Nameyên kurdî ku nadin girtiyan dişînin Enqereyê

  • rojane
  • 09:45 29 Cotmeh 2020
  • |
img

AMED - Yilmaz Şanli ku ji Girtîgeha Tîpa T a Tokatê hat berdan, diyar kir ku girtîgeh, nameyên kurdî yên ji girtiyan re tên şandin, ji bo lêkolînkirinê dişîne Enqereyê û gelek ji wan jî nadin girtiyan.

 
Li girtîgehên Tirkiyeyê û heremê her ku diçe binpêkirinên mafan zêde dibin. Yilmaz Şanli ku li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Cizîrê bi sucdariya “Alîkarî dayîna rêxistinê” doz lê hatibû vekirin, 3 sal û 4 meh ceza jê re hatibû birîn, piştî ku cezayê wî hat misogerkirin di tebaxa 2018’an de li Tokatê hatibû binçavkirin û girtin. Şanli ku xistin Girtîgeha Tîpa T a Tokatê, piştî 2 sal û nîv di girtîgehê de ma, di 19’ê cotmehê de hat berdan. Şanli, derbarê binpêkirinên girtîgehê yên beriya pandemiyê û di dema pandemiyê de şahidiniya wan kiribû de axivî.
 
‘EV DER NE QENDÎL E HÛN Ê ÇOK DEYNIN’
 
Şanli, diyar kir ku dema ku nû hat girtin li girtîgehê aktîvîteyên sosyal tune bûn û wiha got:  “Dema ez nû hatim girtin aktîvîteyên sosyal ên wek sohbet, spor û atolyeyên din tune bûn. Her tim zextên psîkolojîk hebûn. Di hatin û çûna revîrê de me pirsgirêk dijîn. Ji ber ku bi pergala eskerî çûyîn me qebûl nedikir em nedibirin revîrê. Dema dibirin jî hefteyê carekê ji 21 girtiyan tenê 3 girtiyan dikarî biçin revîrê. Di vê pêvajoya dawî de sewqên nexweşxaneyê qet çênebûn.” Şanli, anî ziman ku gardiyanan bi gotin û nêrînên xwe ew tahrîk dikirin û wiha axivî: “Gardiyanan demekê êrîşî hevalên me jî kirin. Çend hevalên me birin odeya mudur û jê re gotin ‘ev der ne Qendîl e, hûn ê çok deynin’. Gardiyanan hejmara serpiyan li me ferz dikir. Ji ber ku me hejmara ser piyan qebûl nekir, ji hin hevalên me re 4 meh cezayê ragihandinê, ji hin hevalên me yên din re jî 4 meh cezayê hevdîtinê dan.”
 
NEXWEŞAN SEWQÎ NEXWEŞXANEYÊ NAKIN
 
Şanli, dazanîn ku di pêvajoya pandemiyê de malzemeyên paqijiyê zêde ne didan wan û wiha berdewam kir: “Ji bîst kesan re lepekî sabûn û hinek hîpo didan. Gotin dezenfektanê jî bi pereyê xwe bikirin. Di vê pêvajoyê de sewqên nexweşxaneyê sekinîn. Hevalên nexweş li gel qebûlkirina karantînayê jî sewqî nexweşxaneyê nekirin. Ji xwe muayene jî bi pirsgirêkin zêde li mirovî nanêrin. Dixwazin dermanekê binivîsin û bişînin. Hevalê Serhat Gullu heye 29 sal in di girtîgehê de ye, pirsgirêka dil heye, çermê wî diweşe nayê tedawî kirin. Dûre pirsgirêkên hin hevalan ên mîdeyî û çavan hebûn. Tenê bi dermanan îdare dikin. Tedawiyeke cidî li girtîgehê tune ye. Beriya pandemiyê dema mirov ji bo mûayeneyê dibirin nexweşxaneyê jî muayeneya bi kelepçe ferz dikirin. Ji ber wê gelek heval mûayene nedibûn û dizivirîn.”
 
‘JI BO KU MIROV NEMIRE XWARIN ÇEDIKIN’
 
Şanli destnîşan kir ku ji ber xwarin bi komî derdiket nedihat xwarin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo ku mirov li wir nemire xwarin çêdikirin, wekî din xwarin nedihat xwarin. Li qantînê jî ji ber bihabûnê me nedikarî her tiştî bistînin. Li gor derve pir biha bûn. Dixwazin aboriya xwe li ser milê girtiyan baş bikin.”
 
‘NAVÊ KURD Û KURDISTANÊ QEDEXE BÛ’
 
Şanli, bilêv kir ku rojnameya Yenî Yaşam û Evrenselê ne didan wan û wiha domand: “Pirtûk bi hejmar didan me. Serê mirovî 5 pirtûk didan. Carna hin pirtûkên ji me re dihatin jî paşve dişandin. Dema navê kurd an jî Kurdistanê di pirtûkê da hebûna digotin qedexeye û nedidan. Pirsgirêka pirtûkan hebû. Ji xwe di lêgerînên odeyan de pirtûkên heyî jî carna dibirin. Zextên psîkolojîk dimeşandin, digotin ‘em li vir xwedî hêz in.’ Hinek ekîbên gardiyanan hebûn mirov tahrîk digirin û ji bo êrîş bikin li hincetan digeriyan. Ji destê wan hatibûya wê me di kevciyekê avê de bifetisendibûna.”
 
‘NAMEYÊN NAVXWEYÎ DI 50 ROJAN DE DIHATIN’
 
Şanli, diyar kir ku nameyên kurdî ji bo lêkolînkirinê dişandin Enqereyê ew jî di 2-3 mehan de li wan dizivirîn û wiha lê zêdekir: “Nameyên kurdî piştî lêkolînkirinê di 2-3 mehan de li me dizivirîn. Ew jî ji 10 nameyan yek didan me. Nameyên navxweyî carna di 45-50 rojan de dihatin. Di navbera odeyan de tenê 2 qorîdor hene. Nameyên ku min ji malbata xwe re jî dişandin di 2 mehan de digihiştin destê wan. Ji xwe di pêvajoya pandemiyê de du hefteya carekê nameyan didin.”
 
Girtîgeha Tîpa T a Tokatê derbarê îdîayên Şanli de diyar kirin ku bi riya telefonê nikarin agahiya bidin, ji bo agahî girtinê divê serî li Dozgeriya Girtîgehê were dayîn.
 
MA / Fahrettîn Kiliç
 

Sernavên din

31/10/2020
16:02 Li Bedlîsê operasyona eskerî û şewata daristanan
15:34 Ji HDP'ê banga qebûlkirina daxwazên girtiyan
15:17 Polisan dayika laçik spî Aysel Ateş binçav kirin
15:16 ‘Divê girtiyê nexweş Yamaç bê tedawîkirin’
14:36 Li Wanê daxuyaniya jinan hat astengkirin
14:30 Ji HDK’ê pêngava ‘Li dijî qrîza kapîtalîzmê têkoşîna hevpar a gelan’
14:10 Dayikên Şemiyê: Ji bo doza JÎTEM'a Kerboranê hişyar bin
13:56 Hevserokê HDP'ê Sancar birîndar ziyaret kirin
13:35 'Rîska girtî qeyrana dil derbas bike pir zêde ye, serbest berdin'
13:34 Pêveka jinê ya Yenî yaşamê sibê dertê
13:25 Li Erdîşê xebatkarekê PTT’ê întîhar kir
13:08 Gundî çalakiya xwe ya li dijî sondajê dewam dikin
13:07 Li Semsûrê daxuyaniya Roja Kobanê
12:33 Gelê Kobanê qedera xwe bi xwe diyar kir
12:06 Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan derket 25’an
11:50 Siyasetmedarê kurd Necmedîn Kerîm jiyana xwe ji dest da
11:23 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re red kirin
11:15 Aqûbeta Odûncû yê 25 salin windaye pirsîn
11:08 Pêşengiya jinan a ji Geziyê ber bi Kobanê: Kader Ortakaya
10:27 Li Amedê 4 kes hatin girtin
09:44 Rewşenbirên Êzidî: Bi peymana Şengalê dixwazin komkujiyê berdewam bikin
09:42 Bîlanço zêde dibe: Hejmara qurbaniyên erdheja Îzmîrê derketin 24’an
09:11 Xaniyê wî şewitandin, hevjîna wî kuştin: Dadgeha Bilind jî xwest cezayê muebeta giran lê bê birîn
09:10 Jina hilberîner hîn bihêztir e
09:09 Dêra Germûşê hêdî hêdî hildiweşe
09:08 Wê xetereya mirinê ya tenduristkaran zêde bibe
09:08 'Wê budçe bertekên 'nikarim nan bibim mala xwe' zêdetir bike'
09:07 Ciwan ji bo 'azadiya Ocalan' tevdigerin
09:02 Esnafên nikarin fatûreyên xwe bidin dikanên xwe digirin
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2020'AN
30/10/2020
22:40 Nivîskar û welatpêrêzê kurd Osman Akdag koça dawî kir
20:32 Daneyên dawî yên AFAD'ê: 12 kes mirine, 419 kes jî birîndar bûne
19:09 78 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine, 2 hezar û 322 kesên dn jî pê ketine
18:14 AFAD: 4 kesî jiyana xwe ji dest daye, herî kêm 152 kes jî birîndar bûne
17:49 Hevserokên HDP'ê yên Amedê hatin girtin
16:16 ‘Nasnameya jinên muhalîf hedef tê girtin’
15:55 Li Sîlopiyê panela "Em xwe diparêzin" hat lidarxistin
15:28 Karkerê Madenê: Ku soza xwe pêk neynîn emê bimeşin Enqereyê
15:24 Li Îzmîrê bi pileya 6.6 erd hejiya
14:55 Gulîstan Dokû 300 rojin windaye
14:43 ‘Li benda mirina xebatkarên tenduristiyê ne’
14:23 Rapora Girtîgeha Kampusa Tarsusê: Girtî di hucreyan de ne tecrîd heye
14:10 Ala Azerbaycanê bi Mizgeftê ve kirin
13:21 Gunay: Em destûrê nedin ku Rojava bibe hedefa êrişên nû
12:51 Li Çewligê bi pîleya 4.1 erdhej çêbû
11:44 Hevserokên HDP’î piştî 8 rojan derxistin edliyê
11:22 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:16 Temellî: Alternatîfa budçeya faşîzmê, budçeya rêya sêyemîne
11:02 Vezîryan: Tirkiye hewldanên aştiyê yên li Kafkasya pûç dike
10:41 Mirovên Şemiyê: Ji Susurlukê heta niha hişmendî nehat guhertin
10:15 Derbarê rojnamevan Gok de îdiname hat amadekirin
09:55 Li Riha 2 girtî bi vîrûsê ketin
09:17 Aborînas Mihemed Hisên: Nelirêtî li Iraqê hatiye bisazîkirin
09:16 Sembola êş û azarê: Zinarên digirîn
09:16 Pirtûka Gotinên Pêşiyan der çû: 4 cild, 50 hezar gotinên pêşiyan
09:15 Dê ji bo rojnamevanên girtî serî li AYM'ê bidin
09:14 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 47'an de ye
09:12 6 caran bûye şampiyon, lê li nav erd firingiyan berhev dike
09:12 Li Mêrdînê 'veguherîna bajêr': Dê sîlûeta bajêr xera bikin
09:11 Hevserokê HDP'î Avci ji bo têkoşîna li dijî tecrîdê bang li her kesî kir
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2020'AN
08:45 Polîsan Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan binçav kirin
08:31 Li Edenê di serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin
29/10/2020
19:51 Hejmara kesên bi Covîd-19'ê ketine bû 370 hezar û 832
16:50 Lêpirsîna rojnameger Kanbal bi neşopandinê bi dawî bû
16:41 ‘130 hezar kedkarên hatine îxrackirin bila vegerên karê xwe’
16:40 Pencewînî: Ger şer derkeve wê li Kurdistanê belav bibe
15:18 Hikumeta Elmanyayê ji bo Îmraliyê bang li Tirkiyeyê kir
15:00 Endamên KESK’ê: Em ê têkoşîna xwe ya bi KHK’an re bidomînin
14:58 OHD’ê destek da ODAV’ê
14:36 Li bendêye Hevserokên HDP’î sibe derxin edliyê
14:21 Li Girtîgehê Tîpa D a Amedê qedexeya sole
13:42 Kedkarê çapameniyê kurd Kaya li ser gora xwe hat bibîranîn
13:11 MEBYA-DER: Ji ber ku dê û bavê wan tuneye hûn cenaze nadin?
12:44 Polisan li 12 bajaran 93 kes binçav kir
12:43 Ji ber ku beşdarên bîranînê vexwendin rêzgirtinê wê bê darizandin
12:15 Bi ser mala endamê Meclîsa HDP’ê Demîrkiran de girtin
12:09 Bi daxwaza 20 sal ceza doz li rojnameger Yalçin hat vekirin
11:51 Parêzerên Ocalan ji nû ve serlêdan kirin
11:39 Polîsan gora Tabak ê berî 3 salan hatibû definkirin vekirin
11:08 Şanoya Bajar a Amedê perdeya xwe vedike
10:54 Di bûyerên zayendî de cezanekirin dibe mînak
10:39 Ji Sariyê ku Kamîşlî tacîz kir re 6 sal ceza hat xwestin
10:02 'Peymana navbera Bexda û Hewlêrê biryara Fermanek nû ya Êzidîyan e'
09:57 Îhlalên li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê kir rapor
09:45 Nameyên kurdî ku nadin girtiyan dişînin Enqereyê
09:35 Îdianameya derbarê Osman Ç. yê tecawizî zarokekê kiribû de hat amadekirin
09:18 Gundê Nebî Hûrî hat talankirin
09:06 Cotkarên Erdîşê xisirîne
09:06 Li Rihayê kampanayaya 'Em Xwe Diparêzin': Em xwe û Ocalan tev de azad bikin
09:06 Girtiya nexweş Yildiz nayê tedawîkirin
09:06 Koca: Divê em plana çalakiyeke hevpar çêbikin li dijî faşîzmê
09:06 Derbarê texrîbkirina goristanan de serî li AYM'ê dan
09:05 Siyasetmedarê êzidî Atalan: Peymana Şengalê, zemîna operasyoneke li dijî daxwaza statuyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2020'AN
28/10/2020
21:42 Li Amedê hemşîreyek ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da
20:59 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirine 10 hezarî derbas kir
16:29 Rawestandina cenazeyan a li morgê di rojeva meclisê de ye
15:45 Komkujiya Roboskî di meha 106’emîn de ye: Em dixwazin di aştiyê de bijîn
15:36 DÎSK: Divê şertên xizmetkarên tenduristiyê bê başkirin