MÛŞ - Li Milazgirê, di serdegirtina malan de, namzetê Hevşaredarê HDP’ê Erdal Çakar jî di nav de 5 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Milazgirê ya Mûşê, polîsan duh û îro bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan de, namzetê Hevşaredarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Milazgirê Erdal Çakar jî di nav de Rahim Coşkûn, Kerem Îbek, Mesût Gokdemîr û Zoral Yildirim hatin binçavkirin.
Kesên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn, li Midûriyeta Polîsan a Navçeyê tên girtin.