyana xwe ji dest da: Cenazeyê me radest bikin
16:14 Karkerê ji Sûriyê jiyana xwe ji dest da
16:13 Doza şermezarkirina qeyûm hat beratkirin
15:42 Baroya Êlihê li dijî taloqkirina hilbijartina baroyan doz vekir
15:19 Li Rihayê lêpirsîna 1’ê Îlonê derbarê siyasetmedaran de hat destpêkirin
14:16 Bijişkê GATA'yê yê gotibû 'Hevjina duyemîn bînin' ji peywirê hat girtin
14:13 Girtiyên Girtîgeha Elbîstanê bi koronayê ketin: Yên rewşa wan giran in jî hene
14:03 Xelata Tip a Nobelê ya 2020'an hat dayîn
13:39 Qeyûmê Amedê 25 karker û karmendî îxrac kir
13:01 Li qatilê Karaman 3 sal cezayê girtîgehê hat birîn
12:58 Li Şaredariya Bismilê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin angaşta nelêritiyê
12:48 Li dijî taloqkirina hilbijartinê bertek: Em her kesî vedixwînin kongereyê
12:44 Welatiyê Amerîkî yê li Sûrê hatibû binçavkirin hat berdan
12:32 Destûr nehat dayîn şandeya Swêdê biçe serdana Demîrtaş
12:13 Sedema mirina girtî Emîr corona ye
11:56 Sancar: Hefteyek beriya 6-8’ê Cotmehê wezîrek min derbasî Kobanê kir
11:18 Piştî operasyonê daristan hat şewitandin
11:15 Ji Girtîgeha Mêrdînê 4 jin sewqî Girtîgeha Amedê hatin kirin
11:09 Di xwepêşandanên Kobanê de yên tên zanîn û yên nayên zanîn
11:07 Bi soza kar tecawiz kir û piştre radestî çeteyan fuhûşê kir!
09:40 Li Bazîdê şer: Leşkerek jiyana xwe ji dest da
09:08 “Nexşerêya” ku bûye hinceta qedexeya parêzeran: Ji bo Pirsgirêka Kurd çareseriyê pêşkêş dike
09:08 5 sal in li hestiyê kurê xwe digere
09:08 Qersî ji bo qeyûm çi dibêjin?
09:05 Êdî parêzerê Elkê jî heye!
09:05 Serlêdana girtiya nexweş red kirin: Tu başî, îdare bike
09:03 Amed bûye pêlîstoka qeyûman
09:00 Di 5 salan de 58 penêrfiroşan dikanên xwe girtin
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2020'AN
04/10/2020
19:45 Li Tirkiyeyê hejmara qurbaniyên coronayê derketin 8 hezar û 441 kesî
19:09 Li Girtîgeha Elbîstanê mirineke bi guman
16:13 Qeyûmê Qersê Meclîsa Şaredariyê betal kir, hesabê kurdî jê bir
14:29 Rêxistinên girseyî yên demokratîk piştgirî dan HDP'ê
14:09 Wê dema binçavkirina hevşaredar Alaca û 14 kesên din dirêj bikin
13:53 67 hilbijêrên Swîsreyî banga ‘Serbest berana HDP’iyan’ kirin
12:44 Bîlgen: Biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn paşguh kirin
12:15 Baroya Îzmîrê: Biryara wezaretê ne hiqûqiye
11:33 Zaroka 6 salî mirî hat dîtin
11:30 Elîaçik: Nimêja li ber şaredariyê, nîşaneya hişmendiya dagirkirinê ye
10:30 Mezlûm Ebdî: Em ê destkeftiyên xwe bi serkeftinê tacîdar bikin
09:01 Gulum: Xwedîderketina gel feraseta îqtidarê pûç kir
09:01 Der barê rojnamevan Boltan de 6 lêpirsîn û 5 doz
09:01 Sîne-Sen: Em li setan şert û mercên insanî dixwazin
09:01 Nazlioglû: Yek ji tevdîrên pêşîlêgirtina cinayetên jinan avakirina qadên îstihdamê ye
09:00 Xetereya girtiyê nexweş Mehmet Yamaç didome
09:00 Dîwana Mûhasebatê xwest lêpirsîn bê destpêkirin, lê şaredarî û daraz li ber xwe didin
09:00 Pirtûka 'Cinawira Gola Wanê' derket
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2020'AN
03/10/2020
22:58 Guven: Êdî wê tu tişt ne wekî berê be
19:48 59 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
17:00 Di Lijneya Giştî ya EFA'yê de biryara piştevaniya HDP’ê girtin
16:19 9 meh piştî karesata keştiyê 7 kes hatin girtin
16:16 Erdogan sînyala destwerdana li dijî Bakurê Sûriyê da
15:53 AKP’ê hewl da bi beramberî pereyan endamê HDP’ê bike endamê xwe
15:13 ‘Mirinê li girtiyê nexweş Guneş ferz dikin'
14:29 Îfadegirtina Hevşaredara Qersê Alaca û 20 kesan dest pê kir
14:16 Yildirim ê ji sedî 95 astengdare darman nakin
14:02 Zarokên Abdulmecît Baskin: Me qatil û parêzvanên qatilan di wîjdanê xwe de mehkûm kiriye
13:41 Di meha Îlonê de 64 rojnameger hatin darizandin
13:18 Sekreterê Giştî yê qeyûm wê ji ‘sûc lêanînê’ îfade bide
13:13 Sedema qedexeya hevdîtina Ocalan Nexşerêya DMME'ê ye
12:41 Aqûbeta Dagli yê dibin çavan de wêneyê wî hatibû kişandin pirsîn
12:40 MYK’a HDP’ê: Em ji faşîzmê re dibêjin vaye meydan
12:00 HDP'ê ji bo Babê Şêx peyama sersaxiyê weşand
11:47 Parêzerên MA’yê îtîrazî biryara astengkirina ragihandinê kirin
11:44 Tecrîd û qedexekirina hevdîtina parêzeran ji Wezîr Gul hat pirsîn
11:07 Hevberdevka DÎK’ê Kaya: Dizek nikarin bi nimêjê xwe xilas bikin
11:03 Dozger lêpêrsînê daye destpêkirin, lê haya wî ji dosyeyê tune ye
10:45 Pirtûkek sûd wergirtinê: Navên Kurdî
10:13 Şêwirmendê Têkiliyên Derve yê Karabaxê: Delîlên ku Tirkiye komên çekdar şandine di destê me de ne
09:41 Alex Kalk: Armanca îqtîdarê pêşxistina projeya îtîhatkar e
09:09 Dosyeya JÎTEM'ê ya Midyadê: Belge û agahiyên derketina holê pir girîng in, tu dozger nikare xwe li nedîtinê deyne
09:09 Welatiyên bûn endamên HDP'ê: Em bibin yek
09:07 ‘Kuçe ji bo heywanan ne ewle ne, pêşî divê Qanûna Mafên Heywanan bê çêkirin'
09:06 Bavê Ekrem Kaceroglû: Wexta lawê min hat kuştin jî me doza aştiyê kir
09:05 Ji ber bereketa darê gûzan gundî û seforî tev de dilxweş in
09:05 Ji bo karibin têkevin EBA'yê heya Çemê Zapê dimeşin
09:01 Li dijî şidetê divê jin bên cem hev du
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2020'AN
02/10/2020
23:27 Li Amed û Mêrdînê hemû çalakî heya 2 mehan hatin taloqkirin
20:44 Bi dengê Egîdê Cimo kilama 'De Lê Wayê'
20:12 Ji ber Covîd-19'ê 63 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û 1442 kes jî pê ketine
18:02 Ji kesên di çarçoveya lêpirsîna KCD'ê de hatin binçavkirin 4 jê hatin girtin
16:22 Hevseroka HDP’a Mêrsînê û endamê Meclîsa HDP’ê hatin berdan
16:09 Li Aydinê jinek hat kuştin
15:37 Emîne Şenyaşar: Ev edaletek çawane?