'Peymana navbera Bexda û Hewlêrê biryara Fermanek nû ya Êzidîyan e'

  • rojane
  • 10:02 29 Cotmeh 2020
  • |
img

MEXMÛR - Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Haci Kaçan, peymana ku li ser gelê Şengalê di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêk hat, rexne kir û got: "Tişta îro li Şengalê tê kirin li Mexmûrê jî tê kirin. Peymana li ser şengalê biryara Fermanek nû ya Êzidîyan e." 

Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Hacî Kaçan, peymana di navbera Hikûmeta Herêma Federe a Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de li ser Şengalê hatiye îmzekirin ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand. 
 
Haci Kaçan, ewil tevahiya şehîdên fermana 73'an bibîr anî û wiha got: Gelê Şengalê hêj birînên xwe nepêçane. Gelê Şengalê hêj gorên xwe yên komî venekirine. Bi hezaran keç û xortên êzidî yên di Tebaxa 2014'an de ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin revandin, hêj nehatin dîtin û çarenûsa wan nediyar e. Gelê Êzidî li hemû cîhanê belav bûye. Hêj nû nû birînên xwe dipêçe. Di vê pêvajoya ku gorên komî nû nû tên vekirin de birînên xwe dipêçin, balbat difikirin ku dê bigiêjin cenazeyên dayik, bav, xwişk, birayên xwe yan hêj di destê DAIŞ'ê de sax in. Di vê pêvajoyê de di navbera Hikûmeta Bexda û Hewlerê ya ku gelê Êzidî li dijî DAIŞ'ê bi tenê hêla de peymanek hat îmzekirin. Îro bêyî ku vîna gelê Êzidî bingeh bê girtin û nerîna meclîsa xweser a Şengalê li ber çavan bê girtin, peymanek li ser gelê Êzidî tê îmzekirin. Birînek din li birinên Êzidîyan vekirin. Ev yek qet nayê qebûlkirkin. Dê hem gelê Êzidî bê xwedî bihêle, dê hem terkî fermanek mezin bike, li aliyê din bêyî vîna wan esas bigire peyman îmze dike. Ev nayê qebûlkirin. Ev peyman biryara Fermanek nû ya li dijî gelê Êzidî û Şengalê ye. Ji ber vê yekê divê hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Federe a Kurdistanê bi taybet PDK, baş bizane ku gelê Êzidî û gelê Kurd fermanên din ji bîr nekirine. Ji bo hikûmeta Iraq û Hikûmeta Herêma Federe tişta herî rast, diviya bû şaşiyê xwe yê berê telafî bikin, diviya bû di esasê xwe de vîna gelê Şengalê li ber çavan girtibûna û li gorî vîna wan tev geriya bûna. Tişta îro tê kirin li dijî zagonên cîhanê û li dijî wîcdan û sincê mirovahiyê ye. Îro li Şengalê jiyan ji nûve ava bûye. Gelê Êzidî yên li cîhanê belav bûye hêj nû vedigerin cih û warên xwe. Li vir Meclîsa Xweser a Şengalê xizmetek baş dike. Li vir li ser esasê xweseriya demokratîk û rêveberiya xweser pergalek hatiye avakirin. Ev sîstem roj bi roj bi hêz dibe û bawerî dike ku carek din gelê Êzidî bi êrîşek din re rû bi rû nemînin. Ku êrîşek nû pêk bê ev pergal dê rê li pêş wê bigire." 
 
'PEYMAN RÊ LI FERMANEK NÛ VEDIKE' 
 
Kaçan, diyar kir ku di vê pêvajoyê de ev peyman tê îmzekirin û wiha got: "Fermana di navbera Hikûmeta Iraq û Hewlerê de derî ji fermanek nû re vedike. Ji ber vê yekê gelek nerazibûn li dijî vê peymanê heye. Em jî wekî gelê Mexmûrê û meclîsa wargehê em jî li dijî vê peymanê ne. Eger komkujiya zarokên li Şengalê di hembêza dayika xwe de hatin kuştin, keç û jinên Êzidî yên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin revandin û komkujî bê ji bîr kirin û ev peyman bê îmzekirin, nenaskirina vîna gelan û bi taybetî gelê Êzidî ye. Nenaskirina gelê Êzidî yê heta niha rastî 73 fermanan hatiye ye. Li cîhanek wisa bê wîcdan, peymanek wisa normal e. Em wekî gelê Mexmûrê piştgiriya xwe didin gelê Şengalê û Meclîsa Şengalê. Em bang li wan hêzên ku peyman îmze kirine dikin Ji vê şaşiya xwe vegerin. Eger çareseriyek hebe, bi Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê re û bi Hêza Parastina Şengalê re pêk bînin. Divê li ser esasê ku çawa gelê Êzidî ji êrîşan biparêze peyman bê îmzekirin."  
 
Kaçan, anî ziman ku heman rewşa li Şengalê peş dikeve li Mexmûrê jî heye û wiha axivî: "Ji tîrmeha 2019'an heta niha zêdeyî 1 sal û 4 mehan e ambargo li ser Mexmûrê heye. Ev jî nenaskirina vîna  gelan e. Gelê Mexmûrê tu zerar nedaye gelê cîhanê. Ji roja em koçber bûne heta niha gelê Mexmûr bi hemû aliyên xwe û cîranên xwe re, di nava aramî û aştiyê de jiya ye. Ji cihê lê dijî re rêz nîşanî zagonên wî cihî daye. Ferqa gelê Mexmûrê cihekî rêxistinî û gelekî medenî ye. Li pey paradigma û fikrên Reber Apo pergalek ava kiriye. Diviya bû pergalên gelê Cîhanê ji vê yekê kêfxweş bûbûna ku gelekî penaber karibin xwe bi xwe bi rêve bibin. Îro gelê Mexmûrê xweser e. Bêyî li ser gelê cîhanê û navneteweyî bibin bargiranî, xwe bi rêve dibin. Hemû sazî û dezgehên me bi xwe hene. Tenê divê rêzê nîşanî me bidin. Em tenê vê yekê dixwazin. Em zerarê nadin der û dora xwe." 
 
'TIŞTA LI DIJÎ ŞENGALÊ LI DIJÎ MEXMÛRÊ JÎ TÊ KIRIN' 
 
Kaçan, da zanîn ku tişta li dijî Şengalê tê kirin îro 1 sal û 3 meh in li dijî gelê Mexmûrê jî tê kirin û wiha berdewam kir: "Ev nenaskirina vîna gelan e. Ji ber wê Mexmûr îro li ser lingan e û ji berê bêtir bi hêz e. Mexmûr bi pergala ava kiriye ji gelê xwe re dibe bersîv. Ji hemû beşên civakê re dibe bersîv. Tiştekî me yê veşarî li vir tune. Heyetên neteweyî û navneteweyî, rojnamevanên herêmê, yên Iraqê û yên biyanî ziyareta me kirine. Gel çawa dijî û daxwazên vî gelî çiye her kes dizane û aşkere ye. Nîşandayîna ku wekî gelê Mexmûrê zerarê dide hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêmê ne rast e. Ev tenê bêbextiya Tirkiyeyê ye. Hikîmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Federe a Kurdistanê jî di xizmeta Tirkiyeyê de kar dike. Êrîş û ambargoya li ser Mexmûrê bi daxwaza Tirkiyeyê pêk tê. Em li hemberî hikûmeta Iraq û Herêma Federe a Kurdistane heta niha nebûne bargiranî. Lê nêzîkatiya wan a bi vî rengî me xemgîn dike. Bi taybet pêvajoya 2014'an hemû gelê cîhanê bûn şahid ku gelê Mexmûrê gelê herêmê parast. Me pêşengiya parastinê kir."  
 
'AMBARGO ŞERMA CÎHANÊ YE' 
 
Haci Kaçan, bal kişand ser ambargoya li ser Mexmûrê jî û wiha lê zêde kier: Ambargo cihê xemgîniyê ye. Di milê perwerde, tenduristî û aboriyê de û di her hêlê de zor û zahmetî hene. Ev ji bo hêzên navneteweyî şermek mezin e. Ji bo hikûmeta herêma federe û Iraqê û hemû saziyên mafên mirovan şermek e. Divê bi lez ji vê şaşiyên xwe vegerin. Em birçî û tazî jî bimînin em tu carî ji rêgezên xwe gavan paşve navêjin. Emê tu carî koletiyê qebûl nekin. Lê em ê zagonên gerdûnî û mafan jî binpê nekin. Em penaberên siyasî ne. Em ê li gorî zagonên penaberên siyasî tev bigerin. Em dixwazin ji vê jiyana me re rêz bê girtin."  
 
'PEYMAN LI SER DAXWAZA TIRKIYE PÊK HATIYE' 
 
Haci Kaçan, anî ziman ku peymana li ser Şengalê tê kirin aşkere têkiliya wê bi Mexmûrê re jî heye û wiha axivî: "Îro bi belgeyan aşkere bûye ku Tirkiye piştgiriya DAIŞ'ê dike. Ev pêkhatiyên ku li Efrîn, Idlib, Libya, Azerbeycan, Ermenîstanê pêk tên destê Tirkiye di navde heye. Tirkiye piştgiriyê dide wan. Tirkiye her roj serkêşiya çeteyan dike. Serokê Tirkiye Erdogan di her gotina xwe de qala Mexmûr û Şengalê dike. Wê demê em dikarin bêjin ev peyman li ser daxwaza Tirkiye pêk hatiye. DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kir, êrîşî Mexmûrê kir. Dîsa eynî plan dubare dibe. êrîşa DAIŞ'ê ya 2014'an li dijî Şengal u Mexmûrê îro dîsa bi peymana navbera Hikûmeta Herêmê û Iraqê ku bi daxwaz û banga Erdogan tê kirin heman tişt dubare dibe. Ev peymanek qirêj e. Hem li ser Mexmûrê ambargo heye. Hem li ser Şengalê lîstik tên kirin. Ambargoya Mexmûrê û peymana Şengalê bi hevve girêdayî ye."  
 
'EV NENASKIRINI VÎNA AZAD E' 
 
Kaçan, destnîşan kir ku vînek azad li Şengal û Mexmûrê heye û ev kiryar nenaskirina vîna azad a li Şengal û Mexmûrê ye û wiha bi dawî kir: "Ev rêznedayîna vîna gelan e. Naxwazin gel xwe bi xwe bi rêve bibin. Her tim koletiyê li ser wan ferz dikin. Naxwazin azad bijîn. Fermana 2014'an, êrîş, ambargo û ev peyman hemû bi hevve girêdayî ne. Ji ber vê Hêzên navneteweyî ku em di bin peymana wan de ne, divê li zagon û biryarên xwe xwedî derkevin. Hêzên navneteweyî li gorî peyman û rêziknameya ji bo penaberan îmze kirine tev nagerin. Ev ji bo wan şerm e. Gelê me jî êdî baweriya xwe bi edalet û demokrasiya wan nîne. Tişta li Şengal û Mexmûrê tê kirin ne edalet, wicdan û demokrasî ye. Ka ew saziyên mafên mirovan, li ku ne. Saziyên mafên penaberan diparêzin li ku ne? Em gelê Mexmûrê ji ber vê helwesta wan xemgîn in û em vê nêzîkatiya wan şermezar dikin. Îro li ser paradigmaya Rêber û xeta azadiya gelan êrîşek heye. Li ser pergala ku gelan xwe bi xwe bi rêve bibe êrîşek heye. Peymanên ku li Efrîn, Girê Sipî Serêkaniyê Şengal û Mexmûr bi hevve girêdayî ne. Ev plana qirêj li pişt berdê hatiye îmzekirin. Lê ev berxwedan û ev paradigma li gel her tiştî wê bi ser bikevin. divê dostê me baş zanibin. Em bang dikin ku rêz li vîna gelmê şengalê bê girtin û em bang dikin ku ev Ambargoya li ser mexmûrê dikin ku bê rakirin. Em bang li Hêzên navneteweyî û cîhanê, Yekîtiya Ewropa, hemû sazî û dezgehên mafên imrovan dikin, bi taybet gelê Kurdistanê û hêzên siyasî dikin ku ji nêzîk ve vê rewşê bişopînin. Li dijî peymana Şengalê û ambargoya Mexmûrê derkevin." 
 
MA / Mahmut Ruvanas
 
 
 
 

Sernavên din

31/10/2020
15:34 Ji HDP'ê banga qebûlkirina daxwazên girtiyan
15:17 Polisan dayika laçik spî Aysel Ateş binçav kirin
15:16 ‘Divê girtiyê nexweş Yamaç bê tedawîkirin’
14:36 Li Wanê daxuyaniya jinan hat astengkirin
14:30 Ji HDK’ê pêngava ‘Li dijî qrîza kapîtalîzmê têkoşîna hevpar a gelan’
14:10 Dayikên Şemiyê: Ji bo doza JÎTEM'a Kerboranê hişyar bin
13:56 Hevserokê HDP'ê Sancar birîndar ziyaret kirin
13:35 'Rîska girtî qeyrana dil derbas bike pir zêde ye, serbest berdin'
13:34 Pêveka jinê ya Yenî yaşamê sibê dertê
13:25 Li Erdîşê xebatkarekê PTT’ê întîhar kir
13:08 Gundî çalakiya xwe ya li dijî sondajê dewam dikin
13:07 Li Semsûrê daxuyaniya Roja Kobanê
12:33 Gelê Kobanê qedera xwe bi xwe diyar kir
12:06 Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan derket 25’an
11:50 Siyasetmedarê kurd Necmedîn Kerîm jiyana xwe ji dest da
11:23 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re red kirin
11:15 Aqûbeta Odûncû yê 25 salin windaye pirsîn
11:08 Pêşengiya jinan a ji Geziyê ber bi Kobanê: Kader Ortakaya
10:27 Li Amedê 4 kes hatin girtin
09:44 Rewşenbirên Êzidî: Bi peymana Şengalê dixwazin komkujiyê berdewam bikin
09:42 Bîlanço zêde dibe: Hejmara qurbaniyên erdheja Îzmîrê derketin 24’an
09:11 Xaniyê wî şewitandin, hevjîna wî kuştin: Dadgeha Bilind jî xwest cezayê muebeta giran lê bê birîn
09:10 Jina hilberîner hîn bihêztir e
09:09 Dêra Germûşê hêdî hêdî hildiweşe
09:08 Wê xetereya mirinê ya tenduristkaran zêde bibe
09:08 'Wê budçe bertekên 'nikarim nan bibim mala xwe' zêdetir bike'
09:07 Ciwan ji bo 'azadiya Ocalan' tevdigerin
09:02 Esnafên nikarin fatûreyên xwe bidin dikanên xwe digirin
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2020'AN
30/10/2020
22:40 Nivîskar û welatpêrêzê kurd Osman Akdag koça dawî kir
20:32 Daneyên dawî yên AFAD'ê: 12 kes mirine, 419 kes jî birîndar bûne
19:09 78 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine, 2 hezar û 322 kesên dn jî pê ketine
18:14 AFAD: 4 kesî jiyana xwe ji dest daye, herî kêm 152 kes jî birîndar bûne
17:49 Hevserokên HDP'ê yên Amedê hatin girtin
16:16 ‘Nasnameya jinên muhalîf hedef tê girtin’
15:55 Li Sîlopiyê panela "Em xwe diparêzin" hat lidarxistin
15:28 Karkerê Madenê: Ku soza xwe pêk neynîn emê bimeşin Enqereyê
15:24 Li Îzmîrê bi pileya 6.6 erd hejiya
14:55 Gulîstan Dokû 300 rojin windaye
14:43 ‘Li benda mirina xebatkarên tenduristiyê ne’
14:23 Rapora Girtîgeha Kampusa Tarsusê: Girtî di hucreyan de ne tecrîd heye
14:10 Ala Azerbaycanê bi Mizgeftê ve kirin
13:21 Gunay: Em destûrê nedin ku Rojava bibe hedefa êrişên nû
12:51 Li Çewligê bi pîleya 4.1 erdhej çêbû
11:44 Hevserokên HDP’î piştî 8 rojan derxistin edliyê
11:22 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:16 Temellî: Alternatîfa budçeya faşîzmê, budçeya rêya sêyemîne
11:02 Vezîryan: Tirkiye hewldanên aştiyê yên li Kafkasya pûç dike
10:41 Mirovên Şemiyê: Ji Susurlukê heta niha hişmendî nehat guhertin
10:15 Derbarê rojnamevan Gok de îdiname hat amadekirin
09:55 Li Riha 2 girtî bi vîrûsê ketin
09:17 Aborînas Mihemed Hisên: Nelirêtî li Iraqê hatiye bisazîkirin
09:16 Sembola êş û azarê: Zinarên digirîn
09:16 Pirtûka Gotinên Pêşiyan der çû: 4 cild, 50 hezar gotinên pêşiyan
09:15 Dê ji bo rojnamevanên girtî serî li AYM'ê bidin
09:14 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 47'an de ye
09:12 6 caran bûye şampiyon, lê li nav erd firingiyan berhev dike
09:12 Li Mêrdînê 'veguherîna bajêr': Dê sîlûeta bajêr xera bikin
09:11 Hevserokê HDP'î Avci ji bo têkoşîna li dijî tecrîdê bang li her kesî kir
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2020'AN
08:45 Polîsan Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan binçav kirin
08:31 Li Edenê di serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin
29/10/2020
19:51 Hejmara kesên bi Covîd-19'ê ketine bû 370 hezar û 832
16:50 Lêpirsîna rojnameger Kanbal bi neşopandinê bi dawî bû
16:41 ‘130 hezar kedkarên hatine îxrackirin bila vegerên karê xwe’
16:40 Pencewînî: Ger şer derkeve wê li Kurdistanê belav bibe
15:18 Hikumeta Elmanyayê ji bo Îmraliyê bang li Tirkiyeyê kir
15:00 Endamên KESK’ê: Em ê têkoşîna xwe ya bi KHK’an re bidomînin
14:58 OHD’ê destek da ODAV’ê
14:36 Li bendêye Hevserokên HDP’î sibe derxin edliyê
14:21 Li Girtîgehê Tîpa D a Amedê qedexeya sole
13:42 Kedkarê çapameniyê kurd Kaya li ser gora xwe hat bibîranîn
13:11 MEBYA-DER: Ji ber ku dê û bavê wan tuneye hûn cenaze nadin?
12:44 Polisan li 12 bajaran 93 kes binçav kir
12:43 Ji ber ku beşdarên bîranînê vexwendin rêzgirtinê wê bê darizandin
12:15 Bi ser mala endamê Meclîsa HDP’ê Demîrkiran de girtin
12:09 Bi daxwaza 20 sal ceza doz li rojnameger Yalçin hat vekirin
11:51 Parêzerên Ocalan ji nû ve serlêdan kirin
11:39 Polîsan gora Tabak ê berî 3 salan hatibû definkirin vekirin
11:08 Şanoya Bajar a Amedê perdeya xwe vedike
10:54 Di bûyerên zayendî de cezanekirin dibe mînak
10:39 Ji Sariyê ku Kamîşlî tacîz kir re 6 sal ceza hat xwestin
10:02 'Peymana navbera Bexda û Hewlêrê biryara Fermanek nû ya Êzidîyan e'
09:57 Îhlalên li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê kir rapor
09:45 Nameyên kurdî ku nadin girtiyan dişînin Enqereyê
09:35 Îdianameya derbarê Osman Ç. yê tecawizî zarokekê kiribû de hat amadekirin
09:18 Gundê Nebî Hûrî hat talankirin
09:06 Cotkarên Erdîşê xisirîne
09:06 Li Rihayê kampanayaya 'Em Xwe Diparêzin': Em xwe û Ocalan tev de azad bikin
09:06 Girtiya nexweş Yildiz nayê tedawîkirin
09:06 Koca: Divê em plana çalakiyeke hevpar çêbikin li dijî faşîzmê
09:06 Derbarê texrîbkirina goristanan de serî li AYM'ê dan
09:05 Siyasetmedarê êzidî Atalan: Peymana Şengalê, zemîna operasyoneke li dijî daxwaza statuyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2020'AN
28/10/2020
21:42 Li Amedê hemşîreyek ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da
20:59 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirine 10 hezarî derbas kir
16:29 Rawestandina cenazeyan a li morgê di rojeva meclisê de ye
15:45 Komkujiya Roboskî di meha 106’emîn de ye: Em dixwazin di aştiyê de bijîn
15:36 DÎSK: Divê şertên xizmetkarên tenduristiyê bê başkirin
14:48 Jinan serdana karkerên fistiqan kir