Dayikên Şemiyê: Ji bo doza JÎTEM'a Kerboranê hişyar bin

  • rojane
  • 14:10 31 Cotmeh 2020
  • |
img

STENBOL – Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de bang li raya giştî û hêzên demokrasiyê kir û xwest ji bo doza JÎTEM'ê ya Kerboranê ku di 2'ê Mijdarê de bê dîtin hişyar tev bigerin. 

 
Dayikên Şemiyê, bi armanca aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û hesab ji sucdaran bê pirsîn di hefteya 814’an de daxuyanî dan. Dayikên Şemiyê dîsa ji ber vîrûsa corona li ser medya înternetê daxuyanî dan. Dayikên Şemiyê vê hefteyê bal kişandin ser Davut Altunkaynak, Seyhan Dogan, Nedin Akyon, Mehmet Emin Aslan, Abdurrahman Olcay, Abdurrahman Coşkun û Suleyman Seyhan ên di navbera 29'ê Cotmehê û 8'ê Mijdara 1995'an de li navçeya kerboranê hatin binçavkirin û piştre windakirin. Dayikan, di daxuyaniyê de diyar kirin ku doza JÎTEM'ê ya Kerboranê dê di 2'ê Mijdarê de li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Semsûrê bê dîtin û bang li hemû hêzên demokrasî û mafên mirovan kir ku hişyar û hestiyar tev bigerin. Dayikan xwest kesên bûne sedema windakirin û kutştinê û 25 salin bê ceza ne, bên darizandin û cezakirin. Dayikan xwesd di doza Kerboranê de edalet û hiqûq pêk bê. 
 
DIVÊ HER KES JI BO DOZÊ HIŞYAR Û HESTIYAR BIN
 
Birayê Seyhan Dogan a di bin çavan de hat windakirin Kadri Dogan axivî û wiha got: "Xwişka min ji aliyê esker û cerdevanan ve hat binçavkirin û wihdakirin. Piştî esker û cerdevanan xwişka min binçav kirin, me carek din agahî jê negirt. Dayika min tenê edalet xwest. Di têkoşîna edaletê de hat binçavkirin. Piştre hat Stenbolê û tev li çalakiyên Dayikên Şemiyê bû. Dayika min 20 sal berê jiyana xwe ji dest da. Piştî dayika min, bavê min hat qadê û edalet xwest. Bavê min jî 10 sal berê jiyana xwe ji dest da. Em bang li hemû kesan dikin ji bo danişîna ku li Semsûrê bê dîtin her kes hişyar û hestiyar nêzîk bibe." 
 
‘ME EDALET NEDÎT' 
 
 Birayê Abdurrahman Coşkun Mehmet Coşkun ji anî ziman ku li welatekî wisa dijîn, ne edalet û ne hiqûq heye û wiha got: "Em pir li edalet û hiqûqê geriyan. Lê me edalet nedît. Di sala 1995’an de 7 kes hatin binçavkirin û windakirin. Me zarokên xwe winda kirin. Raste me hestî dîtin, Me qatil jî dîtin. Lê heyet û dadgeha ku van qatilan bigire û ceza bike tune ye. Me edaleta van kesên sucdar ceza bike nedît." 
 
 
EM DEST JI VÊ DOZÊ BERNADIN
 
Bavê Davut Altunkaynak, Abdulaziz Altunkaynak jî bal kişand danişîna doza ku di 2'ê mijdarê de li Semsûrê bê dîtin û wiha hgot: "Em ê di 2'ê mijdarê de li wir bin û edaletê bixwazin. Heta ku edalet pêk bê em dest ji vê dozê bernadin. Em ê pêşiya qatil û kujeran bernedin." 
 
Parêzerê doza JÎTEM'a Kerboranê Erdal Kuzu jî anî ziman ku doz bi hinceta ewlehiyê birine Semsûrê û wiha got: "Doz bi hinceta ewlehiyê 5 salin li Semsûrê tê dîtin. Di vê pêvajoyê de gelek heyet hatin guhertin. Ji ber heyetên dozê tên guhertin pêvajo jî tên guhertin. Di doza JÎTEM'ê ya Kerbaranê de 7 welatî bi fermî hatin binçavkirin. Dosyayê dozê yên hatine înfazkirin hene. Cenazeyê 7 mirovên hatin qetilkirin hatin dîtin. 7 kesên hatin kuştin, çawa û bi kijan rêbazan hatin kuştin? Her ku lêkolîn tê kirin derdikeve holê. Ev sûcê vê dozê nîşan dide ku cînayetên di salên 1990’an de ji aliyê dewletê ve pêk hatine yek ji wan e. Em dipên ku heyeta dadgehê tespîtan bike û rastiyê dîne holê. Em têkoşîna hiqûqî li gel malbatan didin. "
 
Vê hefteyê ji Dayikên Şemiyê Saliha Şanli, daxuyanî xwend. Şanli jî bal kişand ser doza JÎTEM'ê ya Kerboranê ku 2'ê Mijdarê de li Semsûrê bê dîtin û bang li her kesî û raya giştî kir ku hestiyar û hişyar tev bigerin. 
 

Sernavên din

04/11/2020
09:08 Ji ber toz û telaza komirê nikarin bêhnê bistînin
09:08 Ozturk: Ne tenê kurd, hemû muxalefet tê tecrîdkirin
09:08 Xurdefiroş nikarin heqê kirêya xwe jî bidin
09:08 Li avahiya Barzanî biryara 'şer'
09:08 Hamzaoglû: Talûke li ber derî ye, lê tevdîr nayên girtin
09:08 Derbarê eskerê êrîşeke nîjadperest lê hatibû kirin de lêpirsîn dan destpêkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2020'AN
03/11/2020
23:16 Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bû 111
20:50 79 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane
16:54 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
16:53 Serokê HEP’ê yê Bajêr Sakik ê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
16:48 Leşkerên gumanbarên cînayetên Derelî hatin berdan
16:00 Di şewata Wanê de 100 dikan şewitîn
15:52 Hejmara qûrbaniyên erdheja Îzmîrê derket 107’an
15:50 Li wêranşare kesek hat binçavkirin
15:20 TJA'yê li Cizîrê starta xebatên 25'ê mijdarê da
15:07 Hinavên girtiyê nexweş Yildirim îltîhap girtin
14:42 Yolerî: Kesên di bin çavan de dest bi grevê kirin
14:22 Bûldan: Darbeya 4’ê mijdarê 2’emîn Plana Islahata Şerqê ye
14:16 Li Kurkçulerê, girtiyan li dijî zextan dest bi greva birçîbûnê kirin
13:56 Di mehekê de 29 jin hatin qetilkirin
13:18 Di doza Rahîpê Suryanî de şahid hatin guhdarkirin
13:18 Ji konfederasyonên karkerên daxuyaniya hevpar: Bila pêşniyarqanûn paşve bê vekişandin
12:59 Di doza Leyla Aydemîr de, îtîraza biryara beraetê
12:18 Banga beşdarbûna hatina gel hev a jinên elewî
12:02 Gulum: Divê bondara şewbê ya li ser jinan bê lêkolînkirin
11:56 Girtiyê bi pençeşêrê bi vîrûsa koronayê ket
11:38 HDP’ê li herêma erdhejê Meseya Koordînasyonê ava kir
10:54 Li Kiriklarê 2 girtî kirin hucreyê
10:47 Parêzerên Ocalan ji nû ve serlêdan kirin
09:40 Agir bi Bazara Rûs ket
09:05 Li Endamê Meclîsa Şaredariya Cizîrê sîxurtî ferz kirin
09:05 Xelef: Em parastina kesên em bi tenê hiştin naxwazin
09:05 Li Edeneyê hîmê 360 avahiyan riziyaye
09:05 SES: Fatûreya pêvajoyê li tenduristkaran tê birîn
09:05 Lêpirsîna derbarê keştiya penaberan de wekî berê ye: Rê ber bi polîtîkaya bêcezatiyê ve diçe
09:05 ‘Di rojekê de 4 bijîşk dimirin, binpêkirinên mezin hene'
09:05 DEDEF: Divê em li dijî projeya li Mûnzûrê, ji bo çandê şer bikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2020'AN
08:26 Hêjmara kesên di erdeja Îzmîrê de mirin gihişt 100'î
02/11/2020
21:07 Hejmara kesên di erdheja Îzmîrê de jiyana xwe ji dest dane bû 92
20:12 76 kes mirine û 2 hezar û 302 jî pê ketine
16:14 Tevlîbûna hevserokên HDP’a Amedê ya kongreya partiya wan bû sûc
16:06 Mirina bi guman a Gamze Acar a 17 salî
15:38 ÎHD: Bila Rafet Fahrî Semîzoglû bê berdan
15:32 Li Îzmîr hejmara qurbaniyên erdhejê derket 85’an
15:17 Jinên Pirsûsî xwe ji 25’ê Mijdarê re amade dikin
15:16 Walîtiya Colemêrgê: Qetilkirina Derelî li gorî mevzûatê ye!
14:56 35 sal cezayê girtîgehê li siyasetmedaran birîn
14:36 Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê: Hin kes naxwazin dozger biaxive
14:09 Jinan Las Tesîs parastin: Ma ji Mûsa Orhan bi talûketir bû?
13:56 Osman Şîban: Tevî 2 cenazeyan em ji helikopterê avêtin
13:28 DAKAP’ê ji bo çalakiyên meha Mijdarê star da
12:36 DÎB: Dîsa bar danîn ser milê gel
12:28 Osman Şiban: Ji helîkopterê avêtin 100-150 leşker bi ser mede hatin û bi kulm û phînan li me dan
11:57 Hejmara girtiyan derket 291 hezar û 546 kesan
11:22 83 binçavkirin û ji 200 zêdetir lêpirsîn
09:56 Hêjmara qurbaniyên erdheja Îzmîrê gihişt 79'an
09:56 Hejmara nû ya Newaya Jin derket: Banga parastina cewherî
09:29 Hejmera kesên li Îzmîrê jiyana xwe ji dest dan derket 73'yan
09:08 TJA: Em ê di mijdarê de rêxistinbûyîn û têkoşînê pêş bixin
09:07 Êlekên Xemrî yên jinên Yûrik: Sembola mafên jinan e
09:07 Di Avahiyên War ên Civakî de ‘qezenca bêmaf’
09:06 Nirxandina qanûna torbe: Bi vê ‘koleyên ciwan’ armanc dikin
09:05 Li ser Youtubê gav bi gav fêrî kurdî dike
09:05 Prof. Dr. Kûrûl: Hûn 80 ‘zanîngehên jinan’ vekin jî, ger bergeh neguher…
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2020'AN
01/11/2020
21:03 Biraziyê Derelî yê eskeran kuşt: Li ser hev apê min gulebaran kirin
19:34 74 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
18:16 Li Îzmîrê hêjmara qurbaniyên erdhejê derket 69'an
16:50 HDP'ê li 12 navendan Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir. Kobanê ruhê hevpar e
16:26 Uca: Berxwedana Kobanê bû roja rizgariya gelan
14:57 Eskeran li Geverê kolberek kuşt
14:51 HDP'ê li Cizîrê 1'ê mijdarê pîroz kir
14:21 Aydenîz: Kobanê xeta Kurdan a sor e
13:46 HDK: Kobanê ku bûye kabusa AKP-MHP'ê geş dibe
12:53 Hêjmara qurbaniyên erdhejê derket 51'an
12:44 'Hesp, canî û bavê min li ser hev kuştin'
12:22 Pêveka jinê ya Yenî Yaşamê derket
12:16 Rêxistinên jinan piştgirî dan pêngava Kongreya Star
11:56 22 fezlekeyên nû anîn rojeva meclîsê
11:33 DBP: Şoreşa jinê bû hêviya cîhanê
11:13 Şaredariya AKP'ê naxwaze bajarvaniya Çelexwarî bibîne
10:39 HDP: Kobanê bû hêza gelên cîhanê
10:23 Rojnameya Xwebûn bi manşeta 'Dejenerasyon û zimankujî' derket
09:05 Dozger der barê Rojnamevan Boltan de îdianame amade kir
09:04 Cotkarên silqokê hem mexdûrê kotayê ne hem jî yên avê
09:04 Hunermend Yilmaz: Li dijî êrîşan tekane bersivê 'nedestjêberdan' e
09:03 Bayindir: Peymana Şengalê wê rê li ber êrîşên DAÎŞ’ê veke
09:01 Burhan Kuzu yê AKP'î bi Covid-19'an mir
09:01 Di 'Ferhenga Botan'ê de 850 peyvên winda berhev kirin
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2020'AN
08:43 Hêjmara qurbaniyên erdheja Îzmirê derket 43’yan.
31/10/2020
23:42 AFAD: Heya niha 39 kesan jiyana xwe ji dest daye
22:44 Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Sîlopiyayê Tîma Mêrdînê têk bir
20:22 75 kesên din bi Covîd-19'ê mirin
19:06 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 35
17:05 Eskeran li Bajêrgehê gundiyek bi hespê wî ve kuştin
16:04 'Ne Ayşe Gokkan ne jî jinên din wê serê xwe ji êrişan re netewînin’
16:02 Li Bedlîsê operasyona eskerî û şewata daristanan