ÎZMÎR – AFAD’ê ragihand ku hejmara qurbaniyên erdheja Îzmîrê derketiye 85’an.
Li Îzmîrê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ku piştî erdhejê hatibûn destpêkirin didomin. Serokatiya Rêveberiya Rewşa Awarte û Karesatê (AFAD) ya Wezareta Karên Hundir, ragihand ku hejmara qurbaniyên erdhejê zêde bûye û derketiye 85’an.