Xelef: Em parastina kesên em bi tenê hiştin naxwazin

  • rojane
  • 09:05 3 Mijdar 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN- Rêvebira Tevna Alikariyê ya Jinên Êzidî Zehra Silêman Xelef peymana Şengalê ku di navbera hikûmeta Hewlêr û Bexdayê de hat îmzekirin nirxand û got: "Pêwistiya Şengalê bi parastina wan nîne. Pêwistiya Şengalê bi naskirina îradeya wê, naskirina xweseriya wê û destkeftiyên wê heye." 

Hikûmeta Iraq û Hîkûmeta Hêrêma Kurdistanê di 9'ê Cotmehê de bi piştgiriya hêzên navnetewî di navbera xwe de peymana Şengalê îmze kirin. Ev peymana ku hatî îmzekirin bi tu awayî ji hêla civaka êzidî vê nayê qebûl kirin û tê redkirin. Di 22'yê Cotmehê de heyeta ku du şandeyên ku ji jinên êzidî pêk dihatin, çûn Silêmanî û Bexdayê, bi rayedar, parlementer û saziyên herêmê re hevdîtinan pêk anîn. Rêvebira Tevna Alikariyê  ya Jinên Êzidî Zehra Silêman Xelef, peymana Şengalê û hevdîtina jinan ya ku li Iraqê bi rayedaran re pêk hat, nirxand. 
 
'DIXWESTIN HEBÛNA ÊZIDIYAN LI SER RÛYÊ ERDÊ TUNE BIKIN' 
 
Rêvebira Tevna Alikariyê  ya Jinên Êzidî Zehra Silêman Xelef, anî ziman ku ji dîrokê heta niha li dijî civaka êzidî heman polîtîka tên dubarekirin û got: "Di sala 2014'an de civaka êzidî bi zor û zehmetiyeke mezin re rû bi rû ma. Ji 2014'an heta 2010'an civaka bzidî di nava pêvçûnekb de xwe gihand asta îrade avakirin, asta berxwedanî avakirinê. Civaka bzidî bi têkoşîna xwe xweseriya xwe îlan kir. Bi vê berxwedanê nîşan dan ku dikare xwe bi xwe bi rê ve bibe. Di sala 2014'an de hêzên heyî wekî hêzên PDK'ê yên ku em parastin bi rêbazê xiyanetê, bi rêbazê tirsê û bi şêwazeke cuda pişta civaka êzidî şikandin û dev ji civaka êzidî berdan. Civaka di êzidî destê DAIŞ'ê de hiştin. Helbet ev xiyaneta herî mezin bû ku li civaka êzidî hat kirin. Bi vê ve girêdayî wê demê hikûmeta Iraqê jî li vê derê hebû. Lê hikûmeta Iraqê jî ji bo civaka êzidî tiştek nekir. Komkujî li  civaka Êzidî hat ferzkirin. Dixwestin li Şengalê hebûna civaka êzidî li ser rûyê erdê tune bikin. Lê ew hêzên ku dixwestin ku civaka êzidî tune bikin, xwestekên wan encam negirtin. Bi vê peymanê dixwazin berdewamiya fermana 2014'an bînin." 
 
'RÊXISTINBÛYINA JINÊN ÊZIDÎ  ROJ BI ROJ MEZIN DIBE' 
 
Xelef, diyar kir ku li Şengalê jiyan bi destê jinan jinûve tê afirandin. Xelaf, anî ziman ku bi vê peymanê dixwazin aramî û rêxistinbûyina jin tune bikin û wiha dom kir: "Raste me civaka êzidî gelek şehîd dan û bedelên giran dan û me bi hezaran jin û zarok ji dest dan. Bi hezaran zarok winda kirin, bi hezaran kal, pîr hatin kuştin. Lê civaka êzidî serê xwe ji dijmin re netewand û ji êrîşan re bû bersiv. Neheqiya ku li civaka êzidî hatî kirin, êzidiyan xwe bi xwe rêxistinên xwe ava kir û tola xwe hilanîn. Tola jin, zarok û pîran hilandin. Ne tenê çavê dijmin derxistin, her hêzeke heyî û siyaseta ku li tevahiya cîhanê li dijî êzidiyan tê meşandin, civaka êzidî bersiva her siyaseteke qirêj di nava wan her 6 salan de da. Tevahiya cîhanê rewşê dişopîne. Her kesî baş dît ku civaka êzidî çi îrade ava kir. Êzidiyan di her milî de xwe perwerde kir û her milî de xwe birêxistin kir. Ji hêza leşkerî bigirin heta ku saziyan û heya rêxistinkirina jin xwe jinûve afirand. Di vê zor û zehmetiyê de herî zêde me jinan xwe birêxistin kir. Ji ber ku êşa herî bi zehmet me jinan derbas kir. Herî zêde jin hatin kuştin. Ji ber vê yekê em jin di milê leşkerî, rêxistinî û sazîavakirinê de, me xwe tê de bi cih kir. Me rêxistina jinan berfireh kir û roj bi roj rêxistina jinan berfireh dibe û roj bi roj mezin dibe." 
 
'PÊWISTIYA ŞENGALÊ BI PARASTINA WAN NINE' 
 
Xelef, di dirêjiya axaftina xwe de bilêv kir ku bi vê peymanê dixwazin fermaneke din pêk binin û wiha pê de çû: "Em vê peyman û tifaqa ku di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqê de pêk hatî de em wekî biryara fermaneke din şîrove dikin. Ev tifaq, bi taybetî ji hêla malbatên ku bedelên giran dayî ve nayê qebûl kirin û bi teqezî red dike. Ji ber ku bi vê tifaqê ne hikûmeta Iraqê û ne jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê îradeya êzidiyan, rêxistina êzidiyan û xweseriya êzidiyan nas nekir û careke din dixwazin bibin sedemê komkujiyê. Careke din nêrînên civaka êzidî esas nehatin girtin. Em civaka êzidî ne dijî vê biryarê bûn. Em tevlî perçeyekê vê biryarê bûn. Ew perçe jî ji bo ku gelê êzidî vegera ser xaka xwe û li ser xaka xwe û ji bo bicihkirinê alîkariya me bikin. Em tevlî vê bûn. Lê ji bo ku em bi mirinê re rû bi rû hiştin û em terk kirin, em qebûl nakin û parastina wan naxwazin. Em civaka êzidî ne bi vê nêrînê ne û ne jî em gel bi vê tifaqê re ne. Ji ber ku  hêzên heyî têra parastin û ewlehiya êzidiyan dikin. Hêzên YBŞ'ê û YJŞ Haşdî-Şabî Asayîşên Ezîdxanê  û arteşa Iraqê di Şengalê de heye. Pêwistiya Şengalê bi parastina wan nîne. Pêwistiya Şengalê bi naskirina îradeya wê, bi naskirina xweseriya wê û qebûlkirina wê û deskeftiyên heye."
 
'RAYEDARÊN HIKÛMETÊ BI VÊ PEYMANÊ NERAZÎ NE' 
 
Xelef, da zanîn ku di hevdîtînên ku bi rayedaran re jî pêk hatî de wan di sekna xwe de gav paşve neavêtiye û got: "Em jinên êzidî ji bo qedera Şengalê, îradeya Şengalê û îradeya jinan me serdana berpirsyar, rayedar û parlementerên Iraqê kir. Di van hevdîtinan de jî me tifaq red kir û me got, hûn sucdar in, çimkî hûn îradeya Şengalê nas nakin. Me ji wan re got, hûn li ser civaka êzidiyan tifaqê çêdikin û hûn êşa êzidiyan di ber çavan re derbas nakin. Di vê çarçoveyê de me hevdîtin pêk anî. Hemû jî erênî tevlî van nêrîn û gotinên me bûn û piştgirî dan me û gotin em jî bi vê tifaqê razî ninin."
 
'LI HEMBERÎ PEYMANÊ HELWESTA ME AŞKERE YE' 
 
Di dawiya axaftina xwe de Xelef bi lêv kir ku ew ê hebûna hêzên Peşmergeyê li herêmê qebûl nekin û got: "Niha bi giştî rewşa Şengalê aram e. Lê şexsîyet, rûspî û her sazî û rêxistina di Şengalê de xwe berpirsyarî vê êrîşê dibîne vê tifaqê qebûl nakin û li hemberî vê helwesta wan diyar e. Ew hêzên ku civaka Êzidî firotin pêwîste neyên Şengalê û ew hêz nayên qebûlkirin. Dema piştî fermanê ji hêla Pêşmergeyên Roj ve êrîş li Xanesorê hatibû kirin. Dayikên şehîdan bixwe dibêjin em careke din hebûna peşmergeyan li vê derê qebûl nakin. Dibêjin hebûna peşmergeyan li vir bê birêxistinkirin, wê careke din xwîn bê rijandin û ferman dubare bibe. Em jinên êzidî vê qebûl nakin û sekna me ya li hemberî vê jî aşkereye û dinya alem jî vê baş dizane." 
 
MA /Zeynep Dûrgût

Sernavên din

04/11/2020
09:08 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 112’an
09:08 Ji ber toz û telaza komirê nikarin bêhnê bistînin
09:08 Ozturk: Ne tenê kurd, hemû muxalefet tê tecrîdkirin
09:08 Xurdefiroş nikarin heqê kirêya xwe jî bidin
09:08 Li avahiya Barzanî biryara 'şer'
09:08 Hamzaoglû: Talûke li ber derî ye, lê tevdîr nayên girtin
09:08 Derbarê eskerê êrîşeke nîjadperest lê hatibû kirin de lêpirsîn dan destpêkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2020'AN
03/11/2020
23:16 Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bû 111
20:50 79 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane
16:54 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
16:53 Serokê HEP’ê yê Bajêr Sakik ê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
16:48 Leşkerên gumanbarên cînayetên Derelî hatin berdan
16:00 Di şewata Wanê de 100 dikan şewitîn
15:52 Hejmara qûrbaniyên erdheja Îzmîrê derket 107’an
15:50 Li wêranşare kesek hat binçavkirin
15:20 TJA'yê li Cizîrê starta xebatên 25'ê mijdarê da
15:07 Hinavên girtiyê nexweş Yildirim îltîhap girtin
14:42 Yolerî: Kesên di bin çavan de dest bi grevê kirin
14:22 Bûldan: Darbeya 4’ê mijdarê 2’emîn Plana Islahata Şerqê ye
14:16 Li Kurkçulerê, girtiyan li dijî zextan dest bi greva birçîbûnê kirin
13:56 Di mehekê de 29 jin hatin qetilkirin
13:18 Di doza Rahîpê Suryanî de şahid hatin guhdarkirin
13:18 Ji konfederasyonên karkerên daxuyaniya hevpar: Bila pêşniyarqanûn paşve bê vekişandin
12:59 Di doza Leyla Aydemîr de, îtîraza biryara beraetê
12:18 Banga beşdarbûna hatina gel hev a jinên elewî
12:02 Gulum: Divê bondara şewbê ya li ser jinan bê lêkolînkirin
11:56 Girtiyê bi pençeşêrê bi vîrûsa koronayê ket
11:38 HDP’ê li herêma erdhejê Meseya Koordînasyonê ava kir
10:54 Li Kiriklarê 2 girtî kirin hucreyê
10:47 Parêzerên Ocalan ji nû ve serlêdan kirin
09:40 Agir bi Bazara Rûs ket
09:05 Li Endamê Meclîsa Şaredariya Cizîrê sîxurtî ferz kirin
09:05 Xelef: Em parastina kesên em bi tenê hiştin naxwazin
09:05 Li Edeneyê hîmê 360 avahiyan riziyaye
09:05 SES: Fatûreya pêvajoyê li tenduristkaran tê birîn
09:05 Lêpirsîna derbarê keştiya penaberan de wekî berê ye: Rê ber bi polîtîkaya bêcezatiyê ve diçe
09:05 ‘Di rojekê de 4 bijîşk dimirin, binpêkirinên mezin hene'
09:05 DEDEF: Divê em li dijî projeya li Mûnzûrê, ji bo çandê şer bikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2020'AN
08:26 Hêjmara kesên di erdeja Îzmîrê de mirin gihişt 100'î
02/11/2020
21:07 Hejmara kesên di erdheja Îzmîrê de jiyana xwe ji dest dane bû 92
20:12 76 kes mirine û 2 hezar û 302 jî pê ketine
16:14 Tevlîbûna hevserokên HDP’a Amedê ya kongreya partiya wan bû sûc
16:06 Mirina bi guman a Gamze Acar a 17 salî
15:38 ÎHD: Bila Rafet Fahrî Semîzoglû bê berdan
15:32 Li Îzmîr hejmara qurbaniyên erdhejê derket 85’an
15:17 Jinên Pirsûsî xwe ji 25’ê Mijdarê re amade dikin
15:16 Walîtiya Colemêrgê: Qetilkirina Derelî li gorî mevzûatê ye!
14:56 35 sal cezayê girtîgehê li siyasetmedaran birîn
14:36 Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê: Hin kes naxwazin dozger biaxive
14:09 Jinan Las Tesîs parastin: Ma ji Mûsa Orhan bi talûketir bû?
13:56 Osman Şîban: Tevî 2 cenazeyan em ji helikopterê avêtin
13:28 DAKAP’ê ji bo çalakiyên meha Mijdarê star da
12:36 DÎB: Dîsa bar danîn ser milê gel
12:28 Osman Şiban: Ji helîkopterê avêtin 100-150 leşker bi ser mede hatin û bi kulm û phînan li me dan
11:57 Hejmara girtiyan derket 291 hezar û 546 kesan
11:22 83 binçavkirin û ji 200 zêdetir lêpirsîn
09:56 Hêjmara qurbaniyên erdheja Îzmîrê gihişt 79'an
09:56 Hejmara nû ya Newaya Jin derket: Banga parastina cewherî
09:29 Hejmera kesên li Îzmîrê jiyana xwe ji dest dan derket 73'yan
09:08 TJA: Em ê di mijdarê de rêxistinbûyîn û têkoşînê pêş bixin
09:07 Êlekên Xemrî yên jinên Yûrik: Sembola mafên jinan e
09:07 Di Avahiyên War ên Civakî de ‘qezenca bêmaf’
09:06 Nirxandina qanûna torbe: Bi vê ‘koleyên ciwan’ armanc dikin
09:05 Li ser Youtubê gav bi gav fêrî kurdî dike
09:05 Prof. Dr. Kûrûl: Hûn 80 ‘zanîngehên jinan’ vekin jî, ger bergeh neguher…
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2020'AN
01/11/2020
21:03 Biraziyê Derelî yê eskeran kuşt: Li ser hev apê min gulebaran kirin
19:34 74 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
18:16 Li Îzmîrê hêjmara qurbaniyên erdhejê derket 69'an
16:50 HDP'ê li 12 navendan Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir. Kobanê ruhê hevpar e
16:26 Uca: Berxwedana Kobanê bû roja rizgariya gelan
14:57 Eskeran li Geverê kolberek kuşt
14:51 HDP'ê li Cizîrê 1'ê mijdarê pîroz kir
14:21 Aydenîz: Kobanê xeta Kurdan a sor e
13:46 HDK: Kobanê ku bûye kabusa AKP-MHP'ê geş dibe
12:53 Hêjmara qurbaniyên erdhejê derket 51'an
12:44 'Hesp, canî û bavê min li ser hev kuştin'
12:22 Pêveka jinê ya Yenî Yaşamê derket
12:16 Rêxistinên jinan piştgirî dan pêngava Kongreya Star
11:56 22 fezlekeyên nû anîn rojeva meclîsê
11:33 DBP: Şoreşa jinê bû hêviya cîhanê
11:13 Şaredariya AKP'ê naxwaze bajarvaniya Çelexwarî bibîne
10:39 HDP: Kobanê bû hêza gelên cîhanê
10:23 Rojnameya Xwebûn bi manşeta 'Dejenerasyon û zimankujî' derket
09:05 Dozger der barê Rojnamevan Boltan de îdianame amade kir
09:04 Cotkarên silqokê hem mexdûrê kotayê ne hem jî yên avê
09:04 Hunermend Yilmaz: Li dijî êrîşan tekane bersivê 'nedestjêberdan' e
09:03 Bayindir: Peymana Şengalê wê rê li ber êrîşên DAÎŞ’ê veke
09:01 Burhan Kuzu yê AKP'î bi Covid-19'an mir
09:01 Di 'Ferhenga Botan'ê de 850 peyvên winda berhev kirin
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2020'AN
08:43 Hêjmara qurbaniyên erdheja Îzmirê derket 43’yan.
31/10/2020
23:42 AFAD: Heya niha 39 kesan jiyana xwe ji dest daye
22:44 Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Sîlopiyayê Tîma Mêrdînê têk bir
20:22 75 kesên din bi Covîd-19'ê mirin
19:06 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 35
17:05 Eskeran li Bajêrgehê gundiyek bi hespê wî ve kuştin
16:04 'Ne Ayşe Gokkan ne jî jinên din wê serê xwe ji êrişan re netewînin’