9'ê Cotmehê şermezar kirin: Tecrîd gelan bênefes dihêle

  • rojane
  • 14:02 9 Cotmeh 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniyên li gelek bajaran hatin lidarxistin de wiha  hat gotin: "Pêvajoya komployê ya di 9'ê Cotmehê de dest pê kir îro bi tecrîda li Îmraliyê dewam dike. Lê Ocalan ligel şertên tecrîda girankirî jî, her tim hewl da ku pêkvejiyana gelên Kurd û Tirk û aştiyeke birûmet pêk bîne."

22’yemîn salvegera komploya navneteweyî ya di 9’ê Cotmeha 1998’an de, li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk hat li Mêrdîn, Riha, Çewlig û gelek bajar û navçeyan bi çalakiyên cur bi cur hat şermezarkirin. 
 
RIHA 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê, bi boneya rojê li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Ligel rêveberên HDP'ê yê bajêr û navçeyan, gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya bi wesîleya rojê hatibû amadekirin ji aliyê Hevseroka Navçeya Curnê Reş Newroz Karakeçîlî ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "22 sal di ser plana navneteweyî ya 9’ê Cotmehê (Roja Reş) re derbas bûn. Ev plana ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir, di şexsê Ocalan de, mudexaleyeke li dijî siberoja gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn bû.  Ev plana ku berî her tiştî li dijî fikr û nêrînên Ocalan ên ji bo aştî, aramî, demokrasî û azadiya gelên Rojhilata Navîn hate pêkanîn, bandora xwe li ser gelek geşedanên îro jî kiriye û bûye sedema gelek pirsgirêkan. 
 
KOMPLO BI TECRÎDÊ DEWAM DIKE
 
Hêzên herêmî û navneteweyî ji bo ku mudaxileyî Rojhilata Navîn bikin ev plan xistin meriyetê û bi derxistina Ocalan a ji Sûriyeyê ve, ev plan hate destpêkirin. Bi vê plana navneteweyî xwestin ku gelê Kurd û Tirk û gelên Rojhilata Navîn bînin pêşberî hevdu û wan têxin qirika hevdu û bi vî awayî şerekî navxweyî bidin destpêkirin. Lê Ocalan ev plana wan hêzan a ku dixwestin li deverê şerekî mezin û bi salan bidin destpêkirin ferq û fehm kir û li dijî wê plana qirêj û bi talûke seknek nîşan da û ew plan pûç kir. Ocalan li dijî vê plana ku dixwaze gelan bixe qirika hevdu, riya çareseriyê bi pêş xist û bi fikra Komara Demokratîk û pêkvejiyana gelan bersiveke dîrokî da vê planê. 
 
PÊKVEJIYAN GELAN ESAS GIRT 
 
Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît, piştî salan derbarê vê planê de gotibû ‘Min jî fehm nekir ku gelo Amerîkayê ji bo çi Ocalan radestî me kir.’ Ev beyana Ecevît nîşan dide ku ev plana radestkirina Ocalan li ser maseyan û ji aliyê hêzên nepenî ve hatiye amadekirin. Bi radestkirina Ocalan û bi vê pêvajoyê diyar bû ku di têkiliyên navdewletî de li şûna pîvanên dîplomatîk, reftarên komplogeriyê esas tê girtin. Tecrîda girankirî ya li ser Ocalan jî parçeyekî vê planê bû. Ocalan ev xetereya bi fehm û feraseta xwe pûç kir û rê li ber şerê navxweyî girt. Di bin şertên tecrîda girankirî de, her hewl da ku pêkvejiyana gelên Kurd û Tirk û aştiyeke birûmet pêk bîne. 
 
Ocalan hem li dijî vê planê û hem jî li dijî tecrîdê, fikr û nêrînên xwe li ser bingeha qebûlkirin û naskirina cudahiyan ava kir û her hewl da ku rê li ber şer bigire. Bi avakirina modela Neteweya Demokratîk ve xwest ku netewe, bawerî û çandên cuda bên naskirin. Lê dewletê bi tecrîd û tûndiyê bersiv da vê modelê û banga Ocalan û loma jî pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin. Sedema pirsgirêka demokrasiyê ya îro xwe dispêre vê nêzikatiya dewletê. Nêzikatiya li Ocalan nêzikatiya li pirsgirêka Kurd û nêzikatiya demokrasiyê nîşan dide. 
 
DIXWAZIN BI TECRÎDÊ GELAN BIFETISÎNIN
 
Di 22’yemîn salvegera vê plana navneteweyî de, tecrîda girankirî ya li ser Ocalan bi kûrtir didome. Îro jî mafê hevdîtina wî ya bi parêzer û malbata wî re tê astengkirin û nahêlin Ocalan fikr û nêrînên xwe bi raya giştî re parve bike. Niha jî dixwazin wê tecrîda ku li Îmraliyê ava kirine, belavî temamî Tirkiyeyê bikin û civakê bifetisînin. Dixwazin bi tecrîdê, gelan jî bifetisînin. Tecrîda girankirî ya li Îmraliyê êrişek e li dijî hêviya çareseriyê ya gelan e. Em ê li dijî vê zîhniyeta ku dixwaze gelan bifetisîne û têxe qirika hevdû; jiyana hevpar, Komara Demokratîk û aştiya birûmet biparêzin.”
 
MÊRDÎN 
 
Rêxistina Partiya Demokratîka a Gelan (HDP) ya Mêrdînê li ber avahiya partiyê bi boneya salvegera komloyê daxuyanî da çapemeniyê. Wekîla HDP’ê û gelek endamên partiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevserokê Bajêr Salîh Kûday, daxuyanî da û wiha got: “Bi tecrîdê, hewl didin gelên kurd û tirk bînin beramberî heve û şerekê navxweyî derbixin. Dixwazin herêmê bixin qada şer û pevçûnek mezin û dem dirêj. Ocalan ê li dijî plana van hêzan derdikeve, bi sekna xwe ya li Îmraliyê di hedefê deye. Ji bo ku gelên Tirkiyeyê ji vê dafikê derbikevin, pêwîstî bi komara demokratîk û jiyana hev beş heye. Ocalan jî her tim hewldana vê yekê daniye holê.”
 
'EM Ê JIYAN HEVPAR BIPARÊZIN'
 
Kûtay di dewama axaftina xwe de wiha got: “Di 22’yemîn salvegera vê plana navneteweyî de, tecrîda girankirî ya li ser Ocalan bi kûrtir didome. Îro jî mafê hevdîtina wî ya bi parêzer û malbata wî re tê astengkirin û nahêlin Ocalan fikr û nêrînên xwe bi raya giştî re parve bike. Niha jî dixwazin wê tecrîda ku li Îmraliyê ava kirine, belavî temamî Tirkiyeyê bikin û civakê bifetisînin. Dixwazin bi tecrîdê, gelan jî bifetisînin. Tecrîda girankirî ya li Îmraliyê êrişek e li dijî hêviya çareseriyê ya gelan e. Em ê li dijî vê zîhniyeta ku dixwaze gelan bifetisîne û têxe qirika hevdû; jiyana hevpar, Komara Demokratîk û aştiya birûmet biparêzin.”
 
Daxuyanî dûre bi lêxistina çepikan bi dawî bû. 
 
ÇEWLIG 
 
Rêxistina HDP'ê ya Çewligê jî, bi heman armancê li ber avahiya partiyê daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê HDP'ê yê Çewligê Veysî Kaya, daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser komploya 9'ê Cotmehê û ev roj şermezar kir. 
 
PANELA TECRÎDÊ
 
Dûre li avahiya partiyê panela "Di têkoşîna demokrasî û azadiyê de, tecrîd û komplo" hat lidarxistin. Moderatora panelê Songul Barça kir. Endamê MYK'a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Şîrîn Tûnç û endamê PM'a HDP'ê Mûrat Aydin weke axaftinvan beşdarî panelê bûn. Tunç, diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan, dewama komploya navneteweyî ye. Tunç, dest nîşan kir ku di şexsê Ocalan de hemû mirovahî kirin hedef û wiha got: "Ji bo vale derxistina vê komployê, divê gelê me yekitiya xwe ya nateweyî ava bike û têkoşîna xwe mezintir bike."
 
Endamê Meclîsa HDP'ê Mûrat Aydin jî, bal kişand ser astengkirina  hevjînên parêzer û malbatê yên bi Ocalan re û wiha bilêv kir: "Bi vê pêkanînê hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin. Lazime ku ev asteng û tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe."
 

Sernavên din

11/10/2020
10:40 Li Agirê şer: Esker mir
10:38 Li Qersê zemîna qeyûm bi awayekê bêhiqûqî amed kirin
10:17 Arîs Nalci: Rusya Tirkiye xist valahiyê
10:04 Wêjekar û Nivîskaran Mehmet Ûzûn bi bîr anî
09:44 Qeyûm 9 karker û karmendan ji kar derxist
09:09 Pismamê Servet Tûrgût: Rojnamevanên dewletê teşhîr dikin hedef tên girtin
09:08 Her cara mirina jinekê dibihîse diçe ser gora keça xwe
09:07 4 penaberên ku cendirmeyan berê wan dan devera bimayin jiyana xwe ji dest dane!
09:06 Gida-Îş: Bi YEP'ê re tazmînata kidemî tê betalkirin
09:06 Li Girtîgeha Gumuşhaneyê pêdiviyên girtiyan nadin wan
09:02 Ciwanên HDP û DBP'î: Deklerasyon ji bo gelan wekî derman e
09:01 Çandek kevnare conî û destar: Bi destê jinan zindî maye
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2020'AN
10/10/2020
22:13 Platforma Ked û Demokrasiye kesen di Komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn
21:28 Wê li devera ku agir bi daristanan ketiye krom bê derxistin
21:19 Pakdemîrlî: Şewata li Hatayê hatiye kontrolkirin
20:34 Li Tirkiyeyê 56 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:48 Hatay ji duh ve dişewite: Sedema şewatê rant û talanî ye
16:19 ‘Em ê radestî sepanên faşîzan nebin’
16:06 Gef li kesên di bîranîna 10’ê Cotmehê de hatin binçavkirin xwarin
15:28 Girtiya nexweş Karaguzel bi rîska felçê re rûbirû ye
15:27 Hevseroka HDP’a Rihayê Çetîner hat binçavkirin
15:09 HDP û DBP'ê girtina rojnamegeran şermezar kir
15:06 Babacan: Yên hatine bijartin îradeya gel in
14:49 ‘Bi kîjan hincetî qedexeya ragihandinê ji bo Ocalan hat dayîn?’
14:47 Şandeya DÎB'ê çû serdana malbata Tûrgût û Şîban
14:30 Li Meletiyê hejmara binçavkiriyan derket 11 kesan
14:21 Bal kişandin ser rewşa jinên girtî yên li Kayseriyê
14:17 Dayikên Şemiyê Cemîl Kirbayir bibîr anî: Hişmendiya 12'ê îlonê didome
13:56 Rojnamevanan serdana ofîsa me ya Wanê kirin
13:49 Kongreya Baroya Stenbolê jî hat astengkirin
13:28 Serdozgerê Wanê ‘malpera tetikkêş’ eciband!
13:26 DFG, MKGP û TGS: 4 rojnamegerên li Wanê hatin girtin bi lez berdin
13:10 Li aqûbeta Çîçek ê 26 sal in winda ye pirsîn
13:06 Qûrbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn
12:07 Destûra li dar xistina kongreya Baroya Amedê nehat dayîn: Ji rastiyan ditirsin
12:00 Kiliçdaroglû qûrbaniyên Komkujiya 10'ê Cotmehê bi bîranî
11:31 DÎSK, KESK, TMMOB û TTB: Em ê vê axê bi aştiyê tacîdar bikin
11:25 Qûrbaniyên Komkujiya Garê li Ûlûsê hatin bibîranîn
11:06 ÎHD: Jiyana girtiyê nexweş Okûr di xetereyê de ye
10:49 Azerbaycan û Ermenîstan li ser agirbesê li hev kirin
10:31 Dadgehê hevdîtina telefonê jî li Ocalan qedexe kir
10:22 Ûgûrlû: Qedexeya parêzeran dewama komployê ye
10:08 Malbat û rêxistinên demokratîk li Enqereyê meşiyan: Polîsan 11 kes binçav kirin
09:58 Parêzer Merve Nûr Dogan hat girtin
09:55 Li Rezanê di bin navê veguherandina bajarvaniyê de projeya rantê
09:54 Abassanova: Tevlêbûna Rusya û Tirkiye dê Karabaxê bikin wekî Sûriyeyê
09:09 Îsal wê bi saya fisteqan xisara par safî bikin
09:08 Dayika Zeynep Şenpinar: Heger Peymana Stenbolê pêk bianîna dê keça min sax bûya
09:07 Gundî li benda çêkirina rê ne
09:07 Konteynerên ji bo penaberan anîne deriyên wan jî nehatine vekirin
09:06 Hindik maye kuafor jî îflas bikin
09:05 ‘Girava Îmraliyê ji jor ve bihuşt e, lê li hundir dojeh e'
09:04 'Çêkirina qereqolên li ser sînor operasyonek mihtemel dide nîşandan'
09:03 Şêniyên Şîşliyê ne avahiyan, qada kombûnê ya erdhejê dixwazin
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 202'AN
09/10/2020
21:44 55 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:10 4 rojnamevan hatin girtin
16:36 Temel: Li Îmraliyê netewek tê tecrîdkirin
15:37 Pêşengeha berhemên Zehra Dogan hat vekirin
15:21 Li Stenbol, Enqere û Dersimê hat xwestin ku cenaze werin radestkirin
15:21 Rojnameger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
15:03 Dozger xwest 13 kesên ESP û SGDF’î bên girtin
15:02 Cureyekî giha yê peyda nedibû hat dîtin
14:59 ‘Tedawiyên ne bi zanistî tên kirin’
14:50 Dadgeha Dîlokê îtîraza li dijî astengkirina ajansa me red kir
14:45 Jinên ji şermezarkirina qeyûman dihatin darizandin hatin beraetkirin
14:43 DBP: Berxwedana Ocalan komplo pûç kir
14:42 Dema binçavkirina dayikên aştiyê dirêj kirin
14:37 Di şermezarkirina binçavkiriyên ESP û SGDF’ê de peyama ‘berxwedanê’ hat dayîn
14:18 Ji Doza Sûrê cezayê girankirî yê heta hetayê li Şengul hat birîn
14:02 9'ê Cotmehê şermezar kirin: Tecrîd gelan bênefes dihêle
13:40 Rojanmevanên binçavkirî birin edliyê
13:11 Rojnamevan Sertaç Kayar hat beraetkirin
12:55 Li Şirnexê 9'ê Cotmehê hat şermezarkirin
12:54 Ji doza KCD’ê ya Rihayê girtî neman
12:39 Ji wekîlê HDP’ê Îpekyuz re cezayê girtîgehê hat xwestin
12:35 Ermenîstan û Azerbaycanê vexwendina Moskovayê erênî pêşwazî kirin
12:28 Doza 'îhlala sînor' li Rojnameger Sancili vekirin
11:30 Di Îlonê de 238 binpêkirinên mafan rû dan
11:26 Qeyûm û AKP’yî bi hev re xebatê kontrol dikin
11:06 Hatîp Dîcle: Heta Ocalan azad nebe komplo bi dawî nabe
10:57 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Edîzer ê gotibû ‘Hevjina duyemîn bînin' ji peywirê hat girtin
10:38 HDP: Tecrîda li Îmraliyê êrişa li dijî çareseriyê ye
10:23 Tê payîn rojnamevanên binçavkirî sewqî edliyê werin kirin
10:15 Her 10’ê mehê li Enqerê ye: Dibe ku di vê rê de bigihim Guneyê xwe
10:14 Emekçî: Ocalan bi fikrên xwe komplo û tecrîdê pûç kiriye, divê azad bibe
09:10 Li Stenbolê ji bo jinan qadeke nû ya têkoşînê: Komeleya Dema Jinê
09:09 Wê Bodrûmê giştî bikin beton!
09:08 Flût li girtîgehê bû zirne
09:08 Nisêbîn saleke bi VPN'ê dikeve înternetê
09:07 Serokê Baroya Mêrsînê: Wê karbidestiya baroyan bê tirpankirin
09:06 Ji rojnamevanan pirsîne 'kî telîmatê dide we ji bo nûçeyan'
09:01 Gunay: Armanca binçavkirina rojnamevanan sergirtina heqîqetê ye
09:01 Malbatên girtiyan: Mirinê li girtiyan ferz dikin
09:00 Guneş: Zarok bi zimanê xwe perwerde nebin, serkeftina wan zahmet e
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2020'AN
08/10/2020
23:59 Karê îfadeya rojnamevanên binçavkirî dest pê kir
23:57 Mahmût Alinak hat berdan