Gelê Kobanê qedera xwe bi xwe diyar kir

  • rojane
  • 12:33 31 Cotmeh 2020
  • |
img

KOBANÊ - Li Bajarê Kobanê ku yekem car çeteyên DAÎŞ’ê têk çû, piştî gelê Kobanê DAIŞ têk bir, êdî xwe bi xwe bi rêve dibe û qedera xwe bi xwe diyar dike. Gelê Kobanê her sal 1'ê Mijdarê wekî "Roja Kobanê ya Cîhanê"  pîroz dikin. Hevserdokê PYD'ê yê Kobanê Ehmed Şexo, ku li Kobanê li dijî DAIŞ'ê şer kir, anî ziman ku bi berxwedanê gel bi xwe qedera xwe diyar kir. 

 
Komên çeteyên çekdar DAÎŞ, yekem car 6 sal berê di sala 2014’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di şerê Kobanê de têk çû. Di ser têkoşîna gelê Kobanê ya li dijî DAÎŞ'ê re 6 sal borîn. Gelê Kobanê piştî DAIŞ têk bir êdî xwe bi xwe bi rêve dibe û bi xwe qedera xwe diyar dike. Têkoşîna gelê Kobanê ya li dijî DAIŞ'ê, hem li Sûriyeyê, hem jî li Rojhilata Navîn û cîhanê di dîrokê de rûpelek nû vekir. DAIŞ'a ku hemû welatên cîhanê lê heyirî bûn û pêre derneketin serî, li Kobanê li dijî şerê gelan têk çû. Gelê Kobanê bi berxwedana xwe li hemû cîhanê nav û dengê xwe belav kir. Gelê Kurd û gelên cîhanê jî li Kobanê piştevaniyek xurt nîşan da û ji bo yekîtiya gelan bû mînak. Dîsa ji bo yekîtiya gelê Kurd û yekîtiya gelan rê li pêş pêngavek nû vekir. 
 
DAIŞ A KERKUK, MÛSÛL Û RAQA DAGIR KIR LI KOBANÊ TÊK ÇÛ
 
DAIŞ a 5 salan li qada Sûriyeyê li dijî gelan û dewletan şer kir, hewl da li Rojhilata Navîn planên xwe yek bi yek têxe meriyetê. DAIŞ'ê ku ewil Reqqa dagir kir, piştre di Hezîrana 2014'an de Mûsûl, di 3'ê Tebaxa 2014'an de Şengal dagir kir. DAIŞ'ê piştî Şengal dagir kir bi hezaran Êzidî qetil kirin û bi hezaran jinên Êzidî revandin û li bazara koleyan firotin. DAÎŞ'ê li Şengalê li dijî Êzidîyan fermana 73'an pêk anî. Lê hemû welatên cîhanê li dijî vê komkujî û talankirinê bêdeng man. Tenê hêzên HPG/YJA Star û YPG/YPJ bi hawara gelê Êzidî çû û bi hezaran Êzidiyên Şengalê ji destê DAIŞ'ê xelas kirin û derbasî Çiyayê Şengalê kir. Piştre jî derbasî axa Rojava kir. Şervanên YPG/YPJ'ê piştî şerê li dijî DAIŞ'ê di 13'ê mijdara 2015'an de Şengal ji destê DAIŞ'ê rizgar kir û DAIŞ li Şengalê têk birin. 
 
ŞERÊ KOBANÊ 
 
Şoreşa Rojava yekem car li Kobanê dest pê kir. Agirê Şoreşa Rojava li Kobanê hil bû. Piştre li Cizîr, Efrîn û bajarên din belav bû. Gelê Rojava piştî gavên şoreşê "Xweseriya Demokratîk" îlan kirin. Li aliyê din DAIŞ'a ku ewil Şengal dagir kir, vê carê berê xwe da Kobanê. DAIŞ, di 15'ê îlona 2014'an de, li dijî Kobanê dest bi êrîşek mezin kir û şerê li dijî Kobanê îlan kir. DAIŞ'ê armanc kir ku di demek pir nêzîk de Kobanê dagir bike û desteser bike. Lê gelê Kobanê li dijî DAIŞ'ê li ber xwe da û şer kir. DAIŞ'a ku li Kobanê li berxwedanê qelibî, hemû plana wê têk çû. DAIŞ'a ku bi hovîtî û kiryarên xwe tirs li hemû cîhanê belav kiribû, gelê Kobanê li dijî wê li ber xwe da û şerekî pir dijwar meşand. DAIŞ'a ku berê xwe dida kijan gund, bajarok, navçe û bajarî û di demek kin de têk dibir, li Kobanê piştî şerekî dijwar û dirêj têk çû. 
 
DAIŞ'ê ji 3 milan de êrîşî Kobanê kir. Lê 35 kîlometre li Rojhilatê Kobanê li Gundê Serzûrî 12 şervanên Kurd li dijî sedan endamên DAÎŞ'ê şer kir. DAIŞ'ê bi tang û topan êrîşî şervanên YPG, YPJ'ê yên di Fermandariya Rodî Efrîn de bûn kir. 12 şervanên Kurd kozikên xwe terk nekirin û 24 saetan li dijî DAIŞ'ê şer kirin. 12 şervanen di fermandariya Rodi Efrîn de biryara berxwedanê dan û bi gotina "Em ê heta dawî li ber xwe bidin û destûr nadin ku dijmin têkeve axa Kobanê. Em dizanin emê şehîd bibin, lê em dizanin yên bidin ser rêça me jî hene". Vê yekê li Gundê Serzûrî li dijî DAIŞ'ê tovê berxwedanê çandin û şer kirin. Piştre li Navenda Kobanê,  Arîn Mîrkan, Gelhat Gabar, Êrîş Efrîn, Zozan Kobanê û Baran Kobanê jî di navde bi sedan şervanên Kurd li dijî DAIŞ'ê şer kirin û jiyana xwe ji dest dan. 
 
BERXWEDAN MEZIN BÛ 
 
Piştî berxwedana Kobanê dest pê kir, bi milyonan Kurd li çar aliyê cîhanê rabûn ser piyan û bertekên xwe anîn ziman. Bi hezaran Kurdên çar aliyên Kurdistanê berê xwe dan Kobanê. Dema şerê li Kobanê li dijî DAIŞ'ê berdewam dikir, di 22'ê Îlona 2014'an de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe de got; "Têkçûna Kobanê têkçûna hemû Kurdistanê ye. Divê her kes li gorî vê rastiyê tev bigerin" û banga mezinkirina têkoşînê kir. Piştî gotina "Kobanê, mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd e" gelê Kurd ji çar aliyan herikîn Kobanê û li dora Kobanê kom bûn. 
 
PEYAMA OCALAN 
 
Li ser banga Ocalan a berxwedanê, gelê Kurd li dora Kobanê kom bûn û berxwedan xurt kirin. Di şerê Kobanê yê li dijî DAIŞ'ê de li ser sînorê Rıha û Kobanê bi dîmen wêneyan aşkere hat dîtin ku eskerên Tirkiye piştgiriyê dide DAIŞ'ê. Dîsa Serokomar Recep Tayip Erdogan got 'Kobanê ha ket ha dikeve" dijberiya xwe ya li dijî Kobanê anî ziman. Li dijî van gotinan gelê Kurd li her derê rabû ser piyan û berê xwe da Kobanê. Çalakiyên gelê Kurd dîsa li ser banga Ocalan hatin rawestandin. Ne tenê gelê Kurd, ji çar hawirê cîhanê gelên ku têkoşîna azadî û demokrasiyê dimeşîne ji bo piştevaniya gelê Kurd û piştevaniya Kobanê berê xwe dan Rihayê. Hatin li ser sînorê Kobanê nobet girtin û piştevaniya xwe anîn ziman. Li ser banga akademîzyen, nivîskar, rewşenbir û fîlozofên ku xelata Aştiyê ya Nobelê girtine, bi hezaran kes ji parzemînên Avrupa, Amerika, Afrika, Asya, Avustralya komîte ava kirin û ji bo pişetvaniya Kobanê çalakî li dar xistin. Gelên ku piştgirî dan Kobanê li welatên Almanya, Îtalya, Fransa, Hollanda, Kibris, Avusturya, Swêd, Belçika, Yunanistan, Îspanya, Komara Çek, Îngiltere, İsveç, Danimarka, Norveç, Finlandiya, Hindistan, DYA Arjantin, Ekvador, Honduras, Kanada, Avustralya, Venezuela, Pakistan û Şili çalakî li dar xistin. Piştî berxwedan pêş ket, têkilî û tifaqa nava gelan jî zêde bû. 
 
Li aliyekî êrîş zêde bûn û Tirkiye jî piştgirî da DAIŞ'ê, li aliyê din di pêşengiya DYA'yê de Hêza Koalisyona Navneteweyî bi balafirên şer nokteyên DAIŞ'ê bombe kirin. Ji hewa ve alîkariya çekan dan Kobanê û li ser sînorê rihayê xeta alîkariyê hat vekirin. Piştî sînor hat vekirin Herêma Kurdistana Federe alîkariya çekan da Kobanê û Peşmerge derbasî Kobanê kirin. 
 
PIŞTÎ DAIŞ LI KOBANÊ TÊK ÇÛ ROJA KOBANÊ YA CÎHANÊ ÎLAN KIRIN 
 
Piştî gelê Kurd li dora Kobanê bûn xelek û şervanên Kurd li dijî DAIŞ'ê şerekî eman dan, DAIŞ li Kobanê têk birin. Piştî DAIŞ li Kobanê têk çû, di 1'ê mijdarê de Roja Kobanê ya Cîhanê îlan kirin. Di pêvajoya şer giran bû de gelê Kurd di 6-8'ê Cotmehê de li hemû bajaran dest bi çalakiyan kirin û bertekên xwe anîn ziman. Serokwezîrê Tirkiyeyê yê wê demê Ahmet Davutoglu û Wezîrê Karên Hundir Efkan Alâ, têkildarî bûyerên 6-8'ê cotmehê daxuyanî dan û gotin "Yên derkevin kolanan dê bê teredut êrîşî wan bikin". Li ser vê yekê di 1'ê Mijdarê de li hemû bajaran esker û polîs bi cih bûn. Lê dîsa bi sed hezaran mirov daketin kolanan û 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin. Kobanê, 134 roj şûnde di 26'ê Çileya 2015’an de bi temamî ji DAÎŞ'ê rizgar bû û DAIŞ bi temamî li Kobanê têk çû. Piştî DAIŞ li Kobanê têk çû, li bajarên din jî gav bi gav têk çû. 
 
Piştî şervanên Kurd DAIŞ têk bir, hikûmeta Tirkiyeyê li dijî vê yekê bêzar bûn. Li şûna DAIŞ'ê, Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) bi rêxistin kir û li herêmê bi cih kir. Bi hêza OSO ku ji eskerên bi çek pêk tê, ketin axa Cerablus, Ezaz, Babê. Piştî axa Ezaz û Bab'ê dagir kir, di 20'ê Çileya 2018’an de êrîşî Efrînê kirin. Di êrişa tang, top û balafirên şer de gelê Efrînê di 18'ê adarê de ji Efrînê derk kir û dest bi koçberiyê kirin. Tirkiye piştî Efrîn dagir kir vê carê di 9'ê Cotmeha 2019'an de berê xwe da Serêkaniyê û Gire Spî. Li vir jî TSK'ê bi hevkariya Artêşa Azad a Sûriye û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê bi tang, top û balafirên şer, şerekî pir dijwar kirin. Piştî şerê dijwar gelê Serêkaniyê û Girê Spî xwe vekişandin. Piştî 1'ê mijdarê wekî “Roja Kobanê ya Cîhanê" îlan kirin vê carê piştî êrîşên Tirkiye yên li dijî Rojava, 2'ê Mijdarê wekî "Roja Rojava ya Cîhanê" îlan kirin.
 
PIŞTÎ KOBANÊ GAV BI GAV RIZGAR KIRIN
 
Hevserdokê PYD'ê yê Kobanê Ehmed Şexo, ku li Kobanê li dijî DAIŞ'ê şer kir, anî ziman ku bi berxwedanê gel bi xwe qedera xwe diyar kir. Ehmed Şexo, anî ziman ku hêzên kurevî li Rojava û Sûriye xwedî planên cuda bûn û wiha got: "Ev plan bêyî gelê herêmê hesab bikin amade kirin. Ji ber vê yekê Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku vîna wî tune hesiband bi xwe qedera xwe dayîn kir û bi xwe şer kir. Dema DAIŞ'ê di 15'ê Îlona 2014'an de êrîşî Kobanê kir, beriya wê êrîşên pir dijwar pêş dixistin. Li pişt êrîşên DAIŞ'ê Tirkiye jî hebû. Dema hêzên navneteweyî planên xwe bi ser nexistin vê carê DAIŞ xistin meriyetê. Yên ku Raqqa, Musul û Tebqa xistin, wisa bawer dikirin ku dê bi van çekan Kobanê jî bixin. Hin kesan gotin dê di 24 saetan de, hin kesan gotin hîn zûtir. Lê Gelê Kobanê û şervanên Kobanê bi sekn û berxwedana xwe hemû kes matmayî ma. Berxwedanê bi xwe re serkeftin anî. Piştî vê  Serkeftinê wekî "Roja Kobanê ya Cîhanê" îlan kirin. Bi vê yekê maskeya DAIŞ'ê ket û hevkariya navbera DAIŞ û Tirkiyeyê jî aşkere bû. 
 
MA / Nazim Daştan
 

Sernavên din

31/10/2020
15:34 Ji HDP'ê banga qebûlkirina daxwazên girtiyan
15:17 Polisan dayika laçik spî Aysel Ateş binçav kirin
15:16 ‘Divê girtiyê nexweş Yamaç bê tedawîkirin’
14:36 Li Wanê daxuyaniya jinan hat astengkirin
14:30 Ji HDK’ê pêngava ‘Li dijî qrîza kapîtalîzmê têkoşîna hevpar a gelan’
14:10 Dayikên Şemiyê: Ji bo doza JÎTEM'a Kerboranê hişyar bin
13:56 Hevserokê HDP'ê Sancar birîndar ziyaret kirin
13:35 'Rîska girtî qeyrana dil derbas bike pir zêde ye, serbest berdin'
13:34 Pêveka jinê ya Yenî yaşamê sibê dertê
13:25 Li Erdîşê xebatkarekê PTT’ê întîhar kir
13:08 Gundî çalakiya xwe ya li dijî sondajê dewam dikin
13:07 Li Semsûrê daxuyaniya Roja Kobanê
12:33 Gelê Kobanê qedera xwe bi xwe diyar kir
12:06 Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan derket 25’an
11:50 Siyasetmedarê kurd Necmedîn Kerîm jiyana xwe ji dest da
11:23 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re red kirin
11:15 Aqûbeta Odûncû yê 25 salin windaye pirsîn
11:08 Pêşengiya jinan a ji Geziyê ber bi Kobanê: Kader Ortakaya
10:27 Li Amedê 4 kes hatin girtin
09:44 Rewşenbirên Êzidî: Bi peymana Şengalê dixwazin komkujiyê berdewam bikin
09:42 Bîlanço zêde dibe: Hejmara qurbaniyên erdheja Îzmîrê derketin 24’an
09:11 Xaniyê wî şewitandin, hevjîna wî kuştin: Dadgeha Bilind jî xwest cezayê muebeta giran lê bê birîn
09:10 Jina hilberîner hîn bihêztir e
09:09 Dêra Germûşê hêdî hêdî hildiweşe
09:08 Wê xetereya mirinê ya tenduristkaran zêde bibe
09:08 'Wê budçe bertekên 'nikarim nan bibim mala xwe' zêdetir bike'
09:07 Ciwan ji bo 'azadiya Ocalan' tevdigerin
09:02 Esnafên nikarin fatûreyên xwe bidin dikanên xwe digirin
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2020'AN
30/10/2020
22:40 Nivîskar û welatpêrêzê kurd Osman Akdag koça dawî kir
20:32 Daneyên dawî yên AFAD'ê: 12 kes mirine, 419 kes jî birîndar bûne
19:09 78 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine, 2 hezar û 322 kesên dn jî pê ketine
18:14 AFAD: 4 kesî jiyana xwe ji dest daye, herî kêm 152 kes jî birîndar bûne
17:49 Hevserokên HDP'ê yên Amedê hatin girtin
16:16 ‘Nasnameya jinên muhalîf hedef tê girtin’
15:55 Li Sîlopiyê panela "Em xwe diparêzin" hat lidarxistin
15:28 Karkerê Madenê: Ku soza xwe pêk neynîn emê bimeşin Enqereyê
15:24 Li Îzmîrê bi pileya 6.6 erd hejiya
14:55 Gulîstan Dokû 300 rojin windaye
14:43 ‘Li benda mirina xebatkarên tenduristiyê ne’
14:23 Rapora Girtîgeha Kampusa Tarsusê: Girtî di hucreyan de ne tecrîd heye
14:10 Ala Azerbaycanê bi Mizgeftê ve kirin
13:21 Gunay: Em destûrê nedin ku Rojava bibe hedefa êrişên nû
12:51 Li Çewligê bi pîleya 4.1 erdhej çêbû
11:44 Hevserokên HDP’î piştî 8 rojan derxistin edliyê
11:22 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:16 Temellî: Alternatîfa budçeya faşîzmê, budçeya rêya sêyemîne
11:02 Vezîryan: Tirkiye hewldanên aştiyê yên li Kafkasya pûç dike
10:41 Mirovên Şemiyê: Ji Susurlukê heta niha hişmendî nehat guhertin
10:15 Derbarê rojnamevan Gok de îdiname hat amadekirin
09:55 Li Riha 2 girtî bi vîrûsê ketin
09:17 Aborînas Mihemed Hisên: Nelirêtî li Iraqê hatiye bisazîkirin
09:16 Sembola êş û azarê: Zinarên digirîn
09:16 Pirtûka Gotinên Pêşiyan der çû: 4 cild, 50 hezar gotinên pêşiyan
09:15 Dê ji bo rojnamevanên girtî serî li AYM'ê bidin
09:14 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 47'an de ye
09:12 6 caran bûye şampiyon, lê li nav erd firingiyan berhev dike
09:12 Li Mêrdînê 'veguherîna bajêr': Dê sîlûeta bajêr xera bikin
09:11 Hevserokê HDP'î Avci ji bo têkoşîna li dijî tecrîdê bang li her kesî kir
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2020'AN
08:45 Polîsan Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan binçav kirin
08:31 Li Edenê di serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin
29/10/2020
19:51 Hejmara kesên bi Covîd-19'ê ketine bû 370 hezar û 832
16:50 Lêpirsîna rojnameger Kanbal bi neşopandinê bi dawî bû
16:41 ‘130 hezar kedkarên hatine îxrackirin bila vegerên karê xwe’
16:40 Pencewînî: Ger şer derkeve wê li Kurdistanê belav bibe
15:18 Hikumeta Elmanyayê ji bo Îmraliyê bang li Tirkiyeyê kir
15:00 Endamên KESK’ê: Em ê têkoşîna xwe ya bi KHK’an re bidomînin
14:58 OHD’ê destek da ODAV’ê
14:36 Li bendêye Hevserokên HDP’î sibe derxin edliyê
14:21 Li Girtîgehê Tîpa D a Amedê qedexeya sole
13:42 Kedkarê çapameniyê kurd Kaya li ser gora xwe hat bibîranîn
13:11 MEBYA-DER: Ji ber ku dê û bavê wan tuneye hûn cenaze nadin?
12:44 Polisan li 12 bajaran 93 kes binçav kir
12:43 Ji ber ku beşdarên bîranînê vexwendin rêzgirtinê wê bê darizandin
12:15 Bi ser mala endamê Meclîsa HDP’ê Demîrkiran de girtin
12:09 Bi daxwaza 20 sal ceza doz li rojnameger Yalçin hat vekirin
11:51 Parêzerên Ocalan ji nû ve serlêdan kirin
11:39 Polîsan gora Tabak ê berî 3 salan hatibû definkirin vekirin
11:08 Şanoya Bajar a Amedê perdeya xwe vedike
10:54 Di bûyerên zayendî de cezanekirin dibe mînak
10:39 Ji Sariyê ku Kamîşlî tacîz kir re 6 sal ceza hat xwestin
10:02 'Peymana navbera Bexda û Hewlêrê biryara Fermanek nû ya Êzidîyan e'
09:57 Îhlalên li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê kir rapor
09:45 Nameyên kurdî ku nadin girtiyan dişînin Enqereyê
09:35 Îdianameya derbarê Osman Ç. yê tecawizî zarokekê kiribû de hat amadekirin
09:18 Gundê Nebî Hûrî hat talankirin
09:06 Cotkarên Erdîşê xisirîne
09:06 Li Rihayê kampanayaya 'Em Xwe Diparêzin': Em xwe û Ocalan tev de azad bikin
09:06 Girtiya nexweş Yildiz nayê tedawîkirin
09:06 Koca: Divê em plana çalakiyeke hevpar çêbikin li dijî faşîzmê
09:06 Derbarê texrîbkirina goristanan de serî li AYM'ê dan
09:05 Siyasetmedarê êzidî Atalan: Peymana Şengalê, zemîna operasyoneke li dijî daxwaza statuyê ye
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2020'AN
28/10/2020
21:42 Li Amedê hemşîreyek ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da
20:59 Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirine 10 hezarî derbas kir
16:29 Rawestandina cenazeyan a li morgê di rojeva meclisê de ye
15:45 Komkujiya Roboskî di meha 106’emîn de ye: Em dixwazin di aştiyê de bijîn
15:36 DÎSK: Divê şertên xizmetkarên tenduristiyê bê başkirin
14:48 Jinan serdana karkerên fistiqan kir