RIHA – Di doza ku Dozgîn Temo ya hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê wê birîndar kiribûn û radestî Tirkiyeyê kiribûn tê darizandin de dozger mutalaaya xwe aşkera kir û ji bo Temo muebbeta giran xwest.
Danişîna sêyemîn a doza Dozgîn Temo (Çîçek Kobanê) ku dema êrîşên hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li gundê Mişrefa yê Eyn Îsayê, ji aliyê heman hêzan ve hatibû birîndarkirin û radestî Tirkiyeyê hatibû kirin, li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Rihayê hat dîtin. Temo, ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû û parêzera wê Hîdayet Enmek jî li danişînê amade bû.
QEYDA BINÇAVKIRINÊ TUNEYE
Temo, parastina xwe bi kurdî kir û destnîşan kir ku YPG’î ye lê tevlî tu pevçûnî nebûye û piştî ku hatiye girtin ji piyê xwe hatiye birîndarkirin. Piştî Temo parêzera wê Enmek jî parastina wê kir û da zanîn ku li gorî usûlê kirariya girtin nehatiye kirin û kesên ku kirariya girtinê kirine OSO’yî ne. Enmek, destnîşan kir ku rayeya vê komê ya girtina kesekî tuneye û li gorî xala 90’emîn a CMK’yê kirariya girtinê nehatiye kirin.
DOZGER CEZA XWEST
Piştî parastina parêzer, dozger mutalaaya xwe aşkera kir û ji Temo re cezayê muebbeta giran xwest.
Parêzer Enmek ji bo parastina li dijî mutalaayê dema zêdek xwest.
DANIŞÎN TALOQ BÛ
Piştî navberdayînekê heyeta dadgehê daxwaza parêzera a ji bo parastinê qebûl kir, biryar berdewam girtina Temo da û danişînê taloqî 24’ê mijdarê kir.