Her gavên siyasetmedarên girtî sûc hatiye hesibandin

  • rojane
  • 09:01 12 Cotmeh 2024
  • |
img

AMED - Di îdianameyê ku der barê hevşaredarên berê yên girtî yên Şaredariya Erxeniyê de hat amadekirin, biryarên meclisê, vekirina buroyên hilbijartinê, çalakiya Aşûreyê, projeya "mala nan" û pîrozbahiya Newrozê sûc hatin hesibandin.

Îdîanameya der barê 6 siyasetmedarên ku di 11'ê Hezîranê de li navçeya Erxenî ya Amedê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, hat qebûlkirin. Di îdianameya ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê ve hat qebûlkirin de siyasetmedar bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin sûcdarkirin. Siyasetmedar dê di 26'ê Mijdarê de derkevin pêşberî dadger.
 
Ji siyasetmedarên girtî Fesîh Yalçin û Cavîdan Yaman di navbera salên 2009-2014'an de hevşaredarên navçeyê bûn. Ramazan Kartalmiş û Gulistan Polat di navbera salên 2014-2016'an de hevşaredar bûn. Esverî Malçok di navbera salên 2014-2016'an de endamê meclisa şaredariyê bû. Siyasetmedar Ahmet Kaya jî di sala 2019'an de wekî hevşaredar hatibû hilbijartin. Kaya piştî ku hat hilbijartin ji wezîfeyê hat girtin û tevî ku di dozê de beraet kiribû jî dîsa peywira wî îadeyî wî nekirin. 
 
HER GAVÊN WAN SÛC HATIN HESIBANDIN
 
Îdianameya der barê siyasetmedaran de hat amadekirin ji 150 rûpelî pêk tê. Hemû çalakî, serdanên goristanan û çalakiyên li dijî tundiya li ser jinan ên di navbera salên 2009-2020’an de li bajêr hatine kirin wekî sûc hatin dîtin. Di destpêka îdianameyê de "Avaniya PKK/KCK'ê" û "Peymana KCK'ê" cih girtin.
 
Tevlîbûna Fesîh Yalçin û Cavîdan Yaman a çalakiyên ku Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û şaredariyê di navbera salên 2009-2014'an de li dar xistibûn, wekî sûc hat dîtin. Di nûçeyên der barê tecrîdê, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bîranîna Komkujiya Helebçeyê, vekirinên buroyên hilbijartinê û hwd. ji ber ku wêneyên hevşaredaran hebûne, bi "endamtiya rêxistinê" hatin sûcdarkirin. 
 
Dozger parast ku bi nûçeyên wekî "Pîrozbahiyên Newrozê bi coş dewam dikin" û "Banga tevlîbûna Newrozê hat kirin" ên di ANF'ê de bang li hevşaredaran hatiye kirin û hevşaredar jî ji ber vê tevlî çalakiyan bûne.
 
Dozger daxuyaniya Navenda Jinan a SELÎS a ku di nava şaredariyê de kar dike ya der barê revandina jin û zarokan ên ji aliyê komên paramîlîter ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve, sûc hesibandin. Dozger îdia kir ku îfadeya navborî piştî daxuyaniya KCK'ê ya bi navê "Em li dijî her cure tiryakê ne" hatiye dayîn. Dozger derpêş kir ku ev daxuyanî ji bo Hevşaredar Cavîdan Yaman hatiye kirin û Yaman piştî vê bangawaziyê beşdarî çalakiyê bûye. 
 
Di îdianameyê de hat parastin ku daxuyaniya li dijî tundiya li ser jinê ya di 15'ê Gulana 2015'an de hat dayîn, piştî daxuyaniya "Em li dijî tundiyê li qadan têkoşînê bilind bikin" a KCK'ê hatiye dayîn. 
 
BIRYARÊN MECLISÊ SÛC HATIN HESIBANDIN!
 
Biryarên di navbera salên 2009-2019'an de ji aliyê Meclisa Şaredariyê ve der barê avakirina "Komîsyona Wekheviya Jin-Mêran", "Komîsyona Tenduristiya Gel" û "Komîsyona Jinan" wekî sûc hatin hesibandin. Her wiha dekontên xercaneyên di bin banê şaredariyê de hatine kirin daxilî dosyeyê hatin kirin. Lê nehat diyarkirin ku ev xerckirin ji bo kîjan sûcdarkirinê wekî hincet hatine nîşandan. 
 
Di 6'ê Mijdara 2019'an de bi biryara şaredariyê di çarçoveya "Meha Aşûreyê" de li parkan aşûre hat belavkirin û projeya "çêkirina mala nan" jî  wekî sûc hatin hesibandin. 
 
Di îdianameyê de îdiayên îtîrafkar Ûmît Akbîyik ku heta niha der barê bi sedan kesî de îfade daye û ji aliyê dadgehean ve hatiye piştrastkirin ku îfdadeyên wî ne rast in, cih girtin. 
 
MA / Bêrîvan Altan

Sernavên din

11:27 Bultena Tecrîdê: 24 sal 7 meh û 28 roj in tecrîd tê sepandin
11:17 Li girtîgehan divê 'mafê tenduristiyê' dîl neyê girtin
10:44 Li mamostaya zimanê kurdî sê meh ceza hat birîn
09:55 Parlamenterên DEM Partiyê: Em ji bo azadiyê li Qada Îstasyonê bin
09:35 'Em ê tim li ser rêya Hevrîn Xelef bin'
09:34 Di serdegirtina malê de îşkence: Dîmen bi gefxwarinê jê birin e
09:33 Rihayî: Em ê bi awayê herî xurt beşdarî mitîngê bibin
09:01 Her gavên siyasetmedarên girtî sûc hatiye hesibandin
09:01 DEDAŞ li gundê ku ceyrana wê her tim qut dike li 'ceyrana qaçax' digere!
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2024'AN
11/10/2024
19:08 Hevserokê DBP'ê yê Dîlokê Ozhan hat girtin
18:01 Xebatên ji bo Kabaîşê destpêkirî di roja 14’an de ye
16:30 Ji Enqereyê banga ‘mitînga azadiyê’
16:04 Bakirhan: Em dikevin pêvajoyek nû, yê birêxistinkirî bi ser dikeve
15:33 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
15:32 Wezaretê bersiva qedexekirina ‘Pêşî Peya’ da: Ne li gorî standartan e!
15:13 Şaredariya AKP’ê gelek heywan qetil kirin
15:08 Hunermendê NÇM’ê Engîn Cengîz hat berdan
15:00 Xwegihandina 3 nûçe û parvekirinan hate astengkirin
14:45 Mehmet Uzun li ser gora xwe hat bibîranîn
14:34 Êrişkarê bi maske 3 kesan birîndar kir
14:34 Jina 77 salî li sînor hate binçavkirin
14:29 Ahmet Turk: Em di 13’ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê ne
14:25 ÎHD: Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin
13:52 Lêpirsîna der barê Orhan de bi encam bû
13:48 Danişîna ewil a Akiş hate lidarxistin: Axaftinên min sûc nînin
13:32 Li Dîlokê êrişî karkeran kirin: 3 jê giran 8 kes birîndar kirin
13:11 DFG'ê ji bo berdana rojnameger Andan bang kir
13:07 Ji bo Abdullah Ocalan serî li ÎHÎK’ê da: Divê îşkence bi dawî bibe
13:07 Rojnameger Verîm sewqî Girtîgeha Erzînganê hate kirin
12:56 Girtiyê nexweş ê nayê tedawîkirin 40 roj in di greva birçîbûnê de ye
12:44 Stenbol ji mitînga ‘azadiyê’ re amade ye
12:44 Xelata Aştiyê ya Nobelê dan saziya li dijî nukleerê
12:16 Aktar: Helwesta siyasî ya Mizrakli hat cezakirin
11:51 Rojnamevan Andan û gelek kes hatin binçavkirin
11:04 Diyanetê 70 milyon TL ji bo çapxaneyê xerc kir
11:04 Koma 'Berxwedana' Îslamî ya Iraqê êrişî Îsraîlê kir
11:03 Danişîna doza GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 'Girava Mirazan' a Mehmet Şîrîn Bulga ji Weşanên Arê derçû
10:59 Li gorî DEM Partiyê rêyên ‘krîtîk’ ên li pêşiya Enqereyê
09:30 Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne: Divê qanûna cihêkar biguhere
09:20 VAT-ÎŞ-KOOP'ê dest bi debara duyem kir: Armanca me civakeke hilberîner e
09:03 Koyluoglû: Hilbijartin dê di navbera xeta welatparêzî û xeta xiyanetê de be
09:02 ‘Ji roja destpêkê ve di windabûna Rojînê de xemsarî û guman hene’
09:01 Banga 13'ê Cotmehê: Rêya xelasiya ji krîza piralî bi azadiya Ocalan pêkan e
09:00 Ji ber ferzkirina lêgerîna tazî û li hundirê dev dermankirin tê astengkirin
09:00 ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2024’AN
08:55 Li Afyonê otobûsa rêwiyan wergeriya: 21 kes birîndar bûn
08:54 Ji bo 3 herêman hişyariya barîna zêde hate kirin
08:54 Di qezaya li Şirnexê de gelek sewal mirin
10/10/2024
19:21 Xebatên mîtînga Amedê: Em bi ruhê seferberiyê tevlî mîtîngê bibin
19:15 Desmala Kabaîşê li qeraxa golê hat dîtin
18:28 Ji bo Abdullah Ocalan pêşnûmayek pêşkêşî Senatoya Îspanyayê kirin
18:25 Hunermend Helîmê Omerî û Azad Bedran serbest hatin berdan
17:01 Zarokên ku li Hezêxê winda bûbûn hatin dîtin
16:48 Êrişên li dijî Yenî Yaşamê hatin protestokirin
16:11 Rojnameger Onver îfade da
15:48 Cezayê hefsê dan rojnameger Ozkaptan
15:39 Rêvebera ÎHD’ê Onaran a cezayê wê hate pejirandin kete girtîgehê
15:25 Mizrakli yê cezayê wî hate erêkirin: Min çok nedanî, bila ev ji we re bibe derd
15:09 Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê: Divê di hilbijartinê de li dijî xakfiroşan xwedî helwest bin
15:08 Bangên ji bo 13’ê cotmehê didomin: Mitîng dê bibe destpêka pêvajoyeke nû
14:51 Rêveberên MEBYA-DER’ê qeza kir
14:46 Teqwîma hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê bi dawî bû
14:44 Li pêşiya Şaredariya Beyoglûyê teqîn çêbû
14:25 UNICEF: Zêdetirî 370 milyon zarokên keç rastî êrişa zayendî tên
14:22 Kesên hatin qetilkirin nehatin jibîrkirin: Bîranînên wan têkoşîna me ronî dikin - HATE NÛKIRIN
14:06 Hunermendê NÇM’ê Cengîz hate binçavkirin
12:58 Yenî Yaşam hate astengkirin
12:54 Li Zaxoyê qeza: 2 ajokarên şirnexî jiyana xwe ji dest dan
12:30 Partiyan lihev kirin: Dê ji bo cînayetên jinan komîsyon bê avakirin
12:24 Faîlê ku zarokek tacîz kir hate girtin
12:23 Li Girtîgeha Antalyayê hejmartina serpiyan û ferzkirina poşmantiyê
12:09 3 ciwan hatin binçavkirin
11:59 Dadgehê salek û 3 meh ceza li rojnamevan Ertaş birî
11:59 Li Kocaeliyê kesek di otobusa gel de hate kuştin
11:50 Berxwedana karkerên înşaetê bi ser ket
11:43 Kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ salek li pey xwe hişt
11:41 Ji Baroya Amedê rapora çareseriya pirsgirêka kurd
11:37 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:34 Li Qilebanê qirkirina daristanan
11:10 TUÎK: Hejmara ciwanên bêkar zêde bû
11:02 Li Wanê atolyeya hunerê hat lidarxistin
10:48 2 zarokên diçûn kursa Quranê sê roj in winda ne
10:46 Hevserokê DEM Partiyê yê Îdirê Mehmet Selçûk hate binçavkirin
10:37 Jin ji bo tevlibûna mitînga ‘azadiyê’ derî bi derî xebatan dimeşin
10:32 Ji DEM Partiyê berteka Îdirê: Hûn ê nikaribin çok bidin deynîn
10:12 Girtiya ku tê îdiakirin ‘întîhar’ kiriye du rojan kelemçekirî tedawî kirin e
10:12 DEM Partî: Di kesayeta kurdan de serweriya gel hate binpêkirin
10:05 Komkujiya Garê di sala 9’an de ye: Em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin
09:48 Rêxistina navê wê tune ye weke hinceta biryara komkirina nîşan dan
09:36 Li Êlihê li dijî belavkarên Yenî Yaşamê û dikandaran 'gef û tacîz'
09:35 Sînemager Buyukbeşe: Em ê li dijî sansurê bimeşin
Produktorê Muzîkê Kesanbîlîcî: Tecrîd encax bi helwesteke wêrek dikare bê şikandin
09:19 Kanên madenan xêr û bêra Qilebanê tune dikin
09:02 Endamên Delegasyona Navneteweyî: Kurd ji ber nasnameya xwe di girtîgehan de ne
09:00 10’Ê COTMEHA 2024’AN
08:58 Dadgeha Bilind cezayê Mizrakli erê kir
08:52 Polîsan bi ser avahiya DEM Partiyê ya Îdirê de girtin
08:44 Biryara komîsyona zarokan di Rojnameya Fermî de hate weşandin