AMED – Dozgeriyê ji bo Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn ku ji peywirê hat girtin û bi angaşta “endamtiya rêxistinê” derbarê wê de doz hat vekirin, ji 7sal û 6 mehan heta 15 salan ceza xwest.
Çaremîn danişîna doza ku bi angaşta “emdamtiya rêxistinê” li Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn ku ji peywirê hatibû girtin û qeyûmê tayînî şûna wê hatibû kirin hatibû vekirin, li 11’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Sûrê hat dîtin. Bûlûttekîn û parêzerê xwe Sertaç Bûlûttekîn li danişînê amade bûn.
DOZGER CEZA XWEST
Di danişînê de dozgerê dozê mutalaaya xwe xwend û bi angaşta “emdamtiya rêxistinê” ji 7sal û 6 mehan heta 15 salan ji Bûlûttekîn re cezayê girtîgehê xwest.
ŞAHIDIYA ŞAHIDÊ NEPEN QEBÛL NEKIRIN
Fîlîz Bûlûttekîn û parêzerê xwe Sertaç Bûlûttekîn, şahidiya şahidê nepen qebûl nekirin daxwaza bereatê kirin.
Heyeta dadgehê bêyî ku navber bide danişînê danişînî taloqî 22’ê sibata 2021’an kir.