ÎZMÎR - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, welatiyên di erdhejê de birîndar bibûn, ziyaret kirin.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û şandeya pê re, çûn Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Zanîngeha Egeyê û welatiyên di erdhejê de birîndar bibûn ziyaret kirin. Xebatkarên çapemeniyê yên xwestin serdana Sancar bişopînin û dîmenan bigirin, ji aliyê rektoriya zanîngehê ve hatin astengkirin. Sancar ji bo lêkolînkirinê wê di saet 15.00'an de, biçe herêmên xirbe.